søndag den 13. december 2015

Namûs û bênamûsî - ROJAN HAZIM


Dem demê zanist û ragihandinê ye. Teknolojîya ragihandinê dinya kirîye gundekî çar tax.
Xwecihên van taxan çawa berê di jîyana kevnare ya gundewarîyê da xelk bi bangê dîkilên hevdu hişyar dibûn, vê gavê jî bi sînyal, zeng û melodîyên telefonên destî, haj hevdu dibin, adeta sanîye sanîye hevdu taqîb dikin. Ji şivan û gavanan heta karmendên di nav ofîs û buroyên di apartmanên şubî çiyayî serê xwe dirêjî esmanî kirî da, dest pêkve bi telefon in...Telefonên bi kamera û şandina "sms"an ser û binên dinyayê gihandine hev.Televizyon bûye platforma dîtin û seyra bûyer û qewimînên cîhanê. Ji xwe înternetê dinya adeta kirîye okyanûs ku tê da her reng û tarz melevanî tête kirin. Axir ji telefona destî heta televizyon û înternetê, teknolojîya ragihandinê pêkve bûye çav û guhê mirovahîyê. Ji ber hindê, bûyerên qenc jî, xirab jî êdî bi rêya vê teknolojîya ragihandinê, li bajêr be, li gund heta mezrayekê be, dikeve nav hemû malan. Kir û kiryarên di demên berê da dihatin kirin li gundê cîran nedihatin bihîstin, belêm îro bûyereke li serê Sibîryayê qewimî, di eynî demî da li gundekî Gelîyê Zê tête bihîstin û hetta dîtin bi rêya vê teknolojîya pêşkevtî û modern.
Eve demek e kirêtî û rûreşîyeke bêtixûb di serê rojevê da ye; kuştina jinan! Esasen di nav civatên paşvemayî û paşvehêlayî da, ev sûcê giran ji berê were tête kirin û helbet binasên sosyoekonomîk, sosyopolîtîk û sosyokulturel yên vê kiryara dijmirovî hene û divêt bi berfirehî û kûrahî bêne analîz kirin. Belêm di çarçoveya vê nivîsara kurt da jî be, divêt destnîşanîyek bête kirin û dengê hawara dijî vê hovîtîya li ser jinê bête xurt kirin. Helbet ev sûc tinê li nav civata paşvemayî û herweha bi zanahî hatîye paşvehêlan ya Kurd da naête kirin. Lê belê, mirovê Kurd ji bûyerên nav civata xwe berpirsiyar e. Gotina "Çi bikin, di nav hemû civatên paşvemayî da dibin ev mesele" mazereteke rûreşîyê ye.
Rastîyek heye ku evro ev kirêtî û sûc di nav civata me da têne dîtin û kirin. Roj nîne ku li bajêr an bajêrkekî Kurdistanê nûçeyê kuştina kiçek an jineke Kurd neête bihîstin. Ev kiryarên dijmirovî ji berê were di nav civata Kurd da têne kirin, lê hem nedihatin bihîstin, hem jî bi zanahî dihatin peçinandin. Belêm di şertên îro yên pêşkevtî da, di nav vê deryaya teknolojîya ragihandinê da êdî eve ne mumkun e. Zihnîyeta mêrşahî, bîr û bawerîyên kevneperês, otorîteya dînan ya negatîv, tradisyonên kirêt bûyne zirh, metal, şûr û tîr û kivanên desthilata mêrê Kurd. Mêrê Kurd, desthilata xwe ya salan bi rengekî dijmirovî bi kar tîne li ser jina Kurd. Mêrê Kurd, jina Kurd kirîye êxsîra xwe, xwe kirîye hakimê hemû mafan.



Mêrê Kurd, "namûs" kirîye ristika desthilata xwe û kirîye stuyê jina Kurd û dîsa jin kirîye nobedara vê "namûs"ê! Mêrê Kurd her reng "bênamûsî"yê dike, belêm fermana şiddet û kuştina ji ber namûsê jî li ser jinê dîsa ve ew dide. Mêrê Kurd, mefhûmê "namûs"ê bo kirêtîyên xwe kirîye zirh û metal. Mêrê Kurd, "namûs"di nav pêsîra jinê da zevt kirîye û herweha jî kirîye tabûya desthilata xwe, belêm xwe ji parastina "namûs"ê jî muaf girtîye. Mêrê Kurd, ev bar û wezîfeya hinde giran, -ku bedelê îhmala vê wezîfeyê can e û biryardêrê vê yêkê ji dîsa mêr bi xwe ye-, daye ser milê jina Kurd û xwe daye alîyekê!. Mêrê Kurd, bi kiryarên xwe yên bi navê "namûs"ê beramberî jina Kurd dike, sûcdar e û bi van kir û kiryarên xwe ve jî "bênamûsî"yê dike!. Belêm mixabin ku paradoksa jina Kurd jî kûr e ku, her ew jin, vî mêrê hov digihîne, li ser serê xwe dike hût û cinawir!.
Ne tinê kuştin, her reng şiddeta li ser jinê divêt bête mehkûm kirin. Mêrê Kurd divêt xwe ji vê kirêtîyê rizgar bike. Şiddet û kuştina li ser jina Kurd, rûreşîya mêrê Kurd e. Li ser vê yêkê Kongreya Neteweyîya Kurdistanê [KNK] bangeke gelek giring kirîye ku divêt herkes beramberî vê bêdadîya li ser jina Kurd dengê xwe bilind bike. KNKê wisa gotîye di banga xwe da; "Digel pirs û pirsgirêkên polîtîk, herweha problemên sosyal yên navînî jî jîyana xelkê Kurdistanê tengav û bi êş û jan dikin. Di serê van problemên sosyal da jî, şiddeta li ser jinê ye. Di van rojan da kuştina jinan li Kurdistanê di serê rojevê da ye. Helbet binasên sosyoekonomîk, sosyopolîtîk û sosyokulturel rola sereke dileyizin di vî warî da. Dewleta kolonyalîst ya Tirkîyeyê ji serî were gelek bi zanahî sîstemê eşîrî û feodalîyê li nav civata Kurd jînde hêla û vê polîtîka xwe didomîne jî. Li ser van adet û tarzên jîyana kevnare, teessûbîya dînî, nexwandahî, zihnîyeta bi salan ya mêrşahî ya di nav civata Kurd da, jîyan li jinê heram kir, kire jahr û mirin. Mêr û adet û zihnîyeta kevneperês ya civata Kurd, xwe kirin yêk û desthilata xwe li ser jinê ava kirin, jin kirin depê armanca kirêtîyên xwe. Barê giran yê "namûsê" danan ser milê jinê û bi lêdan, her reng şiddet û kuştinê jin kirin êxsîrê xwe. KNK her bi çi binasî be, şiddet û kuştina jinê neku tinê şermizar dike, mehkûm dike û bangî xelkê Kurd, pêşengên polîtîk, rêber û rênîşanerên civatê, yên dînî û ronakbîran dike ku her bi çi rengî be, rêyê li ber vê wehşeta li ser jinê bigirin, bi daxuyanîyên şermizar û rûreşkirinê nemînin, mueyyîdeyekê biafirînin ku li ser vê bêperwatîya zihnîyeta mêrşahîya mêrê Kurd lêveker be." [Daxuyanîya KNKê - 4.11.2006, Bruksel]
Divêt herkes ji milê xwe ve li ser vê pirsê raweste û reftara xwe kivş bike. Bêdadîya li ser jinê tête kirin, bêdadîya herî mezin e! Xwe ji vê kirêtîyê xilas bikin, destên xwe ji vî sûcî bişon, rûyê xwe spî bikin!.

Çirîya Paşîn [Teşrîn – November] 2006
http://www.xweza.com/Namus%20u%20Benamusi-Nov.2006.pdf