fredag den 11. december 2015

Kurdistan bû dewlet - ROJAN HAZIM


Ji pirtûka "Paşeroj"ê [*]
"Ji ber yarîya 1ê Nîsana 2002ê, wekî me bi sernivîsa “Kurdistan bû dewlet” nivîsarek amade kirî, ev hizir û bîrên li ser xwastek û xwezîyên xelkê Kurd, bi zimanekî novelî dihate rave kirin. Îro ew xewn û xiyal li başûr bûye rastî. Hem jî di meha nîsanê da, ku salek ji ser wê nivîsara me ra derbaz bibû. Anku serê nîsana 2002ê me digot “Kurdistan bû dewlet”! Hema bêjin serê nîsana 2003ê jî, xelkê Kurdistanê li parçeyê başûr bi rastî keysê fermîkirina dewleta xwe bi dest ve îna! Gerçî xîmê wê hêj li piştî şerê Kuweytê, li Gulana 1992ê hatibû avêtin. Piştî 12 salan, li serê meha nîsanê ev xwezîye dibû rastî.
Kurdistana Başûr gihişte ya dilê xwe. Êdî ev cografyaya xelkê Kurd, welatê wan, Kurdistan li parçeyekê jî be gihişte ronahîyê. Nexşe li serê parçeyên dî!"

***

Mizgînîya xêrê be, Kurdistan bû dewlet! Îro Rêxistina Yêkitîya Neteweyan –RYN-, daxuyanîyek belav kir û avabûna Dewleta Kurdistanê bi fermî îlan kir, ku Dewleta Kurdistanê bû endamê 190emîn. Rêxistina Yêkitîya Neteweyan, serhildana sivîl û demokratîk û aştîyane ya xelkê Kurd ya li Newroza 2002ê, wekî plebîsîteke rewa qebûl kir û binê vê daxwazîya heq ya xelkê Kurd, ya ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, mohr kir. Bi vî rengî, piştî endambûna Dewleta Bosna-Herzegovîna ya sala 1992ê li RYN, Kurdistan jî wekî dewleteke fermî bû endamê rexistinê. Vê daxuyanîya RYN dengekî mezin veda li timamî cîhanê. Xelkê Kurd piştî vê nûçeyê derkete cahde û kolana, mêrg û çîmena û ev bûyera dîrokî bi şahîyeke nedîtî pîroz kir.
Bihara ev sale digel xwe xêr, xweşî, bereket û ya herî mezin, serxwebûna welat û azadîya xelkê Kurd û kêmanîyên dî îna.  Xewna hizaran salî ya xelkê Kurd bû rastî li vê biharê. Îro bû roja serxwebûna Kurdistanê. Xelkê Kurd bi hemû çîn, navçîn û baskên xwe ve û herwisa digel xelkên dî yên li Kurdistanê dijîn, ev roje wekî rojeke pîroz û neteweyî qebûl û îlan kirin. Alaya Kurdistanê li rê û meydanên mezin hate bilind kirin. Xelkê der û pencereyên xwe bi alaya rengîn ve xemilandin. Li çiya û banîyên Kurdistanê agir hatin vêxistin. Çar nikarê Kurdistanê bû meydana şahî û pîrozîya îlan kirina Dewleta Kurdistanê. Xwezaya Kurdistanê jî bi gir û çiyayên xwe ve, bi av û deravên xwe ve, bi çem û robarên xwe ve, bi dol û nihalên xwe ve, bi rêhl, dar û daristan, gul û kulîlk û hemû şînkatîya xwe ve, rêzeke mezin nîşanî vê bûyera pîroz ya xelkê Kurdistanê da. Esmanê Kurdistanê di vê rojê da sîrsahî bû, hetavê germ û ronahîya xwe ya herî tîr da ser welat û xelkê Kurdistanê. Bêhna bijûn ya xweza û xwerista Kurdistanê û vî hewayê azadî û serxwebûnê, xelkê Kurdistanê adeta efsûnî kir. Timamî Kurdistan bû meydana şahî û seremonîya vê roja bihadar. Xelk digel vê heyecana pîrozîyê, herweha çûn ser gor û goristana û rêzeke mezin nîşanî şehîdên Kurdistanê dan. Ji bo şehîdên ku gorên wan ne dîyar, anku şehîdên bênav, qevdên gul û kulîlka avêtin nav çem û robaran. Her koşeyê welat bû geşt û seyran, digel govend û dîlanê, kilam û stran ji devê xelkê kêm nebûn.
Ji bilî vê heyecana pîrozîya xelkî û fûrhana xwezaya Kurdistanê, li bajêran seremonîyên bi şêl û heşmet hatin amade kirin û ji çar alîyên cîhanê, nûnêrên xelk, netewe û dewletan hatin mêhvan kirin û di van kombûn û rûniştinan da ev roja bi qedr û qîmet ya xelkê Kurdistanê hate pîroz kirin. Nûnêrên xelkan bi rêzdarîyeke mezin piştevanîya xwe dîyar kirin bo xelkê Kurdistanê. Mezin û berpirsiyarên xelkê Kurdistanê jî digel pîrozkirina vê roja bihadar, herweha mesajên aştî, wekhevî û dostanîyê dan bo hemû der û cîran û xelkên cîhanê û herwisa spasîya xwe pêşkêşî xelk, netewe û dewletên piştgîr kirin.
Ji Qersê heta Efrînê, ji Sêwasê heta Kirmanşanê, ji Erzingan heta Kerkûkê, li ser timamî tixûbên Kurdistanê, xelkên cîran tevî vê heyecana xelkê Kurdistanê bûn û piştevanîya xwe nîşan dan. Ji ber vê roja mezin, der û tixûbên Kurdistanê hatin vekirin, kontrola paseporta hate rakirin û xelkên cîran hatin mêhvan kirin û digel wan, govendên mezin hatin girêdan. Xelkên cîran ji ber zulm û zora bi salan ya li ser xelkê Kurdistanê, lêborîna xwe xwastin û ew demên reş û tarî şermizar kirin û ev roja serxwebûn û azadîya xelkê Kurdistanê pîroz kirin. Dewletên serdest yên berê ji ber vê roja pîroz ya xelkê Kurd, derê hemû hefs û zîndana vekirin û girtî hatin berdan. Xelkê, girtîyên doza azadî û serxwebûnê bi hesret û dilşahîyeke kûr dane ber singê xwe, rêz û vîna xwe nîşanî wan da.
Seremonîya herî mezin li meydana fireh ya welatî hate amade kirin. Xelk bi cil û bergên xwe yên rengareng ve wekî lehîyê ber bi vê meydanê ve herikî. Dormandorê meydana mezin bi alayên Kurdistanê ve hatibû xemilandin. Li tenişta alaya Kurdistanê, alaya RYN jî pêl dida. Xort û ciwan, biçûk û zarok, jin û mêr, kal û pîr, dilê timamî xelkê Kurdistanê li vê meydana mezin diavêt. Li kujîyê herî bilind yê meydanê meşaleyek hate bi cih kirin. Wêneyên şehîdên Kurdistanê di destê ciwanan da hatin bilind kirin. Zarokan qevd û bûketên gul û kulîlkan pêşkêşî mêhvana kirin. Helbest hatin xwandin, stran hatin gotin û axivtin hatin kirin. Axivtina dawîyê du ciwanan, kiçek û kurekê, bi hev ra kirin. Yêkê got û yêkê lê vegerand. Wan temsîla paşeroja xelkê Kurdistanê dikir. Wan mesaja paşerojeke bi ronahî dan xelkê xwe û herweha mesaja aştî û dostanîyê jî dan xelkên cîran û hemû xelkên cîhanê. 
Di dawîyê da xeber hat ku pêşmerge û gerîllayên Kurdistanê bûyne rêz û bi disiplîn û şêleke mezin û balkêş ber bi meydana azadî û serxwebûnê ve diherikin. Xelk rabû ser pêya, meydan bi sloganên azadî û aştîyê ve dizinginî. Çepik, fîtî û slogana meydan adeta vegirt. Di pêşîyê da du pêşmerge û gerîllayên herî jîmezin, derketin pêş, bi rêveçûneke esîl destên xwe dan hev û ber bi meşaleyê ve çûn û agir vêxistin. Eve agirê nîşana serxwebûn û azadîya Dewleta Kurdistanê bû. Gurîya meşaleyê bilind bû û tam di wî demî da, timamî gerîlla û pêşmergeyan sîlehên xwe ber bi esmanê sahî yê Kurdistanê ve vala kirin. Tilên wan çar cara çûn ser lolebka sîlehan. Eve jî mesaja dawîhatina toka zulm û zora nîrê kolonyalîzmê bû li çaralî Kurdistanê.
Ber bi dawîya seremonîyê ve, maseyek hate danîn. Mezinên Kurdistanê li milekê, mezinên Rêxistina Yêkitîya Neteweyan –RYN- li milekê û çar mezinên dewletên cîran û serdestên berê yên Kurdistanê jî li milekî maseyê bûne rêz. Mezinê RYN, mezinên Kurdistanê pîroz kirin û belgeya endametîya RYN pêşkêş kir û silava xwe ya herî germ da xelkê Kurdistanê û herweha spasî çar mezinên dewletên cîran jî kir, ku xizmeta prosesa aştîyê kirin. Mezinên çar dewletên cîran û serdestên berê jî, yêk bi yêk axivtin û tikaya lêborîna wan salên reş û tarî kirin û ew zulma li xelkê Kurd kiribûn, şermizar kirin û ew dem di dîroka xwe da wekî rûperên reş bi nav kirin û herwisa hem Dewleta Kurdistanê pîroz kirin, hem jî heyranîya xwe nîşanî berxwedan û têkoşîna qehremanane ya xelkê Kurdistanê dan. Yêk ji mezinên Kurdistanê jî di hizûra mezinên RYN û li pêş xelkê Kurdistanê û helbet bi rêya çapemenî û televizyonan jî li pêş hemû xelkên cîhanê, çar ala, çar nexşe û çar paseportên Kurdistanê digel çar mehfûrên bi dest û tilên jinên Kurd ve hatîne raçandin, dîyarî çar mezinên dewletên cîran kirin. Herwisa li ser navê hemû xelkê Kurdistanê spasî mezinê RYN jî kir û pirtûka Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, ku di nav alaya Kurdistanê da pêçayî bû, digel berikeke bi desen û motîfên xwerû yên folklora Kurdistanê hatîye raçandin, wekî dîyarîya xelkê Kurd û Kurdistanê, pêşkêş kir. Paşê jî digel bi xwandina marşa neteweyî ya Kurdistanê ya bi dengê milyonan xelkê Kurd û kêmanîyên dî, alaya Kurdistanê kêşa ser stûnê û rêz girt û silav da vê alaya pîroz.
Kameraman û wênekêşan ev tabloya rengîne dîrokî û aştîyane, girtin û kêşan û bi rêya çapemenî û televizyona pêşkêşî cîhanê kirin û herwisa dîyarî dîrokê jî kirin. Kurdistan bû dewlet, xelkê Kurd digel xelkên cîran aşt û azad bû. Kotirên aştîyê esmanê Kurdistanê spî kirin. Alaya Kurdistanê li dormandorê welat pêl da.
Belê Kurdistan bû dewlet. Dibistan û xwandingeh bi zarok û ciwanan ve tijî bûn û şîretên Ehemdê Xanîyê nemir înan cih ku paşeroja xelk û welat xwe Kurdistanê ronahî bikin.
Kurdistan bû dewlet û li xelkê Kurd û Kurdistanê û hemû xelkên cîhanê pîroz be. Xelkê Kurd û xelkên dî yên kêmanî, li bin banê hevpişk, anku li bin banê Dewleta Kurdistanê, bi hev ra aşt û azad bûn û ji bo paşerojeke bi ronahî dest dan hev. Kurdistan li cografyayeke bi xêr û bêr û pîroz e. Lewma Dewleta Kurdistanê dê bibe mabeda aştîyê. Kurdistan bû dewlet û bila li xelkê me pîroz be.

01 Nîsan 2002
www.rojev.com
Hîwa, hj. 51 [Özgür Politika, Nisan 2002, Elmanya]
[*] Paşeroj, ROJAN HAZIM, Îlon 2003, Weşanên Enstituya Kurdî ya Brukselê
(Ev nivîsare 1ê nîsana 2002ê hatîye nivîsîn û di "www.rojev.com" û kovara Hîwayê hj. 51an da hatîye weşandin.)