søndag den 13. december 2015

60 salî pîroz be - Famîlya


Pîrozbahîya malê:
15ê Sibatê 2014




Çiya wisa ye; ji her derê tête dîtin.
Çiya heye; her hind e. Li ber ba û firtoneyên herî dijwar sergiranîya xwe diparêze.
Çiya nalive. Zivistan diçin tên. Lê çiya her dem heye. Dîrok li ber pala [singê] çiyayan tête nivîsîn.
Bab û bapîrê me yê hêja,
Ne tinê îro, em te her roj pîroz dikin. Em her roj bi te serbilind in. Tu jîyanê bo me xweş dikî. Di welatekî [cih û warekî] xerîbîyê da te maleke nû ava kir bi herdu destên xwe. Te xwe gihand û te em dewlemend kirin.
Em çend keyfxweş in ku em parçeyekî mezin yê jîyana te ne.
Tu çiyayê mala me yî.
Em roja bûyîna te hizarancar pîroz dikin û maç dikin.

Eva, Ava, Hetav, Dadê û Pola

***

Bi munasebeta şêst [60] salîya Fêqîrê Malê, ew pîrozbahîya hinde dewlemend hatîye hinartin.
Gelo ma ji vê dîyarîyê, ji vê pîrozbahîyê bihadartir tiştek dibû?
Zengînî ev e, dewlemendî diyar e ku ev e.
Ev hisên binemalî [malbatî], ev gotinên ku ji nîveka dilê endamên malê ve têne gotin xezîneya herî mezin in.
Heke mirovî ev tovê bîr û hizir û hisên baş di dilê kes û karên xwe da çandîbin, bêşik berê vî tovî dê baş be.
Ji xwe wekî van başîyan endamên malê ji dil û bi şahî dibêjin, hingê mirov bi rehetî dikare bêje ku armanc bi dest ve hatîye.
Ya giring jî ev e. Hezkirin, anku hej hevdu kirin. Kilîl ev e. Cihê ku tovê hezkirinê lê hatîbe çandin, rêz jî heye, xêr û xweşî jî heye, serkevtin û serbilindî heye, huzûr, dilşahî û siyanet heye.
Di şêst salîya xwe da heke mirovî ev tabloye dît, ev gotin bihîstin, ev hezkirin di çavanda dît, mexsed hasil bûye.
Jîyana herî xweş û serkevtî, ya li ser hezkirinê avabûyîye.
Eve dîyarîya herî mezin e. Helbet dîyarîya herî bihadartir jî bûyîna nevîyeke bi navê AVAyê ye.
Feqîrê ku bûye şêst salî bi xanima xwe ya rêzdar ve, bi du lawên xwe yên serkevtî û jêhatî ve, bi bûka xwe ya hêja ve û bi nevîya xwe ya nazdar AVAyê ve serbilind e, şa û bextewar e. Ev xêr û xweşîye bila daîmî be heta hetayê.
Spas bo hêjayên min, bo mal û eyalên min.
Jîyaneke bi xêr û xweşî digel hezkirîyên xwe daxwaza herî mezin e.

Feqîrê Malê
Li welatê xerîbîyê ku piştî Kurdistana ezîz êdî bûye welatê duyemîn.
KBH - Brøndby - Danmark
15 Sibat 2014