torsdag den 17. december 2015

Alaya Kurdistanê - Instituta Kurdî-dk



Alaya Kurdistanê
Alaya Kurdistanê temsîlîyeta yêkîtî û yêkbûna neteweyê Kurd û welatê wan Kurdistanê dike.
Lê herwisa hemû partî û organîzasyonan jî ala û flamayên xwe hene û ew jî wan temsîl dikin.
Her partî û organîzasyon di ragirtina ala û flamayên xwe da serbest û azad in.
Zimanê Kurdî jî, bi hemû zarava û navzaravayên xwe ve alaya dengî ya neteweyê Kurd e. Ziman nîşaneya bingehîn, ya makî ya netewebûnê ye. Zimanê Kurdî hemû neteweyê Kurd bi hev ra girêdide û dike yêk.
Kurd bi taybetî di parastina alaya xwe ya dengî da, anku zimanê xwe yê makî da divêt gelek hessas bin, bi kar înana zimanî wekî şertê man û nemanê bibînin û qebûl bikin.
Zimanê Kurdî hem di jîyana rojane da hem jî di perwerdeyê da divêt bête bi kar înan. Jîyandina zimanî bi rêya perwerdeyê dibe.
Kurd divêt li alayên xwe yên sembolî û dengî xwudan derkevin.


ROJAN HAZIM



Instîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî li Danmarkê [Instituta Kurdî-dk]

* * *

Roja Alaya Kurdistanê pîroz be...


17ê meha 12an [Kanûna Pêşîn - december] wekî roja Alaya Kurdistanê tête pîroz kirin.
Sala 1999ê Parlementoya Herêma Kurdistanê [Kurdistana Federal] biryar stand ku êdî 17ê meha 12an wekî roja Alaya Kurdistanê bête pîroz kirin.
Ev Alaya Kurdistanê cara ewil 17ê Kanûna Pêşîn ya sala 1945ê li paytextê Komara Kurdistanê ya Mahabadê li Mahabadê hatibû hildan û paşê jî bû Alaya fermî ya Komara Kurdistanê li Mahabadê...
Bila li neteweyê Kurd pîroz be...

 
Xweza
17.12.2015