fredag den 11. december 2015

SUWARÊ HESPÊ KIMÊD - Rojan Hazim





Suwarê hespê kimêd, "klaşînkofa rûsî" bi milî ve, ber û pişt bi rextên fişekan ve rapêçayî, lixav di destî da li ser pişta hespî guh nade "fîtî"yên şivan û gavana, diajo hespê xwe ji ser gûnî û kîvaran ra dibezîne çawa ku dibêjin "lez ke bilezîne suwaro" û her diçe teniştên hespê xwe rikêb dike, heçku dinya li ber deşt e, berê hespê xwe daye zozana, nabêje eve gir e, dol an nihal e, dibezîne hespê xwe û guh lê nîne ka çawa kef bi devê hespê kimêd ketîye, xuhê çawa binzînka wî ter û şil kirîye... Guh nade "firrîna" hespê kimêd. Rikêb û qemçî radibin û dikevin li ser bedena hespê kimêd... Hewayê hûnikî zozana hiş di serê suwarî da nehêlaye. Ketîye nav xewn û xiyalên kûr û lêvên wî bi ahengeke folklorîk dilivin...

"Gelîyê Qewalê kûr e, narê hoy narê...
Gelîyê Qewalê kûr e sorgul jê dibarin.
Carna jî:
"Zozan e xweş zozan e meşka min
Meşka mastê mihan e, kil meşkê..."

Berê hespê kimêd car li berjêr e ber bi Gelîyê Şine, car çep dide ser pira Marûnisê, car badide Gelîyê Qewalê û hildikişe mêrgên Elkîkê... Hespê kimêd germ bûye. Suwarê li ser piştê bi nav û deng e lê êdî ew jî pê naweste... Rikêb anjî qemçî hewce nake... Kimêdî hêla xwe girtîye. Wî nihe jî berê xwe daye zozanên Mêrgên Sotî... 




Gihişte waran. Bi şêleke şêrane rabû ser paşîyên xwe, carekê û careke dî jî şihî û xwe da ser rêya Derîyê Berana... Gihişte gaza milê û di nişkê da veciniqî... Lê hespê kimêd xwe şaş nekir... Karwanê koçera xwe da binê rê û rê dane hespê kimêd...
Suwar ji hespê xwe î piştrast lêvên xwe her dilivîne... Lê deng jê bilind nabe. Suwar jî siyaneta hespê xwe digire. Bezîna hespê kimêd herwekî govendeke li ber "dahol û zirnayê" wisa bi "reqs"e... Dilê suwar nagire bi dengê xwe yê bilbilî ser ji ahenga bezîna hespê xwe bistîne...
Hesp gihişte hesûya Derîyê Berana... Bayê zozanên bilind, hûnikîya hewayî, bêhna kulîlkan û xemla dorberê suwar ji xewn û xiyalên wî veciniqand û hişyar kir... Suwarî lixav vekêşa û şidand... Hesp têgihişt û rawesta...
Suwar peya bû. Lixav ji devê hespî kir û xwe li ber kahnîyê vezeland. Hespî serê xwe dirêjî kahnîyê kir û têr ava sar vexwar, dil û hinavên xwe hûnik kirin... Suwarî çavên xwe niqandibûn. Bêhneke kurt wisa ma û rabû ser xwe... Lê nêrî ku hespê wî diçere. Qederekê çavên xwe dane ser çerîna hespî... Ji hespê xwe hez dikir. Hesp ronahîya çavên wî bû... Bi hespê xwe î serbilind bû... Girnijî û rabû ser pêya. Hespê xwe dîsa lixav kir û suwar bû... Rikêb şidandin, lixav du-sê cara vekêşa û hespê kimêd serê xwe bilind kir û hilfirî...

Xweşîya suwarîya hespê kimêd li alîyekê, zîn jî zînekî herî baş bû... Wekî Kewîs Axayî gotî "Zînekî Hemedanî" bû. Dîsa wekî Kewîs Axayî gotî tinê "Gopalekî Heyzeranî" ji suwarê hespê kimêd î kêm bû...
Derîyê Berana ma li paş... Hespî nihe jî berê xwe daye berjêr û ber bi mila Suwara Xelo ve dibezîne.. Nişîv, mil û hesû beza hespê kimêd sist û rêya wî jî şaş nakin. Ew heçku li deşteke bê ser û bin dibeze herwisa... Beza wî leyiz e... Serê xwe bilind kirîye û badaye mile rastê... Devê wî bi kef, pişta wî bi xuh e... Lê ne xema wî ye... Bayê hûnikî Suwara Xelo ew hêc kirîye... Rêya xwe dizane... Çawa gihişte serê mila Suwara Xelo bêhemdî suwar xwe bada mile çepê û berjêrî Gelîyê Anîtosê bû!..
Kimêd ji rêyên çiya û zozanan nihe ketibû ser rêya fireh ya makîneyan. Kimêd êdî çargavkî nedibezî... Lê rehwankî û bi şêleke esîl ber bi Anîtosê ve xwe livand... Piştî heşt vîrajên tirsbar gihişte kahnîya pişta warên Anîtosîya... Herçend î têhnî jî bû lê xwe negirt û rast çû ber kûnê [konê] suwarê xwe... Berî suwar peya be Niharî ji kûnî [konî] derket û lixavê hespî girt... Suwar peya bû û çû bin kûnî [konî] û xwe avête ser doşeka rayêxistî...
Keybanîyê dewê sar hazir kiribû. Suwarî xwe bi dewê sar yê wekî cemedê hûnik kir... Paşê jî xwe veşeland. Klaşînkof û rextê xwe ji xwe kirin û danane ser balgehê rexê çepê... Xwe dirêj kir û çayek ji keybanîyê xwast... Çaydanê bafon yê reş î wekî qîrê li ser kuçikî dikelî. Keybanîyê çay dem kir û paşê jî şûşeyek tijî kir û dana ber malxwêyê malê... Niharî hâte jor, rûnişte ber serê babê xwe. Dayîka Niharîyê çû zîn û lixav ji hespî kirin û hesp bire ser kahnîyê avda û bire dola jêrî [binê] kûna [kona] tewil kir...
Suwarê hespê kimêd, ciwanê dilêr û çelengê Anîtosê Binyamê bû... Binyamê xwe livand û kete ser enîşkê û çaya xwe da ber firên kûr... Hizirî û hizirî... Hizirîneke kûr û dûr... Di vê hizirîna xwe da dîsa çû nav xewn û xiyalên berê, jîyana xortanîya xwe, gerek li salên berê kir... Guh li westana xwe nebû... Ji nişkê ve pêjnek bi ber guhê wî ket. Xwe kom kir û berê xwe da derveyî kûnî [konî]. Dît ku Sebrî û Şêxmus ber bi kûnê [konê] wî ve tên. Rabû xwe veşidand û şûtika xwe girêda... Sebrî û Şêxmus gihiştin ber konî [kûnî] û silav kirin. Binyamê silav wergirt û ew kerem kirine jor... Doşek her rayêxistîbûn. Pêşîyê Sebrî û Şêxmus, paşê jî Binyamê rûniştin. Binyamê bangî xanimê kir ku hazirîya xwarinê bike... Lê heta xwarin çêdibû keybanîyê çay dana ber wan...
Sebrî û Şêxmus ne mêhvan bûn. Digel Binyamê gundîyê hev, pismam û birababên hev bûn. Zarokî û xortanîya hersêyan bi hev ra derbaz bibû... Xweşî û nexweşîya, li şîn û şahîya, li eşq û evîna her bi hev ra û mil bi milê hev ve bûn... Digel firên çayê suhbeta wan jî kûr bû. Dîyar bû ku behsên berê nûve dikirin û kena wan jî digihişte jêrî [binê] kûnan [konan]... Binyamê axivtin îna ser gera xwe ya îro û çerxa hespê kimêd... Pesnê hespê xwe da... Methê hespê xwe kir... Binyamê î neheq nebû. Hespê wî di wî gelîyê kûr û teng da bi nav û deng bû. Hespê rehwan wekî dikete ser rê xeml û delalî jê dibarî... Bûk li ser pişta hespê kimêd diçûn ber derîyê zavayî... Dahwet bi leyiz û "reqsa" hespê kimêd şatir dibûn... Eve jî tiştekî kêm nebû bo Binyamê. Lê belê, çu kesê navê hespê kimêd beyî navê Binyamê jî nediîna. Binyamê jî suwarekî bi nav û deng bû. Gava behsê hesp an suwar dihate kirin, nav navê Binyamê û hespê wî bû...
Dayîka Niharîyê xwarin hazir kir, sifre dana. Hêlm û bêhna rûnê pezî yê qijirandî û sor kirî ji ser lalîka savarê bilind dibû û kam radikirin... Dayîka Niharîyê goştê berindirî jî di sêhlê da sor kiribû; tijî lalîkekê kir û ew jî dana ser sifreyê... Hersê destebira û hevalên rojên xweşî û nexweşîya digel dewê sar xwarina xwe dane ber kevçikên bafon... Dayîka Niharîyê gazî kiça xwe ya delal kir ku xwarinê bidê... Niharî hat û li alîyê dî rûnişte ser xwarinê. Lê dayîka Niharîyê ma li hêvîya zelama. Ew, dê piştî rabûna sifreya mêra xwarinê bixwe!..
Hersê tolazên zomeyê têr bibûn û xwe ji sifreyê dane paş... Çay ye hazir bû. Sifreya xwarinê rabû û sênîya çayê hâte ber wan... Sebrî berî çayê kîsikê xwe yê tûtinê derêxist û cigareyek jê pêça, kîsik avête ber Şêxmûs. Şêxmûsî jî cigareya xwe pêça û wî jî kîsik avête ber Binyamê. Ev avêtina kîsik anjî qotîya tûtinê ya ber hevdu edetekî qedîm yê kom û civatên eşîrî bû û wan jî wisa dikir... Binyamê kîsik rakir û wî jî cigareyeke bi dilê xwe pêça û agir vêxist... Dûkêla cigareyên hersêya bilind bû... Digel cigareyê çaya xwe jî didane ber fira. Axivtina xwe jî nedibirîn... Piştî çay vexwarinê hersêyan axivtina xwe kirin yêk ku biçine pişta gundî, betena jorî ya nêzîkî serûkahnîyê ji xwe ra bigerin...
Gundîyan giyayên xwe dirûbûn û kiribûn gurz... Gurzên giyayê şîn yên bi bejin li ber germa hetavê [tavê] zer û hişk bibûn... Dorberê kanhîyê û betena pişta gund bi rêza gurzên giyayî ve tijî bû... Kahnî li qûntara çiyayê pişta gund bû û têra gêrana şeş aşa av jê diza... Ava ji ber kahnîyê diçû wekî ava çemekê dola gund tijî dikir û ber bi Gelîyê Şine ve diherikî û tevî Ava Zê [Çemê Zê (Zap)] dibû... Çi av!.. Aveke zelal ye sar şubî [mîna] cemeda serê çiyayê Reşkoyê [Cîlo-Sat] li hindava deşta Geverê bû. Xort û zarokên gund çawa xiyarterk diavêtin nav kahnîyê di deqîqeya xwe da xiyar ker dibûn...
Binyamê, Sebrî û Şêxmûs xwe bi rext û fîşekan ve rapêçan, klaşînkofên xwe hilgirtin û bi şêleke ciwanî dabezîne jêrî [binê] kûna [kona] û ber bi gund ve çûn. Car dol bi dol car jî beten û beten dipeyikîn. Xwe ji ser kûngê gûnîya û komên kîvara wisa diavêtin ku hûn dê bêjin ew ne peya, suwarên sê hespên kihêl in...Gundîyên ji gund berjorî zozanê dibûn jê dipirsîn ku xêr e hinde bi lez in... Binyamê li pêşîyê, qevda klaşînkofa xwe bi destê çepê girtibû û toz ji ber pêya bilind dibû. Bi heyecana ciwanîyê tijî, keysê axivtinê nebû ku bersiva gundîya bide... Ew adeta difirî... Sebrî bersiva gundîyan dida û digot ku ew diçine ser kahnîyê...
Sê tolaz û egîdên zozana Anîtosê... Binyamê, Sebrî û Şêxmûs. Hevalên zarokî, xortînî û ciwanîyê... Birababên hev. Heval û destebirayên xêr û şera, tol û nijdeyan... Sê ciwanên bejin zirav û bilind wekî tayê spîndarê. Bi firehîya depê singî û zendên badayî û awira çavan ve wekî pilingên Bîşîyê Emer bûn û agir ji çavên wan dibarî... Sê ciwanên delal ku xemla dahwetên Gelîyê Anîtosê bûn. Dahwetên Anîtosê bi Binyamê, Sebrî û Şêxmûsî ve rengîn û şa bûn...
Binyamê şel û şepikên kesnedîtî, Sebrî binefşî û Şêxmûsî piştpez berdikirin. Hersêyan jî lewendîyên xwe li paş zendên destê xwe girêdidan. Eve jî şêla hersêyan bû. Girêdana şûtik û şaşika wan jî ji ya yên dî cûda bû. Xwezîya xort û ciwanên Anîtosê ew bû ku wekî wan cilan ber bikin, li rêza govendê li milê wan bin... Zirnebêj û daholvanî ev sê bizote li kîjan alîyê govendê dîtiban bi wî milî ve diçûn ku şabaşan jê werbigrin... Gava daholvan nêzîkî wan dibû Binyamê destê xwe diavête ber şûtika xwe, pêncî hizareke şîn derdixist û dirêjî wî dikir û êdî keyf keyfa daholvanî bû.
Wî belkî bîst cara çerx dida û dengê şabaşa Binyamê û hevalên wî digihande ser û binê govendê... Kiça Binyamê Niharî bi vê balkêşana babê xwe gelek şa û serbilind dibû... Carina Niharîyê jî hevalên xwe didane dor xwe û diçû di rêza govendê da destê babê xwe digirt û dileyizî. Niharîyê digel hevalên xwe wekî lewendîyên rengareng berdidan, şubî alaya li ser gupika stûnê pêl didan û govend dixemiland...

Binyamê, Sebrî û Şêxmûs li betena pişta gund xwe badane mile çepê û bi gavên fireh berê xwe dane berjorî gund û ber bi evrazîyê kahnîyê ve lezandin... Çu leza karekî wan nebû.
Eve awayê rêveçûna wan ya edetî bû... Hêj ji zarokî û xortanîya xwe hûyî [fêrî] rêveçûna hêl [lez] bibûn... Hêl çûn awayê jîyana wan bû... Binyamê li pêşîyê, Sebrî li dûv û Şêxmûs jî li dawîyê gihiştin nihala [newala] berî kahnîyê. Qederekê bi nihalê ve berjor çûn...
Hilketin gaza hindava deravê kahnîyê û her li ser pêya bêhna xwe vedan... Ji ser sekinîna wan sanîyeyek derbaz nebibû ku bi dengekî bilind î hişk li paş xwe zivirîn... Çi bibînin!.. Garaneke "eskeran" şubî seyên betilî, zimanê wan tevî gilîz ji devên wan derketî bi nihalê ve hildikişin... "Dur" hey "Dur" a wan e. Anku "rawestin"! Digel dîtina vê revdeya seyan, Binyamê û Sebrî hilfirîne jêrî [binê] gazê û bi bayê bezê xwe berdane dola ku ava kahnîyê pêda diherikî... Hêj negihiştine deravê avê xwe avêtin pişta berekî [kevirekî] mezin û ketine çeper beramberî eskeran...
Şêxmûs di wê hereşeyê da, bi mile dî yê gazê da bazda û piştî qederek bezînê kete nav çembera eskera... Hêj keysê teqandina klaşînkofa xwe nedîtî kete nav destên wan. Eskeran bi kulm û qûntaxên sîleha Şêxmûs her di wê bêhnê da bêhiş kirin û bi erdî ra rakêşan... Revdeyeke dî ya eskera belavî dorberê bûn û ser û binê dolê girtin... G3 û M5ên eskera axivtin, agir li ser serê Binyamê û Sebrî barandin. Binyamê û Sebrî keysek peyda kir û klaşînkofên xwe dirêjî wan kirin û çeperên eskera reşandin... Gurmîna klaşînkof û G3an deng li Gelîyê Anîtosê veda... Binyamê û Sebrî çeper li dûv çeperî vediguhastin û cacor [jarjor] vala û tijî dikirin. Vê berxwedanê qederekê ajot. Esker bi van şêremêra nediwestîyan, kelex li ser kelexî zêde dikirin...

Efserên [Sûbayên] wan zanîn ku pê nawestin, neçar bi bêsîmê [bêtêlê] pişt xwastin ji xwe ra... Dengê helîkoptera cengî Gelîyê Anîtosê tijî kir û ber bi qûntara çiyayê Anîtosê ve xwe bada û hate hindava dola kahnîyê û çerixand... Eskeran jî reşandina xwe didomand... Sekinîna Binyamê û Sebrî jî nebû. Lê mîrata rextên egîdan ber bi xilasbûnê ve bûn... Lûlîya klaşînkofa germ bibû û çembera li dor wan jî her diçû teng dibû... Helîkopterê çeperê van herdu egîda keşif kir û da ber bombeya... Dola ku herdu tê da çeper ketî bibû nîşangeha bombeyên helîkopterê... Digel bombeya, reşandina G3yan keys nedida ku Binyamê û Sebrî êdî ji cihê xwe bilivin... Lê belê, derdê eskera ne ew bû ku wan bi saxî bigrin. Dixwastin bikujin û tola kuştîyên xwe hilbigirin... Çembera agirê bombeya û fîşeka, Binyamê û Sebrî bi timamî tengav kirin... Le belê, Binyamê û Sebrî sûnd xwarin ku bi saxî nekevin destê wan... Cacora dawîyê jî li ser serê vê revdeya seyan vala kirin... Hêj cacora dawîyê xilas nebûy bombeya helîkoptera malxirab toz û agir ji çeperê Binyamê rakir...
Deng jê nehat. Dengê vî şêremêrî hatibû birîn... Yêk.. yêke dî lê fîşekên Sebrî jî xilas bûn... Deng ji çeperê wî jî nehat... M5a xaîn leşê Sebrî kiribû serad... Revdeya eskera gihişte ser cendekên sar. Lê bi tirs... Li erdî G3yên xwe li ser leşên wan dîsa vala kirin... Ji alîyekê ve jî gurzên giyayî kom kirin û li ser cendekên Binyamê û Sebrî kirine lo [lod] û agir berdanê... Agirê giyayî gur nebû. Dûkêleke tarî jê bilind bû... Helîkopterê bersiva xwe girt, çerxek li gelî da, ji ser zozana Anîtosîya bilindî mila Suwara Xelo bû û xwe bada ser esmanê çiyayê Kato û ji ber çavan berze bû, çû...
Şer û qiyameta gelî deng li zozanê vedabû lê ma Anîtosîya dişiya [dikarî] çi bikin!
Agir bi giyayî neket her dûkel bilind bû. Gurzên bi destên Binyamê û Sebrî hatine çêkirin jî bi xem bûn, agirê xwe gur nekirin... Li wan jî şîn bû... Wekî cilên şîn û tarî li xwe kirî wan jî tinê dûkeleke reş û şîn û tarî ji xwe bilind kir!..
Eskerên mayî Şêxmûsê bê hiş bi dûv xwe ra rakêşan heta ser rêya gund... Qederekê li wê derê man. Dengê cemseyên eskerî deng li gelî veda û ber bi Anîtosê ve hilkişîyan... Gihiştin cihê eskera û derîyên xwe vekirin. Komando yêk bi yêk dabezîn ji cemseya û dorberê gund girtin... Li alîyê dî jî eskera kuştîyên xwe tijî cemseya kirin...
Şêxmûs jî avêtin nav kuşitîyên xwe. Bêhna wî hema dihat diçû... Lê î bê hiş bû... Cemse ber bi Gelîyê Şine ve bi rê ketin... Bi dengê cemseya Gelîyê Anîtosê dîsa deng veda û dilê bi kul û keser yê Şêxmûs bi timamî sekinî...
Girîn û girîn... Gelîyê Anîtosê bi girîn û nalîna deng veda vê carê... Li zomeyê li ber kuçikê Binyamê, Sebrî û Şêxmûsî agirên gur vêketin... Lê mixabin, qazan û qoşxank [beroş] germ nebûn xwarin nekelî, çayê dem negirt... Şîn bû... Niharî digirî... Dayîka Niharîyê ax û xwelî li serê xwe dikir... Girîneke dilsoj... Agir bi dilê gundîyan ketibû... Hemû bi xem û şîn bûn...
Mêr ref ref daketin gund... Belavî betenên gund bûn li cendekên xweşmêrên xwe gerîyan..
Ber bi betena kahnîyê ve çûn.. Li pişta berekî mezin rastî gola xwûnê hatin. Bêhna egîdan jê diçû. Gundî, dil bi xem li dor xwe dizivirîn...
Li wêdatir pêyek dîtin.. Pêyek ji ber çokî ve qetyayî... Hêj jî xwûn jê diçû... Kurê Binyamê Hacî, çawa çav bi gora nexşîn ya bask dirêj ketin ew pê nas kir û bi qêrîn xwe avête ser... Ew pê, pêyê babê wî bû... Gundîyan pê rakirin bi cemedanîyekê pêçan û berjorî kahnîyê bûn...
Li dola jêrî kahnîyê dûkêla gurzên giyayî êdî kêm bibû... Bêhneke têkel bi ber kepê gundîyan ket... Gundî hindî nêzîkî dûkêlê bûn bêhn girantir bû.. Hatin li dor xwelîya giyayê sotî kom bûn... Ji ber bêhna goşt û hestîyên sotî neşiyan [nikarîn] nêzîkî xwelîyê bibin... Baş têgihiştin ku sê egîdên wan neku tinê hatine kuştin, wisa jî hatine sotin... Bi meşk, sîtil û mencelokan av kêşan bi girê xwelîya giyayî da rêhtin û li alîyê dî jî bi mer, şene û milhêba xwelî vedane alî... Çi bibînin!.. Du cendekên mirova bûyne girê rejûyê... Li yê sêyemîn geryan.. Nedîtin...
Cihê agir bi avê baş şuştin, cendek rakêşan derêxistin û birin danan ser ferşên rexê kahnîyê... Dîsa av bi cendeka da kirin, şuştin veşuştin û li darbesta kirin û birin danan hewşa mizgefta gundî...
Gundîya zanîn ku yêk ji mirîya Binyamê ye. Ji ber ku pêyê wî ji ber bombeya helîkopterê jê bibû û eskera ew ji bîr kiribûn ku bisojin...
Lê yê duyemîn gelo Sebrî ye an Şêxmûs e... Gundî dudil bûn... Bi direngî ve cab [cewab, bersiv] hat ku meytê [cendekê, cenazeyê] Şêxmûs jî avêtine ber derîyê xestexaneya [nexweşxaneya] Hekarîyê... Hate zanîn ku Sebrî jî digel Binyamê hatîye sotin... Refa jin û zaroka jî ji zomeya binê mila Suwara Xelo ber bi gund ve bi rê ketibû... Girîna wan li Gelîyê Anîtosê deng vedida... Şîna Anîtosîya gelî tijî kiribû...

Niharîya Binyamê çend qalikên fîşeka ji xwe ra kom kirin... Bi lewendîya milê çepê pêçan û digel dayîka xwe ber bi goristanê ve çûn.. Gundîya gor hazir kiribûn... Darbestên şehîdên xwe înan... Pêyê Binyamê li ser ferşê hewşa mizgeftê şuştibûn û danabûn ser cendekekê û kifin [kefen] kiribûn.. Lê kîjan cendekî, nedizanîn... Ma dê ji kî derê zanîban... Pêyekî nesotî lê du mirovên sotî û bûyne girê rejûyê. Ne serî, ne pê, nejî dest xuya ye... Tiştê xuyayî pêyê Binyamê bû... Pêyê Binyamê an li ser xwudanê [xwedîyê] xwe anjî li ser singe Sebrî hate veşartin...  Merek rabû yêk ket. Girê axê li ser pêyê nesotî yê Binyamê û li ser singê du egîdên sotî zêde bû, bilind bû, bû deh û bîst bihost... Li ser û binê gorên şehîdan du kêl vedan...

Gundî ref ref ber bi gund û paşê jî ber bi evrazîyê zomeyê ve bi rê ketin.. Niharî ma li dûmahîkê [dawîyê]... Qederekê ma li ser herdu goran... Lê nedizanî ka kîjan gor ya babê wê ye. Paşê gavek ber bi milê çepê ve hat û li ser gora ku "pê" tê da hatîye veşartin sekinî. Li dora xwe nêrî.. Berikekî [Kevirkekî] biçûk î sor dît, hilgirt îna û dana ser gora babê xwe. Berê xwe da ber bi kahnîyê ve. Gora babê wê li mile çepê bû... Niharîyê nîşana xwe dana: Ber bi kahnîyê ve li milê çepê û berikekî sor li ser!.. Ev nîşan têra dike ku seredanîya gora babê xwe bike. Xwe êdî şaş nake. Çend bête ser gora baba xwe; dê berê xwe bide kahnîyê; li mile çepê û berikekî sor li ser. Ev e gora babê wê... Niharîya bi xem, kul û keser nihe ye şa bû. Gora babê xwe nas kir... Bezî, gihişte dayîka xwe, destê wê girt û givaşt...
Gundî pêkve ber bi zomeyê ve hilkişîyan.. Bi xem bûn. Ne axivtin, ne deng... Ker û kip.. Gihiştin
kûnên [konên] xwe. Herwisa bêdeng verevîn malên xwe... Agirên kuçika vêketin, gur bûn lê belê tiştek li ser ne kelî, germ nebû... Niharî rûnişte ber agirê kuçikî û hizirî... Car digirî, carina jî di dilê xwe da şa dibû. Gora babê xwe nas kiribû. Nîşaneyên wê li bîra wê bûn. Ji bîr ne dikirin...
Piştî van hizirîna Niharîyê lewendîya xwe vekir. Qalikên fîşekan yên komkirî hilgirtin destê xwe. Vî alî, wî alî lê nêrî û paşê jî pateyek ji dayîka xwe xwast û ew tê da pêçan û veşartin...
Kelegirî bû û paşê jî ji nişkê ve girnijî, rûkenî bû... Dîsa kete nav hizirîneke kûr. Lê di dilê xwe da dîsa şa bû: Hem gora babê xwe hem jî yên ku babê wê kuştî nas kiribûn..
Sûnd xwar ku bi van bîr û hizira mezin bibe... Niharî li ber agirê kuçikî bi xew ket, dayîka wê ew bir û li cihê wê nivand...
Bû spêde.. Niharî rabû... Qederekê ma di nav nivînan da... Paşê rabû û çû hespê kimêd ji tewilê îna ber kûnî [konî] û girêda... Çû zîn û lixav înan. Lê belê neşiya [nikarî] hespî veşidîne. Hesp rabû ser paşîyên xwe, hefsarê xwe piçand [veqetand], sê cara şihî û ber bi evrazîyê mila Suwara Xelo ve bezî... Gihişte milê û bada ber bi çiyayê Kato ve û xwe da ser rêya Derîyê Berana... Hate ser kahnîya Derîyê Berana, çerxek li xwe da têr av vexwar, sê cara şihî û wekî bayê brûskî berjêrî zozanên Mêrgên Sotî bû, dakete baskê Meydan Zengilê, berjêrî mêrg û zozanên Elkîkê bû û xwe livande Gelîyê Qewalê, hâte ser pira Marûnisê û kete ser rêya makîneyê, serê xwe bilind kir û bi şêleke esîl û bezeke rehwankî berjorî Gelîyê Anîtosê bû...


Gelî bi gelî, dol bi dol û hate ser kahnîya gundî. Serê xwe çemande kahnîyê xwe têr av kir û ber bi goristana gundî ve bezî.. Hate ser gora Binyamê, rabû ser paşîyên xwe, bi destan erd vekola, careke dî rabû ser paşîyên xwe û dîsa sê cara şihî.. Kef bi devî ketibû, xuh pê da dirijîya..
Çerxek li dora goristanê da û ber bi zozanê ve bezî... Hat û li ber kûnê [konê] Binyamê sekinî.. Niharî çûbû digel hevalên xwe dileyizî...
Hesp qederekê ma li ber kûnî [konî]. Paşê dayîka Niharîyê ew bire jêrî [binê] kûna [kona] û tewil kir...
Niharî hem gora babê xwe hem jî yên ku babê wê kuştine nas dike.. Niharî bi van bîr û
hizira mezin dibe.

Tîrmeh 1989
Nûdem, hj. 2 - 1992, Stockholm
6name, Weşanxaneya Xanî & Bateyî, Îlon 1994, Kopenhag

Not:
Ev mîkro nowel tîrmeha sala 1989ê hate nivîsîn. Cara ewil li kovara Nûdem hj. 2ê sala 1992ê, li Stockholm-Swêdê hate weşandin. Paşê di pirtûka 6name da jî [6name, ROJAN HAZIM, Weşanxaneya Xanî & Bateyî, Îlon 1994, Kopenhag-Danmark] cih girt.



* * *

Çend dîmen ji Anîtosa hatîye kavil û wêran kirin...