torsdag den 6. august 2020

Celîl Gadanî koça dawîyê kir - ROJAN HAZIM

 
                                    Celîl Gadanî - Xatir xwast

 

Mixabin, dostê min yê hêja, polîtîkerê rêzdar yê Kurdistanê Kak Celîl Gadanî mir. [6 Tebax 2020]

Bi rêzgirî bi bîr tînim...

Dostayetîya min ya digel Kak Celîl, li 1979ê, piştî "Inqilaba Îranê" ya Sibata 1979ê dest pê kir li Mahabadê... Di Adara 1979ê da, di "Roja Şehîdan" da li Goristana Mahabadê, bi navê Partîya xwe, PDKÎ (Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê) û wekî endamê PB, bo xelkekî herî boş axivtineke gelek xweş û ajîtatîv kiribû û em bi hev ra bûn...

Ewil li 1979ê û paşê jî ji 1980 heta 1981ê wekî endamê Polîtburoya Partîya Sosyalîst ya Kurdistana Tirkîyeyê bi berpirsiyarî li rojhilata Kurdistanê bûm û em mêhvanê PDKÎ bûn. Hingê jî hem li "Deftera Siyasî" ya PDKÎ, hem jî li dora Mahabadê me têkilîyeke germ hebû digel Kak Celîl Gadanî.

Piştî jîyana mişextîya polîtîk ya li Ewrûpayê jî, gelek caran hem li Ewrûpayê me hevdu dît, hem jî çend cara min li başûra Kurdistanê seredanîya wî kir li Koyê, Hewlêr û Silêmanîyê...

Dostayetîya me heta koça wî ya dawîyê jî dom kir...

Li Kanûna Paşîn [Çile-January] ya 1990ê mêhvanê min bû û digel wî intervuyeke dirêj min kir û di rojnameya Hêza Welatparêz da weşand. [Hj. 5. Adar 1990]. Hingê Sekreterê Giştî yê PDKÎ (Rêberîya Şoreşger) bû.

Her bo bîrînanî kopîya rûperê pêşîyê yê intervuya digel wî li jêr didim...

Polîtîkerekî sade, temîz, ji dil û herweha şoreşger, têkoşer, berxwedêr û bi biryar bû.

Timamî jîyana xwe fedayî xelkê xwe, welatê xwe kir û bi siyaneteke mezin koça dawîyê kir.

Serê binemala wî, partîya wî, heval û hevrêyên wî û xelkê Kurdistanê sax be.

Ew jî dê stêrkeke geş be li esmanê sahî yê Kurdistanê.

Dê her li bîr be Kak Celîl...

Bila silav û rêza herî germ û gur bo wî be.

RH

6.8.2020