fredag den 29. maj 2020

Termên Çandinê-ROJAN HAZIM

Li salên 90î heta nîveka salên 2000î, di komika Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê da xebitîm. Komika Kurmancîyê, ji navçeyên mezin yên Kurdistanê ji kesên ku bi zimanî ve mijûl pêkhatibû. Ji alîyê plankirin û lojîstîk ve organîzeya vê komikê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dikir. Ez jî ji navçeya Hekarîyê ve di nav vê xebatê da bûm. Hekarî hewceyî gotinê nîne ku navçeyeke mezin û giring ya zaravayê Kurmancî ye. Perwerdegeheke kevin ya Kurmancî ye. Kurmancî ewilcar li navçeya Hekarîya bûye nivîs, bûye edebîyat... Medrese û dibistanên ku bi Kurmancî perwerde didan ewil li vê navçeyê dest bi kar bûne... Nivîskar û şairên mezin û navdar yên Kurdîya Kurmancî ji vê navçeyê derketine û berhemên xwe bi vî devokî dane. Ji Ehmedê Xanî heta Feqîyê Teyra ji vê navçeyê ne û ji medreseyên vê navçeyê gihiştine, bûyîne mamosta, edebîyatkar, şair û nivîskar...
Di demên împaratorîyan da, jîyana xweserî ya resen ya vê navçeyê bûye binas ku xelk bi ziman û erf û edetên xwe yên Kurdewarî jîyaye. Vê jîyana nisbî xweser imkan daye ku ziman jînde maye û girêdayî vê jîyana bi zimanê Kurdî, ziman jî dewlemend bûye û li ser xwe maye. Lewma ji alîyê termînolojîya zimanî, edebîyatê, aborî, huqûq, leşkerî û îdarî û hemû pêdivîyên dî yên baskên jîyanê ve devokê Hekarîya hindî hûn bêjin zengîn e.
Cografyaya Hekarîya di nîveka Kurdistanê da ye, anku Hekarî sentrala Kurdistanê ye. Hemû alîyên cografî yên li ser tixûbên Hekarîya navçeyên Kurdcih in. Ji ber hindê fişara asîmîlasyona zimanên serdest kêm maye. Jîyana qedîm ya eşîrî jî bi rûyê xwe yê pozîtîv ve bûye bingehê jîndemana zimanî û hemû elementên Kurdî.
Komika Kurmancîyê şeş heyva carekê kom dibû û carina jî cihên kombûne diguhorîn û li welat û bajêrên cuda kombûnên xwe dikirin. Di her kombûnê da beşdaran mijarên gotûbêjê pêşniyar dikirin û her kesê xwudanê pêşniyarê rapora xwe hazir dikir û pêşkêşî kombûne dikir. Li ser wê raporê dihate axivtin û li tenişta termên hatine hazir û pêşkêş kirin, gotinên sînonîm jî dihatin gotin û nivîsîn... Ev rapor piştî kombûnê di rojnameya taybetî ya Kurmancî da dihatin weşandin. Min jî gelek rapor pêşkêş kirin...
Yêk dî jî ji wan, li ser termên çandinê [ziraetê] bû û min li zivistana 1990ê li kombûna 6. pêşkêş kir. Ew rapor di rojnameya Kurmancî hejmara 6ê ya Zivistana 1990ê da hate weşandin. Di arşîva Kurmancî da heye... Min ji nû ve çavek lê gerand û hindek zêdehî lê kirin û li vê derê diweşînim. - ROJAN HAZIM - 29 Gulan (May) 2020

Nivîs bi formata pdf di vê blogê û malperê da ye:
https://xwezabawer.blogspot.com/
http://www.institutakurdi.org/
http://www.institutakurdi.org/wp-content/uploads/2020/05/Term%C3%AAn-%C3%87andin%C3%AA-ROJAN-HAZIM-k6-z1990-Stckhlm.pdf