torsdag den 14. maj 2020

Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be - 14-15-16 Gulan 2020 - ROJAN HAZIM


14-15-16ê Gulanê, rojên Cejna Zimanê Kurdî ne.

Ev cejne, KNKê [Kongreya Neteweyî Ya Kurdistanê] bi pêşniyara Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê li 2006ê îlan kir û ji 2007ê were jî tête pîroz kirin.

Bila pîroz be.

Her pîrozbahî, her peyamên di rojên cejna zimanî da têne dan, giring in, bihadar in. Lê belê, heke di jîyana rojane da Kurdî neyê axivtin, Kurdî di fermîyeta dem û dezgehên Kurdî da neyê bi kar înan, perwerde bi Kurdî nebe, her hewcehîyên jîyanê bi Kurdî nehatin kirin, zanist, huner, bi giştî edebîyat, nivîskarî, rojnamevanî bi Kurdî neyê kirin, ma merasimên formel, peyamên xav û rij bo çi ne, bi kêrî çi tên?

Ma ne, gelî Kurda?

Eman, şaş tênegihin, mexseda min "Gelî Kurdên bakur û dîasporayê" bû!..



Mixabin, belêm rewşa zimanî li bakur û dîasporaya Tirkîyeyê îro ev e, kerem biken!..



Di Cejna Zimanê Kurdî da:

Diyaloga digel Kurdek bakurî / Kurdek ji dîasporaya Tirkîyeyê



·         Kurd î?

·         Belê.

·         Kurdî diaxivî?

·         Carina.

·         Kengî diaxivî?

·         Vê gavê bûye mode ya... Rastî ez jî nizanim boçi, bes hema bo her demê rojê ez jî "Dem baş" dibêjim! Her hind. Kurt e ya!..

·         Kengî naaxivî?

·         Helbet gava axivtineke giring be, Tirkî dikem.

·         Eve bû çi?

·         Kurdayetîyê bi Tirkî dikim, ma nabe?

·         Bo Cejna Zimanê Kurdî çi dibêjî?

·         Ewil pîroz be bêjim!.. Lê zêde, çi bêjim, Kurdîya akademîk nizanim!.. Anku nikarim xwe bi Kurdî îfade bikem, lewma ez bi Tirkî bêjim: Bu mevzu çok önemli, o nedenle Türkçe konuşayım... Dil Bayramı mı dediniz? Ha... Evet... Tabii... Kutlu olsun elbette... Ne diyelim, Kürtçe çok önemli, her Kürt ana dilini konuşmalı, bu çok önemli!.. Değil mi?.. Evet, Kürtçe konuşmak çok çok önemli. Böylelikle çok önemli konuşmamı Türkçe yaptım, kendimi ifade ettim... Ve Kürtler de anladı ne dediğimi... Bu, yani!..

·         Bravo! Te xwe baş îfade kir! Her bijî!.. Eve giring bû!...



ROJAN HAZIM

14-15-16ê Gulanê 2020

Li Cejna Zimanê Kurdî