lørdag den 14. maj 2022

14-15-16ê GULANê, CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE

Bi kurtî portreya 14-15-16ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî

13-14ê Gulana 2006ê kombûna giştî ya KNKyê li merkeza KNKyê li Brukselê pêkhat.

Di roja duyê ya kombûnê da, anku di 14ê Gulanê da, [yêkşemb], serok û endamên Konseya Rêvebir hatin hilbijartin.

Bi pêşniyara endamê konseya rêvebir ya KNKyê Rojan Hazim, ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê” bi yêkdengîya delegeyan ve hate demazrandin.

Di kombûna ewil ya konseya rêvebir ya KNKyê da, ku wî demî serokê KNKyê Elî Yigit bû, 2ê Hezîrana 2006ê, Rojan Hazim wekî serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê hate hilbijartin.

Di eynî kombûnê da endamên komisyonê jî hatin kivş kirin.

Komisyona Ziman û Perwerdeyê, 8ê Tîrmeha 2006ê kombûna xwe ya ewil li merkeza KNKyê li Brukselê kir.

Di kombûnê da, bi pêşniyara serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê Rojan Hazim, “Cejna Zimanê Kurdî” hate qebûl kirin. Konseya Rêvebir ya KNKyê jî ev teklîfa komisyonê bi yêkdengî qebûl û herê kir û bû biryara giştî.

Cejna Zimanê Kurdî ewil car 2007ê hate pîroz kirin.

KNKyê li Gulana 2007ê bi programeke berfireh pîrozbahîya Cejna Zimanê Kurdî da dest pê kirin.

Serokê KCKyê yê hingê Murat Karayilan jî bi peyamekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

ROJ TV hemû pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî dîrekt dan û programeke taybetî weşand.

Ji 2007ê were Cejna Zimanê Kurdî li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê bi programên balkêş tête pîroz kirin û êdî bûye edetekî neteweyî...

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê, di kombûna xwe ya 4 Nîsan 2009ê ya li Brukselê da jî naveroka rojên Cejna Zimanê Kurdî bi vî rengî îlan kir:

14ê Gulanê: Destpêka pîrozîya ”Cejna Zimanê Kurdî” ye. Li ser zimanê Kurdî dê axivtin û şahî bêne kirin.

15ê Gulanê: Roja weşana kovara Hawarê ye. Hawarê ji bo parastin û jîyandina ziman û kultura Kurdî kedeke mezin daye. Ji ber vê yêkê, ji bo bîrînana kovara Hawarê dê rola wê ya di warê parastin û jîyandina ziman û kultura Kurdî da bête biha kirin û pîroz kirin.

16ê Gulanê: Ji bo giringîya perwerdeya bi zimanê Kurdî dê kombûn, semîner û konferans bêne kirin. Herweha ji bo xatiraya hemû şehîdên Kurdistanê, ku ji bo parastina ziman, kultur û hunera Kurdî, neteweyê Kurd û Kurdistanê canê xwe yê pîroz feda kirine, di roja dawîyê ya ”Cejna Zimanê Kurdi” da, dê hemû şehîdên Kurdistanê bêne bîrînan. Bi vê armancê xelkê Kurd dê bi gul û kulîlkan biçine ser av, çem û robarên Kurdistanê û wan qevdên gul û kulîlkan biavêjine nav av, çem û robarên Kurdistanê û rêzê li giyanê pak yê şehîdan bigirin.

Ji arşîva ROJAN HAZIM

* *

Intervuyeke îronîk li ser zimanî:

Di Cejna Zimanê Kurdî da, diyaloga digel Kurdek bakurî / Kurdek ji dîasporaya Tirkîyeyê

·

*      Kurd î?

*      Belê.

*      Kurdî diaxivî?

*      Carina.

*      Kengî diaxivî?

*      Vê gavê bûye mode ya... Rastî ez jî nizanim boçi, bes hema bo her demê rojê ez jî "Dem baş" dibêjim! Her hind. Kurt e ya!..

*      Kengî naaxivî?

*      Helbet gava axivtineke giring be, Tirkî dikem.

*      Eve bû çi?

*      Kurdayetîyê bi Tirkî dikem, ma nabe?

*      Bo Cejna Zimanê Kurdî çi dibêjî?

*      Ewil pîroz be bêjim!.. Lê zêde, çi bêjim, Kurdîya akademîk nizanim!.. Anku nikarim xwe bi Kurdî îfade bikem, lewma ez bi Tirkî bêjim: Bu mevzu çok önemli, o nedenle Türkçe konuşayım... Dil Bayramı mı dediniz?.. Ha... Evet... Tabii... Kutlu olsun elbette... Ne diyelim, Kürtçe çok önemli, her Kürt ana dilini konuşmalı, bu çok önemli!.. Değil mi?.. Evet, Kürtçe konuşmak çok çok önemli. Böylelikle çok önemli konuşmamı Türkçe yaptım, kendimi ifade ettim... Ve Kürtler de anladı ne dediğimi... Bu, yani!..

*      Bravo! Te xwe baş îfade kir! Her bijî!.. Eve giring bû!..

 

ROJAN HAZIM

(Ji Cejna Zimanê Kurdî ya 14-15-16 Gulan 2020)


PEYAM

Kurd î?

Kurdî biaxive.

Asîmîle nebe.

Makzimanê te hebûna te ye.

Makzimanê te Kurdî ye.

Makzimanê xwe biaxive.

Cejna Zimanê Kurdî, li hemû Kurd û Kurdistanîyan pîroz be.

RH