Kanûna Paşîn û Sibat gelek têr befir bûn.
Nîv mîtro befir barî bû.
Zivistaneke dijwar bû.
Sarma di bin sifrê da heta 15 dereceya daketibû.
Befir li erdî qerisîbû, bibû cemed.
Jîyan bi giştî bi zehmet ketibû.
Ji bo teyr û tewalan hêj zortir bibû.
Dûmahîka sibatê bû.
Roj 25ê Sibatê, çarşembî.
Êvarî Zal dibîne ku kotirek li ber derîyê malê xwe daye kujîyê dîwarî û wisa xwe vekêşaye ser hev.
Stû xwahr, melûl û bi çavên tijî tirs, berê xwe dide dora xwe.
Zal hêdîka xwe nêzîk dike ku ne tirsîne, lê kotir jî nafire.
Zal têdigihe ku ev halê kotirê ne çu hal e.
Kotirê hildigire nav destên xwe.
Hind melûl, hind bêçare û hind tirsyayî bûye ku qet xwe nelivandîye û adeta xwe berdaye nav destên Zalî.
Zalî berê xwe daye çengên wê, leşê wê û pêkên wê ka birînek lê heye an ne.
Çu birîna xuya nekirîye û xwûn jî nebûye.
Belêm perek ji çengê wê yê rastê piçek daketî bûye.
Bi ihtimaleke mezin derb xwarîye û eve janê dide Kotirê hizirîye Zal.
Di vî hewayê hinde sar û sir û seqem da xuya ye ji organekî xwe yê herî giring, ji çengê xwe sivik jî be birîndar bûye.
Perek jî be, bizava çengê wê tengav kirîye ku neşîyaye digel refa xwe bilind bifire û paş maye.
Lewma xwe daye bin dîwarê ber derîyê mala Zalî.
Zal wê şevê li ber derî bi kartonan cihekî ewle bo çêdike.
Av û hûrikê nanî didane ber.
Wê şevê wisa li ber derî dibe mêhvana Zalî kotir.
Roja paştir anku pêncşembîyê Zal berê xwe didê ku kotir ji cihê xwe nelivîye û li pişt kartona xwe vekêşaye serêk û bi çavên zil berê xwe dide dora xwe.
Nan jî nexwarîye.
Kotir ji her pêjnê dicifine û stuyê xwe dirêj dike û bi panîk berê xwe dida dora xwe.
Zal gelek bi ser ve naçe ku netirse.
Berberê nîvro kotir ji pişt kartona derdikeve û diçe.
Zal bi endîşe berê xwe dide dorberî.
Kotir xwuya nake.
Hêvî dikem nebe nêçîra rûvîya û sax bimîne û dîsa bêteve dibêje xwe bi xwe Zal.
Bi her hal, bi ihtimala vegera kotirê, Zal radibe li ber diwarî lîsekî ewletir çêdike, av û hûrikê nanî didane ber ku heke kotir hat biçe vî cihê nû.
Êvarîya direng kotir têt û dîsa ve diçe kujîyê xwe yê berê.
Zal bi hatina wê gelek şa dibe û diçe hêdîka hildigire nav destên xwe û didane cihê nû.
Ji xwe çu halê kotirê yê revînê jî nebûye.
Kotir xwe dide pişt kartona û divenişe ser lîsî.
Zal dibîne ku carina avê vedixwe.
Kotir wê şeva xwe jî di nav kartonan da diborîne.
Roja eynîyê anku 27ê Sibatê, seet li dora 11ê berî nîvro ji cihê xwe tête xwarê û ber bi bexçeyî ve diçe.
Zal kontrol dike, berê xwe didê ku diçere li bexçeyî.
Ya herî baş di halê xwe da bimîne dibêje Zal xwe bi xwe.
Şev dîsa ve tête ser lîsê xwe.
Carina avê vedixwe lê hurikê nanî naxwe.
Dîyar e ku li nav bexçeyî diçere û xwe têr dike dibêje Zal di dilê xwe da.
Zal carina berê xwe didê ka di çi halî da ye.
Digel ku halê kotirê baş xuya nake, belêm dîsa ve diçe diçere û careke dî tête ber diwarê mala Zalî.
28ê Sibatê, şembîyê, Zal dihizire ku rewşa Kotirê dê çawan be.
Kotir wê rojê berberê nîvro diçe nav xwezaya xwe, ku biçere, bigere...
Her wê êvarîyê piştî ger û çereya xwe tête ber dîwarê ku lê dilîsa.
Zal dibîne ku kotir direcife.
Ho nabe dibêje Zal.
Hema zû li antreya malê cihekî germ bo hazir dike û kotirê hildigire nav destên xwe û tîne jorve.
Kotirê bi cih dike û av û tomikî didane ber.
Kotira reben bi wî halê birîndar û di wê sir û seqemê da bêtaqet ketibû.
Lewma wê şevê li mala Zalî di nav germ û bêdengîyê da rehet dinive kotir...
Zal wê şevê mêhvandarîyeke bi dilovanî dike bo kotirê.
Ew di serê Adarê da mêhvana gelek ezîz ya Zalî bû.
Zal di ber ra jî dikeve nav hizrên kûr ku çareyeke sitirandina kotirê peyda bike.
Biryarê dide Zal ku rikeheke sindoqwarî çêbike ku hem tê da rehet be, hem jî ji tehlîkeya rûvîyan bête parastin.
1ê Adarê yêkşembîyê berê xwe dide kotirê li antreyê.
Kotirê di cihê xwe yê germ da xwe mit kiribû. Rehet xuya dikir.
Zal radibe bi dar û depên li ber destî heyî rikeheke şubî sindoqê ya mîtroyekê ji erdî bilind çêdike û dide ber dîwarî û asê dike ku nekeve.
Sê xewlîya û lîsekî biçûk li nîveka rikehê bi cih dike û bo kotira birîndar hêlîneke germ çêdike.
Êdî spêdehîya duyê adarê bû.
Zal dibêje divêt wê bi rengekê biparêzin ku nebe nêçîra rûvîya.
Hewa vekirî bû, gelek sar nebû.
Derîyê malê vekirî dihêle ku belkî kotir biçe derve.
Piştî wextekê kotir derdikeve ber derîyê malê û ber bi bexçeyî ve diçe, ku bigere û biçere.
Êdî bibû êvarî.
Zal li hêvîya kotira birîndar bû.
Derîyê malê vekirî bû.
Zal dibîne ku kotir hat û hema yêkser çû antreyê û wisa ma.
Ecêb bû li cihê xwe yê berî şevekê digerîya.
Gava hatîye antreyê, bi sekina xwe heçku ka cihê min gotîye.
Hingê dilê Zalî jan dide û gelek bi xem dikeve.
Çiku cihê wê rakiribû û rikeh çêkiribû û hazirîya wê kiribû ku tê da bi cih bike.
Hêj rikeh nas nekiribû, lewma li cihê xwe yê germ digerîya kotir.
Zalî kotir hilgirte nav destên xwe û kire nav rikehê, tirarekî avê jî dana ber derokê rikehê û hindek tomik û hûrikê nanî jî kire nav rikehê.
Bi depikekê jî derokê rikehê heta nîvîyê girt ku bê hewa nemîne kotir.
Rikeha kotirê li cihekî saxlem û ewle bû.
Ihtimala êrişeke rûvîyan jî nebû.
Zal bi şevê çend cara kontrol dike rikehê...
Kotirê bi wî halê birîndar di nav wan xewlîyan da li nîveka rikehê xwe mit kiribû û tena xuya dikir.
Spêdehîya sêyê adarê berberê nîvro Zal depikê li ber derokê rikehê dide alî ku belkî kotir derkeve derve.
Ji dûr ve berê xwe didê Zal.
Kotir serê xwe dirêj dike, ewil bi halekî hêbetî berê xwe dide vî alî wî alî, paşê dimikê xwe dirêjî tirarê avê dike û avê vedixwe.
Careke dî serê xwe vedikêşe nav rikehê.
Zal şa dibe û di dilê xwe da dibêje eve baş e ku êdî kotir li cihê xwe bisteh bûye.
Piştî nîvro Zal berê xwe dide rikehê ku bizane ka rewşa kotirê çawan e.
Dibîne ku rikeh xalî ye.
Zal gelek nîgeran dibe ka çi lê hatîye.
Berê xwe dide dorberê malê, nav bexçeyî.
Dibîne ku li nav bexçeyî digere, diçere.
Xwe nêzîk nake Zal û wisa serbest dihêle.
Êvarî kotir têt û li dora rikehê diçerixîne lê neşêt xwe hilavêje nav rikehê.
Zal qederekê berê xwe didê ka dê çi bike.
Du sê cara diceribîne kotir lê nikare biçe nav rikehê.
Hind li Zalî bisteh bibû ku xwe dihilavêje ber pencereyê.
Heçku gazî Zalî dike.
Serê xwe bi camê venabû kotirê.
Zal têdigihe ku hewara xwe digihîne wî.
Derdikeve ber derî û kotirê hildigire nav destên xwe.
Qet natirse kotir û adeta li hêvîya vê harîkarîyê bûye.
Zal wê dibe û dike nav rikehê.
Depikî jî dadine ber derokê rikehê.
Şeva sêyê adarê bû û şeva wê ya duyê bû di nav rikehê da.
Zal lêkolînekê dike ka dişêt çawa birîna wê bikewîne.
Ji agehîyan xwuya dibe ku çengê wê neşkestîye, lê derbekî giran xwarîye ku nikare bilind bifire.
Ji lêkolînên Zalî tête zanîn ku divêt midehekê bêhna xwe vede, li cihekî germ be û bi sexbêr be.
Nihe wê sexbêrîyê li kotirê dike Zal.
Mêhvana Zalî ye û di rikeha li ber dîwarê mala Zalî da xwe gelek ewle his dike kotir.
Heta ku bişêt bilind bifire, Zal li mêhvana xwe gelekî hişyar e û sexbêrîya wê dike.
Kotir li Zal gelek bisteh bûye.
Ji wî nareve.
Gava Zal dixwaze wê hilgire nav destên xwe, xwe mit dike.
Xuya ye kotirê baş his kirîye ku zerarek ji Zalî bo wê nayê.
Kotir wekî mêhvan, Zal jî wekî mêhvandar ji vî halê xwe razî ne.
Rehm û dilovanîya Zalî di dilê nazik yê kotirê da cih girtîye.
Û ew kotira kûvî nihe bûye kotira kehî.
Kotira ku li dinyayê bûye sembola aştîyê, di nav hewayekî aştîyane da mêhvanîya xwe ya li nik Zalî didomîne.
Zal digel ku gelek keyfxweş e bi mêhvanîya kotirê, belêm ji milekê ve jî dixwaze zûtirîn wext sax be û dîsa bikare digel refa xwe bifire bilindahîyan û di nav xwezaya xwe ya xweş da dûrî hemû tehlîkeyan bi serbestî û azadî bijî...
ROJAN HAZIM
Sibat-Adar 2026 - Ybdnorb, Kramnad
Not:
Zalî nevîyên xwe li dora xwe kom kirine û ev çîroke bo wan gotîye.
Hemûyan gelek bi heyecan û baldarî guhdarî kirîye.
Nevîyên Zalî yên heywanhez û jîyanhez ji bapîrê xwe pirsîne ku Kotir dê kengî careke dî bilind bifire û bigihe refa xwe ya mezin.
Zalî jî gotîye nevîyên xwe yên nazdar û dilovan, ew jî hêvî dike ku ev xwezî û daxwaza wan bête cih û Kotir bigihe xweza û refa xwe. Û sozê dide wan ku baş sexbêrîya kotirê bike û gava sax bû û gihişte refa xwe û firî bilindahîya ew dê wan agehdar bike.

