lørdag den 9. januar 2021

Av dinive dijmin nanive...

Sara Sakîne - Rojbîn Fîdan - Ronahî Leyla

9ê Kanûna Paşîn [January] ya 2013ê li Parîsê

bi êrişa istixbarata Tirkîyeyê hatin kuştin.


 

Van sê jinên têkoşer,

van sê jinên azadîxwaz,

van sê jinên mafxwaz,

van sê jinên mirovhez,

van sê jinên xwezahez,

van sê jinên jîyanhez,

van sê jinên rizgarîxwaz,

van sê jinên dadxwaz,

van sê jinên wekhevîxwaz,

van sê jinên berxwedêr,

yên doza Kurdistanê bi bîr tînim.

Silava mezin bila li giyanê wan yê pak be.

Av dinive dijmin nanive...

Mixabin bo van hersê jinên xwudan doz û îdeal...

Di nav dozeke heq da bûn û li ser vê doza heq jî hatin berteref kirin, bi şiddeta herî xedar, bi kuştinê ji jîyanê dane koç kirin...

Her xatirxwastina ji jîyanê, di kîjan jîyî da be ferq nake, zû ye bes bo van hersê jinên ciwan gelek zû bû...

Sal 2013... Demekî wisa ku ji bo çareserîya pirsa xelkê Kurd li bakura Kurdistanê û Tirkîyeyê proseseke diyalogê hatibû dest pê kirin...

Demên diyaloga digel dijminan herdaîm tijî rîsk in, têra xwe bi tehlîke ne, bi arêşe û asteng in û heke di çarçoveya giştî da bi plan û hazirîyên piralî û rêkûpêk nebin, xesar, zerar û ziyanên mezin rûdidin...

Çiku dijmin, neyar neheq e, di nav diyalogê da jî be li neheqîyê digere...

Terefê neheq daîm li dûv fitne, ajawe û têkdanêye...

Neyar, li ser maseya diyalog û pêkhatinê, sanîyeyekê jî firsetê bibîne li hevrikê xwe dide...

Hem jî gelek bêperwa...

Terefê azadîxwaz heq e û gelek caran jî "naîv" e...

Dîroka Kurda bi van numûneyan ve tijîye...

Ma serpêhatîya trajîk ya Dr. Qasimlo ne li bîr e...

Dijmin di demên wisa da li ber hingavtinê ye, xwe vediqelêze, dav û telî di destî da ne... Çav li lawazîya terefê heq e...

Terefê heq, terefê azadîxwaz gava xemsarî kir, gava sistî kir, gava dijmin sivik girt, gava dîqqeta xwe belav kir, gava kete nav xurûr û egosentrîzmê, gava hemû imkanên ihtiyatê ji dest berdan, gava xwe berda nav hewayê mexrûrîyet û şova ku hem çava mijînî dike, hem jî aqil û mantiqî ji dewreyê derdêxe, gava yêkbûna navxweyî ihmal kir, gava xwe ji aqilê muşterek dûr kir, hingê dijmin dihingêve... Ji ber ku dijmin, neyar her prosesê hildigire bin projektora xwe ya mezin û li keysî digere... Çiku prosesa ji diqqeta bilind û plandarîyê dûr, bo neyarî firseta herî mezin e û pêvedide...

Dîsa mixabin... Di wî demî da, neyarîya neyarî, dijminîya dijminî ya dewleta Tirk û dîroka wan ya qedîm ya reş û tarî heke bi timamî nehatibe ji bîr kirin jî, lê di senga xwe da jî nehatîye bîr...

Helbet ji bo çareserîyan dê digel dijminî diyalog hebe, danûstandin dê hebe, bazar dê hebe, hevrikanê dê hebe, hevdu birin û înan dê hebe û gelek tiştên dî yên pêdivîyî van prosesan...

Bes terefê heq divêt bi aqil be, xwûnsar be, xemsar nebe, xemxwar be, dijminî sivik nebîne, bi ihtîyat be, pirdîqqet be, bi plan be, bi stratejî û taktîk be, hem ber xwe hem jî dûrîyê bibîne, bi hêz be, xwudanê qabilîyeta manewrayê be, zû vîrajan werbigire û di wergirtina van vîrajên dijwar û tirsbar da makîneyê newergêre, di nav xwe da bi şêwir be, ji mexrûrîyetê, ji şov û reklamê dûr be, egosentrîst nebe, bi aqilê muşterek hereket bike, hemû cepheyên têkoşînê saxlem bigire, di teyakkuzê da be û bo her rûdanekê hazir û amade be û gelek tiştên dî...

Anku di van dem û prosesan da divêt terefê heq vê şîreta hizaran salî ya pêşîyan ji bîr neke:

Av dinive dijmin nanive!.. Anku divêt li goreyî manaya vê gotina pêşîya bête hereket kirin...

Gelo ev xalên me behs kirî hebûn di wê prosesê da?.. Cihê şikê ye!..

Bi her hal, ji ber van binasan û bi gotina herî sade û sivik, paşcephe vala û sist hate hêlan, ihtiyat ji dest hate berdan û bê planî û bê diqqetî di dereceya bilind da pêşkevt... Û dijminî istifadeyekî mezin ji vê lawazîya terefê heq kir û sê jinên egît li merkezeke mezin û giring ya Yêkîtîya Ewrûpayê, li nîveka Parîsê hingavtin, kuştin...

Bila encama serpêhatîya van sê jinan ya trajîk bo îro û paşerojê bibe dersdêr...

Helbet heke bête xwastin!..

Sara Sakîne û Rojbîn Fîdan me ji nêzîk ve dinasîn û di zemînê KNKê ya wî wextî da hevxebat bûn...

Bi bîr û hizir û hissîyata welatperwerî wan bi bîr tînim...

RH

9.1.2021