tirsdag den 5. april 2016

Leşkerên TCyê li çiyayên Kurdistanê di nobeya dagîrkerîyê da ne - ROJAN HAZIM

Heta ku ev çiya ji van leşkerên dagîrkeran neyên rizgar kirin, Kurdistan rizgar nabe, Kurd azad nabin.
 

Ev fotrafe ji çiyayên Kaxizmanê ye. 5ê Nîsana îsal [2016] derketine "nêçîra" têkoşerên rizgarî û azadîya Kurdistanê leşkerên TCyê.
Dewleta TCyê, medyaya leşkerî û nasyonalîst ya TCyê bi heyecaneke mezin van nûçeyan belav dikin.
Mixabin e ku mirov wekî hebûnê herî pîroz bibe nêçîr!
Lê dagîrker vê lîteratura dijî mirovî bi kar tînin.
Hingê bila ji bîr nekin ku li welatê xelkê ew nabine nêçîrvan, dibine nêçîr, dê bibine nêçîr û dibine nêçîr...
Ew rojên ku dê di van çiyayên Kurdistanê da leşkerên Kurdistanê nobeya welatî, nobeya Kurdistana Serbixwe bi serbilindî û serfirazî bigirin ne xiyal e.
Heke Kurd wisa bihizirin:
Rizgarîya Kurdistanê armanceke hevrayî ye û dê bi hev ra, bi aqilê hevrayî, bi hêza yêkgirtî ya koalisyonel ya navxweyî bi dest bikeve.
Hingê ew xewn û xiyal dê bibe rastîya jîyanê.

ROJAN HAZIM
5 Nîsan 2016