fredag den 22. april 2016

22ê Nîsanê, roja rojnamegerîya Kurdistanê û rewşa medyaya Kurdî anjî Kurdistanê - ROJAN HAZIM




Ev roja rojnamegerîyê ji ber roja ewilî ya weşandina rojnameya KURDISTAN ya birayên Bedir Xanî, Mikdat û Evdirehman, hatîye dest nîşan kirin.

Biryareke di cih da ye. Rojnameya ewilî ya ku Kurdan bi Kurdî derêxistî ev rojanameya KURDISTANê ye. Bihazanînek e, qedirgirîyek e, layiq e. Keda birayên Bedir Xanî divêt herdaîm bête zanîn û neyê ji bîr kirin. Bi vê munasebetê, 118. salvegera weşandina rojnameya KURDISTANê pîroz be.

Di sedsalîya rojnameya KURDISTANê da kovara Nûdem ya ku li Swêdê ji teref Firat Cewerî ve dihate weşandin, temayeke taybetî amade kir û ji min daxwaz kir ku ez li ser sedsalîya rojnameya KURDISTANê meqaleyekê binivîsim. Min jî nivîsî û di hejmara 25. ya Nûdemê ya sala 1998ê da hate weşandin. Ew lêkolîna min paşê di pirtûka min ya bi navê Bîr û Raman da jî cih girt.

Di wê nivîsa min da portreya rojnameya KURDISTANê bi berfirehî hatibû vekolîn. Ji ber vê roja pîroz kirina rojnamegerîya Kurdistanê, bireke kurt ji wê portreyê li jêr didim:



Portreya rojnameyê

Navê rojnameyê: KURDISTAN

Destpêka weşanê: 22 Nîsan 1898, roja pêncşembê

Cih: Qahîre, paytextê Misirê / Cenewre, şehrê Swîsê / London, paytextê Ingilîstanê - Folkstone, şehrekî Ingilîstanê

Çap: Çapxaneya El-Hîlal, Qahîre / Çapxaneya Komeleya Hevgirtin û Qencîya Musulmana, Cenewre / Çapxaneya Cerîdeya Kurdistan, Qahîre / Çapxaneya Hindîyê, Qahîre

Hejmar: 31 hejmar weşîyane

Dem: Ji 22ê Nîsana 1898ê heta 14ê Nîsana 1902ê

Peryod: Rojnameya 15 rojî [Ev peryode wekî xwe nemaye, têkçûye û rojname carina heyvê, carina jî çend heyva carekê derketîye.]

Form: Rojname ji çar rûperan pêkhatîye. Herçend ew bi form û peryoda xwe ve ne rojnameya standart jî be, belêm ew bi dil û niyeta rojnameyê hatîye weşandin û wisa hatîye bi nav kirin.

Alfabe: Alfabeya kevin [tîpên aramî-erebî-farisî] bi kar hatîye.

Ziman: Kurdî û Tirkîya Osmanî ye [Giranî Kurdî ye].

Xwudan û berpirsiyar: Mikdat Mîdhat Bedir Xan [Ji hejmara 1ê heta 5ê] / Evdirehman Bedir Xan [Ji hejmara 6ê heta ya 31ê]

Rengê polîtîkaya wê: Welat û netewe perwerî

Armanca rojnameyê: Mexsed û armanca rojnameyê di bin logoya rojnameyê da bi kurtî hatîye danan: Teşwîk kirina xwandin, nivisîn û hûkirina Kurda. Û herweha ragihandina rewşa tête jîyan û edebîyatê... Ev armance, di hejmara yêkê û duyê da û hetta di her hejmarê da hatîye vekirin û ravekirin. Mikdat Mîdhat Bedir Xan armanca rojnameyê wisa formûle kirîye: "Bi izna Xwedê teala paş nuho, her pazde roja de carekê ez'ê cerîdekê binivisim. Navê vê min kirîye "Kurdistan". Vê cerîdeyê de ez'ê behsa qencîya ilm û marîfeta bikim; li kuderê mirov dielime, li kuderê medrese û mektebên qenc hene ez'ê nîşa Kurda bikim... Heta nuho kesê cerîdekê holê nenivîsîye. Ev cerîdeya min a ha, ya ewwulî ye. Loma wê gelek kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim kêmayîya cerîdeyê ji min re binivîsin..." [Ji nivisara Mîkdat Mîdhat Bedir Xan: Kurdistan, hj. 1, r.4 - Berg I, r.112]

"Cerîdeya ewwulî de min piçekê behsa qencîya ilm û marîfetê kiribî. Ez vê cerîdeyê sebê wê dinivîsim, da ez Kurda bielimînim xwendinê, da Kurd bizanin feyda xwendinê çi qas gelek e..." [Kurdistan, hj. 2, r.2 - Berg I, r. 122]




Îro rewşa medyaya Kurdî anjî ya Kurdistanê

Pêşîya Kurdistanê vekirî û ronahî ye. Sedsala 21ê sing û berê xwe ji bo Kurd û Kurdistanê gelek merdane û comerdane vekirîye. Bayê rizgarî û azadîyê xurt bûye û Kurd dayîne ber xwe û Kurdan ber bi vê armancê ve pal dide... Kurdan bi hevkarîya dost û yarên xwe di destpêka vê sedsala 21an da gavên baş avêtine, destkevtên bihadar bi dest ve înane. Îro li başûr statûyeke meşrû û fermî pêkhatîye. Herwisa li rojavaya Kurdistanê statûyeke meşrû ava bûye. Li bakur û rojhilatê jî bêyî sekinîn xebat û têkoşîna rizgarî û azadîyê berdewam e. Li meydana navneteweyî Kurd bûyîne xwudan siyanet û seng.

Van destkevtan û pêşveçûnên qenc û baş bo Kurdan imkanên gelek dewlemend afirandine. Kurd hêdî hêdî xwe digihînin, pêşve dibin... Ev gihiştin û pêşveçûn helbet bi gavên kûselekî dibin. Binas gelek in. Kurd li goreyî dîroka xwe, têkoşîna xwe, bedelên dayî û nufûsa xwe gelek direng derketin sehneya polîtîk û îdarî li rojhilatanavîn û dinyayê. Lewma di her warî da gelek paşve mane ya rastî paşve hatine hêlan... Kurdistan hêj jî kolonî ye... Kolonyalîzm û dagîrkerî bi rengên cuda dom dike. Ev rewşa negatîv bivê nevê tesîra xwe li ser her xeleka jîyanê dike...

Yêk ji kambaxtirîn tesîra negatîv jî xwe di warê bîr û hizir û pratîka wê da nîşan dide.

Nebûna bîr û hizir û edet û kultura demokrasîyê li nav Kurdan ji ber vê ye.

Yêk ji zemînên bingehîn yên pratîk yê demokrasîya bîr û hizirê, diyalog û xweşbînîyê warê nivîsînê ye, medya ye.

Binêrine medyaya Kurdî anjî ya Kurdistanê?

Hûn nikarin -di çarçoveya modern da- misqalek azadîya bîr û hizirê, demokrasîyê, xweşbînîyê tê da bibînin.

Di serî da li Kurdistanê -bi manaya modern- medyayeke azad û demokrat nîne. Ji ber prosesa destpêka avabûna Kurdistanê sîstemê partîdewletê hakim e. Li cihên nîv rizgar û azad [başûr û rojavaya Kurdistanê - ji ber ku statûyên heyî konjonkturel in] sîstemê partîdewletê heye. Partîya anjî partîyên domînant xwudanê hemû dem û dezgehan e. Medya di serê wan da têt.


Îro li Kurdistanê -dîsa ve di manaya modern da- medyayeke organîze ya sivîl nîne. Medyaya heyî fermî ye. Lewma jî medyaya îro di halê hazir da heyî û domînant vê karakterîstîka fermîyetê ji mekanîzmayên pê ve girêdayî werdigire. Çiku her organekî medyayê ser bi partî anjî organîzasyoneke polîtîk e. Partî anjî organîzasyonên desthilatdar di medyayê da kadroyên xwe û sempatîzanên xwe yên milîtan û hindek kesên "memûr" istihdam dikin. Heke istisnayek hebe jî, ku di organeke medyaya Kurdî da kesek ser bi çu partî anjî organîzasyoneke polîtîk nebe, gelek istisna ye û eve jî qaydeyê hakim pak nake!. Gava medyaya nivîskî, ya bînerî û ya guhdarî di bin monopola hêzên desthilatdar da be, di wê derê da azadîya bîr û hizirê, ya qelemî û demokrasîya modern nabe. Ew organ dibin dengê wan hêzan û di wan organan da sansûr û otosansûr bi cih dibe...


Vêca mixabin rewşa medyaya Kurdî ev e îro. Rast e medya pêşkevtîye, mezin bûye, dewlemend bûye, bi dehan rojname, kovar, tv û radyo û malperên internetê hene. Lê di van organên medyayê da tiştê neyî azadîya bîr û hizirê û demokrasî ye.

Anku medyaya Kurdî anjî ya Kurdistanê dûrî normên demokrasîya modern e. Dengê xwudanên xwe ye. Kî ne ew xwudan; partî û organîzasyonên polîtîk... Zihnîyeta serdest ya van merkezên polîtîk jî sentralîzm e, monopolîzm e, lewma medyaya di bin kumanda û kontrola vê zihnîyetê da jî bûye sîstemekî monopolîst ku di mekanîzmayeke bi vî rengî da ne bîr û hizireke azad, nejî qelemekî azad dikare cih bigire. Mejîyê hakim dûrî sîvîlîzasyona modern e, hingê dem û dezgehên pê ve girêdayî jî bahra xwe ji vê prîmîtîvîzmê [îptîdaîtîyê] werdigirin ku medyaya Kurdî anjî ya Kurdistanê, di van şertên heyî da, mixabin di vî halî da ye.

Eve tesbîteke konkret e, objektîv e. Hal ev e, tiştê heyî ev e. Bi dil be bêyî dil be ev e rastîya medyaya Kurdî an ya Kurdistanê.

Digel vê rastîyê jî çi bikin? Kurdistan rizgar nebûye, azadîya kamil pêknehatîye. Têkoşîn û berxwedan, bedel dayîn didome. Dewletên dagîrker û kolonyalîst xirabkerî û zulm û zora xwe didomînin. Têkoşîn û berxwedana tête dan di vê medyaya Kurdî da belav dibe. Ev medyaya heyî, di bin kirasê propagandaya organîzasyona pêve girêdayî da jî be, xelkê hişyar û serwext dike. Bi perspektîvên partî û organîzasyona xwe jî be xelkê ji bo têkoşîna rizgarî û azadîyê motîve dike, mobîlîze dike.

Medyaya Kurdî ev e. Kurd di nav paradokseke mezin da vê prosesê dijîn. Kurd li milekê medyaya azad û demokrat di nav xwe da nabînin, li milê dî dijî dijminî piştevanîya vê medyaya xwe ya ne azad û ne demokrat dikin...

Çi bikin... Heta rizgarî û azadîya kamil Kurd dê vê êş û janê bikêşin, di nav vê cendereyê da tehemmul bikin.

Xwezî Kurd fêrbiban ku hem dijî antîdemokratîzma dijminî berxwedaneke xurt daban hem jî di eynî prosesê da, paralel û bi hev ra ji bo demokrasîya navxweyî jî têkoşîn daban. Eve mumkun e û divêt Kurd xebat û têkoşîna ji bo demokrasîya navxweyî ihmal nekin. Di serê vê xebatê da jî divêt bibine xwudanê bîr û hizir û medyayeke azad û demokrat.

Berî 118 sala, gava ku Mikdat Mîdhat Bedir Xan rojnameya KURDISTANê weşandî, di hejmara ewilî da wisa dibêje: "Vê cerîdeyê de ez'ê behsa qencîya ilm û marîfeta bikim...". Di bîr û hizir û edetên qenc û baş yên Kurdî da "ilm û marîfet" ji alîyekê ve tête manaya rêzgirîyê, bihazanînê, qedirşinasîyê, xweşbînîyê anku herwisa azadîya bîr û hizirê û edetê demokrasîyê... Xwezî medyaya Kurdî an ya Kurdistanê îro xwudanê van bihayên qenc û baş ba û li ser dewsa van şîretên danerê rojnameya KURDISTANê Mikdat Bedir Xan xwe gihandiba û pêşve biriba...

Kurd wekî xelkekî mexdûr ji bo rizgarî, azadî û demokrasîyê bedelên giran didin, dijî manipulasyona medyaya dewletên dagîrker û kolonyalîst xebat û têkoşîna heqîqetê didin, belêm sedcara heyf û mixabin medyaya xwe hem di nav xwe da û hem jî beramberî hev dûrî prensîbên demokrasîyê û normên bîr û hizira azad bi kar tînin...

Helbet cihê reşbînîyê nîne û dîsa ve ji ber bawerîya qanûna pêşveçûna diyalektîk divêt herdaîm geşbîn bin...

Bi hêvîya medyayeke azad û demokrat ya Kurdî û Kurdistanê.


ROJAN HAZIM
22 Nîsan 2016