fredag den 29. januar 2016

Şehîdê Kurdistanê Necmedîn Buyukkaya û bihazanîn - ROJAN HAZIM


Xwezî xelk, netewe, çîn û navçînên bindest bêyî rijyana dilopeke xwûnê gihiştiban hemû mafên xwe. Lê mixabin ku dîroka mirovahîyê di vî warî da mat û mehtel mayîye. Zalim û zordaran daîm statûkoya xwe, dezgeh û sîstemê xwe yê desthilatê li ser neheqî, bêdadî û zulmê ava kirine û ji bo parastina vê makîneya xwe ya desthilatê jî çu cara xwe ji xwûn rêhtinê nedayîne paş. Lêdan, îşkence, kuşt û kuştdarî hergav metodên wan bûne. Eve duhî jî wisa bû, îro jî wisa ye û heta ku di nav mirovahîyê da sîstemekî bi dad û dadyarî avanebe, xuya ye ku dê dom jî bike.
Di dîrokê da dijî zordarîyê xebat, têkoşîn û berxwedaneke mezin hebûye, îro jî heye û dê her jî hebe. Herwisa dijî sîstemên zordar têkoşîn û berxwedan jî bêyî bedel nebûye û dîyar e ku îro û subehî jî nabe. Di vê prosesa têkoşîna heqîyê, dad û dadyarîyê da law û egîdan heyîna xwe ya herî bihadar, anku canê xwe dane. Yêk ji van têkoşînan jî, bizava neteweyî ya xelkê Kurd û doza Kurdistanê ye. 

Dagîrkeran sûcên mezin kirine beramberî xelkê Kurd û Kurdistanê. Ev sûcên giran hêj jî didomin. Di vê rêyê da ciwan, pîr, jin û mêr hizaran Kurd bi ber zulm, lêdan, îşkence û kuştina dijminên dagîrker ketine û ev prosesa bi xwûn dom jî dike. Rejimên dagîrker hemû dezgeh, sîstem û mekanîzmayên xwe ji bo birandina xelkê Kurd û têkoşerên Kurd bi kar înane. Di nav van rejiman da, serî dewleta Tirk kêşaye û vê rola xwe ya bêyûm îro jî didomîne. Dewleta Tirk jîyan li xelkê Kurd heram kirîye û zîndanên xwe hergav kirine cihên îşkence û kuştina berxwedêrên Kurd. Di nav van zîndanan da ya herî li pêş “Hefsa Diyarbekirê” ye. Bi taybetî piştî cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê, têkoşer û berxwedêrên doza Kurdistanê ji bin îşkenceyên nedîtî hatin borandin. “Hefsa Diyarbekirê” di salên 80yî da bû kela berxwedana berxwedêrên doza Kurdistanê. Îşkencekarên dewletê çu Kurd ji vê hovîtîya xwe bêpar nekirin. Bi sedan têkoşer kuştin, bi hizaran jî seqet hêlan. Qatil û îşkencekarên dewletê di berxwedana “Hefsa Diyarbekirê” da lawên mîna Mezlûm, Xeyrî, Ferhat û gelekên dî fizîken ji nav bizava neteweyî rakirin.

Yêk ji wan egîdên ku canê xwe dayî jî têkoşer û berxwedêrê mezin Necmedîn Buyukkaya ye. Necmedîn Buyukkaya têkoşer û berxwedêrekî bijare û pêşeng yê bizava neteweyî ya xelkê Kurd bû. Necmedîn di nav wê wehşeta “Hefsa Diyarbekirê” da li hemberî zora dijmin serê xwe şor nekir, li rêza berxwedêran cihê xwe girt. Necmedîn bi zanîn û bawerîyeke têr û tijî û saxlem, pozisyoneke layiqî keda xwe ya têkoşerîyê wergirt. Necmedîn bi vê reftara xwe ya nimûne, bo zîndanîyên polîtîk yên doza Kurdistanê bû hêza motîvasyona berxwedanê. Îşkencekaran ji ber vê rola wî ya berxwedêr û pêşeng ew danane serê lîsteya kuştinê. Necmedîn di rûniştineke dadgeha leşkerî da li pêş dadger û dozgerî ev nîyeta îşkencekaran aşkera kir. Piştî vê axivtina wî ji xwe gelek nekêşa û 23yê Kanûna Paşîn [Çile-January] ya 1984ê bi cob û daran êrişî hucreya Necmedîn û girtîyên dî kirin. Piştî salan gava girtîyê ji doza PKKê Mustafa Xarpêtî behsê wê erişa hovane dikir, ji xema mirina Necmedîn adeta gotin di gewrîya wî da diman. Di wê êrişê da Necmedîn û Mustafa bêhiş rakiribûn xestexaneyê, belêm Necmedîn xilas nebibû û Mustafa Xarpêtî jî demekî dirêj di komayê da mabû û paşê nîvemirov ji mirinê xilas bibû.

Dewleta Tirk wekî sedan têkoşer û berxwedêrên doza Kurdistanê, Necmedîn jî bi zanahî kiribû armanc û bi destê îşkencekarên xwe di “Hefsa Diyarbekirê” da şehîd kir. Necmedîn wekî têkoşerekî pêşeng di nav xebata xwe ya salan da hêj 1976ê li ser şehîdên Kurdistanê wisa gotibû: “Şehîd ew kes e ku di rêyeke pîroz da, di şerekî heq da tê kuştin. Anku kesê ku ji bo rizgarîya welatek, neteweyek anjî sinifek bindest şer dike û bê kuştin, şehîd dibe… Silav li we hemû şehîdno! Hûn her dijîn di dilê xelkê da…” [Kalemimden Sayfalar,-Rûperên ji qelemê min-, r.5].

Necmedîn mirovekî bihazan bû û hêj di saxîya xwe da ev bihazanîna xwe ya beramberî şehîdên Kurdistanê nivîsîbû û mixabin ku herwekî teswîra xwe ew jî şehîd ket. Di kesayetîya Necmedîn da rêz û vîna herî mezin divêt nîşanî şehîdên Kurdistanê bêta dan. Di 23yê meha Kanûna Paşîn [Çile-January] da, em Necmedîn û hemû şehîdên vê doza mezin, doza Kurdistanê, bi rêzdarî bi bîr tînin. 

Necmedîn, wekî wî bi xwe jî gotî, dê heta hetayê di dilê xelkê xwe da bijî.

Bila silav, rêz û vîna herî mezin û tîr bo wî û hemû şehîdên Kurdistanê be.

ROJAN HAZIM
23 Kanûna Paşîn [Çile-January] 2008

Not:
Serkanî: Malpera www.xweza.com