tirsdag den 5. januar 2016

Dijî kuşt û kuştdarîya TCyê findikekê hilke - ROJAN HAZIM



Li bakura Kurdistanê êrişa dewleta dagîrker û kolonyalîst di dereceya birandêr da ye. Dewleta TCyê li rex dagîrîya xwe ya mezin metodên dagîrkerîyeke hovanetir û operasyonel ya aktîv leşkerî û polîsî bi kar tîne. Nihe navçeyên berxwedêr di bin bombardumaneke xedar da ne. TCyê kolonîya xwe Kurdistan daye ber agir û disoje. Berxwedêr, sivîl ferq nake her hevwelatîyê me di bin vê êrişkarî û kuşt û kuştdarîyê da ye. Heta nihe bi dehan têkoşerên azadîyê hatine kuştin... Warên serhildêrîyê bi zanahî têne vala kirin û xelk bi darê zorê tête koç kirin.

Beramberî vê êrişkarîya dewleta kolonyalîst û dagîrker ya TCyê hemû Kurd û Kurdistanî bila hemû ferq û cudahîyên xwe yên bîr û hizirî û rêxistinî, reftar û sekina xwe ya polîtîk û herweha rexne û gotûbêj kirina şaşî û kêmasîyên di halê hazir da rûdayî biparêzin, belêm di roja îro da divêt rêz û refên navxweyî bi tifaqeke mezin û xurt vehûnin û saxlem bikin û di yêk cepheyê neteweyî û niştimanî da li dijî vê êrişkarîya dewleta TCyê di çeperê berxwedan û parastina welatî da seferber bin.



Ne medya nejî kes divêt tiyatroya sê [3] meymûnî neleyizin. Qet nebe nerazîbûneke wijdanî divêt bête nîşan dan. Ji bo bîrînana van têkoşerên doza Kurdistanê hemleya findik hilkirinê divêt bête dest pê kirin. Li meydanên gund, bajêr û bajêrkan, cih nebû li ber derên xwe, li ber pencereyên xwe, li cade û kolanên taxên xwe findika pê bêxin. Bêyî deng û dor, nerazîbûneke sivîl û mirovî û hissîyarî. Li medyaya sosyal jî, li malper û blogan jî findikan danin, hilkin. Hem bîrînan, hem jî nerazîbûn.
Dijî zulm û zora TCyê ya li taxê bakur yê Kurdistanê findikan hilkin!..

5 Kanûna Paşîn [January] 2016
ROJAN HAZIM
http://xwezabawer.blogspot.dk/