mandag den 4. januar 2016

Hezeyana TCyê, federasyon û Kurd - ROJAN HAZIM

Ji mêjve ye tezeke me heye ku em dibêjin problema me Kurda ya sereke digel TC[Komara Tirkîye]yê ye, talîyen jî digel Iran û Sûrîyeyê ye. [Başe ku Iraq ji vê lîsteyê kêm bû. Di Iraqa nû da, Kurd li ser axa xwe xwudan desthilat in. Serê davê verest, dûmahîk dê bêt...]. Helbet parçe bi parçe xelkê me, bizav û têkoşîna organîze ya xelkê me, dîrekt bi dewletên ku di bindestî da ne, rû bi rû ne, şerê wan dikin, daxwazên xwe digihînin hukûmetên wan. Lê belê, herweha hemû parçe pêkve jî TCyê li pêşîya xwe asteng dibînin. Anku gava Kurdên başûr, anjî yên rojhilatê têkoşîna azadîyê beramberî rejimên Iraq û Îranê didan, her di wî demî da îndîrekt dijî TCyê jî têkoşîn didan, anjî bi her awayî hisaba wan dikirin ku zerara ji wan têt, tixûb bikin. Kurdên Sûrîyeyê jî herwisa... Herçend rejimên cîran di xîça “antîKurd”îtîyê da li hev dihatin jî, lê şêwir, aqilmendî û taktîsyenîya vê stratejîyê hergav rejima Ankarayê dikir. Insiyatîfên çaralî yên digel Îran, Îraq û Sûrîyeyê daîm ji TCyê dihatin. Wekî Kurdên başûr dibêjin, gava rejima kevin ya Iraqê digel Kurdan li ser otonomîyê gotûbêj dikirin, TCyê dîrekt destdirêjî dikir û fişareke mezin li ser rejima Bexdayê dikir ku, li hev hatinek pêkneêt, lê heke pêk jî hat, qet nebe, zaravayê Soranî bibe zimanê perwerdeyê û alfabe jî bi tîpên erebî be. Bi vê êrişkarîyê ji alîyekê ve dixwast zaravayê Kurmancî asteng bike ku bi kar neêt û pêş nekeve, ji ber ku Kurdên bakur seda nehwêt û pênc bi vî zaravayî diaxivin, daku Kurdên bakur têhnekê ji destkevtên başûr wernegirin. Li milê dî jî taktîken dixwast tifaqa Kurdên başûr xirab bike! Vêca sicîla TCyê ya di derheqê xelkê Kurd da hinde reş e û TC hinde antîKurd e!.. Evro jî ev polîtîka dom dike û serê vê bizava antîKurd dîsa jî TC dikêşe.
Hem organîzatorîya hevdîtinan, hem tesbît kirina taktîkan û hem jî plan û projeyên ku nîveka stratejîya ‘antîKurd’îtîyê tijî dikin, hemû pêkve ji ajandaya TCyê derdikevin.
Piştî helweşîna rejima Seddam pêve, Kurdên başûr ronahîyek dîtin ku di meydana neteweyî, Iraq û navneteweyî da statûya xwe ya ku ji 1992ê were ‘de facto’ heyî, ‘fermî’ bikin. Ji ber ku Kurdan di hilweşandina rejima Seddam da roleke gelek kilîlî leyistibû û hem Kurdistana Başûr wekî cografya bibû bingeheke saxlem ya lojîstîk ji bo hêzên Amerikayê, hem jî di enîya leşkerî da jî hêzên çekdar yên Kurd, di vegirtina bajêrên stratejîk yên wekî Mûsil, Kerkûk û Xaniqînê da pêşengî kirin. Kurdan bi vê hemleyê timamî cografyaya Kurdistana Başûr jî rizgar kirin. Bi van hingava Kurdên başûr hem li nav welat, hem jî li meydana navneteweyî û bi taybetî jî li ber koalisyona di pêşengîya Amerîkayê da, prestîjeke mezin bi dest êxistin. Vê rewşê keys û imkanekî bihadar îna bo Kurdan, ku destkevtên xwe biparêzin û saxlem bikin. Lê belê, tam di vî demê gihiştî da, astenga ewil ya derketîye pêşîya wan, êrişkarî û xirabkerîya TCyê bû. TCyê sanîyeyek berze nekir û dîsa ve dest bi rola xwe ya bêyûm kir ku Kurdên başûr di nav vê ‘hercûmerc’a Iraqê da, bi serekê nekevin, cihê pê xwe qaîm nekin, statûya heyî fermî nekin. Ji provakasyonên terorîstî bigirin heta aktîve kirina enîya ‘antîKurd’ ya digel Îran û Sûrîyeyê, hemû kartên xwe bi kar înan. Gelek vekirî û aşkera pêşengîya vê enîya antîKurd kir, trafîka di nav xwe û wan da xurt kir, kombûn û hevdîtinên di dereceya bilind da pêkînan. Ji ber vê armancê, piştî nîvesrekê serokekî Sûrîyeyê, serokê nû Beşîr Esad mêhvan kir û mesaja xwe ya ‘antîKurd’ bi hev ra dubare îlan kirin. Dewleta Tirkîyeyê bi polîtîka û pratîka xwe evro jî nîşan da ku ew sûndxwarîya bêmaf kirina xelkê Kurd e. Ev polîtîkaya TCyê tradisyonel e û hukûmeta evro jî her li ser wê dewsê ye. Serokwezîrê hukumeta evro, Teyîb Erdogan, hem binyat Laz e [hindek jî dibêjin Gurc e], hem jî ji tradisyoneke islampolîtîk têt, ku heta berî ku partîya wî bête ser kar, ji ber bîr û bawerîyên xwe yên polîtîk çar heyva kete hefsê û ji mafên xebata polîtîk hate bêbahr kirin. Ew bi xwe bû mexdûrê polîtîka TCyê ya antîdemokratîk, antîazadî û despot. Lê belê, çawa rê li ber vebû û hate ser kevlê [textê] serokwezîrîyê, ew rojên ku ‘zulm’ lêhatibûn kirin ji bîr kirin û gelek bi biryar dewsa qedîm ya dewletê ya antîKurd, ji kemalîstan dijwartir domand. Di meydan û salonên ku lê diaxivt da wisa got: “heke hûn Kurdînîya xwe neînin bîra xwe, ev pirse jî ji xwe nabe. Xwe ji bîr bikin wesselam!”. Anku digot ku çawa wî û wan, Lazînîya [anjî Gurcînîya] xwe ji bîr kirin û bûne Tirk, Kurd jî bila wisa bikin!.. Wekî Kurdan dengê xwe bilind kirin û bi taybetî Kurdên başûr berpêyên xwe fireh kirin, hingê jî gef xwarin û wisa got: „Li Arjantînê jî Kurdistanek bête ava kirin, em nahêlin û em dê mudaxele bikin!“. Kurdên başûr hindî ku di demê hukûmeta Teyîb Erdogan da, hem li nav Tirkîyeyê, hem jî di meydana dîplomasîya navneteweyî da êriş û fişara bêhnçikkirinê dîtî, li demê Ecewît û Bexçelî yên faşît û sosyalfaşît nedîtibû. Hem Teyîb, hem jî wezîrê wî yê derve Evdila Gul, di her delîveyê sehneya dîplomasîyê da gef li Kurdên başûr kirin ku rê li ber piştgirîya navneteweyî ya ji bo Kurdan bigirin.

Qubleya TCyê
Erdogan, Gul û heyeta xwe heftîya dawîyê (26-31) ya heyva kanûna paşîn [çile-january] çûn Amerîkayê. Di dosyaya bin çengê wan da, du mijar û nîv hebûn:

1.         Şêlandina destkevta Kurdistana Başûr,
2.         Destgîr kirina rêvebir û kadroyên Kongreya Gel, ku dewsgira PKKyê ye,

-[Li vê derê hewceye bête gotin ku, helwesta Amerîkayê ya beramberî tradisyona PKKê, Kongreya Gel, tam „dobilmoralî“ ye. Bi fişara dewleta Tirkîyeyê, gavê seetê, vê hereketa neteweyî ya Kurd, ku li Kurdistana Bakur xwudan desthilat e, bi terorê itham kirin, li goreyî konsepta Amerîkayê ya li rojhilatanavîn jî ne rast e. Bizava neteweyî û biçûk mezin hemû rêxistinên xelkê Kurd li hemû parçeyan, bizavên azadîxwaz in û mohra terorê li pişta wan dan, bêdadîyek, neheqîyek mezin e. Ev polîtîkaya Amerîkayê divêt bête şermizar kirin. Amerîka, Ewrûpa bi giştî rojava heke dixwazin li rojhilatanavîn hemleya demokratîzasyonê serbikeve, divêt dest ji vê helwesta hemer kirina dewleta Tirkîyeyê berdin. Tawîz dana Tirkîyeyê xizmeta prosesa demokratîzasyonê nake. Tirkîye yêkem dewlet e di nav NATOyê da ku dewleteke antîdemokratîk e, sentralîst e, mafên mirov, mafên kêmanîyên etnîk û dînî binpê dike. NATO herçend organîzasyoneke leşkerî jî be, ji dewletên ku relatîv demokratîk pêktêt. Di sentrala bizava demokratîzasyona rojhilatanavîn da Kurdistan û bizavên neteweyî yên Kurd hene. Amerîka, Ewrûpa bêyî Kurdan nikarin milîmek demokratîzasyonê li navçeyê pêkbînin. Kilîlê demokratîzasyonê, pêşengên mobîlîzekirina bizava demokratîzasyonê li rojhilatanavîn Kurd in, Kurdistanî ne. Di bizava demokratîze kirina rojhilatanavîn da divêt armanc desentralîze kirina dewletên sentralîst be, ku Tirkîye yêk ji wan dewletên req û hişk sentralîst e. Tirkîye hind sentralîst e, ku rê nade santîmek reforman. Reformasyon, demokratîzasyon, desentralîzasyon, hemû pêkve tinê dikarin bi hevkarîya bizava neteweyî ya Kurdan bêne bi cih kirin li Tirkîye û rojhilatanavîn. Nimûne Iraq bi xwe ye. Ma heke bizava xurt, organîze û aktîv ya Kurdan neba, Amerîkayê dikarî çi li Iraqê bike. Bi rastî jî nedikarî operasyoneke bi vî rengî li Iraqê pêkbîne. Amerîka, Ewrûpa ji ber berjewendîyên xwe, ji ber endametîya NATOyê, li beramberî Tirkîyeyê çend nazik in! Tirkîye jî beramberî vê nazikî û kubarîya Amerika û Ewrûpayê gelek qedirşinas e! Amerîka li ber her teklîfa Tirkîyeyê, rabe rêxistineke Kurd ya li bakur bike nav „lîsteya terorê“ dê çi qazanc bike. Her di serî da Amerîka dara li bin pê xwe dibire. Amerîka û Ewrûpa divêt ji bîr nekin ku, xelkekî herî nêzîkî „norm û bihayên rojavayê“ li rojhilatanavîn, Kurd in. Ewrûpa û bi taybetî Amerîka vî zemînê gelek saxlem yê Kurd, ku ji bo wan jîndar e, ji xwe dûr dikin û adeta rê didin ku Tirkîye mehfûra di bin pêyên wan da rabikêşe. Tirkîye bi israr bizava neteweyî ya xelkê Kurd, PKK û hemû tradisyona wê bi terorê sûcdar dike û Amerîka jî destekê dide wan. Tirkîye bi van manewrayên polîtîk armanca demokratîzasyona Amerîkayê li navçeyê sabote dike. Li milê dî, Amerîka, Ewrûpa heke dixwazin gelek spesîfîk, PKK û tradisyona wê „sivîlîze, demokratîze“ bikin, hingê divêt di kanalê Tirkîyeyê da hereket nekin. Ew hindî ku bi ava aşê Tirkîyeyê biçin, xizmeta demokratîze kirina Kurdan jî nakin. PKK û tradisyona wê li Kurdistana Bakur, li Tirkîyeyê, bi hêz e, xurt e, digel hemû rêbirîn û zulma dewleta Tirkîyeyê, di hilbijartinan da, legal du milyon rehîya tîne. Amerîka, Ewrûpa hema ji ber vê refleksa xelkê Kurd ya legal, sivîl û demokratîk jî be, ku organîzatorîya wê PKK û tradisyona wê dike, divêt mil bidine vê prosesa ku Kurdan daye dest pê kirin. PKK û tradisyona wê, Kurdên dî hemû divêt vê rastîyê bi Amerîka û Ewrûpayê bidin zanîn û wan serwext bikin. Bi vî rengî êdî naçe û divêt neçe jî. PKK û tradisyona wê, eve cara duyê ye ku navên xwe diguhorin. -Eve jî çend rast e, cihê riberizeke dî ye!-. Lê dîsa ve nikarin xwe ji „lîsteyên terorê“ yên Amerikayê xilas bikin. Herweha kes û rêxistinên dî yên Kurd jî, dibe ku ji polîtîka û pratîka PKK û tradisyona wê, ji rêxistina wan ya nû, ji Kongreya Gel, nerazî bin, ji ber şaşî û kêmasîyên wan, -ku wekî hemû alîyan wan jî gelek şaşî û kêmasî kirine-, gelek dijwar muxalifên wan bin, lê divêt wezîfeya rekabetîya xwe, hewaleyî Amerîkayê nekin. Di zemînê demokratîk da û bi normên rekabeta polîtîk yên modern dikarin dijî wan rawestin. Belêm di itham kirina „terorîst“îyê da, divêt dijî polîtîka Amerîkayê derkevin û nerazîbûna xwe diyar bikin. Dewleta Tirkîyeyê, di rastîyê da, bi navê tradisyona PKKê jî be, bizava neteweyî ya xelkê Kurd terorîst îlan dike. Hem ji ber berpirsiyarîya bizava neteweyî, hem jî ji ber etîka rekabeta polîtîk, divêt hemû Kurd dijî vê polîtîka Amerîkayê rawestin. Divêt bala Amerîkayê bête kêşan ku cihê çu hereketên Kurd di nav lîsteya terorê da nîne.]-,

·           ½ (nîv) mijar jî pirsa Qibrisê bû!..

Medyaya babeste ya Tirk, wekî hercar weşaneke wisa manîpulatîf kir, ku goya hevdîtina Teyîb û Bush zêdetir li ser pirsgirêka Qibrisê borîye. Belêm derkete meydanê ku Erdogan û heyeta xwe gewrîya xwe li ser pirsa xelkê Kurd dirandîye, ku serok Bush qanî bike û Amerîkayê beramberî Kurdan, bi taybetî Kurdên başûr provake bike ku Amerîka desteka xwe ya digel Kurdên başûr bibire, anjî qet nebe gelek kêm bike. Helbet kodên „kûr“ yên hevdîtina Erdogan û Bush hêj nehatine veresandin. Belêm şîfreyên polîtîka nepenî ya TCyê kêm zêde ji alîyê me Kurdan ve têne texmîn kirin: Ew jî‚ hindî ku hêz û taqeta TCyê dest bide nehêle ku Kurd xwe, xwe bi xwe îdare bikin!’. Ev nefreta TCyê û rêvebirên wê evro gihiştîye maksîmûm dereceyê. Erdogan û Gulî, di nîv seeta hevdîtina digel Bush da, bîst û pênc deqîqeyên xwe li ser rêbirîna li ber Kurdan serf kirine. Erdogan li ber gurîya agirê bixêrîya (şomîne) ‚ofîsa oval’ li tenişta Bush, devê xwe bi êrişkarîya dijî Kurdan vekir. Bi şêleke Lazyane [anjî Gurcîyane], got; „me teklîfî Amerîkayê kir ku herwekî PKK-KADEKê, ya nû, anku KONGREYA GEL jî bikin nav lîsteya terorê û Bush jî ev xwasteka me di cih da dîtîye û rêxistina nû jî, KONGREYA GEL, tevî lîsteya terorê kirine“. Enteresan e, lê wekî Erdogan eve digot, nîveka çavên wî dibiriqî!! Hind şa û bextewar bibû ku Kurd terorist dabûn îlan kirin! Axivtina li dûv vê jî, li ser xwasteka Kurdên başûr ya federasyonê bû. Di derheqê vê da jî, got; „Bush endîşeyên me parve dike û em wekî hev difikirin, ku divêt yêkpareyîya Iraqê bête parastin, federasyoneke etnîkî û dînî, mezhebî neête ava kirin. Mafê Tirkmena bête parastin“. Erdogan li Unîversîteya Harvardê jî wisa digot; „Federasyona etnîkî dê Iraqê parçe bike. Kurdên sunnî hene, yên şiî hene, subehî ew jî dê di nav xwe da parçe bin. Lewma em dijî federasyona etnîkî û dînî ne...“! Eve çi sefalet e! Ya rastî ev axivtinên Erdoganî hemû pêkve nîveka qelpikê gûzê jî tijî nakin. Bi ber komentar kirinê nakevin. Em wan axivtinên Erdoganî, wekî kaxezeke qirêjî di nîveka hevêsa xwe da diperiçînin û diavêjin ser agirê wê bixêrîya li pişt Erdoganî ya li ‚ofîsa oval’ li Seraya Spî!..
Mala dinyayê, Lazekî [anjî Gurcekî] asîmîlebûyî, bi navê hukumeta Tirk û ‚qewmê Tirk’, ji Amerîkayê dixwast ku rê li ber azadîxwazîya xelkekî ne Tirk, xelkê Kurd bête birîn!. Tirk çend jîr in! Timamî operasyonên xwe yên asîmîlasyonîst, jenosîdî û antîdemokratîk, bi destê „çerîyên nû“ didin kirin!!.
Erdogan û heyeta xwe, pênc deqîqeyên mayî jî li ser Qibrisê rawestane ku goya dixwazin bi planê Kofî Annan ve bi rê bikevin û pêkhatinekê digel Rûman bikin ku derê Yêkîtîya Ewrûpayê li ber wan vebe. Li vê derê me dil nîne ku li ser pirsa Qibrisê bisekinin. Lê belê ew ba û bagera TC ji bo sed û pêncî hizar (150.000) Tirkên Qibrisê, ku ji wan pêncî hizar (50.000) jî, ji Tirkîyeyê hatine rêkirin û bi cih kirin, radike û ji bo wan federasyoneke kamil dixwaze, ku helbet mafê Tirkên wê derê jî heye bi huvîyeta xwe ya etnîkî bijîn, lê gava dor hate heq û huqûqê Kurdan, hem sê meymûnkê, anku „nedît, nebihîst, nizanim“ê dileyize, hem jî xwe wekî elelokî gij dike û darê zorê nîşan dide. Di preskonferansê da rojnamevanekî ewrûpî ji Erdogan dipirse; „hûn ji bo Tirkên Qibrisê federasyoneke etnîkî û cografî dixwazin, lê li Iraqê xwasteka Kurdan ya ji bo federasyoneke cografî red dikin, ma eve ne paradoks e?“. Erdogan bi suflorîya Evdila Gulî, wisa bersivê dide; „herdu tişt ne yêk in“. Vêca çi ne ku ne yêk in? Bo sed û pêncî hizar Tirkan, federasyoneke ku tixûbên wê nêzîkî statûya serbixwetîyê, dixwazin, -ku berê zêdetir israra konfederalîyê dikirin-, belêm xwasteka Kurdên başûr ya federatîf, wekî parçe kirina Iraqê qebûl dikin û bi israr dij derdikevin. Tiştê ku ew ji bo Iraqê dixwazin, modelê Tirkîyeyê ye, anku „yêk dewlet, yêk ziman, yêk ala“! Helbet Erdogan û Gul tiştekê ji bîr dikin; ne Iraq Tirkîye ye, ne jî rewş û pozisyona Kurdên ‚Iraqê’ wekî ya ‚Tirkîyeyê’ ye. Piştî 1992ê ji xwe Kurdan li ser pişka mezin ya axa xwe, îdareyeke xweser danane û kor û leng jî be heta nihe domandine. Di rewşa evro da jî di nav bizaveke xurt da ne ku di konjonktura evro ya navçe û cîhanê da, di nav tixûbên Iraqê da bi sîstemê federalî qedera xwe tayîn bikin. Hewildanên TCyê û yên Erdogan û Gulî, naçine serî û ew nikarin vê hedefa mînîmal ya Kurdên başûr tarî bikin, têk bibin. Ew bi edebîyata „dostayetîya stratejîk ya digel Amerîkayê“ nikarin kumekê bikin serê Kurdan li başûr. Belêm Kurdan bi destê Amerîkîyan cuhal kirine serê wan li Silêmanîyê û Kerkûkê! Ji ber hindê ev hezeyana TCyê, ya klîka Erdogan û Gulî, polîtîkayeke tradisyonel e, klasîk e, di şertên evro yên sedsala bîst û yêkê da bin nagirin. Israra wan ya „bo Qibrisê federasyon“, “bo Iraqê dewleteke unîter” di meydana navneteweyî da rû nabîne. Dinya vê paradoksa bi kîn û xerez ya antîKurd naxwe. TC, Erdogan û Gul, serê gotinê binê gotinê dibêjin ku ew dijî federasyoneke etnîkî ne. Lê belê, ew federasyona ku ji bo Tirkên Qibrisê dixwazin, sedased federasyoneke etnîkî ye. Tirkên Qibrisê, piştî dagîrîya Tirkîyeyê ya li 1974ê, evro li cografyayeke tixûbkirî, gelek homojen dijîn û federasyona ku ew dixwazin, hem ji alîyê etnîsîteyî, hem jî ji alîyê dînî ve, federasyoneke homojen e. Lê ya ku Kurdên başûr dixwazin, federasyoneke cografî û neteweyî ye. Di Kurdistana Başûr da homojenîyeke sedased etnîkî û dînî -ku evro li çu welatên cîhanê homojenîyeke sedased etnîkî û dînî naête dîtin-, nîne. Herçend piranî Kurd jî bin, hejmara kêmanîyan kêm jî be, lê hene. Asûrî-Suryanî-Kildanî hene, Ereb hene, Ermenî hene, Cihû hene, Tirkmen hene. Ji alîyê dînî ve jî homojenîyek nîne. Musulman hene, File hene, Mûsewî hene, Êzidî hene. Anku Kurdistana Başûr hem ji alîyê etnîsîteyî, hem jî ji alîyê dînî û mezhebî ve jî heterojen e. TC, klîka Erdogan û Gul û hemû berdevkên dewleta Tirk, di tezên xwe yên li ser federasyonê da, bi taybetî jî di analojîya Iraq û Qibrisê da, tam di nav sefaleteke polîtîk û zanistî [zanyarî] da ne. Belêm ma xema wan e, ka çi rast e, çi şaş e! Ew li beroka xwe ne. Erdogan, heqê destdirêjîyê di xwe da dibîne ku Kurd li Arjantînê jî be bêmaf bin! Belêm ji bo sed û pêncî hizar Tirkên Qibrisê, anjî çend hizar Tirkên li Trakyaya Yûnanistanê doza mafên etnîkî dike. Polîtîka wan li goreyî standardên polîtîka navneteweyî “dobilmoralî” ye, neheqî ye, lê qet xema wan nîne! Erdogan û klîka xwe her ji serî were di polîtîka beramberî Kurdan da, hindî hûn bêjin nebîn hereket dikin. Kompleksa Erdogan ji milekê ve, ji asîmîlebûna wî bi xwe jî têtin. Erdogan Laz [anjî Gurc] e, lê belê Lazîtîya [anjî Gurcîtîya] wî evro ji nostaljîyê pêve tiştek nemaye. Hem Erdogan, hem jî piranîya Lazan [Gurcan], Lazîtîya [Gurcîtîya] xwe ya etnîkî ji bîr kirine, xwe bi destên Tirka dayne helandin, xwe bê huvîyet hêlane, xwe bêreng kirine. Ew evro bo xwe Laz jî [anji Gurc jî] nabêjin. Bo Erdogan û piranîya Lazan [anjî Gurcan], navê navçeyî, anku “Ji Deryaya Reşî bûn” bihadartir xuya ye! Wan bi “senteza Tirk û Îslam”ê bo xwe huvîyeteke bêhuvîyet dîtine, dixwazin Kurd jî wekî wan bin, anjî wekî wan lê bên. Erdogan dixwaze, ew kirasê dewleta “kûr û nepenî” ya Tirk ji bo wî û Lazên [anjî Gurcên] wekî wî dirûy, bikine ber Kurdan jî. Ji ber vê kompleksê ye ku Erdogan gavê seetê dibêje; “çawa em ji Deryaya Reşî bûna xwe razî ne, hûn jî bi Şerqîtîya xwe keyfxweş bin”! ‘Nesîheta’ Erdoganê ji Deryaya Reş, ev e bo Kurdên ‘Şerqê, anjî Cinûbaşerqê’! Ev nêrîna Erdoganî, helbet konseptek e û ji mêj ve ye tête biraştin û pêşkêş kirin. Ecewît jî ev benîşt dicû. Qubleya wan ya vê tezê jî Amerika ye. Li goreyî wan, Amerika welatekî mezin û pir etnîkî ye, lê zimanê wan yêk e, anku Ingilîzî ye û xelkê wan bi Amerîkîbûna xwe şa ne! Rast e, Amerîka welatekî pir etnîkî ye, lê belê ne dewleteke sentralîst e, îdarîyen federal e û li ser ziman û kultura çu etnîsîteyan -herçend mafên kolektîv nebin jî-, pranga jî nîne. Ji alîyê polîtîka wan ve jî Amerîka ne nimûneyeke balkêş û bijare ye. Vêca Erdoganê mexdûrê “dewleta kûr û nepenî” gelek bi rûçirî, berdevkîya polîtîka wê dewletê dike, bi navê wê çerxa birandin û helandinê, dixwaze Kurdan jî bê heq û huqûq bihêle. Gerçî Kurdên spî yên ku vê konsepta TCyê ya nû û polîtîka Erdoganî qebûl dikin hene, lê Kurdînîya wan jî wekî Lazîtîya [anjî Gurcîtîya] Erdoganî, tinê nostaljîk e û her hind! Xelkê Kurd bi piranîya xwe ve, vê konseptê û polîtîka Erdoganî çu cara qebûl nake.

Federasyon û çareyên dî
Di vê gurovirka cîhanê da herkesê, her komê, her civatê, her xelkê, her neteweyekê, her dewletekê rojeveke ’xwe’ heye. Eve gelek tiştekî xwezayî ye. Her ’alî’ di nav bizavekê da ye ku rojeva anjî rojevên xwe serûber bike, bigihe armanc anjî armancên xwe… Rojevên sereke û talî, li goreyî ’hewcehîya lezînîyê’ rêz dibin û têne çareser kirin. Carna pirsgirêkeke gelek talî tête serê rojevê, carna ya li rêza serî gelek paş dikeve, axir di ’ser’ û ’bin’îya, anjî ’pêş’ û ’paş’a rojevan da kilîl ’hewcehîya lezîn’ e…
Di jîyan û bizava Kurdan da rojev li dûv rojevê, bi rêzê ve ne. Di serî da her parçeyekê li goreyî rewşa xwe rojev hene û di nav wan da jî dîsa ve li goreyî hewcedarîyan rêzek heye. Eve li milekê, belêm di yêkpareyîya neteweyî da rojeveke hevpişk jî heye û ew jî di çarçoveyeke mînîmal ya konsensûsî da ’azadî û xwe îdare kirina li ser axa xwe’ ye. Kêm zêde hemû Kurd li ser vê ’armanc’ê hev digirin. Nav lê kirina vê statûyê cihê riberizê ye, lê di şertên evro da, gelek spesîfîk û konkret li parçeyê başûr, li ser vê yêkê jî konsensûsek pêkhatîye; ew jî statûya ’federal’ e. Gerçî di têgihiştina ’federal’îyê da dîtinên ji hev cuda jî hene di nav Kurdan da. Eve ji alîyê bîr û ramanên cuda û xwe îfade kirinên azad ve, normal e, belêm digel ku Kurd di vê mînîmal armancê da li hev dikin jî, di ’mana kirin’, ’komentar kirin’ û ’analîz kirin’ê da nezelalîyek jî heye û ev kêşmekêşa ji 2003ê mayî di destpêka 2004ê da hêj jî dom dike. Helbet eve bi serê xwe negatîvîyek e. Halçi [Hal ew e ku], divîyabû ku Kurdan li başûr, hêj berî hilweşandina rejima Seddam ya 9ê Nisana 2003ê, xwe hem ji alîyê amadekarîyên dokument û pêşniyarqanûnan ve organîze bikin û hazirîyên xwe berdest bikin, hem jî duserîya xwe ji halê rakin û xwe polîtîken û îdarîyen bikin yêk. Belêm mixabin Kurdên başûr ji herdu alîyan ve jî xwe amade nekirin û eve serê deh heyvên piştî hilweşandina rejima Seddam in, hêj jî berbelavîya Kurdan didome. Mirov dikare vê helwesta Kurdên başûr ji gelek alîyan ve komentar bike; dûrnebînî, lokalîzm, ji berjewendîyên neteweyî dûrketin  û gelek binasên dî hene ku Kurdên başûr evro ketine nav devê meqesê. Evro em dibînin Kurdên başûr bizavên ku berî salekê bikin, anjî qet nebe di germahîya hilweşîna rejima Seddam da, aksiyon û kiryarên ku bikin, evro dixwazin bikin. Bangî Kurden parçêyên dî û yên diasporayê dikin ku hevkarîya wan bikin. Dîsa kampanyaya îmzayê dane dest pê kirin. Li Selaheddîn ji “Serê Zer” [Xelk "Serê Reş" dibêje] û ji banîyên bilind yên Silêmanîyê, ji “Serê Kesk”, ji frekansên cuda bang û gazî têne kirin. Rêvebirên herdu “seran” ’mizgînîyên’ goya yêkkirina ’hukumetên’ Hewlêr û Silêmanîyê didin, lê di encam da hebûneke ku hêza Kurdan li beramberî hevrikên wan, li beramberî Ereban, li beramberî Amerîka û Ingilîzan, ku du dewletên dagîrker û xwudan desthilat in di Iraqê da, xurt û saxlem bike naête dîtin. Gelek konkret çi divêt bête dîtin: Hukumetên Hewlêr û Silêmanîyê bibin yêk. Parlamenta yêkbûyî bibe xwudan desthilat. Hukumeta Kurdistanê ji kesên bi rastî xwudan desthilat bête pêkînan.
Di bazara polîtîk ya Iraqê ya nû da, hêza tayînker, hêza xwe bi xwetî ye. Belêm heke ev hêze di şertên optîmûm da neête bi kar înan, hingê encam û armancên ku hatine plan kirin jî bi dest nakevin, anjî ser û çavên wan armanc û encaman têne pelixandin û wisa têne ber dest. Rastîyek heye ku rêvebirên Kurd yên başûr, ji 1992ê were, ji polîtîkayên bêvizyon, bêhesû, lokalîst û rikeberî xwe xilas nekirin. Her ji 1992ê were dinya alemê dizanî ku Amerika li dûv keysan e û dê rejima Seddam hilweşîne. Ji xwe Amerîkayê her ji ber vê opsiyona xwe bû ku parastineke gelek xurt û aktîv dida esmanê Kurdistanê û xelkê Kurd. Heta 2003yê, 11 salên zêrîn, Kurdan bi şer û qiyameta navxweyî heba kirin. Her alîyekê li navçeka xwe „hukûmetî“ kir. Ew polîtîka, sedased lokalîzm bû, neteweyî nebû. Heryêkê di nav tixûbên herêma xwe da helbet hindek tiştên ku jîyana rojane ya xelkê qenc bibe, îdame bibe, kirin. Belêm ji bo paşerojê, ku kivş bibû ku dê Seddam bête hinartin û li şûna Baasîzmê dê sîstemekî demokratîk bête ava kirin, hazirîyên xwe nekirin, hukumetên xwe û hêzên asayiş û ewlehîyê yên li navçeyên xwe nekirin yêk, desthilata parlamenta yêkbûyî xurt nekirin, burokrasîyeke yêkdewletî ku xizmeta timamî xelkê bike, negihandin û gelek kêmasîyên dî... Piştî 9ê Nîsana 2003ê jî, hem Hewlêr, hem jî Silêmanî adeta hemer bûn, di germahîya şer û serkevtinê da, wisa hizir kirin ku êdî hema ew çi bêjin dê Amerîka qebûl bike, santîm mîlîm bi ya wan bike, herwisa Ereb jî. Serxweşîya serkevtinê rêvebirên Kurd şaş kir. Di wê hercûmerca Iraqê da, wan hizir kir ku helwesta opozisyona Ereban ya berî hilweşîna Seddam, dê heta hetayê digel wan bin. Dîsa wan texmîn nedikir ku cîranên bêbext dê reaksiyoneke hinde dijwar û xirabker nîşan bidin. Rol û hêza Kurdan di hilweşandina rejima Seddam da gelek bû, lê rêvebirên Kurd ev pozisyona xwe şaş tercume kirin û hisabên polîtîka demê nû, nekirin, hêz û rola xwe ji şertên heyî zêdetir wehm kirin. Wan hizra der û dorên xwe nekir, ka çend dek û dolab têne zivirandin. Gotineke pêşîyan heye; av dinive, dijmin nanive. Ew opozisyona Ereb ya ku berî hilweşîna Seddam, li per û baskên Kurdistanê digerîyan, di koçik û dîwanên rêvebirên Kurdan da nargîleyên xwe dûdidan, qehweya mirra bi gewrîya xwe da dikirin, êdî bibûn xwudan desthilat ku wan ev pozisyone di xewna xwe da jî nedidîtin. Yên ku di nav kêş û bêşa polîtîkayê da neyî, nihe bibûne şirîkên hukûmî. Digel van hemû bûyer û rûdanan, rêvebirên Kurd dîsa ve di pirsa yêkkirina hêzên xwe da, gelek giran radibûn û rûdiniştin. Hindî dem borî, opozisyona berê, lê hevpişka iqtidara nihe ya Ereb, cihê pê xwe saxlem kir, xwe ji gelek alîyan ve xurt kir, terazîya li beramberî Kurdan hêdî hêdî bi serê xwe da rakêşa. Evro ew Erebên berî salekê hewcehî bi Kurdan heyî, haj xwe bûne, xwe beramberî Kurdan ji wekhevîyê wêdatir, mezintir dibînin. Berî salekê terazîya polîtîka Iraqê bi serê Kurdan da bû, lê nihe Ereban ew terazî bi alîyê xwe da giran kirine. Sozên berî hilweşîna Seddam yên li London û Waşîngtonê hatine dayîn, hatine ji bîr kirin, ku rêvebirên Kurd, hewce dibînin ku wan sozan bînin bîra „birayên xwe yên Ereb“! Dîsa gotineke pêşîyan heye; hisaba şaş ji Bexdayê dizivire. Vêca Bexda li binê guhê Kurdan bi xwe ye. Hetta Kurd li nîveka Bexdayê, di nav dil û mejîyê Bexdayê da ne. Belêm, divêt bête qebûl kirin ku hema her di midehê van deh mehên piştî 9ê Nîsana 2003ê were, rêvebirîya polîtîk ya Kurd, li meydana polîtîk ya Iraqê da, xwe bi xwe, xwe girêdane, xwe asê kirine, berpêyên xwe teng kirine. Wekî hazirîyên xwe yên sîstemî, qanûnî û bi giştî huqûqî ya Iraq û Kurdistanê, qet nebe demildest piştî hilweşîna rejima Seddam, kiriban û herweha nîveka mala xwe rêkûpêk û serûber kiriban, ji alîyê bîr û rehîya navxweyî û ya navneteweyî ve, çalakîyên milîtanî, dîplomasîyeke aktîv pêkînaban, hingê ne Ereban, ne cîranên bêbext, nejî Amerikayê nedikarîn li ber xwastek û pêşniyarên wan xwe hinde giran bikin, çep û lêhba bikin, anjî tixûbên xwastekan hinde kêm û teng bikin. Edetê Kurdan e. Her tiştî direng dihêlin, karûbarên xwe direng dikin, direng radibin, direng rûdinin. Di warê destkevtan da jî, zû xwe ji bîr ve dikin û herwisa di têkilî û alyansên xwe da jî hindî hûn bêjin naîv in. Naîvîya Kurdan hema di van bûyerên dawîyê yên li ser pirsa federasyonê da hate dîtin. Duserîya Kurdan, di hazir kirin û pêşniyar kirina sîstemê polîtîk û huqûqî da, dîsa di amade kirina çalakî û bîr û rehîya neteweyî û navneteweyî da, direng mayîna wan, bû binasê gelek asteng û giriftarîyan. Riberizên ku berî deh meha, di wan şertên gihiştî da bo Kurdan kar û qazancê bîne, evro reng guhorîne û adeta dest û pêyên Kurdan girêdidin. Ev negatîvîyên evro hatine pêş, hema di nişkê da derneketine pêşîya Kurdan. Rêvebirîyên polîtîk, bi şaşî û kêmasîyên xwe bûne dawetkarên van asteng û arêşeyan. Piştî deh mehan, rêvebirên Kurd ji nû ve hişyar bûne, çalakîyan organîze dikin, bi mexseda referandûmeke teyîdkara federasyonê, -ku heke referandûmeke azad bête kirin, xelkê Kurd dê sedased serxwebûnê bixwaze-, îmzayan didin kom kirin, bi hişkî bala cîranan dikêşin, soz û biryarên berî Seddam tînin bîra Ereban, dengê xwe beramberî Amerîkayê bilind dikin û gelek kiryarên dî... Belê, eve jî baş e, lê, divîyabû ku rêvebirên polîtîk, ji serî were di nav amadekarîyên bi vî rengî da ban, xelk û hêzên sivîl di nav ‚non stop aksiyon’ê da hişyar û jînde kiriban. Rê daba riberizeke azad û berwer ku di tenişta federasyonê da, alternatîvên wekî serxwebûn û konfederasyonê jî bi dengekî bilind hatiban axivtin. Lê belê, rêvebirîyên polîtîk yên Kurdistana Başûr, em nabêjin çu tişt ji van nekirin, belêm gelek bi rehetî em dikarin bêjin ku bahra pitir ji van nekirin. Her di serî da, polîtîken û îdarîyen xwe nekirin yêk. Anku xwe li ber hevrikên xwe hazir û amade nekirin. Gelek zû û bi lez û herweha tinê armanca federasyonê dane pêş. Xwe jî, xelk û bîr û rehîya giştî jî, tinê li ser vê armanc û pêşniyarê asê û kilîl kirin. Federasyon jî tarî û mijîn hêlan, nîveka wê bi kûrahî têr û tijî nekirin. Dokumenta ku li ser sîstemê federasyonê hazir kirî û wekî pêşniyarqanûn teklîf kirî, -ku ji alîyê sosyalpolîtîk, balansa sivîlpolîtîk, demokrasî û sekulerîyê ve, herçend hindek kêmasî hebin jî, relatîven çarçoveyeke pêşve bû- û pratîka wan ya li Kurdistanê tezateke ber bi çav bû! Û ev pêşniyara xwe li ber pêl û herikîna avê û li ber hêla ba û bagerê hêlan. Lewma jî riberizeke objektîv, berwer, têr û tijî li ser nehate kirin. Alîyên Ereb, şûna ku li ser biaxivin, riberizê bikin, refleksên negatîv û xweparêzî nîşan dan. Amerîkayê dîsa ve wekî hercar nîveka darî girt, xwe dûrî van axivtin û riberizan hêla. Polîtîka şerbetê domand. Federasyon qebûl kir, lê nîveka wê şêlû kir. Şûna ku guhê xwe bide nav Iraqê, guh û antênên xwe li ber „cîran“ê neyar, anku dewleta Tirkîyeyê, bi zêdehî ve vekir. Hasilî, di midehê van deh mehan da, rêvebirîyên polîtîk yên Kurdistana Başûr, gav û helwest û îradeya ku neteweyê Kurd li hêvîyê bû, nîşan nedan. Di warê xwastekên neteweyî da, axivtinên sloganî hatin kirin. Van axivtinan hissîyata neteweyî ya Kurdan gelek geş, dil û hinavên wan jî gelek rehet kir. Belêm di pratîkê da tiştê xuya dikir ne ev bû. Li vê derê em terazîya kîjan alîyê Kurd zêdetir „neteweyî“ axivt, kîjanî kêm got, nadanin. Hewceyî van termometre û barometreyên ku germ û tansîyona polîtîkerên Kurd bipîvin jî nîne. Fedakarî û xizmetên wan -ku bi destêxistina evro da ked û têkoşîna wan heye- biha kirin, bi pozîtîvî û objektîv sengandin cuda ye, lê şaşî û kêmasîyên wan destnîşan kirin û herweha li ser alternatîvan axivtin jî şert e. Di vê babetê da carna serê davê tête veresandin û an alîgirîyeke req û hişk, anjî dijberîyeke tahl û tîj tête kirin ku ev helweste ne xizmeta berjewendîyên neteweyî, nejî hevkarîya wan rêvebirên polîtîk dike. Balansa di vî warî da gelek giring e. Heke mexsed hevkarî ye, hingê divêt bi objektîvî bête hereket kirin, piştevanîya rastîya bête kirin, lê şaşî û kêmasî jî bêne gotin û bi vê jî nemînin, pêşniyarên alternatîv jî bikin. Gerçî divêt heqê rêvebirên polîtîk yên başûr neête xwarin; wan di vî demê nazik da, li ser vê prosesê nêrînên Kurdên parçeyên dî qet wernegirtin, tinê tiştek xwastin; „hevkarîya me bikin, lê dengê xwe nekin“!. Tercumeya vê helwesta wan ev bû: „hema sihê nekin, bes e!“. Digel vê pozisyona negatîv jî, wezîfeya Kurdên parçeyên dî, hem piştevanî kirine, hem jî bîr û bawerîyên xwe bi vekirî û zelalî gotine. Ji xwe Kurdên parçeyên dî jî, hindî ku tête zanîn, vê yêkê dikin. Helbet wekî ji parçeyên dî piştevanî têt, şaşî jî têne kirin. Hindek kes û grûbên polîtîk yên parçeyên dî, subjektîv hereket dikin û pratîkeke li goreyî nêrîn û meylên xwe yên rêxistinî derdêxin pêş, ku ev helwestên tengbîn xizmeta yêkkirina hêzên polîtîk û derêxistina îradeya neteweyî ya yêkbûyî li Kurdistana Başûr, nakin. Ji xwe ji bo hindek kes û rêxistinan, Kurdistana Başûr û meyilkanêya desthilatên polîtîk yên başûr, bûye ranteke ekonomîk û polîtîk. Eve jî nêrînek e, helwestek e û helbet herkes di şaşîkirinê da jî azad e, serbest e, belêm divêt eve jî bête gotin, ji ber ku xwudanên van nêrîn û helwestan xizmeta yêkîtîya neteweyî ya li başûr nakin, tam berevajî, konfilîkta di navbeyna bi taybetî du hêzên mezin û desthilatdar da, kûrtir dikin...

Model û statû
Di encam da, Kurdistana Başûr ji 1992ê heta 9ê Nîsana 2003ê, bi pişka mezin, piştî 9ê Nîsanê jî bi timamî rizgar bû. Kurdan, bi yêkgirtî nebe jî, xwe, xwe bi xwe îdare kirin. Di hilweşandina rejima Seddam û di dawîyê da jî di girtina Seddam bi xwe da jî, roleke giring û sereke leyistin. Evro di rêvebirîya giştî Iraqê da xwudan soz û biryar in. Lê belê, rastîyek jî heye ku di nav xwe da hêj jî ne yêk in. Lewma pêşniyara wan ya federalîyê ji alîyê wan ve paradoksekê derdêxe meydanê; gotin û pratîka wan hev nagire û eve ji çavan nareve! Ev zeafa wan keysekî nedîtî û mezin dide hevrikên wan ku xwe li beramberî pêşniyar û insiyatîfên Kurdan asê bikin, ku dikin jî. Kêmasîya herî mezin, armanc tinê bi federalîyê hate mînîmalîze kirin. Wekî serxwebûn û konfederalî têda, hemû çare û pêşniyar bi serbestî hatiban axivtin, riberiz li ser hatiba kirin, armanc di maksîmûm dereceyê da hatiba îlan kirin û paşê jî li ser konsensûseke neteweyî, modelê statûya polîtîk hatiba tesbît kirin, da encamgirtir ba. Serxwebûn xwastin û jîyana bi serê xwe heqê Kurdan e. Divêt eve bi israr hatiba gotin û divêt bête gotin. - Ji xwe model û statûyên wekî otonomî, federal û konfederalî, di jîyana neteweyên kolonî da çareyên konjonkturel in, armanca mezin serxwebûn e û divêt eve neête tarî kirin -. Lê heke di nav tixûbên Iraqê da li çareyekê dihate geryan, hingê di şertên heyî da, teklîf û projeya maqûl sîstemê konfederal bû, ji bo timamî Iraqê. Ji ber ku ji xwe Kurdan ji 1992ê heta 2003ê, mekanîzmayeke dewletî ava kirine. Di projeya Iraqa nû da, du xelkên avaker, wekî Kurd û Ereb têne bi nav kirin. Anku Iraqa nû dê li ser du stûna ava bibe. Stûna Kurd, bi xerceke saxlem hatîye darêhtin. Dimîne ya Ereb, ku ew jî herçend hilweşîyayî jî be, şûnwarekî dewletî heye ku dikarin entegreyî demê nû bikin. Ji du mekanîzmayên dewletî, dewleteke konfederal derdikeve, ku eve li Iraqê dikarî bibe. Tixûbên konfederalîyê nêzîktirî serbixwetîyê ne. Ji vî alî ve jî, hem polîtîken, hem jî li ber balansa destkevtan û konjonktura navneteweyî, çareserîya konfederalî rasttir bû. Lê mixabin ku rêvebirên polîtîk yên başûr ev vizyone nîşan nedan.
Li alîyê dî, di vî sîstemê konfederal da, Kurdistan jî da bi sîstemê federal hatiba organîze kirin, ku ji alîyê me Kurdan ve jî ya rast ev e. Kurdistana Başûr wekî ava dibe, divêt li ser xîmê sentralîzma klasîk ava nebe. Ev sîstemên sentralîst li sedsala bîsta man. Di vê sedsala bîst û yêkê da, êdî sîstemên dewletên pêşkevtî û modern li ser xîmê desentralîyê ji nû ve têne danan. Dewletên ji alîyê nufûsa etnîkî ve homojen jî, dest ji sîstemên sentralîst berdidin. Di vê dinyaya nû da, xelkên pêşkevtî êdî bi sîstemên desentralîst, demokratîk û sivîl têne îdare kirin. Êdî demê ku bi navê xelkê ”elîtek” hukûm bikin, bi dawî têt. Evro dewletên Iskandînavyayê li goreyî şertên civata xwe desentralîzasyonê bi sîstemekî xwumal û demokratîk, anku bi sîstemê ”amt”an, sîstemê şehridarîyên mezin, [sîstemê regîonal], pratîze dikin. Elmanya ji xwe îdarîyen federal e. Ispanya bi cografî û etnîkî ve herwisa. Kantonalîya Swîsê bi serê xwe modelekî orîjînal e. Federalîya Belçîkê gihiştîtire û nêzîkî konfederalîyê ye. Welatên dî yên Ewrûpa jî, bi otonom kirin û zêde kirina desthilata şehridarîyan, civatên xwe bi awayên demokratîk û sivîl di rê dibin. Ewrûpaya mezin jî ber bi konfederalîyê ve diçe. Lewma Kurdistan jî bi desthilatên sentralîst divêt neête îdare kirin. Kurdistana Başûr, hem polîtîken, hem jî demografîken divêt bi sîstemekî federal organîze bibe û rê nede sentralîzmê. Herwisa herçend nufûsa mezin û boş ya Kurda jî be, lê xelkên wekî Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Cihû, Tirkmen, Ereb jî dijîn, dîn û mezhebên wekî, musulman, file, êzidî, mûsewî, sunnî û şiî hene. Bajêrên wekî Mûsil û Kerkûkê yên pir etnîk û herweha rewşa gelek taybetî û orîjînal ya ”taxên zer û kesk”, yên Kurdistana Başûr, zemînê sîstemekî federal û demokratîk derdêxe meydanê. Bi taybetî li rojhilatanavîn, rêbirîna li ber tîranîzm, Seddamîzm û Baasîzmê, çare desentralîzasyoneke otonom, federal û konfederal e. Sîstem otonom, federal, konfederal jî be helbet dê hukumeteke sentral û organîzator hebe, lê sentralîst nabe û hukûmeta sentral dê desthilata xwe digel otorîteyên dî, yên navçeyî, anku regîonal, yên cografî, etnîkî bahrve bike, ku demokratîzm hakimî jîyana xelkê bibe. Ji ber van binasan, evro be subehî be, li Kurdistanê jî divêt sîstemên desentralîst, yên federal bêne danan. Kurdistan wekî federal hatiba organîze kirin, hingê pêyê sîstemê konfederal yê li Iraqê ava dibû. Binecih kirina normên demokrasîyê jî bi vî rengî mumkun dibe.
Belêm mixabin ku reelpolîtîk, konjonktur, hêz û şiyana navxweyî, balansa polîtîk û leşkerî û gelek elementên dî yên dîplomatîk, tixûbên pozisyona bazarê kivş dikin. Piştî hemû bazarên polîtîk Kurdan dikarî dîsa ve zemînekî hevpişk derêxin meydanê. Paşê, parastina mafên neteweyî di nav şert û imkanan da reng werdigirin. Şik têda nîne ku, mafê çarenivîsa Kurdên başûr, di destên wan bi xwe da ye. Biryara vê yêkê ew bi xwe dê bidin. Wan jî, digel ku li goreyî destkevta evro gaveke paşve ye, lê di konsensûseke neteweyî da çareya federalîyê pêkînane. Ji bo vê armancê pêşniyarên dokumantî kirine. Di rêvebirîya Iraqê da cih girtine û berxwedidin. Ji bo heta 2005ê salnameyeke ku karûbarên pratîk pêkbînin amade kirine û di rê dibin. Bi objektîvî divêt di rewşa wan jî bigihin ku, hêz û şiyana wan jî tixûbek heye. Ew jî di vê hercumercê da nikarin hema tinê xwastekên xwe bidin qebûl kirin û  bi cih kirin. Ew evro, di Iraqeke piştî Seddam da, bi serhişkîya Ereban, bi cîranîya bêbext ya Îran, Sûrîye û bi taybetî ya TCyê û canbazîya Amerîkîyan satrancê dileyizin. Eve sanahî nîne. Di nav tixûbên Iraqa nû da jî, azadî, maf û destkevtên xwe parastin, statûya xwe saxlem kirin, dîsa ve di devê hûtî da ye! Lewma divêt toleranseke maqûl bête nîşan dan. Kurdên parçeyên dî, dikarin rexne bikin, vê çarçove û projeya polîtîk şaş bibînin, eve jî mafê wan e. Tiştê hewce rêzgirtina beramberî hevdu ye. Madem Kurdên başûr dixwazin bi sîstemê federalî qedera xwe tayîn bikin, bila bikin. Belêm, mafê yên dijî vê çareserîyê derdikevin jî heye, ku rexne bikin. Lê belê, di pratîkê da, daku ev pêşniyara Kurdên başûr realîze bibe, bin bigire, divêt destek û hevkarîyeke xurt û aktîv jî bête dan. Rizgar û azadbûna parçeyekî Kurdistanê, ji bo paşeroja xelkê Kurd li parçeyên dî, anjî bo Kurdistana yêkbûyî, çeperekî xurt û saxlem e. Di serî da TC û cîranên dî, bi hemû hêz û taqeta xwe dixwazin vê destkevtê an xirab bikin, anjî qet nebe bi statûyeke herî kêm û biçûk, bi tixûb bikin ku ji bo parçeyên dî nebe model! Her ev polîtîka dagîrkeran bi tinê têra dike ku hemû Kurd li çaralî li ser başûr bilerizin, biparêzin û ava kirina Kurdistana Başûr saxlem û qaîm bikin. Digel hemû arêşe û ajawe derêxistin, têkvedan û gef û gurên TCyê, yên cîranên dî, bêdilîya Ereban û hetta ev bêserûberîya Kurdan bi xwe jî, di konjonktura evro ya rojhilatanavîn û cîhanê da dest nade ku ev destkevta Kurdan li başûr têkbiçe. Rastîyek heye ku Kurdistana Başûr her bi çi modelî û statûyê be, ji bo polîtîkayên Amerîka û hemû rojavayê yên nû, bingehekî bivê nevê hewce ye. Lewma TC hemû kartên xwe jî bi kar bîne, nikare vê destkevta Kurdan li başûr têkbibe. Hem koalisyona di pêşengîya Amerîkayê da, hem desthilata nû ya Iraqê, ku Kurd jî di nav da hevparên bi hêz in, li pêş cîhanê deklare kirine ku mafên Kurdan û statûya Kurdistanê, dê di Iraqa nû ya federal da bêne parastin. Kerkûk, Xaniqîn û Mûsil di nav da tixûbê cografî yê Kurdistana Başûr, anjî bi gotina Iraqîyan "Herêma Kurdistanê li bakura Iraqê" ji alîyê Kurdan ve xuya ye. Naveroka polîtîk û huqûqî ya federalîyê jî êdî dê di nav vê bazara polîtîk û dîplomatîk da kivş bibe. Kurd gelek bi mafdarî dixwazin tixûb û naveroka wê fireh bikin, Ereb dê bixwazin teng bikin, lê di ava kirina Iraqa nû ya federal da hem Amerîka, hem jî bi ihtimaleke mezin Yêkîtîya Neteweyan –UN, dê ji bo çareserîyê balansekê peyda bikin. Kurd di vê bazarê da, digel hemû kêm û kasîyên xwe, xwudan hêz û desthilat in, lewma dê bikarin digel partnerên xwe bazareke ji bo xelkê xwe bi fayde û qazanc, bikin û divêt jî bikin. Lewma rewş çend nazik, aloz, giriftar û têkilav jî be, hêvîyeke xurt heye ku Kurd êdî dê vê enîşkê bizivirin û serbikevin. Alternatîva Kurdan tinê serkevtin e, divêt serbikevin.

ROJAN HAZIM - Kanûna Paşîn [Çile-January] 2004