tirsdag den 26. januar 2016

Li ser Necmettin Buyukkaya - ROJAN HAZIM



Komîteya Bîrînana Şehîd Necmettîn Büyükkaya ji bo 25 salîya şehadeta wî, di 23ê Çileya 2009ê da, amadekarîyeke bîrînanî dike. Li goreyî vê programê pirtûkeke bîrînanî tête amade kirin. Ji bo vê pirtûkê sê pirs ji dostên Necmettîn hatine kirin. Ev daxwaz, wekî dostekî Necmettîn, ji min jî hate kirin. Bersivên min li jêr in. -RH

Pirs: 1- Bîrewerîyên we yên taybet digel Şehîd Necmettin de çi ne?

ROJAN HAZIM: 1. Min Necmettîn Buyukkaya giyaben ji “Doza DDKO”yê dizanî, ku 1969-1970ê serokatîya DDKOya Stanbolê kiribû. Belêm cara ewil min Necmettîn li sala 1975ê li Ankarayê dît. Ferît Uzun, [Ew û Necmettîn ji Sêwerekê, hemşehrîyê hev bûn.], em bi hev dan naskirin ku wê salê ji Swêdê vegeryabû. [Ferît, digel ku ji alîyê pozisyona îdeolojîk û politîk ya wî demî ve em dûrî hev jî bûn, (ew Pro-Çîn bû û di cudahîyên îdeolojîk û polîtîk yên di DDKDya Ankarayê da, li ber çavan nebe jî, rêberîya grûba “Kawa” wî dikir.), lê dostayetîyeke germ di navbeyna me da hebû. Ferît mirovekî tengbîn nebû û di nav polemîkên dijwar yên wî demî da jî ferq û cudahîya îdeolojîk û polîtîk bi rengekî negatîv sîrayetî têkilîyên sosyal nedikir. Ew jî îro di nav rêza şehîdên Kurdistanê da ye û 22yê vê mehê, -22 Çirîya Paşîn [Teşrîn-Mijdar-November] 2008-, (22 Çirîya Paşîn [Teşrîn-Mijdar-November] 1978), 30 salîya kuştina wî ye û ez vî dostê xwe yê hêja jî bi rêz û vîneke mezin bi bîr tînim.] Hingê me xwandekarên Kurd yên li zanîngehên Ankarayê komeleya bi navê “DDKD” [Devrimci Demokratik Kültür Derneği – Komeleya Şoreşgerî û Demokratîk ya Kulturî] damezrandibû. [DDKDya ku me cara ewil damezrandî, sala 1976ê ji teref DGMya (Dadgeha Ewlekarîya Dewletê) Ankarayê ve hate girtin. Paşê “PDK-Tyîyan” (T-KDP-KIP), DDKD li Diyarbekirê ava kirin û digel DDKDya Stanbolê di meydana polîtîk da bi navê vê komeleyê hatin nas kirin. –(DDKDya Izmîrê serekî cuda dikêşa.)- Anku ferqa DDKDya ewil ya li Ankarayê û DDKDyên dî heye. DDKD ewil car li Ankarayê vebû, yên Stanbol û Izmîrê paşê vebûn, lê piştî şêwra digel DDKDya Ankarayê ev nav wergirtin. Di nav wan da têkilîyên rêxistinî yên organîk yên bi rengê merkezî, federasyonî anjî otonomî nebûn, bi pozisyoneke serbixwe têkilî hebûn.]
Salên piştî faşîzma 12ê Adara 1971ê bûn. 74ê hukûmeta Bulent Ecevît [CHP – Partîya Xelkî ya Komarê] bi koalisyona digel Necmettin Erbakan [MSP – Partîya Selametê ya Millî] li ser kar bû. Efûya giştî derketibû û xebatên şoreşgerî û demokratîk wekî kulîlkan dibişkivîn li Tirkîye û Kurdistanê. Di wan şertan da, me refek xwandekarên Kurd yên li zanîngehên cuda yên Ankarayê ew komele vekiribû. Gava me di dawîya sala 1974ê da komele li Cebecîya Ankarayê, li muqabilî Fakûlteya Zanyarîyên Polîtîk [SBF] û Fakûlteya Huqûqê vekirî, baleke germ û bilind kêşabû, dengekî mezin vedabû. Ji xwandekarên zaningehan heta yên lîseyê ciwan dihatin komeleyê. Ciwanên Kurd yên ku di nav jîyana kar da jî ref ref dihatin, diçûn. Kurdên Ankarayê, biçûk mezin, jin mêr dihatin komeleyê. Welatparêzên Kurd yên ku ji Kurdistanê dihatin Ankarayê jî, di gava ewil da serek li komeleyê didan. Komeleya me bibû êwirgeha Kurdan li Ankarayê. Bawerîya ku em hemû xwandekar gihandibûn hev, Kurdbûyîn û Kurdistanîbûyîn bû, bi doza Kurdistanê ve girêdayîn bû.

Wî demî hêj grûbên îdeolojîk û polîtîk bi hemû rengên xwe ve zelal nebibûn. Ji 75ê pêve hêdî hêdî rengên grûbî derketin, xetên îdeolojîk û polîtîk ji hev ferq bûn. Riberizeke berfireh û kûr ya îdeolojîk û polîtîk hebû di navbeyna xwandekarên Kurd da. Komele bibû platformeke van riberizan. Kampa sosyalîzma cîhanî, Sovyetî û Çînî, tesîreke tayînker hebû li ser van riberizan. Herwisa fikira nasyonalîzma Kurdî jî dihate riberiz kirin. Piştî têkçûna “Şoreşa Kurdistana Başûr” ya piştî “Peymana Bêyûm ya Cezayîrê ya 6ê Adara 1975ê”, ji xeta polîtîk ya “PDK-Iraq”ê dûrketineke ber bi çav hebû. Fikira çepîtîyê, ya “Antî-Emperyalîst”, “Antî- Emperyalîzma Amerîka” û sosyalîzmê xurt bû di nav xwandekar û endamên komeleyê da. Riberiza di navbeyna sosyalîstî û nasyonalîstîye da herdiçû zêdetir dibû. Rêz bi bayê bezê ji hev cuda dibûn. Di nav wan riberizan da herkesê rêza xwe kivş dikir. “Bêterefî” nemabû. Pro-Sovyetî, Pro-Çînî û Nasyonalîzma Kurdî sê xetên sereke bûn di nav Kurdan da. Pro-Sovyetî di wan şertên cîhanê yên “Şerê Sar” da li pêştir û bi hêztir bû, belêm xeta Pro-Çînî [Maoîstî], -ku wan “Yêkîtîya Sovyetan” wekî “Sosyal Emperyalîst” bi nav dikirin-, li goreyî xetên dî zeîf bû. Tandansa “Ne Sovyet, ne Çîn” jî hebû lê lawaz bû. Xeta Nasyonalîzma Kurdî bi hemû nuansên xwe ve û tandansa “Ne Sovyet, Ne Çîn” jî, di hindek waran da, nêzîktirî hev bûn. Di nav van riberizên dijwar da kadroyên ku piştî 12ê Adara 1971ê derketîye derveyî welat û yên ku piştî efûya 74ê ji hefsê derketî jî bûne terefekî van riberizan. Kadroyên ji derveyî welat hatî û yên ji hefsê derketî roleke pêşeng dileyistin di van riberizan da û digel kadroyên demê nû grûb hatin danan, kovar hatin derêxistin. Sala 1975ê sala herî xurt û dijwar ya van riberizan bû. Trafîka li ser DDKDya Ankarayê zêde bibû. Hemû kadroyên me behs kirî, bi gotineke amîyane, çingalê xwe avêtibûn DDKDya Ankarayê ku bo xwe dorberekê çêkin, tesîrekê li ser bikin. [Di destpêka avakirina DDKDya Ankarayê da, tesîra dorberê ku paşê kovara Rizgarî derêxistin zêdetir bû.] Wî demî DDKDya Ankarayê bi mîsyonekî pêşeng û merkezî dihate dîtin û di pratîkê da jî wisa bû û ji ber vê yêkê jî bibû cihê semîner û riberizên îdeolojîk û polîtîk. Necmettîn jî yêk ji wan kesan bû ku dixwast di DDKDya Ankarayê da ji bo xeta xwe, dorberekê çêbike. [Piranî wekî “Neco” ji wî dihate behs kirin]. Necmettîn ji tradisyona Dr. Şivan [T-KDP/PDK-T] bû û bo wê xetê dixebitî ku paşê bûne KIP [Kurdistan Işçi Partisi – Partîya Karkerên Kurdistanê (Ne PKKya îro)]. Necmettîn mirovekî gelek bi hereket bû, digerîya, lewma têkilîyên xwe zêdetir ji ser DDKDya Stanbolê ra didomandin. Di wan şertan da me hevdu dît, lê rêyên me yên polîtîk, gelek kûr nebe jî, [Ew jî di nav kategorîya Pro-Sovyet da bû], axir dûrî hev bûn. Rêya wî kivş bû, bo tradisyona Dr. Şivan [T-KDP] dixebitî, em jî li ser xeta Pro-Sovyet li dor kovara “Özgürlük Yolu” [Rêya Azadî] kom bûn, ku piştî girtina DDKDya Ankarayê [1976], li zivistana 1977ê me li Ankarayê DHKD [Devrimci Halk Kültür Derneği – Komeleya Şoreşgerî ya Xelkî ya Kulturî] vekir.
Necmettîn di suhbet û axivtinan da mirovekî bi sebir bû, lê herwisa jî dihate his kirin ku bi rik jî bû. Ji bo qanikirinê î bi israr bû. Lê çu cara yê li hember xwe nediêşand, nedişkand, kubarî û nazikîya xwe ji dest bernedida û ya herî giring jî piştî hind riberizan jî xwe sil nedikir, nedixeyidî, têkilîyên xwe yên sosyal di eynî germahîyê da didomandin. Necmettîn di pirsa kampên îdeolojîk da, xwe wekî sosyalîst-komûnîst [bi jargona wî demî, “Marksîst-Lenînîst”] bi nav dikir, ev îdeolojî bi aktîvî diparast û armanca wî jî organîzekirina rêxistineke “Marksîst-Lenînîst” bû. Lê bi taybetî salên 77-82ê ku têkilîyên wî yên pratîk bi giranî digel YNKyê [Yêkîtîya Niştimanî ya Kurdistanê] û Mam Celal bûn, lewma jî ji alîyê îdeolojîk ve gelekî asê nebû, hetta mirov dikare bêje ku Necmettîn li ser pirsa Kurd û Kurdistanê, di cephegirîya li meydana neteweyî û navneteweyî da “reel polîtîk” jî dihizirî û ji ber hindê pragmatîstekî pozîtîv jî bû. Gerçî ­teorîken meyla wî zêdetir li ser “Bloka Sovyetê” bû, [ku wî demî “Sîstemê Sosyalîzmê yê di pêşengîya Yêkîtîya Sovyetan da” dihate gotin], belêm di pratîkê da, di navbeyna kampên îdeolojîk da xeta “berjewendîyên Kurd” li ber çavan digirt û bi vê reftara xwe ve jî nezîkî tandansa “Ne Sovyet, Ne Çîn” jî bû. Kurdistanî bû, lê li hember nasyonalîzma klasîk û tradisyonel ya Kurd jî bi mesafe bû. Heta cuntaya faşîst ya Îlona 1980ê, çend caran li Diyarbekir, Hekarî, Wan û Ankarayê jî em rastî hev hatin. Hevdîtin û rasthatinên me di hewayekî germ û dostane da diborîn. Piştî ku wî rêya xwe ji hevalên xwe yên KIPê cuda kirî [1977], trafîka hevdîtinan zêdetir bibû. Di payîza 1978ê da li Sêwerekê digel Ezîz Bayram li mala babê wî em bûne mêhvanê wî. Di nav hewşekê da xanîyekî mutevazi û adetî yê Sêwerekê bû. Di nîveka dergehê mezin da derokekî biçûk hebû û hewcehîyeke mezin neba dergehê mezin venedikirin, ji wî derokê biçûk hatûçûya hewşa malê dikirin. Necmettîn jî bi wê bejn û bala xwe ya bilind û bişêl xwe diçemand û ji wî derokî hatûçûya hewşê dikir. Me mêhvandarîyeke gelek germ dîtibû ji Necmettîn û hemû malbata wî. Hingê gelek aktîv destek dida YNKyê. Li mala babê wî digel gelek mêhvanên YNKyî jî suhbetên me çêbûn. Di wî demî da sefereke me ya bi hev ra çêbû bo “binxetê” [Bo başûrarojavaya Kurdistanê, ya Sûrîyeyê, “binxet” dihate gotin.]. Kontakên Necmettîn gelek û xurt bûn. Em bi hev ra ji ser gundekî Ceylanpinarê [Serê Kanîyê ya serxetê] derbazî jêr bûn û çûne Serê Kanîyê ya binxetê. Wekî em ji “tixûb” derbaz dibûn, Necmettîn gelekî pê sivik bû, di zevîya mayînan da şubî xezalekê dipeyikî. Direngî şevê em gihiştin gundekê ku qonaxa ewil bû û li mala dostekî “Kak Selah” bûne mêhvan. Roja dî spêdê zû qonaxa me bû mala Xale Remo [Necmettîn “Ap Rem” digotê, lê “Yêkîtîyan” “Xale Remo” digotinê] û Husênê Sêwerekî li Serê Kanîyê ya “binxetê”. Ew li “binxetê” û di nav “Yêkîtîyan da “Kak Selah” bû. Di wê seferê da me Salar, yêk ji berpirsiyarên YNKyê bû [Herwisa ji rêvebirîya “Komele”yê jî bû] û Dr. Kemal Xoşnav dîtin. Paşê jî ew bi Salar ra ma, ez û Dr. Kemal Xoşnav bi cîba [Jeep] Kak Behzatê YNKyî çûne Qamişlo û ez bûme mêhvanê Dr. Kemal Xoşnav. Dr. Kemal berpirsiyarê YNKyê bû li Qamişlo. Cigerxwûn û Hemîd Derwêş digel çend hevalên xwe bo seradanî û pîrozkirina cejna musulmanan “Cejna Gorîyê” hatin mala Dr. Kemal. Întervuya digel Cigerxwûn jî min hingê di mala Dr. Kemal Xoşnav da kir bo “Roja Welat” ku di hejmara 12ê ya Kanûna [15ê Çileyê Pêşîn] 1978ê da bi îmzaya “Z. Elkî” hate weşandin. Kak Emer [Mustefa] Debabe, xwarzayê wî Lawa ku şofêrîya wî jî dikir, Mela Nasûh, Dr. Fuat Masûm, Adil Mûrad, Kak Şemal, du kurên Elî Eskerî Şoreş û Şalaw [Kak Şemal, Mela Nasûh û Emer Debabe, rojekê em li mala Elî Eskerî bo şîvê mêhvan kirin, du xanimên Elî Eskerî xwarinên gelek xweş çêkiribûn ku ji nav wan xwarinan bo me ya herî balkêş “Kifteyê Silêmanîye” bûn ku ji pirteqalekê (Appelsin) mezintir bûn.] û gelek kadroyên YNKyê jî li Şamê me dîtin hingê. Çend carên dî jî rêya me digel Necmettîn bi  “binxet”ê ket. Di van seferan da xortekî jîr û hişyar, Serdar jî digel Necmettîn bû ku Necmettîn bawerîyeke mezin pê diîna. Serdar pismamê Necmettîn bû û di wî jîyê xwe yê xortînîyê da adeta milê rastê yê Necmettîn bû di van “seyr û sefer”an da û ji bo dostên Necmettîn jî di dereceya herî bilind da î rêzgir bû. Necmettîn di van reng têkilîyan da heta hûn bêjin hevkar bû, piştevanî dikir, destek dida. Têkilîyên xwe tinê bo xwe nevedişartin, îmkanên xwe digel hemû welatparêzên Kurd parve dikirin. Di 79ê da piştî ku Riza Şah ket û Ayetullah Xumeynî hate Îranê, di trafîka Mahabadê da jî rasthatineke me çêbû. Herî dawîyê me piştî cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê li Şamê hev dît. 1982ê berî ku vegere welat çend cara hevdîtina me pêkhat. Gava biryara xwe dayî ku vegere jî, li mala xwe em gazî xwarinê kirin. Digel Mamosta Xelîl Xetîb [Xelîl Xoce] diman. Cihên me nêzîkî hev bûn li Şamê. Mêhvanekî wî jî hebû, “Sendîkacî Zekî”, Kurdê Agirîyê bû, Necmettîn ew dê rêkiriba Ewrûpayê. Heta direngî şevê axivtin û suhbeta me li ser rewşa welat bû û li bersiva pirsa “bi hev ra em dikarin çi bikin?” digerîyan. “Çiğ Köfte”yeke bi tam û lezzet bo me çêkir. Gotina me ya wê şevê bo Necmettîn “lezê neke bo vegerê, sebir bike, em dikarin bi hev ra li zemînê bi hev ra xebatê bigerin” bû. Lê Necmettîn biryara xwe dabû. Vegerîya û mixabin hate girtin [Nîsana 1982ê] û di berxwedana mezin ya “Hefsa Diyarbekirê” da [23 Çile 1984] şehît ket.

Pirs: 2- Hûn keseyatî ya Şehîd Necmettin wek meriv û dostekî çawa dinirxînin (dibînin)?

ROJAN HAZIM: 2. Necmettîn bi gotineke kurt û sade, mirovekî baş, camêr, paqij, têkoşer û fedakar bû. Necmettîn Kurd û Kurdistanîyekî xas bû. Ji doza Kurd û Kurdistanê pêve rojeveke wî nebû. Wî timamî jîyana xwe li ser vê armancê organîze kiribû. Ew “şoreşgerekî profesyonel” bû. Timamî kar û xebat û lêgerînên wî li ser vê bîr û bawerîya wî bûn. Mirovekî zana û têgihiştî bû, belêm zêdetir jî “pratîkal” bû. Di têkilîyên xwe yên dostayetî da jî bi yêk gotinê î durust bû. Xwe ji hevkarîyê qet dûr nedikir. Çi îmkan heban didan xizmeta xebata şoreşgerî û mirovên şoreşger. Piştî cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê, derketina dehan welatparêzan bo “binxet”ê, bi hevkarî û desteka wî bûye. Hetta berî cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê jî têkoşerên Kurd derbazî “binxete” kirin, ku yêk ji wan jî [1977ê] Mehmed Uzun bû. Necmettîn, di vê hevkarî û destekê da çu cara nekete “egoîzma polîtîk”. Derê xwe bo çu rêxistin û kesên şoreşger negirt. Kê derîyê wî qutaba, vedikir û çi jê hatiba dikir. Necmettîn “dost” bû, dostekî bi kalîte bû û mirovê rojên teng bû. Ew diçû hawara hemû şoreşgeran. Necmettîn ji vî alî ve nimûne bû.

Pirs: 3- Hûn rola (dewra) Şehîd Necmettin di nav tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de çawa dinirxînin (dibînin)?

ROJAN HAZIM: 3. Şehîtbûna Necmettîn ji bo bizava neteweyî ya xelkê Kurd berzebûneke mezin bû. Necmettîn bi pozisyona xwe ve, zanîn û têgihiştina xwe ve, bi pratîka xwe ve kadroyekî bijare yê doza Kurdistanê bû. Wesfên lîderîyê hebûn û şexsîyetekî balkêş û karîzmatîk bû. Di salên 75 heta 82ê da bi enerjîyeke mezin destek da “Şoreşa Başûr”. Gerçî bi giranahî angajeyî xeta YNKyê bû, lê şertên wan salan, karekterîstîka têkilîyên wî demî bi wî rengî bûn. Wî demî “baskanê” hebû. Hindekan jî destek didan PDKyê. Lê ji alîyê objektîv ve armanca hemûyan hevkarî û piştevanîya ji bo “Şoreşa Kurdistana Başûr” bû. Necmettîn di çarçoveya têkoşîna parçeyên Kurdistanê da, bi manaya şoreşgerê Kurdistanî, “Şoreşgerekî Internasyonalîst” bû. Di wan salan da şerê çekdarî li başûr hebû û li goreyî analîza xwe, başûr di şerê dijî kolonyalîstan da, di têkoşîna dijî rejima Seddam da xeleka zeîf didît û lewma jî destek didayê. “Şoreşa başûr” di ajandaya wî da li serê rojevê bû. Herwisa di berxwedana xelkê Kurd ya dijî rejima Xumeynî ya li 79ê destpêkirî da jî, piştevanîya şerê çekdarî yê li “Rojhilat” jî dikir. Bawerîya Necmettîn ji bo bakur jî bi şerê çekdarî hebû. Bi vê armancê xebata wî ya organîzebûnê jî hebû.
Di encam da Necmettîn, neteweyî difikirî, îdeala wî “Kurdistana Mezin” bû û ji ber hindê jî xwe bi “parçeyekê” ve girênedida, seranserî dihizirî û şoreşgerê Kurdistanê bû û li kî derê bizavek heba hevkarîya xwe digihandê. Necmettîn îro fizîken jîyaba, ji bo “Yêkîtîya Neteweyî” dê roleke gelek pozîtîv û çêker leyistiba, ku bîr û hizirên wî yên ji bo “Yêkîtîya Neteweyî” îro jî jînde ne û rênîşan in. Bizava rizgarîxwaz ya Kurdistanê mirovekî bi cesaret û netirs, şoreşgerekî têkoşer, kadroyekî bijare û lîder berze kir ku cihê wî îro vala ye û tijî nabe. Ji nêrîn û pratîka wî ya wan salên ku me hev naskirî, ez gelek rehet îro dikarim bêjim ku Necmettîn îro î sax ba, me dê mil bi milê hev ji bo “Yêkîtîya Neteweyî” xebat kiriba. Necmettîn ev reftara xwe ya “Her tişt bo yêkîtîya neteweyî” di “Hefsa Diyarbekirê” da jî nîşan da. Wî bi zanahî terefê berxwedanê, terefê têkoşînê hilbijart. Wî terefê teslîmîyetê red kir. Wî serê xwe yê ezîz di vê rêyê da li “Hefsa Diyarbekirê” da. Necmettîn xwe bi pratîka xwe nemir kir. Gelek kesan di wan deman da xwe ji xeta berxwedanê dûr kirin. Lê wî ew nekir, serê xwe şor nekir û bi serbilindî canê xwe fedayî doza mezin, doza Kurd û Kurdistanê kir. Kurd û Kurdistan divêt Necmettîn û Necmettînan ji bîr neke û nake jî. Ez dostê xwe yê hêja Necmettîn, anku Kak Selah, bi rêz û vîneke mezin û kûr û ji dil bi bîr tînim.

ROJAN HAZIM
10 Çirîya Paşîn [Teşrîn-Mijdar] / [November] 2008

**

Rêzdar  Rojan Hazim
Paş silavên germ û dawa xweşî û serketina we.
Komîteya amadekirina rê û resmên bîrewerî ya 25-salîya Şehid Necmettin Büyükkaya, ko li Swedê dest bi karê xwe kirî ye, wê pir şad û bextewer be eger cenabê we karibin di rê û resmên bîrewerî de ko wê li Swêd, Tirkiye û Kurdistana Îraqê bêne kirin de beşdar bin.
Ew jî bı rêya hevpeyîvînekî vîdeo (2-3 deqîqe) û nivîsandina 3-4 rûpelan bi kurdî li ser pirsên jêr ko wê di roja bîrewerî de (23/1-2009) di kitêbekê de bê belav kirin.



Em hêvîdar in ko bersîvên we heta 15-30/11-2008 amade be û bikeve ber destê me.
Pirsiyar ev in:
1-Bîrewerîyên we yên taybet digel Şehîd Necmettin de çi ne?
2-Hûn keseyatî ya Şehîd Necmettin wek meriv û dostekî çawa dinirxînin (dibînin)?
3- Hûn rola (dewra) Şehîd Necmettin di nav tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de çawa dinirxînin (dibînin)?
Şehid Necmettin Büyükkaya têkoşerekî bi nav û deng û rêzdarî hemû perçeyên Kurdistanê bû,  lewre em pêwist dizanin ko rê û resmên bîrewerî ya 25 salîya wî bi rengekî niştimanî û ji bo têkoşîn û xebata wî merasîmên laiq bên çêkirin
Ji ber wê, em pir bi rêz û hurmet bangî we dikin û reca ji we dikin ko hûn ê amade bin û karibin di van rê û resman de cihê xwe bibînin.
Rê û resmên bîrewerî yê wê wek li jêr e;
23/1/2009 li Sêweregê – Goristana bajêr
24/1-2009 li Stockholmê – ABF Huset
31/1/2009 li Diyarbekirê
9/2/2009 li Kurdistana Iraqê

Zanyarî yên din wê dûvre bêne belav kirin.
Her serfîraz bin û digel rêzekî bêsinor

Ji dêvla Komîteya Amadekar
Birayê we yê dilsoz
Umer Şêxmûs (Omar Sheikhmous)
Sten Bergmans Väg, 59
121 46 Johanneshov – Sweden

E-mail: omar.sheikhmous@bredband.net
Yan: omsheikh@gmail.com
Tel. Mob. +46-76-7651 652

Herwiha:
1-     Abdul-Razzaq Mirza: razaq96@hotmail.com
2-     Keya Izol: keya_izol@bredband.net
3-     Nemrud Buyukkaya: nemrudb@gmail.com
4-     Pasa Uzun: pasa.uzun@hotmail.com
Stockholm, 7/10-2008                           



Not:
Serkanî: Malpera www.xweza.com