tirsdag den 24. december 2019

Li ser çil salîya şehadeta Mam TAHAyî - ROJAN HAZIM



Mam TAHA



Çil sal...

Ne kêm e...

Ne sanahî ye...

Tam çil salên dirêj...

Em nabêjin te em bi tinê hêlan...

Em nabêjin me tu ji bîr kirî...

Em bi tinê neman...

Tu qet û qet nehatîye ji bîr kirin...

Tu hergav î jînde bûy di dilê me da, di jîyana me da...

Tu bi hemû hebûna xwe ve li ber serê me bûy...

Me tu herdaîm hem bi xem, kul û keser, hem jî bi ken, girnijîn û keyfxweşî bi bîr înay...

Me behsê suhbeta te kir...

Me behsê stranên te kir...

Me behsê yarîyên te kir...

Me behsê keyf û şahîya te kir...

Me behsê rehm, şewqet û dilovanîya te kir...

Me behsê hezkirina te kir...

Me behsê rêz û siyaneta te kir...

Nihe sê nevîyên te hene û daîm behsê te bo wan tête kirin...

Ew bi hesreta te mezin dibin...

Ew gelek hej te dikin...

Hejmara nevîyên te bi sêyan namîne, dê zêde bin...

Anku hejmara hezkirîyên te dê mezintir be...

Ne çil, hizar û çil sal jî ji ser koça te biborin dîsa ve tu dê di bîra nevî û nevîçirkên xwe da bî...

Tu gula dilê me yî...

Tu sebra hiş û bîrên me yî...

Tu keyf û şahîya me yî...

Girnijîna di dêm û rû û çavên te da me bi xwe ve girêdide...

Bîrînana te êdî li nik me ne xem e, ne şîn û behî ye...

Em te bi hemû xêr û xweşîyan bi bîr tînin...

Em te bi keyf û yarîyan bi bîr tînin...

Em te bi qencî û başîya bi bîr tînin...

Em te bi hezkirinên kûr û bilind bi bîr tînin...

Tu di seraya dilê me da li cihê herî sade, temîz, saxlem û bihadar da yî...

Tu jî nihe di nav koma stêran da yî li esmanê Kurdistanê û dibiriqî...

Silava germ bo te mamê me, birayê me, babê me, bapîrê me, hêjayê me...

Hizar silav...                     

Em maç û ramûsaneke gelek mezin bo te rêdikin...



RH - 24.12. 2019