lørdag den 14. december 2019

Agehdarîyeke giring li ser pirtûka RÊYA JÎYANÊ - ROJAN HAZIM



Dr. Hesen Şetevî, bîrewerîyên xwe nivîsîn û bi Farsî û Kurdîya Soranî wekî pirtûk dane çap kirin. 2014ê jî tika ji min kir ku ez pirtûka wî bi Kurmancî amade bikim. Min jî ji ber huqûqê hevaltî û dostayetîyê bêyî bedelekî maddî daxwaza wî qebûl kir û hema bêjin salekê li ser xebitîm. Tinê min tikayek jê kir ku pirtûkê her li kî derê bide weşandin jî li ser xebata min sadiq bimînin û bêyî guhorîn bidene çap kirin. Dr. Şetevî soz da ku ew dê herwekî min daxwaz kirî pirtûkê bide çap kirin. Çi bikin, soza ku heval û dostekî çendîn sala bide mirov bawer dike. Bi her hal, Dr. Şetevî çû nik Kendal Nezan, serokê Instituta Kurdî ya Parîsê û jê daxwaz kir ku pirtûka wî çap bikin. Kendal Nezan jî soz da wî ku pirtûkê çap bikin. Ji ber endîşeyên min yên ji tecrubeya weşangerîya Kurdî min tika ji Dr. Şetevî kir ku em bi hev ra nameyekê bo Kendal Nezan binivîsin ku sadiqî xebata me bimînin û herwekî me rêkirî çap bikin û bi çu rengî destkarîyan li pirtûkê nekin. Dr. Şetevî qebûl kir û nameya ku min nivîsî digel min îmza kir û min name û dokumentên pirtûkê yên bi formatên doc û pdf bo amozaya Dr. Hesen Şetevî Suheyla Qasimlo xanimê rêkirin û wê jî bi dest teslîmî Kendal Nezan kirin.

Axir ji ser teslîmata pirtûkê gelek wext derbaz bû û em li hêvîyê bûn ku pirtûk çap bibe. Nihayet Dr. Şetevî 14ê vê mehê (Kanûna Pêşîn 2019) telefon kir û got ku pirtûk hatîye çap kirin lê mixabin Kendal Nezan û Instituta Kurdî ya Parisê li ser soza xwe nemane û pirtûk wekî hatîye xwastin nehatîye çap kirin û gelek xeletî lê hatine kirin... Herweha acizîyeta xwe îfade kir û ji vê reftara Kendal Nezan û Instituya Kurdî ya Parisê nerehetî û nerazîbûna xwe dubare kir.

Ez jî wekî amadekarê kurmancîya pirtûkê gelekî nerehet û aciz im ji vê reftara Kendal Nezan û Instituya Kurdî ya Parîsê. Min û Dr. Hesen Şetevî nameyeke gelek kubarane jî bo Kendal Nezanî nivîsîbû û tika jê kiribû ku li orîjînala pirtûkê sadiq bimînin û herwekî me rêkirî çap bikin. [Nameya ku me bo Kendal Nezanî rêkirî, bi formata pdf di https://xwezabawer.blogspot.com/ û

http://www.institutakurdi.org/ da ye.]

Li goreyî gotina Dr. Şetevî Kendal Nezanî soz dabû ku destkarîyê li pirtûkê nakin.

Bi telefona Dr. Şetevî em haydar bûn ku Kendal Nezan û Instituta Kurdî ya Parisê li ser soza xwe nemane û pirtûk li goreyî xwe guhorîne û bi Weşanxaneya Avesta ya li Stanbolê dayîne çap kirin.

Ev reftara wan berî hertiştî etîk nîne. Nihe em çi bêjin? Kendal Nezan serokê Instituta Kurdî ya Parîsê ye û kesekî nasyar e li nav civata Kurdistanê. Instituta Kurdî ya Parîsê herwisa... Heqîqet em çi bêjin? Ji alîyê etîk ve, ji alîyê wijdanî ve, ji alîyê adilbûyînê ve çi bêjin? Kendal Nezan û Instîtuta Kurdî ya Parisê vê reftara xwe dê bi kîjan norman îzah bikin em mereq dikin? Ev pratîka wan ya ji normên pozîtîv dûr hemû sifetên negatîv heq dike!

Em mecbûr in bêjin ku ev tiştê wan kirî eyb û şermeke  mezin e. Kendal Nezan gelo empatîyê bike dê çi bêje? [Helbet Weşanxaneya Avesta jî ji vê qusûrê mesûl e, ew jî şirîkê vê reftara nemaqûl ya Kendal Nezan û Instituta Kurdî ya Parisê ne.]

Ma êdî çi bêjin? Em teessufê li wan dikin...

Bila keda me li wan heram be.

Heta ku em pirtûkê li goreyî ku me amade kirî çap dikin, bi formata pdf li vê blog û malperê bi cih dikin:

https://xwezabawer.blogspot.com/

http://www.institutakurdi.org/



ROJAN HAZIM

14 Kanûna Pêşîn (December) 2019



RÊYA JÎYANÊ - Dr. Hesen Şetevî - Amadekar: ROJAN HAZIM

Pirtûk bi formata pdf li milê rastê li bin meha "december 2019" di arşîvê da ye.