mandag den 21. januar 2019

Pêlavkên Lastîk, Zoşçenko - Tercume: ROJAN HAZIM




Wergêra nû ya Pêlavkên Lastîk ya Zoşçenko-ROJAN HAZIM

Serborîya wergêra vê çîroka Zoşçenko "Pêlavkên Lastîk" digihe salên 70yî. Salên 1977-78ê me li Ankarayê rojnemaya ROJA WELAT diweşand. Di wî demî da dengekî gur bû di warê weşangerîya Kurdî da û herwisa jî hingaveke bi cisaret bû. [Roja Welat, ji alîyê PSK-T, Partîya Sosyalîst ya Kurdistanê-Tirkîye ve dihate weşandin. 1985ê em ji wê partîyê cuda bûn. Paşê jî wê partîyê navê xwe kire PSK, Partîya Sosyalîst ya Kurdistanê.]
Min ev çîrok ji pirtûka "Lastik Pabuçlar, Zoşçenko, tercume: Ataol Behramoğlu, weşanên Cem" wergirtibû û kiribû Kurdîya Kurmancî.
Wî demî ev tercume bêyî navê wergêrî hate çap kirin. Hingê ji ber karên kolektîv yên polîtîk û rêxistinî keda kesan nedihate bi nav kirin. Edetekî wisa hebû bi giştî wî demî, lê belê bi çavê îro em lê binêrin bi rastî jî edetekî gelek xirab û negatîv bû û esasen biha nedana keda kesînî bû. Mixabin di îdealîzma hingê da ew tarz kolektîvîzmeke negatîv hebû.
Di wan salan da em nû fêrî xwandin û nivîsîna Kurdî-Kurmancî dibûn û materyalên fêrbûnê jî gelek kêm bûn. Piçek di nav kar û xebata rêxistinîya polîtîk û xebatên weşangerîya polîtîk û piçek jî bi ked û renca xwe em fêr bûn, anku me xwe bi xwe xwe gihand. Hingê materyalên ji nav Kurdên Ermenistana Sovyetî dihatin tesîr li nivîsîna me dikir. Em fêrî alfabeya Kirîlî bibûn û me çi nivîsên ji wî alî ve diketin destê me vediguhastine Kurmancîya Latînî. Bi vê kar û xebat û fêrbûna xwe bi xweyî ev encam jê derdiket.
Piştî salan gava min berê xwe da arşîva xwe ev çîrok bi ber çavê min ket û dubare min xwand. Xuya bû ku bi çavê îro Kurdîya wî demî ye lawaz bû, kêm û kasî û hetta hindek xeletî jî tê da hebûn.
Zanîna me ya li ser zimanî ya wî demî û ya nihe helbet ji hev cuda ye ku di vê wergêrê da jî tête dîtin. Bi her hal, ew jî kedek bû di wan salan da û bihadar bû û herweha di wî demî da ji bo danasîn, fêrbûn, xwandin û nivîsîna Kurdî tesîreke baş dikir.
Digel vê rastîyê, min xwast ji serî pê ve çîrokê serast bikimeve û bi dereceya zanîna îro ya li ser zimanê Kurdî careke dî tercumeyê redakte bikim û biweşînim.
Li jêr hûn dê wergêra nû bibînin. Belêm kopîya wî demî jî herwekî xwe bi rûperê orîjînal ve didim ku xwandevan heke bixwazin beramberî hev jî biken.

ROJAN HAZIM, Kanûna Paşîn 2019


Pêlavkên Lastîk

Zoşçenko (*)

Tercume: ROJAN HAZIM

Weşan: Roja Welat, hj. 11, 9 Çirîya Paşîn (November) 1978, Ankara



Di zarokatîya xwe da min gelek ji befirşirê hez dikir. Ya rastî, nihe jî jê hez dikim. Lê belê, her çi be hezkirina min ya wî wextî tiştekî cuda bû.

Befirşîrfiroş, bi erebeya xwe derbaznebûyîba ji kolanê, dilê min wisa diçûyê ku qet nebe min gumtilek (vafilek-kumikek-serikek-kevçikek) jê xwariba, êdî serê min dizivirî.

Xwûşka min Lelya jî di vê çendê da ji min kêm nedima. Me xiyal dikir ku gava em mezin bûn em dê bişên (bikarin) têra xwe befirşîrê bixwin.

Wî wextî me gelek kêm befirşîr dixwar. Dayîka me destûr nedida ku em zêde bixwin. Çiku ew ditirsa ku em bicemidin û nisax bin. Lewma, wê pare nedida me ku em befirşîrê bikirin.

Rojekê ez û Lelya li nav baxçeyê xanîyê me digerîyan. Lelyayê  di nav darçilûyan da pêlavkeke lastîk dît. Ew tiştekî balkêş û entîke nebû, herwisa pêlavkeke ji lastîkê bû. Hem jî gelek kevin û diryayî bû. Ji ber kevinatîya wê, dîyar e yêkê avêtîbû wê derê.

Lelyayê, her ji bo keyfê, pêlavka lastîk bi serê darekê ve kir. Hem li nav baxçeyî digerîya, hem jî pêlavka bi serê darê ve li ser serê xwe dizivirand.

Tam di wî demî da me bihîst ku kevinkir ji kolanê derbaz dibe.

- Şuşeyên xalî dikirim!.. Kavanozan dikirim!.. Kevnecilan dikirim!..

Kevinkirî, gava pêlavka lastîk ya bi serê dara Lalyayê ve dît, bang lê kir:

- Hê biçûkê, wê pêlavka lastîk dê bifroşîye min?

Lelyayê wisa hizir kir ku kevinkir gelteya (tiraneya - yarîya) pê dike û bersiv dayê:

- Ez dê bifiroşim boçi nefiroşim. Belêm ji sed lîreyan kêmtir nadim.

Kevinkir kenî û got:

- Noo, nihe eve nebû. Sed lîre ji bo vê pêlavka lastîk gelek zêde ye. Lê belê, heke tu bixwazî, ez dê bi du lîreyan ji te bikirim. Bi vî rengî jî, em dê bi dilxweşî ji hevdu biqetin.

Kevinkirî wisa got û bi rastî jî du lîre ji cizdana xwe derêxistin kirine destê Lelyayê û pêlavka lastîk ya me ya kevin û ji hev ketî kire nav cuhalê xwe û lêda çû.

Hingê ez û Lelya têgihiştin ku camêr digel me yarîya nake û karê hatîye kirin rast e. Em wisa şaş mehtel man.

Kevinkir, ji mêj ve bû çû bû; me jî wisa şaşmayî berê xwe dida lîreyên di destê xwe da.

Tam di wê bêhnê da em gazîya befirşîrfiroşî nebihîsin:

- Befirşîra bi tû!.. Befirşîra bi tûerd!..

Ma hewce ye ku em bêjin? Ez û Lelya hema bezîn çûne nik befirşîrfiroşî û heryêkê  ji me bo xwe bi lîreyekê befirşîr kirî û hema li wê derê xwar. Ji milekê ve jî, me heyf dikêşa ku me pêlavkên lastîk gelek bi erzanî ji destê xwe derêxistin...

Roja paştir Lelyayê gote min:

- Tu dizanî, Mînka. Îro min biryar da ku pêlavkeke dî ya lastîk bifiroşime kevinkirî.

Min bi keyfxweşî got:

- Lelya. Nebe ku te pêlavkeke dî ya lastîk dîtibe di nav darçilûyan da?

Lelyayê li min vegerand:

- Di nav darçilûya da tiştek nemaye. Lê di dolaba ber derê me da qet nebe panzdeh pêlavkên lastîk hene. Ma dê çi lê bêt em yêkê ji wan bifiroşin.

Gotina Lelyayê û beza wê ya ber bi malê ve û zivirîna wê ya bi pêlavkeke lastîk bû yêk.

- Bihizire carekê Mînka; ew kevinkirê ku bo pêlavkeke dirhayî du lîre dayî, bo vê pêlavka nû kêmasî dê deh lîreya bide. Tu dihizirî ku em bi van pareyan dikarin çend befirşîrê bikirin?

Bi vî rengî, nezîkî seetekê, me xwe di xwe da nedigirt û li hêvîya kevinkirî man. Li dawîyê, gava wî ji dûr ve xuyakir, Lelyayê got:

- Mînka, vê carê bazarê tu bike. Her çi be, tu kur î. Bi wî ra tu biaxive. Heke bazarê ez bikim, ew dê dîsa du lîreya bike destê min. Ew pare jî bo me gelek kêm e.

- Min pêlavka lastîk bi ser darekê ve kir û destpêkir li ser serê xwe zivirand. Kevnikir nêzîkî me bû û pirsî:

- Ew çi ye, dîsa firotina pêlavkên lastîk e?

Min bi dengekî ku zar zor tête bihîstin, got:

- Belê.

Kevinkirî bi hûrî berê xwe da pêlavka lastîk û vegerî me:

- Gelî zarokan, gelek mixabin, firotina we yêk (kit) û yêk (kit) dibe. Ji bo pêlavkekê ez dikarim tinê pênc lîreya bideme we. Heke we du (cot) pêlavkên lastîk firotiban, hingê bi rengekî dî dibû. We dişîya (dikarî) bîst heta sih lîreya wergirin. Çiku mirov du (cot) pêlavkên lastîk bi hev ra dixwazin. Lewma jî biha yêkser bilind dibe.  

Lelyayê got:

- Bibeze Mînka. Wê lastîka dî ya di dolabê da jî hilgire û bîne.

Ez bi bezekê çûme malê û bi lastîkeke mezin vegerîyam.

Kevinkirî, ew herdu pêlavk li rex hev danane ser mêrgê û berê xwe dayê, piştra bi xem bêhna xwe hilkêşa û got:

- Noo, gelî zarokan, eve nebû. Bawerîya min ew e ku, hûn daku min aciz bikin ketine nav vê kirîn firotinê. Ji van pêlavkan yêk (kitek) ya mêran e, ya dî jî ya jinan e. Nihe hûn bi xwe biryarê biden. Ez çi li wan bikem. Min dixwast bo pêlavkeke lastîk penc lîreya bideme we, lê gava ez wan herduyan dadinime ber hev û lê dinêrim, dibînim ku hertişt gelek tevlihev dibe, hetta hêj xirab dibe. Ya qenc ew e ku, hûn van herduyan bi çar lîreya bidene min û em bi dostane ji hevdu cuda bin.

Lelyayê dixwast ku bi lezekê biçe mal û pêlavkeke dî ya lastîk bîne, lê di wê lehzeyê da me dengê dayîka xwe bihîst. Ez bêjim, ji bo xatirxwazîya li mêhvanan gazî me dikir. Kevinkirî wekî dît ku em wisa şaş mehtel mane berê xwe da me û got:

- Belê, wisa ye, dostên min. Min dixwast bo van du pêlavkan çar lîreya bideme we, belêm ya çêtir ew e ku hûn bi sê lîreyan fît bin êdî. Ji ber vê axivtina xalîvala ya bi zarokan ra min wext berze kir, lewma jî lîreyeke we dibirim.

Kevinkirî piştî vê axivtina xwe sê lîre hejmartine nîveka destê Lelyayê, cotê pêlavkên lastîk kirine cuhalê xwe û lêda çû.

Ez û Lelya bezîne malê, daku oxirxêrîyê li mêhvanan bikin. Xaleta Olya û mamê Kolya cilên xwe li xwe kiribûn û di derazînkê da sekinîbûn. Xaleta Olyayê ji nişkêve got:

- Çi tiştekî ecêb e, kiteke pêlavka min ya lastîk li vê derê ye, li binê cilhilawîskê ye, lê kita dî xuya nake.

Ez û Lelya di cih da zer bûn, herwisa çik sekinî man.

- Xaleta Olyayê got:

- Çawa dibe. Gava ez hatime vê derê cotê pêlavkên lastîk di pêyê min da bûn, ez baş dizanim. Lê nihe ji wan yêk heye, ya dî nîne. Ew dikare li kî derê be?

Di wê bêhnê da dengê mamê Kolya hate bihîstin ku ew jî li pêlavkên xwe yên lastîk digerîya.

- Gelo eve çi ye? Ez jî bi cotek pêlavkên lastîk hatibûme vê derê. Nihe yêk jî nemaye.

Wekî Lelyayê ev gotine bihîstin, destê xwe yê ku hişke-hişk pare pê girtî ji tirsan vekir û parekên me jî ting û ring ketine erdî. Babê min ku ji bo rêkirina mêhvanan li wê derê bû, got:

- Lelya, te ev pare ji kî derê wergirtin?

Lelyayê herçend cêriband ku direwekê peyda bike jî, lê babê min gotê:

Li vê dinyayê ji direwa xiraptir tiştek nîne.

Wê gavê rondik ji çavên Lelyayê barîn.

Ez jî girîm.

Me got:

- Ji bo kirîna befirşîrê me pêlavkên lastîk frotine kevinkirî.

Babê me got:

- Ev tiştê ku we kirî ji direwan jî xiraptir e.

Xaleta Olyayê çawa ku firotina pêlavka wê ya lastîk bihîst zer bû, lerizî û hema ma bû ku bikeve. Mamê Kolya jî lerizî, destê xwe dana ser dilê xwe.

Babê me:

- Xema nexwe Xaleta Olya. Memê Kolya tu jî xema nexwe. Daku hûn bê pêlav nemînin ez dizanim em dê çi bikin. Nihe em dê hemû leyizokên Lelya û Mînkayê kom bikin û bifiroşine kevinkirî û beramberî wan jî em dê pêlavkên we yên lastîk paşve bistînin.

Gava me ev axivtine bihîst, ez û Lelya zêdetir girîn.

Babê me axivtina xwe domand:

- Lê eve ne bes e. Du salan xwarina befirşîrê li Mînka û Lelyayê qedexe dikim. Piştî du salan ew dikarin careke dî bixwin. Belêm her cara ku wan befirşîr xwar, bivê nevê, ew dê vê bûyerê bînine bîra xwe û dê herdaîm ji xwe bipirsin, "gelo, me ev befirşîr heq kirîye an ne?.."

Bi rastî jî, babê me wê rojê hemû leyizokên me kom kirin, gazî kevinkirî kir û hemû firotine wî. Bi pareyê ku bi dest ketî jî ew pêlavkên lastîk yên Xaleta Olya û Mamê Kolya jê kirîn.

Belê gelî zarokan, ya bûyî eve bû. Gelek wext derbaz bû ji ser vê bûyera min behs kirî. Bi rastî jî du salan ne min, ne jî Lelyayê me dilopeke befirşîrê nekire devê xwe. Piştî du salan me dîsa dest bi xwarina befirşîrê kir. Lê belê, bivê nevê her carê ew bûyera bi serê ma hatî hate bîra me.

Bawer bikin gelî zarokan, nihe jî, di vî jîyê xwe yê gihiştî da ku hema bêjin bûyîme zelamekî salmezin, kengî befirşîrê bixwim, herwekî gewrîya min teng dibe, di nava xwe da lerizînekê his dikim û ew bûyera ku di zarokatîya min da bi serê min hatî tête bîra min û daîm ji xwe dipirsim:

"Gelo, min xwarina ev tiştê şirîn bi rastî heq kirîye? Gelo, min direw kir? Min çu kes lêhband (xapand)?"

Nihe li welatê me êdî gelek kes befirşîrê dixwin. Bo çêkirina vê şirînîyê fabrîkeyên mezin jî hatine avakirin.

Belêê... Bi rastî jî, nihe bi hizaran, bi milyonan kes befirşîrê dixwin. Û gelek tiştên dî yên şirîn jî. Û min, gelî zarokan, dixwast di wextê xwe da gava min befirşîr dixwar û ew pirsên ku min ji xwe pirsî, hemû kes jî, di xwarina tiştên ku li wan xweş tên da, ji aqilê xwe derbaz bikin û bêjin:

"Gelo, xwarina vî tiştî min heq kirîye? Min direw kir? Min çu kes lêhband?.."

___________

(*) Zoşçenko (Mihail Zoşçenko) nivîskarekî Ûris e. Di salân 1895-1958 da jîyaye. Ev serpêhatîye ji pirtûka wî ya "Lastik Pabûçlar, Cem yayınevi" (çapa Tirkî, ya ji alîyê Ataol Behramoğlu ve hatîye wergêrandin) hatîye wergirtin û jê bûye Kurdî.