tirsdag den 1. januar 2019

Sala nû, 2019 Pîroz Be - ROJAN HAZIM


Saleke dî jî ji jîyê me çû. Dinya bila her hebe. Mirovahî bila her hebe. Jîyan bi hemû ruhberên xwe ve bila her hebe. Xweza bila her hebe.

Di jîyana mirovahîyê da pîrozbahîya her serê sala nû bûye edet. Ev pîrozbahîye dibe ku wekî paradoksekê jî bête dîtin. Pîr, ciwan pêkve mirov pîroz dikin vê bûyerê. Ciwan bi hisseke bi xwe bawerîyê ji ber ku mezin dibin pîroz dikin hatina sala nû. Yên jî mezin jî digel ku dizanin her sala têt ji jîyê wan diçe û her saleke nû nêzîkî bi dawîbûna jîyanê tên, belêm dîsa ve digel hezkirîyên xwe û bêyî ku bikevine nava tirsa nêzîkbûna dawîya jîyanê sala nû pîroz dikin. Ev edetê pîrozbahîya serê sala nû di nav nifşan da dibe şahîyeke pêkve girêdanê û bi hev ra di nav coş û heyecaneke germ da berê xwe didene saleke nû û hêvîyên xwe digel hev nû dikin, mezin û geş dikin. Helbet di nava mirovahîyê da newekhevî heye, bêdadî heye, li milekê birs û lawazî û xîzanî heye, li milê dî têrî û dewlemendî heye. Li milekê neheqî, zulm û zordarî heye, li milê dî kamilen nebe jî azadî û demokrasî heye. Dewletên ku dixwazin nîrê kolonyalîzmê bidomînin hene. Xelk û neteweyên têkoşîna ji vê kolonyalîzmê xilasbûnê didin hene.

Bes bi her hal, jîyan bi hemû rûyên xwe ve didome. Tempoya jîyanê li goreyî her bask, çîn û navçînên civatê tête guhorîn. Armanceke hevpişk heye. Hemû baskên mirovahîyê bo xwe li qencîyê, li xêr û xweşîyê digerin. Qencî, xêr û xweşî li goreyî van hemû baskên civatê relatîven ji hev guhortî jî be herkes bo xwe ya qenc dixwaze.

Qencî, xêr û xweşîya ku em miletê Kurd bo xwe dixwazin, bo hemû mirovahîyê dixwazin. Hindî ku me Kurda zulm û zordarî, nexweşî û neqencî, tahl û tîjî, birs û têhnîtî, jan û êş dîtîye em bo çû xelkan vê rewşa malxirab layiq nabînin û hetta li dijminên xwe jî nifrîna nakin. Em di nav egoîzmê da nînin û daxwaza me ya xêrê ya ji xwezaya pîroz bo hemû mirovahîyê ye di vê sala nû da.

Em miletê Kurd di vê hêvîya bi xêr û xweşî da ji dil in. Bila sala nû, 2019 bo hemû mirovahîyê xêr û xweşîyê bîne. Bila wekhevî hebe, bila rizgarî hebe, bila azadî hebe, bila demokrasî hebe, bila dad û dadyarî hebe, bila têr û tijîtî hebe, bila zengînî û refah hebe. Ev hemû xwezîyên baş di serî da bila bo xelkê Kurd û Kurdistanîyan û hemû mirovahîyê pêk bên di sala nû, sala 2019ê da.

Bi van bîr û bawerîyan, bi van his û hiziran sala nû, sala 2019ê pîroz be.



ROJAN HAZIM

31 Kanûna Pêşîn 2018 / 01 Kanûna Paşîn 2019