fredag den 16. februar 2018

Leyiza salan ya dewleta Tirk: Kurda bi Kurda bide kuştin! Gelî Kurda eman ha! Rê nedine vê bêbextîyê!



Kurda bi Kurda bidine kuştin. Eve leyiza qedîm ya dewleta zalim ya Tirk e. Hukûmeta AKPê ya koalisyonal ya Ergenekon, Erdogan û Bahçelî rêkirina çekdarên Kurd [Korucu]  ji bo Efrînê plan dike ku careke dî Kurda bi Kurda bide kuştin. Dewleta Tirk eve serê dehan salan e li bakur bi hizaran Kurd dijî qewmê xwe kirine çekdarên xwe û bi vî rengî xencerek li nîveka dilê Kurda daye.
Dewletê ji xwe ev çekdar ji bo planên xwe yên qirêj û dijî mirovî wezîfedar kirine. Li bakur ev çekdarên dijî qewmê xwe şirîkên zulma dewleta Tirk in. Rola wan daîm bêbextî bûye beramberî miletê xwe. Ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî ev rola bêyûm û bêbextane hilgirtine ser xwe. Van çekdaran di têkoşîna azadîyê da li bakur mil bi milê ertêşa dijminî bûne û lûlîya sîleha xwe dirêjî xelkê xwe kirine.
Vê gavê jî dewleta nijadperest ya Tirk dixwaze van çekdaran rêbike ser çeperên şerê Efrînê. Ev plane bi rastî jî bêbextane ye, zalimane ye. Dewleta Tirk gelek aşkera dixwaze van çekdaran rêbike Efrînê û Kurda bi Kurda bide kuştin ku eve ji du alîyan ve telifandina Kurdan e. Eve beramberî Kurda kîn û nefreta kûr ya dewleta Tirk nîşan dide. Çekdarên Kurd divêt vê niyeta neyarane ya dewleta Tirk baş bizanin û xwe nekine makîneya kuştinê ya vê dewleta dijî mirovî.
KNK hêvî dike ku çekdarên Kurd neçine Efrînê û xwe nekine darûdesteyê dewleta Tirk û xwûna hevwelatîyên xwe nerêjin. Heke hejmareke biçûk ya van çekdaran rêya xwe şaş bikin û sîleha xwe dirêjî xelkê xwe bikin û xwûna xelkê xwe birêjin eve dê bibe sûcekî gelek giran beramberî miletê xwe.
Divêt bi aşkerayî bête zanîn ku dewleta Tirk bi vê êrişa xwe ya li ser Efrînê esasen beramberî hemû Kurdan şerî dike. Lewma ev şerê dewleta Tirk yê li ser Efrînê dike şerekî neheq e. Beramberî vê neheqîya mezin divêt hemû Kurd pozisyoneke hevgirtî û xurt nîşan bidin.
Şerê Efrînê du rêya dide ber Kurda; rêya rûreşîyê û rêya rûspîtîyê.
KNK bawer dike ku Kurd dê rêya rûspîtîyê bidine ber xwe. Şerê Efrînê ji vî alî ve kaxeza turnusolê ye. Yên ku dijî êrişkarîya dewleta Tirk dê bi xurtî rawestin û di rêza miletê xwe da cih bigirin dê rûyê xwe spî bikin. Lê yên ku di vî şerî da xwe bêdeng bihêlin û reftareke layiqî miletê xwe û doza mezin ya Kurdistanê nîşan nedin dê rûyê xwe reş bikin.
Efrîn terazîya welatparêzîyê ye. Çeperê Efrînê parastina hemû Kurdistanê ye. Welatparêzî di şerê Efrînê da rengê xwe yê eslî nîşan dide.
Kurdên ku çekdarîya dewleta Tirk dikin, Kurdên ku di nav partîyên rejimê da cih digirin divêt di vî şerê Efrînê da li xwe vegerin û bêne nav refên miletê xwe.
Di vî şerê Efrînê da dewleta Tirk ya êrişkar divêt bête şkandin.
Di vî şerê man û nemanê yê Efrînê da Kurd û hevalbendên xwe divêt serbikevin.
KNK bangî hemû Kurdan dike ku xîreta xwe neşkênin, bêdeng nemînin û her bi çi rengî be dijî vê êrişkarî û dagîrkerîya dewleta Tirk sekineke neteweyî nîşan bidin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
14 Sibat 2018, Bruksel

Not:
Ev nivîs bo KNKê hatîye nivîsîn.-RH