onsdag den 21. februar 2018

21ê Sibatê Roja Makzimanan ya Dinyayê - ROJAN HAZIM


Di vê roja navneteweyî da makzimanê Kurda anku Kurdî li bakur, li Tirkîyeyê di çi halî da ye gelo?
Mixabin di rewşeke perîşan da ye. Reftara dewleta Tirk tête zanîn. Hindî hûn bêjin zalim e beramberî Kurdî. Hêj jî li dûv siyaseta xwe ya qedîm e anku li ser asîmîlasyonê bi israr e.
Netîceyê werdigire ji vê siyaseta xwe lewma jî didomîne. Çiku dibîne Kurd jî li makzimanê xwe xwudan dernakevin. Rêzê li makzimanê xwe nagirin. Beramberî makzimanê xwe xemsar in. Di serî da zimanê fermî yê siyaseta rêvebir ya Kurdistanê jî Tirkî ye. Ma êdî halê Kurdî dê çawan be!
Dewleta Tirk asîmîlasyonê dike, Kurd jî otoasîmîlasyonê dikin. Encam yêk e; helyana Kurdî.
Dîsa ve mixabin bêjim, encam û rewş ev e.
Kurd jî bi vê bêpersiyarî, xemsarî û otoasîmîlasyona li ser makzimanê xwe avê dikêşine ser aşê asîmîlasyona dewleta Tirk.
Zimanê ku perwerdeya giştî pê neyê kirin bivê nevê lawaz dibe û di nav kanalê asîmîlasyonê da bi ber pêlên xeniqandêr dikeve.
Dewleta Tirk qet xwe nêzîkî perwerdeya giştî ya bi Kurdî nake û Kurdî ji vê yêkê zerareke mezin dibîne.
Nufûsa Kurdan li bakura Kurdistanê û Tirkîyeyê 20 milyon e.
Lê belê, nufûsa Kurdîaxêv di bin deh milyonan da ye û hetta mirov dikare bêje ku li dora heft milyonan e.
Nufûsa Tirkîyeyê digel kolonîya Kurdistanê ya nû ev e:
80 814 525 [Heştê milyon û heşt hizar û çardeh û pênc sed û bîst û pênc]
Nufûsa Kurdistanê:
16.373.755 [Şazdeh milyon û sê sed û heftê û sê û heft sed û pênceh û pênc]
Nufûsa Kurdên li dîasporaya Tirkîyeyê:
4.025.000 [Çar milyon û bîst û pênc hizar]
Nufûsa Kurdan ya li Kurdistan û dîasporaya Tirkîyeyê:
20.398.755 [Bîst milyon û sê sed û nehwêt û heşt û heft sed û pênceh û pênc]
Em hejmarê gurovir dikin û nufûsa Kurda wekî 20 milyon dibêjin.
Ji Ardahanê heta Meraşê şehrên di xeta bakur da cih digirin hema bêjin piranî asîmîle bûne.
Ji şehrên başûra rojhilatê jî hejmareke zêde bi ber vê asîmîlasyonê ketine.
Dimîne şehrên rojhilatê û çendek li başûra rojhilatê.
Lewma kêm zêde nufûsa Kurdên Kurdîaxêv ketîye bin deh milyonan û hetta mirov bi gotina herî maqûl dikare bêje ku li dora heft milyonan e.
Eve encameke kadastrofal e.
Eve hezîmet e.
Eve perîşanî ye.
Eve rûreşîya Kurdan e, ya pêşengên sosyopolîtîk û sosyokultural ya Kurdan e.
Êdî çi bêjin?
Di her 21ê Sibatê da em behsê makzimanên dinyayê dikin û bi vê munasebetê li ser makzimanê xwe jî disekinin.
Lê rewş ev e.
Gelî Kurdan hûn ji vê encamê razî ne?
Gelî pêşengên Kurdan hûn razî ne?
Belê kes razî nîne.
Hingê xwe ji vê rûreşîyê xilas bikin.
Li makzimanê xwe xwudan derkevin.
Zimanê xwe yê fermî bikine makzimanê xwe.
Ji bo perwerdeya bi Kurdî çi lazim be bikin.
Û bi vê yêkê rûyê xwe spî bikin.

ROJAN HAZIM
21 Sibat 2018