tirsdag den 2. januar 2018

Li Rojhilata Kurdistanê û Îranê daxwaza mafan


Di serî da xelkê Kurd û hemû xelkên Îranê dijî rejima xwûnavî ya Şah Pehlewî şoreşeke efsanewî kirin di serê sala 1979ê da û li serê Sibata 1979ê jî Ayetullahan dest dana ser wê şoreşa xelkên Îranê û mixabin piştî rejima Şah ya dîktatorî êdî rejimeke kevneperest ya dînî û mezhebî bû belaya serê xelkên Îranê. Ji hingê were rejima Ayetullahan timamî Îran kire zîndan bo xelkan. Hingê tinê xelkê Kurd û pêşengên wan ev zulma Ayetullahan qebûl nekir û têkoşîna xwe bi her rengî domandin û serî li ber zulma rejima Ayetullahan neçemandin. Ew roj yêk û heta îro xelkê me yê rojhilata Kurdistanê bo daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk bêyî rawestan têkoşîn da û îro jî didomîne.

Ayetullahan piştî ku li 79ê şoreşa xelkên Îranê dizîn û sîstemê xwe yê ji dewrê Şah xirabtir tehkîm kirin, xelkên Îranê ber bi dinyaya xwe ya tarî ve birin. Ayetullahan ji hingê were zengînîya Iranê talan kirin, jîyan li xelkan heram kirin. Rejima Ayetullahan bi sîstemê xwe yê nava Îranê neman dest bi ixraca siyaseta xwe ya dînî û mezhebî kirin li timamî rojhilatanavîn. Li kî derê zulm û zor û jîyana kevneperestî pêş ket rejima Ayetullahan piştevanîya wan kirin. Ji Lubnanê heta Sûrîyeyê, ji welatên Xelîcê heta Afganistanê destê xwe yê xwûnavî dirêjî her derê kirin.

Di nava Iranê da ji mafê mirovan heta mafên neteweyî yên xelkên Îranê hemû binpê kirin. Her dengê mixalif an zîndanî kirin an bi îdaman birîn. Li rojhilata Kurdistanê siyaseteke hov bi kar înan. Li beramberî her daxwaza heq û mirovî ya Kurdan bi kuşt û kuştdarî bersiv dan. Îran wekî mejîyê xwe kirine welatekî reş û tarî. Bi taybetî jîyan li jinan kirin zîndan. Jin kirine nav çarşeva reş û tarî. Xulase Ayetullahan Iran seranser kirine zîndan bo hemû xelkan.

Lê jîyê zulmê dirêj nîne. Ji rojên dawîya meha 12an ya sala çûyî [2017] were xelkên Îranê nerazîbûna xwe dane der û li cade û kolanan dijî vê rejima har û hov dengê xwe yê heq bilind dikin. Ji Meşhedê heta Kirmanşanê xelkên Îranê rabûne ser pêya. Nanê xwe yê ku ji gewrîya wan hatîye derêxstin dixwazin. Sifreya xwe ya ku ji terefê Ayetullahan ve hatîye talan kirin dixwazin. Jin azadîya ku bi çarşeva reş ji wan hatîye standin dixwazin. Xwandekar mafê xwandinê dixwazin. Karker, karmend jîyana ku ji wan hatîye dizîn dixwazin. Kurd, Belûc û xelkên dî yên hatine bindest kirin mafên xwe yên neteweyî û demokratîk dixwazin. Hemû xelkên Îranê azadîyê dixwazin.

Rejima Îranê ya Ayetullahan êdî nikare bi siyaseta xwe ya heta nihe bimîne. Daxwaza xelkên Îranê heq e, adil e û meşrû ye. Dinyaya ku bawerî bi van mafan heyî piştevanê xelkên Îranê ye. Rejima Ayetullahan li şûna ku guhê xwe bidine van daxwazan dîsa ve wekî hercar darê zorê girtine destê xwe û şiddetê bi kar tînin ku heta nihe gelek sivîlên ku daxwaza mafên xwe dikin hatine kuştin.

Pêla xelkên Îranê ya ku eve çend roje li Îranê dest pê kirî rûavkî nîne. Ev pêle ji kûrahîyê tên. Sloganên têne avêtin, cisareta tête nîşandan, firehbûna serhildanê û beşdarîya mirovan her diçe zêde dibe. Eve tam serhildan e dijî rejima zalim ya Ayetullahan. Ji bizava van çend roja tête dîtin ku xelkê me yê rojhilata Kurdistanê bi giringî xwe nîşan dide û li bajêrên Kurdistanê nerazîbûneke berbiçav heye. Ev serhildane bizaveke demokratîk e dijî rejima kevneperest û dîktatorî ya Ayetullahan. Rejima Ayetullahan êdî nikare bi zulmê jîyê xwe dirêj bike. Ev pêla rabûyî dê bi xwe ra pêlên mezintir bîne. Di serî da xelkê me yê li rojhilata Kurdistanê û hemû xelkên Îranê  divêt vê rabûnê bi başî û hostahî bixwûnin û li goreyî wê pozisyonê werbigirin. Heke ev pêla serhildanê nebe tsunamî mumkun e ku ji teref rejima Ayetullahan ve bête tepisandin. Rejim dikare dîsa ve bi sedan hîle û dek û dolaban serê vê rabûnê jî bixwe û careke dî xwe ji vê krîza kûr xilas bike. Lewma di serî da xelkê me yê rojhilata Kurdistanê, xelkên Îranê û hemû dostên xelkên Îranê divêt piştevanîyeke xurt bi hevdu ra bikin daku bikarin li ber êrişkarîya vê rejima dijî mirovî xwe rabigirin.

Em wekî KNK vê rabûna xelkên Îranê heq û meşrû dibînin û piştevanîyê dikin. Ji rojhilata Kurdistanê heta seranserê Îranê divêt xwazyarên demokrasîyê destê hevdu bigirin û zûtirîn dem tifaqeke xurt pêkbînin û xwe bikine alternatîv û rêya rast nîşanî xelkên Îranê bidin.

KNK bi taybetî daxwazê ji hemû hêzên rojhilata Kurdistanê dike ku vî demî gelek bi giringî hilsengînin û wextê xwe bi munaqeşeyên bêbina serf nekin û programeke lezîn ya daxwazên xelkê me yê rojhilata Kurdistanê amade bikin. Xelkê me yê rojhilata Kurdistanê, rêvebirên siyasî û demokratîk divêt nava mala xwe safî bikin daku bikarin digel berpirsiyarên xelkên dî yên Îranê li ser programeke demokratîk ya seranserê Îranê li hev bên.

Serhildana xelkên Îranê heke zûtirîn dem li ser zemînê programeke demokratîk û adil bête organîze kirin hingê ev rabûna îro dikare guhorîneke mezin li Îranê pêkbîne. Mesaja xelkan aşkera û zelal e û ew jî guhorîneke esasî ye anku azadî ye, demokrasî ye, edalet e. Xelkên Îranê berî nan daxwaza azadîyê dikin ku eve giring e û divêt ev xale ji teref rêvebirên siyasî yên opozisyona rejima Ayetullahan ve baş bête dîtin.

Xelkê me yê rojhilata Kurdistanê mil bi milê xelkên Îranê xwudanê vê daxwaza heq û meşrû ye. Nan û azadî anjî azadî û nan êdî paralelî hev bûyne slogana guhorîna Îranê. Li pişt vê slogana guhorîna Îranê divêt tifaqeke herî fireh bête vehûnandin.

Serkevtin dê ya xelkê me yê rojhilata Kurdistanê û hemû xelkên Îranê be.



Konseya Rêvebir ya KNKê

2. 1. 2018, Bruksel



Not:

Ev daxuyanî ji bo KNKê hatîye nivîsîn.-RH