mandag den 1. januar 2018

Di sala nû, 2018ê da Kurdistan û Rojhilatanavîn



Saleke nû, 2018ê dest pê kir û pirs û pirsgirêkên sala çûyî dewrî sala nû bûn. Dilê vê navçeya mezin Kurdistan e û mixabin welatê me jî ji arêşe, krîz, gir û giriftarî û zulm û zora li rojhilatanavîn heyî bi zêdehî ve bahra xwe werdigire.

Nasyonalîzma negatîv, nijadperestî, dînperestî û statukoperestîyê û herweha zihnîyeta hegemonîk û antî demokratîk têra xwe zulm û zor hakimî rojhilatanavîn kirîye. Ji xelkên bindest heta çîn û navçînên mexdûr yên civatê pêkve di nav vê çembera agirî da têne periçandin. Ne azadî, ne demokrasî, ne wekhevî, ne huqûq, ne dad û dadyarî heye li vê navçeyê. Hemû mafên mirovî hatine binpê kirin, adeta hatine qetil kirin.

Kolonyalîzma Tirk, Fars û Erebî û serdestên van miletan, bi hebûna dewletên Tirkîye, Îran û zihnîyeta antî demokratîk ya hakimî Bexda û Şamê rojhilatanavîn ya hinde bi xêr û bêr bo xelkan kirîye cehnem. Pan-Tirkîzm, Pan-Îranîzm û Pan-Erebizmê digel teessubîya kevneperest ya dînî û mezhebî jîyan li Kurd û Kurdistanê heram kirîye. Di vê cografyaya ku sîstemên zalim lê hukum dikin da xelkê Kurd digel xelkên hevqeder yên welatî xebat û têkoşîneke dijwar didin ku li şûna van sîstemên zalim, sîstemekî demokratîk û adil ava bikin. Lê nahêlin. Tirkîye, Îran, Bexda û Şam nahêlin ku di vê okyanûsa antî demokratîk ya rojhilatanavîn da Kurd digel xelkên bira giravekî azad, demokratîk û mirovî biafirînin.

Di prosesa bi dest ve înana mafên neteweyî û mirovî da Kurda digel hevwelatîyên xwe yên ji etnîk orîjînên cuda li başûr û rojavaya Kurdistanê statuyên xweser ava kirin lê ev merkezên dagîrker nahêlin ku li van navçeya sîstem rûne û xelkê xwecih bibe hakimê qedera xwe. Di vî midehê du-sê salan da bûn û bûyerên provakatîv yên li başûr û rojavaya Kurdistanê têne dîtin ku esas armanc rê li ber pêşveçûn û avabûneke neteweyî û demokratîk girtine, pêkve bi destê van merkezên dagîrker ve têne plan kirin û pratîze kirin.

Ev dewletên statukoperest nahêlin ku nûbûnek li navçeyê pêkbêt. Xelkê Kurd digel xelkên dî yên li Kurdistanê hewil dide ku statukoya qedîm nemîne daku li şûna vê statukoya dijî mirovî bi statuyên nû û demokratîk sîstemekî nû damezrîne ku navçe pêkve bigihe tenahî, huzûr û rehetîyê.

Sîstemên zalim yên navçeyê bo hemû xelkên navçeyê ji nexweşîyê pê ve tiştek neînaye. Lê Kurd digel welatîyên xwe dixwazin navçeyê biguhorin, nûve bikin û rojhilatanavîn bikine warê azadî, demokrasî, dadî û wekhevîyê.

Mixabin dinya jî beramberî zulma van dewletên dagîrker pozisyoneke radîkal û demokratîk wernagirin û bi domandina têkilîyên gelek teng yên berjewendîperest yên digel van dewletên dagîrker xwûnê didine van rejimên dijî mirovî.

Qewimînên 2017ê têra xwe ronker in ku Kurd digel hevqederên xwe ji bo hemû maf û azadîyan û demokrasîyeke kamil xebat û têkoşîneke hevrayî bidin.

Herwisa Kurd û hevwelatîyên xwe jî divêt di çarçoveya statuyên xwe yên heyî da jîyana xwe bi refah û dewlemendîyê ve têr û tijî bikin, di nav xwe da azadî, wekhevî, demokrasî û dad û dadyarîyê serdest bikin.

KNK prosesa îro li rojhilatanavîn tête jîyan gelek xeternak dibîne û daxwazê ji miletê Kurd û xelkên dî yên Kurdistanê û herweha ji rêvebirîyên sosyopolîtîk û sosyokulturel yên Kurdistanê dike ku beramberî vê çûyîna ne bi xêr, bi rê û rêbazeke nû û demokratîk û hevgirtî têkoşîna maf, azadî û demokrasîyê li ser zemînekî herî fireh organîze bikin ku bikarin bi tifaqî encamên li goreyî daxwazên xwe bi dest ve bînin.

Dînamîkên ku azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê dixwazin li ser heqîyê ne û divêt zûtirîn dem hêzên xwe bikine yêk ku bikarin rêya serkevtinê vekin û bi vê rêyê bigihine armanca xwe.

Pêşhatinên li navçe û Kurdistanê rûdidin têra xwe dersdêr in ku hemû dînamîkên dijî sîstemên antî demokratîk û rejimên statukoperest tifaqa xwe pêkbînin û bi vê hêza yêkbûyî jîyana xelkên navçeyê xweş û geş bikin.

KNK bi hêvî ye ku di vê sala nû da, di sala 2018ê da xeletî û kêm û kasîyên sala çûyî neyêne dubare kirin û bi hevgirtineke herî fireh ber bi armanca mezin ve pêşve biçin.

Serkevtin ya neteweyê Kurd, xelkên dî yên li Kurdistanê û hemû xelkên bindest e.

Binkevtin ya van rejimên zalim, statukoperest, dagîrker û kolonyalîst e.

Bi vê bîr û bawerîyê û digel daxwaza serkevtinê careke dî sala nû ya hemû xelkên Kurdistanê pîroz dikin.



KNK-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

01. 01. 2018, Bruksel



Not:

Ev nivîs wekî perspektîv ji bo KNKê hatîye nivîsîn.-RH