torsdag den 13. juli 2017

Em bi dilgermî Dr. Qasimlo bi bîr tînin - ROJAN HAZIM


Dr. Ebdulrehman Qasimlo sala 1989ê îro [13 Tîrmeh 1989] li Vîyanayê bi destê muzakereker û lolebkêşên rejima Îslamî ya Îranê hate şehîd kirin. Em wî bi dilgermî bi bîr tînin. Di roja îro da hewcehîyeke mezin bi wî hebû. Ew jîyaba dê di warê yêkîtîya neteweyî û niştimanî da karên serkevtî kiriban û da prosesa tifaqa navxweyî motîve bike û ji bo pêkhatinê çi lazim ba da bike. Xwezî di nav me da ba, di nav xelkê xwe da ba, di nav têkoşîna îro da ba. Min ji bo pirtûka xwarzayê Dr. Qasimlo, Dr. Hesen Şetevî ya li ser bîrhatinên binemala Qasimloyîyan, [Rêya Jîyanê] pêşgotinek nivîsî. Pirtûka Dr. Hesen Şetevî hêj çap nebûye û çav li rê ye ku di payîza îsal da bête weşandin. Bi her hal min xwast di vê salvegera şehadeta Dr. Qasimlo da bireke ji wê pêşgotina xwe biweşînim û bi vê munasebetê wî bi bîr bînim.
Dr. Qasimlo


"... Rojnamevanê Awusturyayî Georg Hoffman-Ostenhof bi wê gotina xwe ya gelek balkêş Dr. Qasimloyî tam teswîr dike:

"Gava ez seredanîya wî li Kurdistanê dikim [di salên piştî şerê havîna 1979ê da], wî wekî lîderekî polîtîk û kumandanekê ku dersê dide şervanên xwe dibînim. Belêm her ew mirov li Parîsê wekî intelektuelekî ku gelek baş Fransî diaxive derdikeve pêşîya min."

Dr. Qasimlo di timamî jîyana xwe ya akademîk, polîtîk û rêxistinî da xizmeteke mezin ji bo azadîya neteweyê xwe ji bo rizgarîya welatê xwe kir. Hem di cîhana polîtîk ya navxweyî hem jî di meydana polîtîk ya dinyayê da lîderekî karîzmatîk, balkêş û xwudan seng bû. Di suhbet û axivtinan da jî mirovekî sosyal, rûken, suhbetxweş û nuktedan bû. Digel xwe î aşt û bi xwe bawer bû. Helbet wekî her mirovekê bê qusûr nebû û kêm û kasî, xeletî û şaşîyên wî jî hebûne muhaqqaq û hebûn jî. Lê belê xaneya wî ya bi başî, qencî û serkevtinîyan ve tijî bi giranî li pêş bû. Yêk ji alîyê herî baş yê Dr. Qasimlo jî ew bû ku [herçend zemînê sosyal û polîtîk hebû jî] firset neda ku wî bikine serokekî dogma û tabû!.. Heta şehîtbûna xwe jî di xizmeta neteweyê xwe da li ser kar û xebatê bû û di nav xebatê da serê xwe, canê xwe, xwûna xwe da. Ew herdaîm hêjayî bîrînanê ye.


Li vê derê dixwazim çend paragrafan ji dîtin û bîr û hizirên Dr. Qasimlo bidim. Ji kovar û rojnameyên ku di arşîva min da hebûn min derêxistin û li jêr neqil dikim.


Qasimlo berî ku bête şehît kirin, di rûniştina digel heyeta rejima Iranê da li Vîyanayê li ser xalên giring rawestaye. Ew axivtina wan bi teybê di kasetê da hatîye qeyid kirin. Polîsê Awusturyayê piştî lêpirsîna bi giştî ya çend salan ev kasete teslîmî sekreterê giştî yê PDKÎ yê hingê kak Evdila Hesenzade kirîye. Ev axivtin di kovara Berbangê ya Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê, li hejmara 106-107 ya Adara 1998ê di rûperên 22-24ê da bi Kurmancî hatîye weşandin. Berbangê jî ji nivîsa Chris Kutschera wergerandîye Kurdî. Chris Kutschera ew axivtina Qasimloyî ya digel heyeta rejimê bi kurtebirî di Lé Monde ya 1.1.1998ê weşandîye. Rojnameya Iranê Keyhan jî di hejmara xwe ya 689ê ya 1376ê Hetavî [8.1.1998] da cih dide vê nivîsê. Hemîd Gewherî jî bo Berbangê ji Farsî werdigerîne. Min ew tekst ji nû ve redakte kir û li jêr didim.

Ji vê nivîsê xuya dibe ku ev hevdîtine bi rizaya herdu alîyan hatîye qeyid kirin.

Bi her hal hem axivtina Dr. Qasimloyî ya di wan hevdîtinan da û hem jî ji alîyê nasîna zihnîyeta dagîrkerîya dewleta Îranê ve giring in û dersdêr in. Min xwast di vê pêşgotinê da cih bidime van dîtin û axivtinên Dr. Qasimlo ku dê ji bo xwandevanên vê pirtûka bîrhatinan ya Dr. Hesen Şetevî jî balkêş bin. 

Teksta hevdîtina Dr. Qasimlo ya digel heyeta fermî ya Komara Îslamî ya Îranê bi vî rengî ye:


Gotûbêja Dr. Qasimlo û heyeta PDK-Î ya bi heyeta rejima Îranê ra li Vîyanayê


Roja 13.6.1989ê (*) Doktor Evdirehman Qasimlo, Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê [PDKÎ] bi du fîşekan, di avahîyekî li Vîyanayê da digel hevalên xwe hate şehîd kirin.

Ew cara duyemîn bû ku Qasimlo bi heyeta Komara Îslamî - li Kanûna Pêşîn [December] ya 1988ê û li Kanûna Paşîn [January] ya 1989ê- peywendîyan dadine.


Cehfer Sehrarûdî, cihgirê serokê Dezgehê Parastina Pasdaran li Kurdistana Iranê, di wê teqekirina Vîyanayê da birîndar bû. Sehrarûdî bêyî ku polîsê Awusturyayê rê li ber bigire, ji wê xestexaneya [nexweşxaneya] ku tê da dihat derman kirin, derket û çû sefareta Komara Islamî û li roja 22.6.1989ê (**) jî ji Awusturyayê derket. Kesekî dî yê bi navê Berzekyan, demekê ji alîyê polîsê Awusturyayê ve hate girtin lê paşê hukmê girtina wî hate rakirin û Berzekyan [Buzurgiyan] vegerya Tehranê. Kesê sêyemîn Hacî Mustefa Lacwêrdî [Hacî Mustefewî], serokê Dezgehê Parastinê li herêma Kurdistana Iranê bû û ew jî bi serbestî ji Awusturyayê derket.


(*) Di vê nivîsê da roja şehîtbûna Dr. Qasimlo xelet hatîye nivîsîn. Rastîya wê ev e: 13.07.1989 [RH]

(**) ev deme jî divêt wisa be: 22.07.1989 [RH]



Bazar [Muzakere] tête qeyid kirin

Gotûbêjên nûnerên Komara Islamî û rêberên Kurd ji alîyê gotûbêjkeran ve, bi teybê hatin qeyid kirin. Polîsê Awusturyayê, piştî hilgirtina wan kasetan bo demekî dirêj, nihe ew kasêt teslîmî Hizba [Partîya] Demokrat ya Kurdistana Iranê kirin. Me şiya bi hevkarîya Evdila Hesenzade, Sekreterê PDKÎ, guhdarîya wan kasetan bikin.

Evdirehman Qasimlo çu caran weha hûr dîtina xwe li ser otonomîyê dîyar nekirîye. Gotinên nûnerên Komara Islamî jî, ku wan bawer nedikir ku rojekê ew kasêt belav bibin, nîşanderên dîtin û şêweyê hizirkirina karbidestên Komara Îslamî ne, ku di navbeyna têgihiştin û perspektîvên vî serdemî û serdemê Hezretê Elî da tevlîhev dibin.



Kengî  biryara kuştina Qasimloyî dan?

Başe gelo kujerên [qatilên] Qasimloyî piştî bihîstina axivtinên behskirî biryara kuştina wî dan an berî destpêkirina gotûbêjan ew biryar dabûn? Bi guhdarîya wan kasetan senaryoyeke weha di mejîyê wan da çêdibe: "Karbidestên Komara Îslamî dizanîn ku Hizba [Partîya] Qasimloyî ji alîyê leşkerî ve derb xwarîye û ji ber kesên ji partîyê cudabûyî ve jî lawaz bûye û ew dibe ku bi rêya gotûbêjan pirsgirêkan çareser bike û bi vî rengî hêvîya wan ew bû ku ew [PDKÎ] bi çarerêyeke navincî anjî azadbûna xebata hizba xwe razî bibe."

Lê Qasimloyî di gotûbêjan da rik li ser hindê girtibû ku divêt rêberên nû yên Komara Îslamî [Xumeynî 4.6.1989ê mirîbû] otonomîyê bo Kurdistanê rabigihînin.

Nûnerên rejima Tehranê encamên rûniştina yêkemîn ya gotûbêjan gihandin karbidestan û ferman gihişt ku "ji nav bibin". [Anku Dr. Qasimlo bikujin. -RH]


Sehrarûdî dibêje: "Selam û Eleykûm, me biryar daye ku ev peywendî bi timamî nepenî bin, çiku dijmin naxwazin ku ev pirs bêne çareser kirin, heta hindek di nav dewleta Komara Îslamî da jî li dijî van peywendîyan in. Nabe ku di nav dezgehên rêvebir da jî bi aşkerayî behsê vê çendê bête kirin."


Qasimlo bêyî pêşgotin, rasterast diçe ser eslê pirsê: "Me di hevdîtina xwe ya dûmahîyê da behsê du babetan kir; qebûlkirina eslê otonomîyê û serbestbûna xebata hizba [partîya] me. We bersiv da û got ku nihe rêberên rejimê otonomîyê qebûl nakin. Babetekî dî jî ku li polîtburoya me bi dirêji li ser hate axivtin ew e ku gelo çekên pêşmergeyan dê bêne tehwîldan an ne. Polîtburo [PB] di wê bawerîyê da ye ku nabe ku çek bêne tehwîldan. PB di wê bawerîyê da ye ku piştî deh salên şerî û hemû gorîyan, otonomî bûye sembola daxwazên me."



Hûn boçi ji gotinan ditirsin?

[Qasimlo dewam dike...]


"Hûn dibêjin gotineke [peyveke] dî bi kar bînin. Heke hûn naveroka otonomîyê qebûl dikin, başe gelo hûn boçi [çima] ji gotinan ditirsin? Nifşê [Neslê] min nifşê demokratî û otonomîyê ye. Çaresernekirina pirsa Kurdan dibe ku wan ji navendê dûr bêxe û wan ber bi daxwaza cudabûnê ve bibe."


Sehrarûdî dest pê dike: "Eve cara yêkemîn e ku em di warê şêweyê hizirkirina îslamî da li ser pirsa neteweyan diaxivin. Em ji bo çareserkirina probleman bi gotina çu alîyekê nakin. Ne rojhilat û ne rojava û em amade ne ku canê xwe jî di rêya armancên xwe da bidin."


Qasimlo dibêje: "Ez wan problemên ku hûn li ser diaxivin û dibêjin ku asteng in di rêya ragihandina otonomîyê da qebûl nakim. Axayê Xumeynî û Axayê Refsencanî nihe diçin bo nivêja eynîyê li Tehranê û ew dikarin îşaretê bo pirsa otonomîya Kurdistanê bikin."

Û Qasimlo otonomîyê bi vî rengî hildisengîne.


Otonomî çi ye?

"Me bawerî bi çar xalên eslî heye. Ya yêkemîn otonomîya necivandina desthilatê di hukûmeta merkezî da. Xala duyemîn ya giring ji me ra zimanê Kurdî ye. Divêt ku Kurdî zimanê resmî yê deverên Kurdcih be. Pirsa sêyemîn xuyakirina tixûbên herêma otonomîyê ye. Ji bo vê pirsê divêt dîyardeyên cografî, aborî û bi taybetî îradeya rûniştevanên navçeyên Kurdcih li ber çav bêne girtin. Xala çaremîn ji bo Kurdan dîyardeya bingehîn e; ewlehîya navxweyî ya deverên Kurdcih divêt bi destê Kurdan bête bi cih înan. Me ji van zêdetir çu tişt nevêt û ji bo bi cih înana van şertan [mercan] jî em realîst in.

Wekî nimûne, ji bo dîyarkirina tixûban bêşik dê pirsgirêk peyda bibin, lê heke hûn babetên eslî qebûl bikin, em li ser babetên biçûk şerî nakin. Nabe ku gotina otonomîyê bête guhorîn. Vê gotinê, li nik miletê Kurd alîyê xwe yê atifî û dîrokî heye. Eve nimûneyek e. Ez di wê bawerîyê da me ku hûn naveroka wê qebûl dikin lê hûn naxwazin wê gotinê bi kar bînin. Heke kesek deqên [ayetên] ayînî bixwûne neşêt [nikare] bêyî Bismilahî Rehmanîl Rehîm dest pê bike. Eve jî herweha ye. Hûn naveroka otonomîyê qebûl dikin lê Bismillaha wê qebûl nakin.


Divêt em bi Tehranê ra biaxivin

Li vê derê nûnerên Komara Îslamî dibêjin, ku berî berdewambûna li ser gotûbêjan [ku hêvîyeke mezin pêkînabû] divêt peywendîyê bi Tehranê ra bikin.

Dûtira rojê, 13ê Hezîranê (***), Sehrarûdî dibêje ku me peywendî [têkilî] digel "biraderan" kir û li ser axivtina xwe berdewam dibe: "We duhî got ku bila karbidestên Komara Îslamî li ser nivêja eynîyê [heynî-înî] îşaretekê bo pirsa otonomîyê bikin... Babetên weha hene ku berpirs û rêvebirên eynîyê dişên [dikarin] li ser biaxivin, lê tiştên wisa jî hene ku bîr û bawerîyên me li ser wan yêk [hev] nagirin."


(***) Divêt 13ê Tîrmehê be. [RH]


Sehrarûdî êdî xwe ji wê suhbetê vedikêşe û vê çendê zelal dike ku rejima Komara Îslamî çawa û bi çi rengî karên xwe bi cih tîne an paşguh dike û dibêje: "Dîyar e ku hindek pirsên dî jî hene. Di van salên dawîyê da behsê rola bazarî tête kirin. Hejmarek di wê bawerîyê da ye ku nabe bazar aborîya Îranê bêxe nav destên xwe û mustezfîn wekî rûniştevanên hejmar du lê bên. Demê Îmam hêj î sax bû ragihand ku îslam ne alîgirê sermayedarîyê ye û nejî alîgirê aborîya dewletê ye, lê dîyardeyek e dixwaze di nav wan herduyan da be. Rêya sêyemîn heye ku qanûna xwe heye; qanûn sê cara hate dan ber destê parlementê, lê encam... heta ku li dawîyê neçar bûn ku rêbikin bo ber destê Civata Dîyarkirina Meslehetê.


Îslam û otonomî

Nihe em vegerin ser behsê otonomîyê... Di vî warî da jî wekî pirsa aborîyê du dîtin hene. Yêk ji wan dibêje ku li ser demê Hezretê Elî, Hezretê wî li navenda Xelîfeta Îslamî hukûmet çêdikir û deverên dî jî bi navê "Wîlayet" hebûn ku bi destê "Walîyan" dihatin rêvebirin û wan desthilateke berfirehtir û mezintir ji vê otonomîya evro [îro] hebû. Alîyê dî dibêjin nexêr, ew dîyarde vedigere bo serdemê Hezretê Elî û dinyaya îro bi rengekî dî ye. Dijminan dormandorê me dorpêç kirine. Endamên Natoyê û rejimên kevneperest nahêlin ku otonomî di nav çarçove û tixûbên xwe da bimîne. Ew bi rêya berfirehkirina wê hewil didin wê ji navendê [merkezê] cuda bikin. Otonomî ne tiştekî wisa ye ku bi behskirina wê bi carekê an du caran li nivêja eynîyê bête çareser kirin. Pirsa duyê jî ew e ku Hizba [Partîya] Demokrat dixwaze xwe di hal û rewşa nihe da biparêze û digel Komara Îslamî gotûbêjan bike, lê şika min nîne ku ev dîyardeye nayê qebûl kirin.

Sehrarûdî careke dî li ser çawatîya birêvebirina rejima Komara Îslamî ya karûbaran xwe xafil dike û dibêje ku; "ez nimûneyeke dî ji we ra tînim: Ev biryarên ku nihe di meydana siyaseta derve da, hûn dibînin, piştî çendîn gotûbêjên salan hatine dan. Biryara qetandina têkilîyên digel Amerîkayê [Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê-USA] û avakirina peywendîyan bi Yêkîtîya Sovyetan ra di şevekê da û ji alîyê yêk kesî ve nehatîye dan. Gelek axivtin li ser hatine kirin, heta piştî sê sala, deh sala, yazdeh sala û li berçav danana rewşa Sovyetê gihiştin wê encamê ku bi wan ra li ser hindek tiştan li hev bikin. Boçi? Çiku me problemên Afganistan, Pakistan û Kendavê [Golf] hene û xuya ye jî ku problemên me bi rojavayê ve jî hene. Divêt li ser otonomîyê jî çend salan axivtin bête kirin. Ez piştrast im ku şertên nihe wê otonomîya ku tu behsê wê dikî qebûl nakin."


Li vê derê Hacî Mustefa [Hacî Mustefewî] dikeve nav suhbetê û dibêje: "Bismillahîl Rehmanîl Rehîm, partîyên komûnîst di warê neteweyan da xwe bi dîtinên Stalînî ve girtine. Ereb dibêjin, bi dîtina me partîyên sosyaldemokrat bîr û bawerîyên xwe hene. Derbareyê me hêzên îslamî û Komara Îslamî heta nihe pirsa neteweyan hilnesengandîye. Heke Komara Îslamî bikare [bişêt] di vî warî da bîr û bawerîyên xwe dîyar bike, dê serkevtineke gelek baş bi destê wê ve bêt. Dîyar e ku di îslamê da sunneta pêxemberî û cihgirên wî heye. Hêvîdar im ku Komara Îslamî wan dîyardeyan bêxe ber çavan û di navbeyna wan da, ya ku sunneta pêxemberî destnîşan dike û ya we divêt nîvenîvek bête bi dest ve înan."


Yêkîtîya Komarên Federal

Qasimlo dibêje: "Hûn dibêjin pirsa eslî ya nihe ne çareserkirina otonomîyê ye, lê dîyarkirina şêweyê peywendîyan e di navbeyna Hizba [Partîya] Demokrat û Komara Îslamî da. Em hatine daxwaza çareserkirina pirsa otonomîyê ji we dikin."

Ew paşê dibêje ku mafê çarenivîsê dikare bi şêweyê serbixweyî, federalî û otonomîyê bête bi cih înan û wisa didomîne; "pirsa me ew e, em dixwazin bizanin gelo Komara Îslamî bi rastî dixwaze pirsa neteweyan li Îranê çareser bike an ne?. Heke divêt bi çi tarzî? Bi rengê serxwebûnî, federalî an otonomîyê? Me kurdan kêmtir tişt xwastîye, belêm em federalîyê jî qebûl dikin. Bi dîtina min, çiku îslamê di wî serdemî da awayekî federalîyê qebûl kirîbû, ya çêtir ew e federalî li ber çavan bête danan û wekî nimûne Yêkîtîya Komarên Federalî yên Îranê pêkbînin. Heke hûn çu ji van qebûl nakin, hingê xuya ye ku hûn naxwazin pirsa neteweyan li Îranê çareser bikin... Dibe ku subehî beşekî dî yê Îranê daxwaza otonomîyê bike. Divêt hûn aza bin û pirsa navxweyî ya Iranê bi durustî û li goreyî qanûnê, wekî hev bo hemûyan, bo Ereban, Belûcan, Turkmen û Kurdan çareser bikin, eve di paşerojê da dê mezin bibe."


Piştî behskirineke kurt heyet biryarê didin ku roja piştî wê careke dî kom bibin.

Fazil Resûl, navbeynkarê Kurdên Îranê (****) dibêje: "Hûn an dê li hev bên û we divêt bêyî şer gotûbêjan bidomînin anjî dê her bi şerî gotûbêjan berdewam bikin, lê ya baştir ew e ku hûn her nihe li ser tiştekê li hev bên... Derfetekî [Keysekî) baş e. Dibe ku sê salên dî rewş bête guhorîn, parsengîya hêzan bi rengekî dî be..."

Teq, teq, teq, teq...


Eve axivtinên wan yên dawîyê ne. Di teybê da dengê teqîna fîşekan tête bihîstin, paşê bêdengî... Demê ku cîran polîsan ji birîndarîya Sehrerûdî agehdar dikin, polîs rastî cendekên sê Kurdan tên.


(****) Fazil Mihemed Resûl, Kurdê başûra Kurdistanê ye û dostê birêz Celal Talebanî, Sekreterê Giştî yê Yêkîtîya Niştimanî ya Kurdistanê [YNK] bû ew jî di wê felaketê da hate kuştin.


Berbang, Kovara Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê, Hj. 106-107, r. 22-24 - Ji arşîva ROJAN HAZIM


Not: Di wê komkujîyê da digel Dr. Abdulrehman Qasimlo, hevalê wî yê partîyê, endamê komîteya merkezî û berpirsiyarê partîyê yê Ewrûpayê Ebdula Qadirî Azerî jî hate kuştin. -RH



***


Ji Rojnameya Kurdistan Pressê


Dr. Qasimlo 6.10.1988ê li Stockholmê intervuyek daye Kurdistan Pressê. Li ser navê Kurdistan Pressê Çetin Çeko bi Dr. Qasimlo ra intervuyê dike û di hejmarên 42 [6.10.1988] û 43ê [13.10.1988] da hatîye weşandin. Intervuyeke balkêş e û di wan şert û mercan da li ser rewşa bi giştî Iran, rojhilatanavîn, dinya û Kurdistanê bîr û bawerîyên xwe, polîtîkaya partîya xwe gelek bi zelalî behs dike. Tesbît û analîzên wî yên hingê û dîtinên wî yên di demê muzakereya digel rejima Komara Îslamî da li Vîyanayê hevdu timam dikin. Di zêhna Qasimlo da istikrareke bîr û hizirî tête dîtin... Ji wê intervuya dirêj çend paragrafan li jêr didim:


"Hedefa stratejîk ya partîya me Demokrasî bo Îranê, Otonomî bo Kurdistanê ye. Em otonomîyê dixwazin çiku em partîyeke realîst in. Belêm li Kurdistanê grûbên ku serxwebûnê dixwazin, yên ku dixwazin parçeyên Kurdistanê bikine yêk jî hene. Heke em jeopolîtîka Kurdistanê bidine ber çav eve pozisyoneke rasyonel nîne. Ji ber ku gotina serxwebûnê tête manaya guhorîna tixûbên çar dewletan. Hem jî li kî derê? Li Rojhilatanavîn!

Esasen em mafê self-determînasyonê [Mafê Çarenivîsa Neteweyan ya Xwe bi Xwe] diparêzin. Eve bi formên cuda dibe. Serxwebûn û federasyon jî di nav van forman da ne. Têkoşîna me ji nav van forman ya ji bo otonomîyê ye. Nihe, şîara me ya li Îranê jî otonomî ye.

Wekî em bo otonomîyê têkoşînê didin vê nabêjin: Mafê Kurdan yê serxwebûnê nîne!

Nexêr, heye.

Belêm, siyaseta partîya me otonomî ye, serxwebûn nîne. Xelkê me jî piştevanîya vê siyaseta me dike.

Îro li Îranê xelkên dî jî dijîn. Fars li Îranê ji sedî [%] 50 kêmtir in, anku kêmanî ne. Azerî, Kurd, Ereb, Belûcî û Tirkmen hemû pêkve ji seda 50 zêdetir in. Li goreyî vê yêkê li Îranê sîstemê federalîyê pêkbêt eve dê bête manaya bi cih hatina xwastekên me..."

[Kurdistan Press, hj. 42, 6.10.1988 - Ji arşîva ROJAN HAZIM]


Dr. Qasimlo gava bersiva pirsa li ser êrişa Iraqê ya li "Kurdistana Iraqê" ya di demê şerê Îran û Îraqê da dide tesbîteke giring dike:

"Piştî bûyera Helepçeyê ez li hêvîyê bûm. Çiku rewşa bûyera Helepçeyê li Iraqê cuda ye. Cara ewil Kurdên Iraqê Helepçe vegirt. Paşê jî ertêşa Îranê kete Helepçeyê. Iraqê reaksiyoneke gelek dijwar nîşanî vê tifaqê da..."

Ji vê tesbîta Dr. Qasimlo manayeke wisa derdikeve heçku Îranê û "Kurdên Iraqê" di vegirtina Helepçeyê da tifaq kirîye û rejima Seddam jî ji kerbên vê tifaqa Kurdan ya digel Îranê Helepçe bi jehra kîmyayî bombarduman kirîye... Esasen ji serî were hizireke wisa di serê hemû Kurdan da heye. Bi her hal tesbîta Dr. Qasimlo ya di vî warî da gelek balkêş e.

[Kurdistan Press, hj. 43, 13.10.1988 - Ji arşîva ROJAN HAZIM]


Di vê intervuyê da Dr. Qasimlo tesbîteke dî ya giring dike ku ji bo îro jî ronîker e: "... Ez dixwazim li ser xaleke li dîroka me rawestim. Bab û bapîrên me di siyasetê da hertişt reş û spî dîtine. Di siyasetê da rêş û spî nîne. Di siyasetê da tu tiştekê distînî û paşê jî ji bo standina tiştekî dî dixebitî. Nîvîya Kurdan li Tirkîyeyê dijîn û pirsa Kurd li Tirkîyeyê dê bigihe çareserîyekê. Eve dê ji bo parçeyên dî jî bibe nimûne. Belêm ji bo vê yêkê divêt gelek bixebitin, têkoşînê bidin, terka sloganên xirab bikin û bibine xwudanê xweşbînîyê [toleransê]. Hêvîya min ji Kurdên Tirkîyeyê gelek e. Em wekî Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê gelek vekirî piştevanîya hemû têkoşînên rizgarîya neteweyî yên li dinyayê dikin. Helbet destekê didine têkoşîna xelkê Kurd ya li Tirkîyeyê jî. Eve mafê me ye. Eve nayête manaya ku em têkilî karûbarên navînî yên Tirkîyeyê dibin. Eve ji bo me ji alîyê millî û mirovî ve hem mafê me ye hem jî erkê me ye..."

[Kurdistan Press, hj. 43, 13.10.1988 - Ji arşîva ROJAN HAZIM]


Mixabin ku ev lîderê Kurd yê navdar û jîr di hevdîtina digel heyeta Komara Islamî ya Îranê ya bi armanca çareserkirina pirsa Kurd ya li rojhilata Kurdistanê da bi biryara rejima Îranê gelek bêbextane hate şehîd kirin. Hevjîna berê ya Dr. Qasimlo Xanim Helene Krulichê hilbijartina vê rojê jî balkêş dîtibû û gotibû ku di 40 rojîya şîna Xumeynî da hate kuştin Dr. Qasimlo. Dîyar e lolebkêşên rejima Komara Îslamî ya Îranê fitoya li ser kuştina Dr. Qasimlo ya Xumeynî bi cih înabûn. Xumeynî wekî dijî Kurdan li Tebaxa 1979ê şer daye dest pê kirin di beyanateke xwe ya di televizyona dewletê da Dr. Qasimlo wekî "Dijminê yêkemîn yê Xwudê" îlan kiribû.

Li ser vê yêkê Dr. Qasimlo di suhbeteke me ya li Kurdistanê da got ku Xumeynî di derheqê wî da "Ew şeytanê buzurk e" gotîye. Di Farisî da "Şeytanê buzurk" anku "Şeytanê mezin" e...

Bila rûyê rejima Komara Îslamî ya Îranê reş û tarî be!.. Ku ji xwe wisa ye!.


Bi vê tesbîtê ve girêdayî di wext û zeman da ew gotina babê Dr. Qasimlo jî balkêş e. Dr. Hesen di van bîrhatinên xwe da behs dike. Dr. Qasimlo di suhbeteke xwe da ji Dr. Hesen ra wisa dibêje: "Babê min her dem ji min ra digot, kurê min ji bîr neke ku tu wê salê hatîye dinyayê ku dewleta eceman, [mexsed jê dewleta Îranê ya ku miletê Fars hakim e, domînant e, lê di nav gelek Kurdan da ji bo Azerîyên Îranê jî "Ecem" tête gotin - RH] ku dijminên me bûn, bi awayekî nemerdane rêberê şoreşa Kurdistanê yê hingê anku Simkoyê Şikak bi bêbextî şehîd kirin. Tu vê meseleyê qet ji bîr neke…“


Babê Dr. Qasimlo xwandineke gelek jîrane li ser zihnîyet, niyet û pratîka dagîrkeran kirîye, reşîya dil û hinavên wan bi tecrubeya salan zanîye û şîreteke babînî li kurê xwe kirîye ku ji vê suhbeta digel Dr. Hesen jî xuya dibe ku Dr. Qasimlo ev şîreta babê xwe di bîra xwe da hêlaye ku behs kirîye, lê mixabin di pratîka wan hevdîtinên bi "dewleta eceman" ra li xwe î hişyar nebûye.

Helbet ya çûyî çûyîye û vekêlana xwezîyan yên çûyî venagerîne. Lê axir ji dîrokê ders wergirtin jî divêt hebe. Gotina pêşîyan e; Av dinive dijmin nanive!.. Hingê divêt hûn jî nenivin û hişyar bimînin!.

Dijmin di hevdîtin û muzakereyan da jî be nanive û heke sanîyeyekê jî firsetê bibîne li hevrikê xwe dide ku di nimûneya Dr. Qasimlo da hate dîtin. 

Dr. Qasimlo ew şîreta babê xwe wekî guhark di guhê xwe da hêlaye belêm xwezî di pratîkê da bi cih înaba ku ew aqîbeta Simko bi serê wî jî nehatiba!..

..."

Not:
Ji pêşgotina min ya pirtûka Dr. Hesen Şetevî ya bi navê Rêya Jîyanê
Foto: Ji arşîva min, Dr. Hesen Şetevî û Chris Kutschera]