onsdag den 29. juni 2016

Heyvname-Hezîran 2016 - ROJAN HAZIM


Hezîran, heyva ewil ya demsala havînê.
Li heyva Hezîranê gelek bûn û bûyer qewimîne li Kurdistanê.


Şêx Seîd, 29ê Hezîrana sala 1925ê li Amedê digel 46 hevalên xwe hate îdam kirin.
29ê Hezîrana 1999ê jî TCê serokê PKKê Abdullah Öcalan bi hukmê îdamê ciza kir û paşê jî kirine hukmê muebbedê. TCê bi zanahî hukmê îdama Ocalanî di roja îdama Şêx Seîd da da. Muameleya TCê ya beramberî Kurdan û berxedêrên Kurd duhî jî îro jî ev e: Îdam, kuşt û kuştdarî û hefs.
Ocalan nihe li giravê Imralî zîndanî ye.


PKK bi navê xelkê Kurd têkoşîna azadîya Kurdistanê dide û hukûmeta AKPê jî bi navê TCê şerekî xedar didomîne li Kurdistanê. Ji şerê îro xuya ye ku heta Ocalan neyê berdan çu çareserî çênabe di navbeyna PKKê û TCê da. TC Ocalanî di Imralîyê da radigire. Heke her dê giravê Imralî be, bila rêbikin giravekî li Kurdistanê. Li Kurdistanê behra mezin û okyanûs nîne belêm goleke mezin ku Kurd wê wekî behr bi nav dikin, heye û ew jî Behra Wanê ye. Di nîveka Behra Wanê da giravê Ehdûmahrê [Axtamar] heye. Heta ku çareserîyek pêktêt rêya herî maqûl ew e ku Ocalanî rêbikine Axtamarê lê bi şertê ku li giravê Axtamarê î serbest be. Bêyî hefs û gardîyan, bêyî esker û nobedar... Ji xwe hewce nakin... Welat, girav, behr erdê Kurdistanê ne û Ocalan li welatê xwe "nareve(!)"... Ev formûle dibe ku rê li ber li hev hatinekê veke... Bi ber dikeve ku bête ceribandin... Keyfa we ye gelî TC!..
Min nivîsek di vî derbareyî da li Sibata 2008ê nivîsîbû û di roja dana hukmê îdama wî da li jêr dubare diweşînim. -RH

* * *
Giravek? Hingê Axtamar
ROJAN HAZIM

Belê, heke dê her girav be, bila giravekî li Kurdistanê be. Em behsê giravê Imralî û dîlê sedsalê dikin: Abdullah Ocalan. Daner û serokê PKKyê û rêberê KCKyê. Ji 15ê Sibata 1999ê were dîl e di destê dewleta kolonyalîst û dagîrker ya Tirk da. Hewceyî dubarekirina bûyerê nîne. Rastîyek li pêş çavan e, eve neh sal in ku Ocalan di giravê Imralî da girtî ye, dîl e. Girav jî pêkve di bin dagîrîya ertêşê da ye. Anku Imralî navçeyeke leşkerî ye. Erd û esmanê giravî girtî ye. Nahêlin çûçikek bêyî destûr bifire!. Dîsa ve hewceyî gotinê nîne ku her ji destpêka girtina Ocalan heta îro, bêdadîyeke mezin bi sere wî hatîye înan û ev bêdadîye îro jî di dereceya herî bilind da tête domandin. Ji ber doza Kurdistanê hatîye dadgeh kirin û cizayê herî giran lê hatîye birîn; heta mirinê hefs!. Şik têda nine ku di pirsa Ocalan da huqûq hatîye qetil kirin. Dozeke polîtîk hatîye vekirin û polîtîken cizayê hinde giran hatîye dan. Ji bilî Ocalan, bi hizaran endam û sempatîzanên PKKyê jî ji ber doza Kurdistanê di hefsên Tirkîyeyê da dîl in. Hefsên F û L têra nekirîye, nihe Kurdistan jî pêkve li xelkê Kurd adeta kirine hefsa “nîv vekirî”!.
Ocalan 15ê Sibata 99ê ji teref Amerîka û Yêkitîya Ewrûpayê ve teslîmî Tirkan hate kirin. Belêm ne Amerîka, ne Yêkitîya Ewrûpa, nejî Tirkîye gihişte mexseda xwe bi girtina Ocalan. Kêm zêde hemû li hêvîyê bûn ku bi dîlkirina Ocalan “rêxistina wî” [anku PKK] dê bêser bimîne û di demekî “maqûl” da jî dê belav be. Lê hisaba malê li çarsûyê nehat û hêvîya wan di gewrîya wan da ma!. Rêxistin belav nebû, bereks xwe zû komî serhev kir û ji berê baştir xwe gihande dereceya rêvebirîyeke kolektîv. Di midehê neh salan da têkoşîna doza Kurdistanê bi ketûraban jî be hate domandin û gelek destkevt û çeperên nû jî hatin qazanc kirin; ji şehridarîyan bigirin heta ketina nav parlementa Tirk, eve destkevtên vê peryoda nû ne. Dewleta kolonyalîst û dagîrker ya Tirk, belavkirinê danin alîyekê, nikarî PKK û bi giştî rêxistinên pêve girêdayî lawaz jî bike. Operasyona belavkirina 2003ê jî neçû serî, ku dixwastin bi lîkîdasyoneke mezin rêxistinê hilweşînin. Îro demê dîlîya Ocalan hatîye neh salan, lê bizava neteweyî mezintir û firehtir bûye ku Amerîkayê digel dewleta Tirk PKK wekî dijminê hevpar îlan kir. Eve ji milekê ve jî mezinbûn û bihêzbûna rêxistinê nîşan dide.
Dewleta Tirk, bi operasyonên ji dawîya 2007an were jî, têkbirin û hilweşandina rêxistinê bo xwe kirîye armanc. Lê beyhûde ye. Ev plane jî naçe serî. PKKyê xwe ji duhî xurttir kirîye, pêşvetir birîye. Di nav xelkê xwe da re û rîşe girtîye. Mekanîzmaya rêvebirîyê hem kolektîv e, hem jî bi kadroyên nû teqwîye kirîye ku eve bi serê xwe serkevtinek e. Di vî warî da, kadroyên destpêkê yên daner roleke çêker leyistine. Îro kivş bûye ku merkeza kumandayê hatîye xurt kirin û saxlem kirin. Dijmin vê gave jî taktîkekî wisa di rê dibe ku kumandaya merkezî belav bike ve û bizavê careke dî bêser bihêle. Axir bi hemû hemle û hewildanan jî dijmin nikare bigihe mexseda xwe û esasen dewleta Tirk di israra şer da her diçe paşeroja xwe jî tarî dike. Eve îro bi hemû zelalîya xwe ve derketîye meydanê.
Li mile dî, yêk ji sloganên bizava neteweyî ya xelkê Kurd jî xwudanderketina Ocalan e. Dewleta Tirk di şertên Îmralîyê da roj bi roj Ocalanî ber bi mirinê ve dibe. Dewlet di van şertan da hewce ye dawîyê li tecrîda li ser Ocalan bîne. Herçend cihê Ocalan ne hefs e, lê axir di destpêkê da divêt Ocalanî neqlî “girtîxaneyeke” li Kurdistanê bikin. Mafê her girtîyî heye ku heke li welatekî bîyanî girtî be, daxwaz bike ku bo welatê xwe bête neqil kirin. Heke her dê girav be, bila Ocalanî di bin însîyatîv û ewlekarîya Rêxistina Yêkitîya Neteweyan da, [UN], neqlî giravê Axtamarê, Axtamara di nîveka “Behra Wane” da bikin. Li wê derê hewcehî bi leşker û nobedaran jî nîne. Ocalan li giravê li welatê xwe dê bi ewletir be, saxîya wî dê baştir be. Xelkê Westana [Kawaş] Wanê dê sexbêrîyeke baş li Ocalanî bike. Qet nebe di gava ewil da cih guhorîna Ocalanî ya bi vî rengî, relatîven jî be, dê di rê da be. Şûna Îmralîyê, Axtamar!. Daxwazeke mirovî ye!. Belêm digel vê qonaxa borînde, daxwaza azadîya Ocalan û hemû girtîyên doza Kurdistanê divêt daîm bête bilind kirin.

ROJAN HAZIM
13 Sibat 2008