Roja 3ê Çirîya Pêşîn (October) ya 2026ê li Brukselê ji teref KNKê ve konferansa ”Kurd li UNê bêne temsîlkirin” hate kirin. Ez jî vexwandî bûm.
Axivtina min ya li konferansê li jêr e:
Beşdarên hêja,
Dem teng e, lewma dê bi çend gotinan bîr û hizrên xwe digel we parve bikem.
Hewildana ji bo temsîlkarîya li UNê baş e, rast e û di cih da ye.
Dîrok şahid e. Wextê serokê PLOyê Yaser Arafat li 13ê Çirîya Paşîn (November) ya 1974ê beşdarî kombûna UNê bûy, pirsa Filistînê kete rojeva dinyayê û Filistîn bû çavdêr di UNê da…
Bi direngî jî be divêt Kurd jî vê biken û biçine UNê.
Tête zanîn, ewilcar di 29ê Hezîrana 1963ê da dewleta Moxolistanê bi destek û piştevanîya Yêkîtîya Sovyetan serî li UNê dabû ku jenosîdkarîya rejima Iraqê ya li ser xelkê Kurd bête mehkûmkirin. Belêm mixabin reftareke demokratîk nehatibû nîşandan hingê.
Li 5ê Nîsana 1991ê jî Fransa û Belçikayê serî li UNê dabû ku êrişkarîya rejima Iraqê ya Sedam bête protestokirin û Kurd bêne parastin. Axir hingê wijdana navneteweyî rûyê xwe spî kiribû û ew biryara meşhûr ya paralela 36ê li bakura Iraqê anku Kurdistanê hatibû standin û bi vî rengî hem Kurd hatibûn parastin hem jî Kurdistan bibû navçeyeke ewle ya di bin parastina UNê da…
Gelek serlêdanên dî jî hatine kirin bo UNê li ser pirsa Kurd û Kurdistanê, lê bêyî encam mane…
Ji ber hindê, şik tê da nîne ku divêt Kurd û Kurdistan li UNê bêne temsîlkirin.
Esasen di vî warî da gelek direng hatîye mayîn.
Bes bi her hal dîsa ve gavek divêt bête avêtin.
UN di van şert û mercên dinyaya îro ya dûrî dad û dadyarîyê da jî be, organîzasyona herî mezin û tesîrdar ya welat û dewletên dinyayê ye.
Platformeke xurt ya navneteweyî ye.
Ji ber vê giringîyê divêt Kurd li wê platformê hebin û xwe bidene temsîlkirin.
Dinya jî divêt rê bide ku xelkekî 50 milyonî di vê mala mezin da bêne temsîlkirin. (*)
UNa bêyî temsîlîya xelkekî 50 milyonî bi gotineke sade kêmî ye…
Ev neheqî û xeletîye divêt bête telafîkirin.
Lê belê eve jî bi xwenîşandana Kurdan mumkun dibe.
Kurd divêt xwazyar bin û xwe ji bo vê temsîlîyeta bilind amade biken.
Eve jî tek û tinê bi tafaqa mezin ya navxweyî dibe.
Kurd di halê hazir da ji vê tifaqa mezin dûr in.
Ji bo vê armanca temsîlîyeta li UNê divêt zûtirîn dem xwe ji alîyê tifaqî ve hazir û amade biken.
Temsîlîyeta li UNê bi serlêdanên yêkalî, dualî an sêalî nabe.
Divêt mutleq tifaqa mezin ya Kurd û Kurdistanê li çaralî û alîyê pêncê jî dîasporayê pêkbêt û bi vê yêkdengîyê serlêdana UNê bête kirin ku encameke pozîtîv bête wergirtin.
Anku serlêdana UNê divêt bi vê tifaqa mezin pêkbêt.
Kurd divêt vê prosesa serlêdana UNê bikene firseteke xêrdar û bibine tifaq û bi wê tifaqê serî li UNê biden.
Serlêdaneke bi tifaqî dê li UNê bersiveke pozîtîv bibîne çiku konjonktura îro wekî xelkekî mexdûr di lehê Kurdan da ye û dê pêşwazîyeke germ li vê serlêdana Kurdan bête kirin.
Eve herwisa bang e bo hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî ku tifaqa mezin ya navxweyî pêkbînin û vê serlêdana UNê bi hev ra biken.
Îro di meydana polîtîk ya Kurdistanê da hewayekî baş û pozîtîv heye.
Bi hev ra ji vî hewayî divêt bête istifadekirin.
Heke îro em behsê reform, ronesans û entegrasyonê diken, ku eve hemû jî pêdivî ne, divêt van hemû daxwazan ewil di nav xwe da, li Kurdistanê pêkbînin ku bikene rastîya jîyana xwe ku bibe numûneya rast ji bo der û cîranan û dinyayê jî… Û eve dê rê li ber çûyîna nav UNê jî xweş bike…
Ji bo temsîlîyeta li UNê tifaqa navxweyî esas e û ji bo vehûnandina vê prosesê jî dîyaloga bilind ya navxweyî divêt li ser vê daxwaza konkret bête destpêkirin. Ji bo vê jî hewcehî bi komîteyeke xurt ya dîyaloga bilind ya navxweyî heye û di vê konferansê da ev gavê bi hev ra dikare bête avêtin ku bigihine vê armancê…
Û spas.
ROJAN HAZIM
3 Çirîya Pêşîn (October) 2026, Bruksel
(*) Li ser nufûsa Kurda hejmarên ji hev cuda têne dan. Ji 50 heta 70 milyonan têne gotin. Min 50 nivîsî. Di panoya konferansê da 60 milyon hatibû nivîsîn. Giring ew e ku ev nufûsa hinde boş di UNê da bi rengekê bête temsîlkirin…
