fredag den 3. april 2026

Kotra birîndar - ROJAN HAZIM

Kotir sax bû û gihişte xwezaya xwe...

(3 Nîsan 2026) 


Kanûna Paşîn û Sibat gelek têr befir bûn.              

Nîv mîtro befir barî bû.

Zivistaneke dijwar bû.

Sarma di bin sifrê da heta 15 dereceya daketibû.

Befir li erdî qerisîbû, bibû cemed.

Jîyan bi giştî bi zehmet ketibû.

Ji bo teyr û tewalan hêj zortir bibû.

Dûmahîka sibatê bû.

Roj 25ê Sibatê, çarşembî.

Êvarî Zal dibîne ku kotirek li ber derîyê malê xwe daye kujîyê dîwarî û wisa xwe vekêşaye ser hev.

Stû xwahr, melûl û bi çavên tijî tirs, berê xwe dide dora xwe.

Zal hêdîka xwe nêzîk dike ku ne tirsîne, lê kotir jî nafire.

Zal têdigihe ku ev halê kotirê ne çu hal e.

Kotirê hildigire nav destên xwe.

Hind melûl, hind bêçare û hind tirsyayî bûye ku qet xwe nelivandîye û adeta xwe berdaye nav destên Zalî.

Zalî berê xwe daye çengên wê, leşê wê û pêkên wê ka birînek lê heye an ne.

Çu birîna xuya nekirîye û xwûn jî nebûye.

Belêm perek ji çengê wê yê rastê piçek daketî bûye.

Bi ihtimaleke mezin derb xwarîye û eve janê dide Kotirê hizirîye Zal.

Di vî hewayê hinde sar û sir û seqem da xuya ye ji organekî xwe yê herî giring, ji çengê xwe sivik jî be birîndar bûye.

Perek jî be, bizava çengê wê tengav kirîye ku neşîyaye digel refa xwe bilind bifire û paş maye.

Lewma xwe daye bin dîwarê ber derîyê mala Zalî.

Zal wê şevê li ber derî bi kartonan cihekî ewle bo çêdike.

Av û hûrikê nanî didane ber.

Wê şevê wisa li ber derî dibe mêhvana Zalî kotir.

Roja paştir anku pêncşembîyê Zal berê xwe didê ku kotir ji cihê xwe nelivîye û li pişt kartona xwe vekêşaye serêk û bi çavên zil berê xwe dide dora xwe.

Nan jî nexwarîye.

Kotir ji her pêjnê dicifine û stuyê xwe dirêj dike û bi panîk berê xwe dida dora xwe.

Zal gelek bi ser ve naçe ku netirse.

Berberê nîvro kotir ji pişt kartona derdikeve û diçe.

Zal bi endîşe berê xwe dide dorberî.

Kotir xwuya nake.

Hêvî dikem nebe nêçîra rûvîya û sax bimîne û dîsa bêteve dibêje xwe bi xwe Zal.

Bi her hal, bi ihtimala vegera kotirê, Zal radibe li ber diwarî lîsekî ewletir çêdike, av û hûrikê nanî didane ber ku heke kotir hat biçe vî cihê nû.

Êvarîya direng kotir têt û dîsa ve diçe kujîyê xwe yê berê.

Zal bi hatina wê gelek şa dibe û diçe hêdîka hildigire nav destên xwe û didane cihê nû.

Ji xwe çu halê kotirê yê revînê jî nebûye.

Kotir xwe dide pişt kartona û divenişe ser lîsî.

Zal dibîne ku carina avê vedixwe.

Kotir wê şeva xwe jî di nav kartonan da diborîne.

Roja eynîyê anku 27ê Sibatê, seet li dora 11ê berî nîvro ji cihê xwe tête xwarê û ber bi bexçeyî ve diçe.

Zal kontrol dike, berê xwe didê ku diçere li bexçeyî.

Ya herî baş di halê xwe da bimîne dibêje Zal xwe bi xwe.

Şev dîsa ve tête ser lîsê xwe.

Carina avê vedixwe lê hurikê nanî naxwe.

Dîyar e ku li nav bexçeyî diçere û xwe têr dike dibêje Zal di dilê xwe da.

Zal carina berê xwe didê ka di çi halî da ye.

Digel ku halê kotirê baş xuya nake, belêm dîsa ve diçe diçere û careke dî tête ber diwarê mala Zalî.

28ê Sibatê, şembîyê, Zal dihizire ku rewşa Kotirê dê çawan be.

Kotir wê rojê berberê nîvro diçe nav xwezaya xwe, ku biçere, bigere...

Her wê êvarîyê piştî ger û çereya xwe tête ber dîwarê ku lê dilîsa.

Zal dibîne ku kotir direcife.

Ho nabe dibêje Zal.

Hema zû li antreya malê cihekî germ bo hazir dike û kotirê hildigire nav destên xwe û tîne jorve.

Kotirê bi cih dike û av û tomikî didane ber.

Kotira reben bi wî halê birîndar û di wê sir û seqemê da bêtaqet ketibû.

Lewma wê şevê li mala Zalî di nav germ û bêdengîyê da rehet dinive kotir...

Zal wê şevê mêhvandarîyeke bi dilovanî dike bo kotirê.

Ew di serê Adarê da mêhvana gelek ezîz ya Zalî bû.

Zal di ber ra jî dikeve nav hizrên kûr ku çareyeke sitirandina kotirê peyda bike.

Biryarê dide Zal ku rikeheke sindoqwarî çêbike ku hem tê da rehet be, hem jî ji tehlîkeya rûvîyan bête parastin.

1ê Adarê yêkşembîyê berê xwe dide kotirê li antreyê.

Kotirê di cihê xwe yê germ da xwe mit kiribû. Rehet xuya dikir.

Zal radibe bi dar û depên li ber destî heyî rikeheke şubî sindoqê ya mîtroyekê ji erdî bilind çêdike û dide ber dîwarî û asê dike ku nekeve.

Sê xewlîya û lîsekî biçûk li nîveka rikehê bi cih dike û bo kotira birîndar hêlîneke germ çêdike.

Êdî spêdehîya duyê adarê bû.

Zal dibêje divêt wê bi rengekê biparêzin ku nebe nêçîra rûvîya.

Hewa vekirî bû, gelek sar nebû.

Derîyê malê vekirî dihêle ku belkî kotir biçe derve.

Piştî wextekê kotir derdikeve ber derîyê malê û ber bi bexçeyî ve diçe, ku bigere û biçere.

Êdî bibû êvarî.

Zal li hêvîya kotira birîndar bû.

Derîyê malê vekirî bû.

Zal dibîne ku kotir hat û hema yêkser çû antreyê û wisa ma.

Ecêb bû li cihê xwe yê berî şevekê digerîya.

Gava hatîye antreyê, bi sekina xwe heçku ka cihê min gotîye.

Hingê dilê Zalî jan dide û gelek bi xem dikeve.

Çiku cihê wê rakiribû û rikeh çêkiribû û hazirîya wê kiribû ku tê da bi cih bike.

Hêj rikeh nas nekiribû, lewma li cihê xwe yê germ digerîya kotir.

Zalî kotir hilgirte nav destên xwe û kire nav rikehê, tirarekî avê jî dana ber derokê rikehê û hindek tomik û hûrikê nanî jî kire nav rikehê.

Bi depikekê jî derokê rikehê heta nîvîyê girt ku bê hewa nemîne kotir.

Rikeha kotirê li cihekî saxlem û ewle bû.

Ihtimala êrişeke rûvîyan jî nebû.

Zal bi şevê çend cara kontrol dike rikehê...

Kotirê bi wî halê birîndar di nav wan xewlîyan da li nîveka rikehê xwe mit kiribû û tena xuya dikir.

Spêdehîya sêyê adarê berberê nîvro Zal depikê li ber derokê rikehê dide alî ku belkî kotir derkeve derve.

Ji dûr ve berê xwe didê Zal.

Kotir serê xwe dirêj dike, ewil bi halekî hêbetî berê xwe dide vî alî wî alî, paşê dimikê xwe dirêjî tirarê avê dike û avê vedixwe.

Careke dî serê xwe vedikêşe nav rikehê.

Zal şa dibe û di dilê xwe da dibêje eve baş e ku êdî kotir li cihê xwe bisteh bûye.

Piştî nîvro Zal berê xwe dide rikehê ku bizane ka rewşa kotirê çawan e.

Dibîne ku rikeh xalî ye.

Zal gelek nîgeran dibe ka çi lê hatîye.

Berê xwe dide dorberê malê, nav bexçeyî.

Dibîne ku li nav bexçeyî digere, diçere.

Xwe nêzîk nake Zal û wisa serbest dihêle.

Êvarî kotir têt û li dora rikehê diçerixîne lê neşêt xwe hilavêje nav rikehê.

Zal qederekê berê xwe didê ka dê çi bike.

Du sê cara diceribîne kotir lê nikare biçe nav rikehê.

Hind li Zalî bisteh bibû ku xwe dihilavêje ber pencereyê.

Heçku gazî Zalî dike.

Serê xwe bi camê venabû kotirê.

Zal têdigihe ku hewara xwe digihîne wî.

Derdikeve ber derî û kotirê hildigire nav destên xwe.

Qet natirse kotir û adeta li hêvîya vê harîkarîyê bûye.

Zal wê dibe û dike nav rikehê.

Depikî jî dadine ber derokê rikehê.

Şeva sêyê adarê bû û şeva wê ya duyê bû di nav rikehê da.

Zal lêkolînekê dike ka dişêt çawa birîna wê bikewîne.

Ji agehîyan xwuya dibe ku çengê wê neşkestîye, lê derbekî giran xwarîye ku nikare bilind bifire.

Ji lêkolînên Zalî tête zanîn ku divêt midehekê bêhna xwe vede, li cihekî germ be û bi sexbêr be.

Nihe wê sexbêrîyê li kotirê dike Zal.

Mêhvana Zalî ye û di rikeha li ber dîwarê mala Zalî da xwe gelek ewle his dike kotir.

Heta ku bişêt bilind bifire, Zal li mêhvana xwe gelekî hişyar e û sexbêrîya wê dike.

Kotir li Zal gelek bisteh bûye.

Ji wî nareve.

Gava Zal dixwaze wê hilgire nav destên xwe, xwe mit dike.

Xuya ye kotirê baş his kirîye ku zerarek ji Zalî bo wê nayê.

Kotir wekî mêhvan, Zal jî wekî mêhvandar ji vî halê xwe razî ne.

Rehm û dilovanîya Zalî di dilê nazik yê kotirê da cih girtîye.

Û ew kotira kûvî nihe bûye kotira kehî.

Kotira ku li dinyayê bûye sembola aştîyê, di nav hewayekî aştîyane da mêhvanîya xwe ya li nik Zalî didomîne.

Zal digel ku gelek keyfxweş e bi mêhvanîya kotirê, belêm ji milekê ve jî dixwaze zûtirîn wext sax be û dîsa bikare digel refa xwe bifire bilindahîyan û di nav xwezaya xwe ya xweş da dûrî hemû tehlîkeyan bi serbestî û azadî bijî...

 

ROJAN HAZIM

Sibat-Adar 2026 - Ybdnorb, Kramnad

 

Not:

Zalî nevîyên xwe li dora xwe kom kirine û ev çîroke bo wan gotîye.

Hemûyan gelek bi heyecan û baldarî guhdarî kirîye.

Nevîyên Zalî yên heywanhez û jîyanhez ji bapîrê xwe pirsîne ku Kotir dê kengî careke dî bilind bifire û bigihe refa xwe ya mezin.

Zalî jî gotîye nevîyên xwe yên nazdar û dilovan, ew jî hêvî dike ku ev xwezî û daxwaza wan bête cih û Kotir bigihe xweza û refa xwe. Û sozê dide wan ku baş sexbêrîya kotirê bike û gava sax bû û gihişte refa xwe û firî bilindahîya ew dê wan agehdar bike. 


 

(15-16ê Adara 2026ê) 

Not 2:

15ê Adarê [2026] berberê êvarî Kotir çûye û heta 16ê Adarê nîv şev jî nehatîye...

Hêvîya Zalî ew e ku nebûyîbe nêçîra rûvîya...

Zal li hêvîyê ye ku bêt...

 

(3 Nîsan 2026) 

Not 3:

Kotira birîndar, herî dawîyê rojek berî Newrozê, anku nîvroya 20ê Adarê digel kotireke dî hatîye ber derê mala Zalî û li bexçeyî çerîne û paşê jî firîne bilindahîyan. Evro [Îro] 3ê Nîsanê [2026] ye û kotir nevegerîyaye ber derê mala Zalî. Rikeha wê ya li ber derê mala Zalî xalî maye... Zalî di dilê xwe da gotîye ku ji nehatina wê ya hinde roja xuya dibe ku êdî di esmanê xwe da bi azadî difire...

Kotira birîndar bi sexbêrîyeke kamil ya Zalî, sax bûye û careke dî çûye xwezaya xwe û gihiştîye refa xwe. 20ê Adarê roja eynîyê nîvro hatina wê ya ber derê mala Zalî, heçku bo pîrozkirina Newroza Zalî bûye. Kotireke wefadar bûye. Zalî jî hatina kotira birîndar ya digel hevaleke xwe wekî pîrozkirina Newrozê û xatirxwastinê qebûl kirîye...

Kotira birîndar, bi sax û silametî gihiştîye dinyaya xwe û Zal hêvî dike ku nebe nêçîra dirindehan û wan per û baskên xwe herdaim bo aştîya dinyayê biçirpîne...

Zalî ev xeberê xweş daye nevîyên xwe û nevîyên Zalî jî dinyayekê keyfxweşbûne ku kotir careke dî firîye bilindahîyan û gihiştîye refa xwe...

Zalî jî gotîye nevîyên xwe ku careke dî firîna kotirê bo bilindahîyan û gihiştina wê ya bo nav refa xwe ew jî şa kirîye. Û gotîye nevîyên xwe ku harîkarîya bo hewcedaran herdaîm karekî baş û xêrdar e...

mandag den 16. marts 2026

Jenosîda Helebçeyê divêt daîm li bîr be...

Di vî demê rûdana Sedamîzmên nû [Neo-Sedamizm] da divêt JENOSÎD-ENFAL neyên ji bîr kirin ku jenosîd û enfalên nû rûneden.

Rojên bombardumana jahra kîmyayî ya li ser Helebçeyê, 16-17 Adar 1988, qet û qet ji bîr naçin...

Rêz û silav bo şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên doza Kurd û Kurdistanê.

RH

onsdag den 11. marts 2026

Salih Muslum koça dawîyê kir - ROJAN HAZIM

Digel Salih Muslum li Ofîsa PYDê li Silêmanîyê.

Yê li milê min yê çepê jî Nasir Herkî ye. Nîsan 2014, Silêmanî

 

Mixabin, Salih Muslum [11 Adar 2026] li Hewlêrê koça dawîyê kir.

Salih Muslum, têkoşerekî bijare yê doza Kurd û Kurdistanê bû.

Di xebat û têkoşîna rojavaya Kurdistanê da roleke giring û pêşeng bi cih îna.

Di demê Hevserokatîya wî ya PYDê da li meydana Ewrûpayê xebatên me bi hev ra çêbûn di nav KNKê da.

Nîsana 2014ê me seredanîya wî li Ofîsa PYDê ya li Silêmanîyê kiribû.

Paşê jî gelek cara me hevdu dît.

Ew jî wekî hemû têkoşerên doza Kurd û Kurdistanê çû esmanê Kurdistanê û di rêza stêrkên dibiriqin da cihê xwe girt.

Bila bibe bereketa Kurd û Kurdistanê.

Serê binemala wî, partîya wî û xelkê Kurdistanê sax be.

ROJAN HAZIM

Not:

Meytê wî birine rojavaya Kurdistanê û dê li şehrê wî Kobanîyê bispêrine axa ku giyanê xwe bo feda kirî.

**

Anekdoteke girnijînker li ser min û Salih Muslum

Sal 1978, payîz, ez bi erk û berpirsiyarîyeke rêxistinî [PSKT-Rêya Azadî] çûbûme rojavaya Kurdistanê, Qamişloyê û Sûrîyeyê, Şamê.

Hingê mêhvanê YNKê bûm.

Gelek berpirsiyarên YNKê hingê li Qamişlo û Şamê bûn.

Li Qamişlo mêhvanê Dr. Kemal Xoşnav bûm.

Li Şamê jî mêhvanê Dr. Fuat Masûm, Emer Debabe, Şêx Şemal Bax, Mela Nasuh bûm ku gelek kadroyên dî yên YNKê jî li wê derê bûn. Salar Azîz jî, hingê yêk ji berpirsiyarên YNKê bû ku ji xwe di rêvebirîya Komeleyê da bû, min hingê nas kir...

Êvarîyekê jî digel Emer Debabe, Şêx Şemal, Mela Nasuh bo şîvê li mala Elî Eskerî, ku hingê kurên wî Şoreş û Şalaw biçûk bûn, bûne mêhvan...

Şêx Şemal xelkê Silêmanîyê bû û kadroyekî pêşeng yê Komeleyê bû ku rêxistina herî mezin ya YNKê bû. Ez û Şêx Şemal li hotêleke merkeza Şamê diman. Me bi hev ra resim kêşabûn...

Piştî salan, Nîsana [April] 2023yê dostekî min yê ji YNKê bi mesajekê resmek bo min rêkir ku ji arşîva YNKê, Kanûna Pêşîn [December] ya 2022yê hatibû belavkirin. Di resim da ez û Şêx Şemal Bax bûn... Resmekî dî yê min û Şêx Şemal di arşîva min da hebû, lê belê ev resmê ji Arşîva Şoreşê belavbûyî bo min jî dîyarîyeke zêrîn bû çiku di arşîva min da nebû... Bes di danasîna resim da dihate gotin ku Şêx Şemal digel Hevserokê PYDê Salih Muslum, sala 1980.

Êdî wext e ku heqîqeta wî resmî aşkera bikem... Ew kesê ku digel Şêx Şemal (*) ez im û ew resim me bi hev ra li payîza 1978ê li Şamê kêşabû... Arşîva Şoreşê ya YNKê ez di vî resmî da kirime Salih Muslum...[Resim li jêr e.] (**)

Dinya ye, piştî salan min û Salih Muslum li Ewrûpayê hevdu nas kir û di nav KNKê da bi hev ra xebat jî kir.

Bi vê munasebeta koça wî ya dawîyê min xwast vê rasthatina min û wî ya balkêş ya di resim da bi girnijînî bikeme notek di arşîva dîrokê da...

Her mirin zû ye belêm ya Salih Muslum gelek zû bû û ew dê herdaîm li bîr be.

RH

(**) Not:

Ew resmê min behskirî li jêr e:

Li ser resim bi zaravayê Soranî û alfabeya Aramî-Erebî wisa hatîye nivîsîn:

Rojavayî Kurdistan - salî 1980
Layî rast: Berêz Salih Muslum – Hawserokî PYD
Layî çep: Şehîd Şemalî Bax

(Veguhêzîya ji alfabeya kevin bo Latînî: Baban Seqizî)

 

Bes rastîya resim wisa ye:

Payîza 1978ê, Şam - Sûrîye

Li çepê: Şehîd ŞÊX ŞEMAL BAX

Li rastê: ROJAN HAZIM

[anku ez]

(*) Not:

Şêx Şemal Bax, gelek mixabin li 15ê Nîsana 1983yê di şerekî wêranker yê di navbeyna dînamîkên navxweyî da hate şehîdkirin.

Bi vê munasebetê wî jî bi dilgermî bi bîr tînim.