mandag den 14. april 2025

Enfal... ROJAN HAZIM

  

Ji komkujîya li ser Barzanîya - Ev foto ji Mûzeya Jenosîda Barzanîya ya li Monumentê Jenosîda Barzanîya hatîye kêşan. Foto: RH - November 2024

 

Plakatê Jenosîda Barzanîya- Foto: RH - November 2024
 

Enfal an jenosîd an komkujî an qirkirin an tertele...

Navê qetlîamên li ser xelkê Kurd in ev gotin hemû...

Li Dêrsimê be, li Gelîyê Zîla be, li Hekarîya be, li Bota be, li Roboskê be, li Qeladizê be, li Barzan be, li Helepçeyê be, li Şingalê be, li Şêxan be, li Kerkûkê be, li Qarne û Sofyan be, li Mahabad, Qamişlo, Amed an li Hewlêrê be...

Giring ew e ku ev hemû kir û kiryar fermanên xwûnawî yên dijmin û dagîrkerên Kurdistanê ne li ser serê xelkê Kurd...

14 Nîsanê jî roja bîrînana Enfalê ye ku rejima Sedam Huseyin li sala 1988ê bi serê xelkê Kurd înabû...

Li Iraqê gelek komkujî hatin kirin beramberî Kurdan... Li Nîsana 1974ê Qeladizê bi bombeyên napalmê hate bombarduman kirin û bi sedan Kurd hatin kuştin... Jenosîda li Barzan li havîna 1983ê destpêkir... 8 hizar zelamên Barzanî bi komî hatin birin û bi komî hatin kuştin... Ji Sibata 1988ê heta Îlona 1988ê jî bi Enfal û komkujîyan rejima Beasa Sedam Huseyin bi sed hizaran Kurd an di cih da an di mişextkirinê da kuştin...

Bi biryara Parlementoya Kurdistanê li Hewlêrê, her 14ê Nîsanê, Enfal tête bîrînan...

Di 37. salvegera Enfalê da peyamên bîrînanê hatin dan...

Mesûd Barzanî jî peyamek belav kir û destnîşan kir ku " Prosesa Enfalê beşeke ji wê sîtem û tawanan bû ku sedsala derbasbûyî rejima berê ya Îraqê li ser xelkê me encam da... 180 hizar welatîyên bêtawan yên Kurdistanê hatin bêseraşûnkirin û şehîdkirin... Tawanbar ketine nav sergûvkê dîrokê, lê belê birîn û eş û janên wê komkujî û zulmê hêj jî mane û nekewîne..." (Ji Rûdawê)

Herweha, "Divêt dewleta Îraqê tezmînata Enfal û wê qirkirinê bide ku li dijî miletê me hatîye kirin" got Mesûd Barzanî...

Mesûd Barzanî herwisa got; "Di 37 salîya bîrînana xembar ya Enfalê da baştirîn wefa ji bo şehîdên Enfalê ew e ku em hemû di xizmetkirin û parastina welatê xwe da yêkdeng bin û bi hev ra paşerojeke geş ji bo xelkê xwe ava bikin..."

Lewma Enfal û hemû qirkirinên bi serê xelkê Kurd hatine înan divêt neyêne ji bîr kirin...

Bila hemû neyar û dijminên xelkê Kurd, pêkve qirkerên Kurdistanê serşor bin...

Bila xelkê Kurd sebilind û serfiraz be...

Bila herbijî Kurd û Kurdistan...

RH

  Ji merasima veşartina sergorîyên Enfalê