Helebçe di roja Enfalê anku 14ê Nîsana 2025ê
da bû Istan...
Helebçeya birîndar axir bû ISTAN [Wîlayet]...
Gotina "Parêzgeh" bi kar nayînim
çiku xelet e, şaş e...
Yêkser tercumeya "Muhafeze"ya Erebî
ye û li goreyî lojîka zimanê Kurdî ne rast e...
Lewma gotina qedîm ya Kurdî "ISTAN"ê
bikartînim...
Bo rêvebirê ISTANê jî Istandar tête gotin...
Ev gotine îro jî tête bikarînan...
Paytextê istanê Kurdistanê li rojhilata
Kurdistanê [Îran] şehirê Sine ye...
Bo wargeh û jîngehên mezin û têrnufûs û
herweha şehiran jî istan tête gotin...
Wekî sînonîm "Wîlayet" jî dikare
bête gotin...
Bo rêvebirê wîlayetê jî Walî dibêjin...
Bingehê gotina "wîlayet"ê jî digihe
zimanên Latînî...
Biçûk an mezin wargeh e, şehir e...
Lê tercîha min gotina "ISTAN" e...
Gelek cara ji bo Helebçeyê, "Helebçeya
şehîd" tête gotin ku eve binavkirineke di cihê xwe da nîne.
Helebçe ne mirî ye, nejî şehîd bûye...
Helebçe tijî jîyan e...
Helebçe jînde ye...
Mixabin ku di demekî gelek bi arêşe û dijwar
da bi ber bombeyên jahrîn ket...
Di navbeyna du rejimên xwûnxwar Iraq û Îranê da
bû armanc li bihara 1988ê...
Gelek kuştî dan Helebçeyê...
Ku xelk bo wan "şehîd" dibêje...
Ji bo mirî an kuştîyên doza heq
"şehîd" dibêjin...
Xelk ji ber şehadeta 5000 Helebçeyîyan "Helebçeya
şehîd" dibêjin...
Ku Helebçeyîyên welatparêz serê xwe dan bo
doza Kurd û Kurdistanê û helbet şehîdên Kurdistanê ne...
5000 Helebçeyî sergorîyên welatê xwe
Kurdistanê ne û pêkve şehîd in...
Lê heqîqet ew e ku Helebçe wekî wargeh û
jîngeh û navçeyeke mezin gelek bedelên canî [giyanî] dabin jî ava ye, li ser
xwe ye û jînde ye...
Ji bo rizgarî û azadîya Kurd û Kurdistanê Helebçeyê
gelek şehîd dane û ji ber vê çendê ye ku neyaran Helebçe kirine polîgona
bombeyên kîmyayî...
Piştî êrişa rejima Iraqê cade û kolanên Helebçeyê
bûne tijî term û cendek...
Jin, mêr, zarok, mezin, her cure heywan, gil û
giya, gul û kulîlk, dar û bar û pêkve jîyan bû hedefa bombeyên kîmyayî yên
rejima Beasa Sedam Huseyin...
Di encam da bi hizaran mirov, bi hizaran
heywan, bi hizaran dar û bar, gil û giya, gul û kulîlk mirin...
Digel vê bombardumana birandêr jî Helebçe dîsa
ve nehate binbir kirin, şehîd nebû, ne mir...
Belêm gelek giran birîndar bû...
Di navbeyna salên dirêj da hêj jî ew birîn
nekewîye, xusaret maye û xuya ye dê hêj gelek jî bidome ev êş û jana Helebçeyê...
Belê Helebçe birîndar e, hem jî gelek giran...
Belê Helebçe bi êş û jan e, hem jî gelek
dijwar...
Digel hindê jî jîyan didome û Helebçe li ser
xwe ye, li ser pêya ye û xwe li beramberî hemû kul û derdan radigire...
Parlementoya
Iraqa Federal di roja Enfalê da anku di 14 Nîsanê da [2025] biryar da ku Helebçe
bibe ISTAN...
Esasen
Hukûmeta Herêma Kurdistanê demekî dirêj e ku statuya istanê dabû Helebçeyê û li
hêvîya biryara Parlementoya Federal ya Iraqê dima...
Bexda bo vê
biryarê gelek direng ma...
Parlemetoya
Iraqa Federal lazim bû ev biryare piştî teklîfa Hukûmeta Herêma Kurdistanê
demildest tesdîq kiriba...
Lê digel
hindê jî biryareke di cih da ye...
Qedirgirî û
bihazanîneke beramberî Helebçeyê...
Bi vê
biryarê ve eş û jan, kul û derdên Helebçeyê ji halê ranabin...
Ew jan, ew
êş, ew kul û ew derd dê heta hetayê di dilê Helebçeyîyan da bimînin...
Lê belê,
bûyîna ISTAN qet nebe dê bibe xwûneke taze bo jîyana bi giştî ya Helebçeyê...
Ku Helebçeyê
ev biryare heq kiribû û ew heq hate teslîm kirin...
Ji nihe û
pêve hem hukûmeta Bexdayê ya Iraqa Federal, hem jî hukûmeta Herêma Kurdistanê
divêt hemû destek û harîkarîyên pêdivî bidene Helebçeyê ku Helebçe hêdî hêdî
xwe ji her alî ve derman bike û jîyaneke layiqî xelkê xwe ava bike...
Istanbûyîna
Helebçeyê bila li hemû Helebçeyîya pîroz be...
Helebçe digel
istanên Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Duhok û Mûsilê, bû istanê şeşê li Herêma
Kurdistanê...
Helebçe herwisa bû istanê 19. yê Iraqa
Federal...
Bi vê biryarê ve Helebçe şa ye, Helebçeyî pêkve
şa ne û keyfxweş in...
Hemû Kurd û Kurdistanî jî şirîk û hevparê vê
şabûna Helebçeyîyan in...
Di serî da rêvebirên Herêma Kurdistanê û hemû xelkê
Kurdistanê bi vê biryarê şa bûn û ev şabûna xwe dîyar kirin...
Bo numûne Mesûd Barzanî di peyama xwe da wisa
got:
"Spasî
û destxweşîyên xwe pêşkêşî serokatî û hemû endamên Parlamentoya Îraqê û wan
komên siyasî dikim ku roleke erênî di pesendkirina projeyasaya istanbûna Helebçeyê
da leyistin.
Herweha
spasîya fraksîyon û komên Kurdistanî yên Parlamentoya Îraqê dikim ku bi yêkdengî
û yêkrêzî ev destkevt ji bo xelkê Helebçeyê û hemû Kurdistanê misoger kirin û
hevkarên hev bûn ji bo dengdayîn û pejirandina projeyasaya bûna Helebçeya
xoşewîst wekî istan.
Spasî û
pêzanîna min ji bo hemû wan kesên hêja heye ku hewil dane ji bo vê yêkê.
Herweha bi
germî pîrozbahîyê li xelkê xoşewîst yê Helebçeyê û hemû Kurdistanîyên ezîz
dikim.
Hêvîdar im
ku bûna Helebçeyê wekî istan bibe gavek ji bo xizmetkirina zêdetir û pêşkevtina
vê devera gorîdayî ya Kurdistanê û ji bo dermankirina birîn û êşên hevwelatîyên
Helebçeyê.
Ji ber vê yêkê,
bi hizaran silav ji bo giyanê pak yê şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên
Kurdistanê û ji bo xelkê Helebçeyê û hemû Kurdistanîyan daxwaza xêr û xweşîyê
dikim." - [Ji Rûdawê...]
Mesûd
Barzanî bi vê peyamê ve bû tercumanê his û bîr û hizrên hemû Kurd û Kurdistanîyan
di mijara istanbûyîna Helebçeyê da...
Belê,
Helebçeya firindarê [firnedar] navdar Emerê Xawer, ku di wê bombardumana
jehrawî da digel savayê xwe şehîd bûn û bûne sembola jenosîda Helebçeyê ku
heykelê wan li ber monumentê Helebçeyê ye, bû ISTAN û bila dîyarîyî bîrînana
hemû şehîdên Helebçeyê be...
Bila herbijî HELEBÇE...
RH