Her 8ê Adarê, gava roja jinan tête pîroz kirin, bayekî gur yê durûtî û direwan radibe...
Ji derveyî istisnayan, piranîyeke mezin ya mêran [zelaman] serê van direwan dikêşin...
Ji nav jinan jî hejmareke ne kêm dikevine nav pêla van direwan...
Ji her reng baskan mêrên bi bîr û hizrên mêrşahî ve xwe gihandî an hatine gihandin jinê cinsê nav malê dibînin [hûn bindest têbigihin] û di pratîkê da jî li goreyî wê reftarê dikin...
Mêrên ku goya wekhevîya cinsan qebûl dikin anjî xwe wisa didine nîşandan jî, di bîr û hizir û pratîkê da li nalê jî didin, li bizmarê jî didin ku hejmara wan kêm nîne...
Di nav jinan da jî birek hene ku kurên xwe bi bîr û hizreke mêrşahî digihînin û mezin dikin... Bi gotineke dî ev jinên neyarê cinsê xwe, dijî cinsê xwe cinawiran digihînin...
Dîsa ji nav jinan hindek hene ku di pratîkê da goya cinsê xwe bi milîtanî diparêzin bes di kiryarên xwe da mejîyê wan mêrşahî ye... Anku ji alîyê bîyolojîk ve jin in belêm di emelê xwe da mêr in, mêrşahî ne...
Mêr hene xwe aktîvistê mafên jinan didine nîşandan, lê di nav mala xwe da dest bi gopal in...
Hasilî kelam, beramberî jinan ev durûtî û direwên têne kirin li çar nikarê dinyayê bi derece û rengên cuda jî be, her tête domandin...
Helbet di fikir û zikir [teorî û pratîkê] da parastina mafên jinan ya rast û durust jî heye bes mixabin kêm e... Bizava bi vî rengî jî lawaz e... Di vî warî da, numûneya relatîven baş, li dinyaya nisbî demokratîk, anku li dinyaya rojavayê tête dîtin û di warê wekhevîya mafan da pêşkevtin heye û eve jî di serî da bi xebat û têkoşîna jinan û ya piştevanên wan yên mêr yên mafzan ve hatîye bi destxistin...
Li ser esasê mafan wekhevîya di navbeyna cinsan da mafekî xwezayî û esasî ye...
Xwastin, bi dest ve înan û parastina wekhevîya mafan ya di navbeyna cinsan da karekî mirovî yê sereke ye...
Jin maka jîyanê ye...
Di mafan da jin û mêr wekhev in...
Ji bo vê armancê xebat divêt ji dil bête kirin...
Bi van bîr û hizran bila 8ê Adarê li jinên Kurd, Kurdistanê û hemû dinyayê pîroz be...
RH