Kurdistan li nîveka Rojhilatanavîn êş û janeke mezin dikêşe. Bi erdê xwe yê fireh û nufûsa xwe ya boş ve xelkê Kurd hêj jî ji mafê "self determination"ê dûr tête hêlan. Eve neheqî û bêdadîyeke mezin e. Mafê xelkê Kurd jî heye ku li ser axa xwe xwudanê dewleta xwe be. Mixabin ku ev mafê rewa bi peymanên bêyûm yên Qesrî Şirîn û Lozanê ji xelkê Kurd hatîye standin. Digel vê heqîqetê jî Kurd îro dixwazin bi rêya diyalog û metodên aştîyane bigihine xwezî û daxwazên xwe yên rewa. Ji ber hindê ye ku li çareyên konjonkturel jî digerin û dixwazin li ser vê maqûlîyetê konsensûsek çêbe û ew jî digel xelkên hevqeder bi rengekî federal pêkve bijîn. Xelkê Kurd ev nîyeta xwe ya pak û temîz hem di hilweşandina rejima Beasa Sedam Huseyin da, hem jî di avakirina Iraqa nû ya federal da nîşan daye ku ji 1992ê were jî xwe xwe bi xwe îdare dike. Bi numûneya xweserîya Herêma Kurdistanê ya di nav Iraqa Federal da derketîye meydanê ku xelkê Kurd li ser sîstemên demokratîk û federal ji dil e ku bi xelkên cîran ve di nav aştî û aramîyê da bi hev ra bijî. Ev pratîk û daxwaza xelkê Kurd di çarçoveya mafên mirovî da rewa ye û xelk û welat, organîzasyon û dewletên dinyayê divêt vê rastîyê bibînin û destekdar bin. Esasen li xweserîya de facto ya li rojavaya Kurdistanê jî Kurdan nîşan da ku digel xelkên hevqeder li ser esasên demokrasî û wekhevîyê dikarin bi hev ra û bi aramî bijîn...
Îro li Sûrîyeyê rejima diktatoryal ya Beasê bi dawî hatîye. 8ê Kanûna Pêşîn [December] ya 2024ê bû rojeke dîrokî ku rejima Beasê hilweşîya û dawî li dîktetorîya Esadan hate înan. Bi hilweşîna Beasa Sûrîyeyê herwisa dawî li timamî bizava nijadperestî ya Erebî ya Beasa jî hat. Êdî dewrê reş yê Beasê bi dawî bû. Bes helbet mirov nikare bêje ku dawî li nijadperestî û şovenîzma Erebî hatîye... Yên ku hatî û li Şamê rûniştî hem xwudanê şovenîzma Erebî ne hem jî ji alîyê îslama sîyasî ve jî kevneperest in, sunnîstên selefî ne, girêdayî xeta "ixwanî muslim" in... Sicîla HTŞ û serokê wê Ehmed Şera Golanî reş e û ajandaya wan tarî ye... Bes guhorîna li Sûrîyeyê gelek taze ye, zemînê polîtîk bi zêdehî ve tehisok e, ber li cihê xwe nerûniştine... Ev halê nezelal di nav xwe da hemû ihtimalan dihewîne... Lewma ev rewşa nedîyar bi xwûnsarî û bi hemû reng û rûyên xwe ve divêt bête analîz kirin û li goreyî wê nexşerêyek bête amade kirin û menzîl gelek bi detay bête ron kirin...
Di guhorîna Sûrîyeyê da dînamîkên navxweyî domînant nebûn, dînamîkên derveyî domînant bûn. Lewma form wergirtina Sûrîyeyeke nû tinê li goreyî daxwaza dînamîkên navxweyî nabe, hetta dikare bête gotin ku dînamîkên derve dê domînanttir bin... Di guhorîna Sûrîyeyê da rola Israîl di serî da ye. Israîlê bi şkandina hêzên Hemas û Hizbullahê destên Îranê birîn û Îran ji navçeyê derêxist ku desteka herî mezin Îranê dida rejima Esadan li Sûrîyeyê. Îran îro bi vê hemleya Israîlê di nav tixûbên xwe da adeta hatîye hefs kirin û aqîbeta Îranê jî tarî ye... Lewma Israîl di Sûrîyeya nû da dê xwudan rol be û di vî warî da qet pozisyona xwe sist jî nake û bi gotina amîyane lixavê Sûrîyeyê di destê Israîlê da ye û heta ku rejimeke li goreyî dilê Israîlê dernekeve meydanê ew desta ji nava Sûrîyeyê nakêşe...
Gava rejima Sedamî hatîye hilweşandin Îranê jî însiyatîva xwe gelek xurt nîşan da di reng wergirtina Iraqa nû da... Ji ber hindê heta ku Israîl ji alîyê ewlehîya xwe ve piştrast nebe teyîda rejima Şamê nake... Digel ku hêj zû ye, bes dîsa ve em dikarin ji nihe ve bêjin ku Israîl Sûrîyeyeke uniter ya sentralîst ya Erebî naxwaze. Israîl tam bi nav neke jî em têdigihin ku Sûrîyeyeke federal çêtir dê bi dilê Israîlê be. Heke Sûrîyeyeke Federal be hingê kîjan milet dê di nav vê federasyonê da bin?..
Çiku di nav Sûrîyeyê da miletê bi nufûsê ve piranî Ereb jî bin, bi nufûseke zêde Kurd hene, Durzî hene, Ermenî û Suryanî [Asûrî-Suryanî-Kildanî] hene... Anku Sûrîye ji alîyê etnîk û dînî ve jî homojen nîne, heterojen e... Rejim heke dê federal be, ku ya maqûl ew e, mecbûr e ku li ser vê heqîqetê ava bibe... Israîl li bin guhê xwe Sûrîyeyeke federal, demokratîk û sekûler, Sûrîyeyeke plûralîst, Sûrîyeyeke antî-sentralîst dê tercîh bike... Sûrîyeyeke "Monist national unity", Sûrîyeyeke sentralîst ya Erebîst ku vê Sûrîyeyê Tirkîye xiyal dike, ji bo ewlehîya bi giştî rojhilatanavîn felaket e... Ewlehîya Israîlê ji bo Amerîkayê jî mutleq e û Amerîka di vî warî da dê herdaîm piştevanîya Israîlê bike... Helbete em li ser opsîyona federal jî be Sûrîyeya hevgirtî analîzê dikin. Dûrî ihtimalê nîne ku Sûrîye ji alîyê cografî û siyasî ve parçe jî bibe. Ev senaryo jî heye...
Heke em dê li ser hîpoteza Sûrîyeya Federal rawestin hingê gelek aşkera divêt xerîteya etnîk û dînî ya Sûrîyeyê esas werbigirin. Di Sûrîyeyê da parçeyekî Kurdistanê dagîr e û Kurd wêrê wekî rojavaya Kurdistanê bi nav dikin. Esasen rojavaya Kurdistanê parçeyekî Sûrîyeyê nîne, piştî peymana Lozanê û avabûna Sûrîyeyê di nav Sûrîyeyê da hate dagîr û ilhaq kirin... Belêm em dîsa ve Sûrîyeya îro yaku rojavaya Kurdistanê jî tê da danine ber çavên xwe. Nufûsa Kurdan piştî grûba etnîk ya Ereban grûba duyê ye û di ser da jî li ser axa xwe ya yêkpare dijîn... Helbet li Şam û dorberê jî dîasporayeke Kurd heye... Anku di Sûrîyeya Federal da bi ax û miletê xwe ve Kurd dê herêmeke xweser bin û dê xwe xwe bi xwe îdare bikin di nav Sûrîyeya Federal da. Herwisa Durzî jî li ser axa xwe dê herêmeke dî ya otonom bin di nav Sûrîyeya Federal da ku Israîl gelek xurt destekê dide wan û hîmaye dike. Ermenî û Suryanî [Asûrî-Suryanî-Kildanî] jî bi rengekê dê xwudanê îdareya xwe bin. Li milê dî Ereb ji alîyê dînî ve jî xwudanê du mesebên mezin in ku di dewrê Esadan da Elewî xwudan desthilat bûn. Nufûsa piranî ya Sunnî heta dereceyekê di nav mexdûrîyetê da bûn... Di Sûrîyeya Federal da ji ber hebûna van mesebên cuda jî dê formekî xwe îdarekirinê bête dîtin. Bi her hal Sûrîye hem ji alîyê etnîk hem jî ji alîyê dînî ve dê federal, laîk û demokratîk be... Di halê hazir da çareya herî maqûl ev sîstemê federalîyê ye... Heke çu alî navê sîstemekê nebêjin, navekê telafuz nekin, eve tête wê manayê ku hemû ihtimal li ser maseyê ne... An Sûrîyeya belavbûyî anjî Sûrîyeya hevgirtî ya bi federalîzmeke fireh... Ihtimala Sûrîyeyeke gelek sentralîst ya Erebîst neku nîne, bes di konjonktura îro da derveyî plan û projeyên polîtîk e û divêt wisa jî be...
Di vê ekuasyona polîtîk da Kurd divêt xwe li goreyî herdu hetta zêdetir ihtimala hazir bikin. Çiku li nav tixûbên siyasî yên Sûrîyeyê navçeyeke fireh ya bi navê rojavaya Kurdistanê heye û digel komên dî yên etnîk çar milyon Kurd dijîn û li ser esasê mafên xwe yên neteweyî organîze ne û daxwaza mafên xwe yên rewa dikin. Di ji nû ve avakirina Sûrîyeyê da divêt rejimeke demokratîk û sîstemekî federal bête plan kirin. Bêyî xweserîya rojavaya Kurdistanê Sûrîyeyeke demokratîk, sekûlar-laîk û federal ava nabe. Divêt vê rastîyê merkeza Şamê jî, dinya jî bizane. Di avakirina Sûrîyeyeke demokratîk, laîk û federal da Kurd xwudan berpirsiyarî ne û dixwazin vî erkê xwe bi cih bînin.
Lê belê, ji bo vê armancê di serî da Kurd û Kurdistanîyên li rojavaya Kurdistanê divêt di nav xwe da bi rengekî demokratîk û koalisyonal tifaqa xwe pêkbînin û bi hevrayî temsîlîyeta xwe ya neteweyî organîze bikin ku di avakirina Sûrîyeya demokratîk, laîk û federal da xwudan rol bin. Pêkînana tifaqa navxweyî dê pozisyona temsîlîyeta rojavaya Kurdistanê li beramberî merkeza Şamê xurt bike û eve dê di meydana navneteweyî da jî destekê bibîne.
Daxwaza hemû Kurdan divêt ew be ku bangî dînamîkên polîtîk û sivîl yên rojavaya Kurdistanê bikin ku zûtirîn dem di nav xwe da tifaqeke herî fireh û mezin pêkbînin û bi navê rojavaya Kurdistanê mekanîzmayeke demokratîk û koalisyonal ava bikin û bi vî rengê hevrayî digel berpirsiyarên dî yên li Şamê rûnin û di avakirina Sûrîyeya demokratîk û federal da xwudan erk û berpirsiyarî bin.
Di rewşa nû ya Sûrîyeyê da firseteke mezin ya dîrokî derketîye pêş xelkê Kurd û Kurdistanîyan. Kurd û xelkên hevqeder yên rojavaya Kurdistanê divêt bi vê berpirsiyarîya dîrokî hereket bikin.
Dînamîkên polîtîk yên rojavaya Kurdistanê vî demê gelek hessas û acîlîyet dixwaze divêt bi beyanat û seredanîyên formel berze nekin. Divêt bizanin ku heke yêk bin dê qazanc bikin, heke belav bin dê berze bikin... Heke em bi rengekî dî formûle bikin; hemû Kurd û Kurdistanî û bi taybetî jî îro Kurd û Kurdistanîyên rojavaya Kurdistanê, bi manaya destxistina statuyekê di derazînka man û nemanê da ne û divêt bi hemû elementên xwe ve rastîyekê di serê xwe da gelek baş binexşînin ku belavî binkevtin e, yêkîtî serkevtin e... Tifaq îro hewcehîyeke taktîkî nîne, stratejîk e, gaveke jîyanî ye... Divêt Kurd û Kurdistanî hemû hisab û kitabên xwe li ser vê rastîyê bikin û aqilê xwe bînine serê xwe... Mesele hinde vekirî û zelal e...
Hêvî û daxwaz ew e ku pêşeng û berpirsiyarên hemû Kurdistanê di pêkînana tifaqa neteweyî ya rojavaya Kurdistanê da rênîşan û harîkar bin. Di vê çarçoveyê da hewildanên Mesûd Barzanî gelek bihadar in û divêt bête destek kirin. Hevdîtina Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî ya li Hewlêrê encama van hewildanên pozîtîv e. Resmekî hêvîdar hatîye dan û divêt nîveka vî resmî bête tijî kirin û tifaqa navxweyî li rojavaya Kurdistanê bête vehûnandin. Herwisa parlemento, hukûmet û serokatîya Herêma Kurdistanê ya li nav Iraqa Federal jî di vî warî da roleke aktîv ya çêker dileyizin ku eve jî cihê teqdîrê ye.
Belêm di vê prosesê da divêt hindek xalên esasî bi başî bêne dîtin. Di rojavaya Kurdistanê da ji bo ku ev xweserîya heyî ya de facto bête pêkînan têkoşîneke xurt hate kirin, gelek bedel hatin dan, bes gelek jî xeletî hatin kirin. Li paralelî fedakarîya mezin ya xelkê rojavaya Kurdistanê ji alîyê hevgirtinîya navxweyî ve hessasîyet layiqen nehate nîşandan. Ji alîyê pêkhateyên cuda yên etnîk û dînî ve polîtîkayeke hevgirtî hate bi rêve birin û vê yêkê bawerî da wan xelkan ku karekî rast û baş bû. Lê di nav Kurdan bi xwe da tam bereks polîtîkayeke monopolîst ya bi îdeolojîyeke monîst hate pratîze kirin. Li ser dînamîkên Kurd yên opozisyonê, ji teref deshilata heyî ve zeptûrept hate kirin. Desthilata heyî xwe li ser hertiştî ferz kir. Li ser esasê berjewendîyên neteweyî parvekirina desthilatê red kir. Ji alîyê rêvebirina îdarî ve homojenîst hate hereket kirin. Lazim bû ku di prosesa avakirina rojavaya Kurdistanê ya xweser da ji alîyê îdarî ve heterojenîst hatiba hereket kirin û bi sîstemê koalisyonel îdare hatiba kirin... Helbet opozisyonê jî di pêşxistina têkilîyên demokratîk yên navxweyî da sist û belav hereket kir û bi ber pêla ket... Desthilatê jî opozisyonê jî di parastina diyaloga navxweyî da lawazî û xemsarî kirin, beramberî hev bi hukmên pêşîn biryar dan û dijî hevdu çeper ava kirin. Û helbet gelek sebebên dî jî hene... Ev komên xeletîya bûne sebebê berzekirina xwûneke mezin di nav Kurdan da...
Nihe êdî Sûrîyeyeke nû heye û divêt ew plolîtîkayên xelet li paş bêne hêlan û kronometreya polîtîk bête sifir kirin û jî nû ve digel hemû dînamîkên polîtîk û sivîl yên Kurdan tifaq û hevgirtineke xurt bête vehûnandin. Duhî ji bo derswergirtina dîrokî bila neyê ji bîr kirin, bes divêt li duhî asê nebin û li ser rewşa nû ya îro xwandin û analîzeke rast û durust bête kirin û li goreyî dînamîkên îro polîtîka bête kirin û li ber vê rastîyê hem îro bête bi destxistin hem jî subehî bête garantî kirin... Piştî pêkînana tifaqa xurt ya Kurdî, digel pêkhateyên etnîk û dînî yên li rojavaya Kurdistanê jî cepheyekî Kurdistanî divêt ava bikin û bi rêvebirîyeke koalisyonel ya demokratîk pozisyona xwe zelal û xurt bikin beramberî Şamê ku Sûrîye careke dî nebe "Komara Erebî ya Sûrîyeyê"!..
Di avakirineke bi vî rengî da divêt hemû merkezên polîtîk yên Kurdistanê xwudan berpirsiyarî bin û piştevanîya Kurdên rojavaya Kurdistanê bikin. Di vî warî da, divêt serî li tecrubeya qedîm ya Kurdî bête dan. Di saheya siyasî ya Kurdistanê da, ji xebata sedsala 20an were Mesûd Barzanî gelek aktîv siyasetê di meydanê da dike. Di dîroka têkoşîna azadîyê ya xelkan da rola şexsîyetan herdaîm hebûye û ev rastîye hêj jî didome... Di dîroka têkoşîna azadîyê ya Kurdistanê da, îro, halê hazir, tam di nîveka pratîkê da, şexsîyetê ku di vê kategorîyê da Mesûd Barzanî ye. Mesûd Barzanî ji alîyê xebata profesyonel ya polîtîk ve serokê PDKê jî be, di seranserê Kurdistanê da ji alîyê rol û hêza polîtîk ya giştî ve, ji vê pozisyona xwe mezintir e, bi hêz û sengtir e... Îro heqîqetek heye ku di timamî Kurdistanê da mutabeqeteke kamil heye li ser navê Mesûd Barzanî. Mesûd Barzanî di pratîka xwe da jî eve nîşan daye. Di hewildana avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurdî da li Hewlêrê li 2013ê, di timamî Kurdistanê da li ser serokatîya neteweyî ya Mesûd Barzanî lihevhatineke kamilen mezin çêbû ku yêk ji pêşniyarkerên navê Mesûd Barzanî jî Abdullah Ocalan bû... Mesûd Barzanî hingê li ser navê Celal Talabanî û Abdullah Ocalan axivt û banga yêkîtîya neteweyî kir û vê yêkê di wijdana neteweyê Kurd da deng veda û qebûlîyeke mezin dît û piştevanîya Mesûd Barzanî gelek bi xurtî hate kirin... Herwisa di referanduma 2017ê ya li başûra Kurdistanê da jî xelkê Kurd seda 93 piştevanîya banga Mesûd Barzanî ya referandumê kir. Mesûd Barzanî ne tinê di nav Kurdan û Kurdistanê da herwisa li meydana navneteweyî jî polîtîker û kesayetekî rêzdar, meqbûl û maqûl tête qebûl kirin... Ev pozisyona Mesûd Barzanî ya di vî demî û vî temenê tijî zanîn û tecrube da, bo Kurdan talihek e û divêt di prosesa avakirina tifaqa navxweyî ya li rojavaya Kurdistanê da ji vê sekina Mesûd Barzanî ya kamilen neteweyî bi başî bête istifade kirin. Xebata li ser avakirina tifaqa navxweyî li rojavaya Kurdistanê divêt di bin hîmayeta Mesûd Barzanî da bête kirin û bi rênîşanîya Mesûd Barzanî bête encamdan. Bi gotineke dî, di van şert û mercên heyî da kilîlê pêkînana tifaqa neteweyî li rojavaya Kurdistanê li nik Mesûd Barzanî ye. Li ser vê meseleyê heke komple dînamîkên Kurd û Kurdistanê cidden objektîv bin û herweha ji hukmên pêşîn û tengbînîya îdeolojîk jî dûr bihizirin, dê bi rehetî bibînin ku heqîqeta pêkînana tifaqa navxweyî li rojavaya Kurdistanê bi hilgirtina berpirsiyarîya xurt ya Mesûd Barzanî mumkun dibe... Lewma hemû merkezên polîtîk yên Kurdistanê û hêzên sivîl divêt bangî Mesûd Barzanî bikin ku bi vî erkê mezin yê neteweyî ve rabe û însîyatîva xwe gelek xurt di pratîke da nîşan bide ku esasen ji derekê jî dest pê kirîye û divêt ev hewildana wî bête motîve kirin...
Di van demên ku di navbeyna Abdullah Ocalan û Dewleta Tirkîyeyê gotûbêj didomin da, di nav ihtimalê da ye ku Abdullah Ocalan bo Mesûd Barzanî careke dî nameyekê rêbike û ji bo vê prosesê harîkarîyê jê bixwaze. Abdullah Ocalan vê şîyanê di Mesûd Barzanî da dibîne ku di demên hewcedarîya tifaqa navxweyî ya Kurdan da, di demên krîtîk da daxwaza destek û harîkarîyê jê dike ku eve hewildanên baş, rast û di cih da ne... Di prosesên 2013-14-15an da jî Abdullah Ocalan nameyên bi vî rengî bo Mesûd Barzanî rêkiribûn û hetta Mesûd Barzanî wekî lîderê hemû Kurdistanê bi nav kiribû...
Herwisa divêt bo dînamîkên polîtîk yên rojavaya Kurdistanê jî bête gotin ku di bin vê emînîya Mesûd Barzanî da bi berpirsiyarî hereket bikin û li ser programeke maqûl ya polîtîk û koalisyonal pêkbên û îdareya rojavaya Kurdistanê bi hev ra bikin...
Kurd di çarçoveya berjewendîyên bizava neteweyî da, bi bawerî ne ku Mesûd Barzanî dê bi bîr û hizir û pratîkeke wijdanî, ehlaqî û adilane hewildanên xwe gelek aktîv bidomîne û heta encameke di xêra Kurd û Kurdistanê da derkeve meydanê jî hêvîdar in ku destê xwe ji ser milê Kurdên rojavaya Kurdistanê raneke... Xelkê rojavaya Kurdistanê, hemû merkezên polîtîk yên rojavaya Kurdistanê di vî warî da bawermendîya xwe nîşanî Mesûd Barzanî dane û eve îmkanê pêkînana tifaqa navxweyî zêde dike. Kurd li hêvîyê ne ku Mesûd Barzanî vê mizgînîyê bide û muhbeta xwe ya di dilê xelkê Kurd da mezintir û daîmtir bike... Bi emîndarîya Mesûd Barzanî heke hewildanên tifaqa navxweyî li rojavaya Kurdistanê serbikevin, eve dê rê li ber yêkîtîya mezin ya seranserê Kurdistanê jî veke ku divêt ev gave bi xurtî bête destek kirin... Şik tê da nîne ku Mesûd Barzanî di vê hewildana xwe da dê şêwreke fireh digel derûdorên polîtîk û kesayatên maqûl yên neteweyî bike ku gava wî serbikeve...
Heke Kurd li rojavaya Kurdistanê tifaqa xwe pêkbînin dikarîn xwe hazirî hemû opsîyon û senaryoyan bikin ku bigihine xwezîyên xwe yên mezin. Çareserîyeke konjonkturel be an çareserîyeke serbixweyî be, ji milê esasî ve girêdayî vê tifaqa navxweyî û amadekarîya Kurdan bi xwe ye... Her bi çi navî be, tengî an firehîya muhtemel statuya Kurdan girêdayî vê hêza navxweyî ya yêkbûyî ye... Kurdên hevgirtî dê desteka herî mezin ya dînamîkên xêrxwaz yên dinyayê jî werbigirin ku îşaretên vê bi zêdehî ve li ber çavan e... Ev heqîqete bi taybetî di reftara teorîk û pratîk ya Amerîka, Fransa, Brîtanya, Israîl û Yêkîtîya Ewrûpayêda bi zelalî tête dîtin û bihîstin... Xwastina desteka ji dînamîkên dost yên dinyayê, tinê bi bangkirinê nabe, heke Kurda tifaqa xwe ya kamil pêkînan û eve di meydana têkoşînê da jî nîşandan, ev sekine dê ji banga devkî xurttir bête dîtin û piştevanîyeke saxlemtir dê bête wergirtin.
Heke Kurd dixwazin rê li ber xirabkerîyên dewletên antî Kurd û Kurdistan bigirin ku di serê wan da Tirkîye heye, divêt zûtirîn dem mala xwe serûber bikin, nekevine nav hisab û kitabên biçûk û rêxistinî hetta şexsî û berjewendîyên neteweyî li ser her tiştî ra bigirin û xwe bikine tifaq...
Guhorînên li rojhilatanavîn berdewam in û xuya ye dê hêj radîkaltir jî bi hêl bikevin. Eve derîyekî xêrê yê dîrokî li ber Kurdan vedike. Duhî li başûr pencereyek vebû û îro şertên vebûna pencereyekê li rojava jî derketine meydanê. Îran li bin fişareke mezin e û rejima Îranê nihe gelek lawaz bûye. Dûrî ihtimalê nîne ku ew rejim jî hilweşe û pencereyek bo rojhilata Kurdistanê jî vebe... Bo bakura Kurdistanê jî divêt bêhêvî nebin û piştî du hetta belkî sê pencereyên bi ronahî mumkun e ku sîtavê bidene ser bakur jî... Vêca heke Kurd qaydeyên ekuasyona cebîrê ya polîtîk aqilane bi kar bînin, di nav xwe da tifaq bin dikarin bigihine xewnên xwe yên salan jî... Anjî qet nebe dikarin destkevtîyên îro yên konjonkturel biparêzin, mayînde bikin û ber bi hesûyeke geş û ronahî ve per û baskên xwe gelek xurt û saxlemtir vekin...
Bi her hal, her bi çi rengî be, Kurd bi tifaqa navxweyî ya mezin, ji bo çareserîya li rojavaya Kurdistanê divêt xwe hazirî hemû ihtimal, opsiyon û modelan bikin û amade bin ji bo her tiştî ku bigihine armanca xwe...
ROJAN HAZIM
Sibat 2025