fredag den 8. marts 2024

8ê Adarê Roja Jinan ya Dinyayê pîroz be

Jinan ji bo keda enîya xwe û mafên xwe yên mirovî têkoşîn dan û bi hêza xwe gihiştine armanca xwe û bi vê ked û hêza xwe 8ê Adarê kirine roja xwe li dinyayê...

Bila pîroz be...

Ewil 8ê Adarê, wekî "Roja Jinên Kedkar ya Dinyayê" hate pîroz kirin. Paşê UNê bi navê "Roja Jinan ya Dinyayê" biryar da û ji hingê pêve jî li timamî dinyayê tête pîroz kirin.

Heqîqet ew e ku dewlemend bin feqîr bin, pêkve jin li dinyayê kedkar in. Jina ku 9 heyva zaroka/ê xwe di zikê xwe da herwekî di nav zirhekî polayî da diparêze û paşê tîne dinyayê, rewşa wê ya sosyoekonomîk û sosyokulturel çi dibe ferq nake, ew kedkar e... Lewma heqê wan e ev roj û bi hêz û şiyana xwe bi dest ve înane û bo wan helal be...

Û bila pîroz be...

Jin, di têkoşîna rizgarî û azadîya neteweyî da li Kurdistanê vê gavê relatîven jî be xwudan rol in, xwudan berpirsiyarî ne û eve bi hêza xwe, bi keda xwe bi dest êxistine...

8ê Adarê bila li wan pîroz be...


RH