torsdag den 9. januar 2020

Bo Sakîne Cansiz - Fîdan Dogan - Leyla Şaylemezê EDALET!


Ev hersê jinên delal, jîr û têkoşerên azadî, wekhevî, aştî û edaletê 9ê Kanûna Paşîn (January) ya sala 2013ê li Parisê ji teref ajanên dewleta Tirkîyeyê ve hatin kuştin.
Ev çavên hinde bi ken, ev çavên bi hezkirin berê xwe didin, ev çavên tijî ronahî tiştekê dixwazin: EDALET
Wan çava, wan hiş û bîrên bi ronahî ji bo edaletê xizmet dikir, têkoşîn dida.
Ew xwazyarên edaletê bûn û ji alîyê zihnîyeteke edaletkuj ve hatin kuştin.
Piştî kuştinê doza wan ji hemû alîyan ve nehate ron kirin û adeta hate peçinandin.
Divêt ev bûyera xembar bête ron û zelal kirin ku edalet cihê xwe bibîne.
Li ser milê herkesê ku edaletê dixwazin erk e ku bo wan edaletê bixwaze.
Herçend edaleta direngmayî ne edalet jî be belêm dîsa ve bo wan edaletê bixwazin.
Dengê xwe yê edaletxwazîyê tevî dengê wan bikin.
Hûn jî bêjin:
Em edaletê dixwazin!
Adalet istiyoruz!
Vi vil have retfærdighed!
We want justice!
Wir wollen Gerechtigkeit!
Nous voulons la justice!


Em wan bi dilgermî bi bîr tînin.
RH