onsdag den 15. maj 2019

Hakimîyeta Tirkî!.. Heta ku zimanê fermî û ne fermî yê desthilatdarîya polîtîk ya Kurdistanê û ronakbîrên Kurd Tirkî be, halê Kurdî dê eve be!.. ROJAN HAZIM

14-15-16ê Gulanê rojên cejna zimanê Kurdî ne...  Ji ber xatiraya kovara HAWARê, ku 15ê Gulana 1932ê dest bi weşanê kiribû, 15ê Gulanê wekî roja Cejna Zimanê Kurdî tête pîroz kirin... Ev tradisyone Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê da dest pê kirin ku di sala 2006ê da ev biryare hatibû wergirtin û ji 2007ê were jî tête pîroz kirin.
Dewleta TCê polîtîkaya xwe ya asîmîlasyonê bi her rengî û bi metod û teknîkên nû didomîne.
Desthilata polîtîk ya Kurdistanê jî bi israr di hemû kar û xebatên xwe da bi giranî û esasî zimanê Tirkî bi kar tîne. Ma heke perwerdeya îdeolojîk û polîtîk di her xelekên perwerdeya navxweyî da Tirkî hate bi kar înan dê çawa Kurdî pêş bikeve...
Medyaya fermî ya Kurdistanê heke hemû imkanên xwe dane weşana Tirkî, Kurdî dê çawa pêş bikeve...
Şehridarîyên Kurdistanê heke ji bilî fermîyeta îdarî ya zimanê Tirkî, di nav xwe da, di têkilîyên digel xelkê da, di dana xizmetguzarîyê da Tirkî bi kar bîne dê çawa Kurdî pêş bikeve...
Rêvebir û kadroyên partîyên legal yên Kurdistanê heke di hemû xebat û têkilîyên nav û derve yên xwe da Tirkî bi kar bînin, Kurdî dê çawa pêş bikeve...
Polîtîkerên Kurd heke di hemû kom û kombûnên xwe da, tinê silavê bi Kurdî bidin û "tiştên giring" jî bi Tirkî bêjin, Kurdî dê çawa pêş bikeve...
Kurdê sade, an yê qelemşor, an yê xwanda, an yê xwudan pîşeyên bilind, an nivîskar, an şair, an hunermend, an ronakbîr, an rojnamevan heke got "ez nikarim xwe bi Kurdî îfade bikim" û axivtina xwe bi Tirkî kir, Kurdî dê çawa pêş bikeve...
Di çayxaneyên qedîm yên Kurdistanê da heke kaxez, domîno, hemû leyiz û hetta tawle, ku zimanê tawleyê bi hejmarî Kurdî ye, bi Tirkî hatin leyistin, Kurdî dê çawa pêş bikeve...
Dîndarên Kurd, mela û alimên dînî yên Kurd, heke dîn û diyanet bi israr Erebî kirin û dan, Kurdî dê çawa pêş bikeve...
Pêkve Kurda heke Tirkî axivtin wekî statuyeke şehrewarî û modernî qebûl kirin, Kurdî dê çawa pêş bikeve...
Gelek Kurda heke hêj jî navên zarokên xwe Tirkî anjî Erebî danan, Kurdî dê çawa pêş bikeve...
Armanca dewleta TCê birandina zimanê Kurdî ye, asîmîlekirina Kurda ye... Duhî eve kir û îro jî vê dike û ji pratîka wan xuya ye ku dê vê polîtîkaya xwe ya dijî mirovî bidomînin... Ew gelek bi aşkerayî dibînin ku Kurd di bi kar înan û parastina zimanê xwe da micid nînin... Li ber aşê asîmîlasyonê xweş têne hêran... Lewma jî di vî karê xwe da berdewam e... Dewleta TCê baş dizane ku bikirê asîmîlasyonê heye û ew jî bi ambalajên nû vê firoşkarîya xwe ya asîmîlasyonê didomîne van bikirên "sade" yên Kurd!..
Kurd bi vê asîmîlasyona dewleta TCê ve namînin, vêca xwe, xwe bi xwe jî asîmîle dikin. Anku otoasîmîlasyonê dikin. Anku xwe bi xwe mala xwe xirab dikin, paşeroja xwe reş û tarî dikin!..
Çi bikin?.. Em jî her roj û her seetê vê rastîyê wekî dirêşê dikene nav çavên Kurda!.. Em dê di vê rastîyê da bi israr bin. Kî dilê xwe dihêle bila bihêle!.. Kî xwe aciz dike bila bike!.. Heqîqeta Kurda li bakur ev e!.. Pêkve Tirkîhez in!.. Bi Tirkî axivtinê dibine xwudan statu!.. Bi Tirkî axivtinê tac û stêrên ser milê xwe zêde dikin!..
Li vê derê em parantêzekê vekin...Tirkî wekî ziman, şubî hemû zimanên biyanî meqbûl e û bila bete zanîn... Lê belê, divêt ev rastîye jî bête dîtin: Tirkî li bakura Kurdistanê zimanê dewleta kolonyalîst ya TCê ye. Tirkî bi darê zorê li ser Kurda tête ferz kirin. Di vê çarçoveyê da zimanê Tirkî ji teref dewleta TCê ve wekî aletekî asîmîlator tête bi kar înan li ser Kurda... Ji ber hindê di hissîyata Kurdan da beramberî zimanê Tirkî hessasetîyek hebe jî tebîî ye... Dewleta TCê ji ber vê reftara xwe ya asîmîlasyonîst û bi ferzkirina zimanê xwe Tirkî li ser Kurdan siyaneta zimanê xwe Tirkî jî dişkêne li nik mirovê Kurd... Di tesbîta vê rastîyê da mirov di dilê xwe da wisa jî dibêje; xwezî Kurd hinde hessas ban!..
Bi her hal, îro rastîyek li ber çavan e; ji milekê ve dewleta TCê asîmîlasyonê dike. Li milêdî jî Kurd bi xwe otoasîmîlasyonê dikin. Belêm encam yêk e!. Kî qazanc dike?.. Dewleta TCê û polîtîkaya wan ya asîmîlasyonîst!..
Gelî Kurdan!.. Li ber vê heqîqetê hûn dikarin xwe serfiraz bibînin?..
Gelî desthilatdarên polîtîk!.. Hûn xwe serkevtî dibînin gelo di bizava doza Kurdistanê da?.. Armanca we Kurdistaneke bêyî Kurdî ye gelo?.. Hûn bi vê pratîka xwe ya hilweşîyayî ya di warê zimanî da xwe rûspî û serbilind dibînin?..
Gelî nivîskar, şair, hunermend û timamî ronakbîran!.. Ev rewşe bo we jî ne sefaleteke bîr û hizirî ye gelo?..
Belê... Pirêza me Kurdan ev e di warê zimanê xwe da!..
Kurdên ku xwe gelek zana û di merkeza dinyayê da dibînin!.. Kumê xwe, şewqeyê xwe, fotorê xwe, dersoka xwe ji serê xwe bînine xwarê û danine ber xwe û hûr û kûr bihizirin!.. Gava zimanê Kurdî nema, gava makzimanê Kurdan Kurdî helîya, gelo kultur, edebîyat û hunereke resen ya Kurdî dê bimîne?.. Heke we bo perwerdeyeke kamil ya Kurdî, ku şertê esasî ev e, mûyê xwe nelivand, wextê xwe bi axivtin û riberizên stewr û sloganên xalî borand, bi teklîfa form û modelên dûrî rastîya jîyanê bi aqilê xelkê leyistin zimanê Kurdî dê çawa jînde bimîne?..
Bifikirin!.. Û ji ber rewşa îro ya perîşanîya zimanê Kurdî xwelîya dinyayê bi serê xwe werkin!..
Çi tête gotin bo nufûsê?.. Li bakura Kurdistanê û Tirkîyeyê bîst milyon Kurd. Helbet eve hejmara etnîk orîjîn e... Başe nufûsa Kurdîaxêv çend e?... Îro ketîye bin pênc milyona... Nifşê nû jî êdî Kurdî naaxivin!.. Paşeroja civatekê, xelkekê, neteweyekê zarok in, nifşên nû ne... Heke ev zarokên nû têne dinyayê, çavê xwe vekine dinyaya bi zimanê Tirkî, Kurdî dê çawa bimîne?.. Kes û hêzên ku gelek mezin diaxivin, ji makro siyasetê milîmek nayêne xwarê çi difikirin gelo li ser vê yêkê?!.. Ev tablo tête çi manayê?.. Anku her diçe nufûsa Kurdîaxêv kêm dibe... Heke ev xemsarî, sefalet û perîşanîya fikrî, bêciddîyet, kibir û quretîya li nav hêzên polîtîk û bilcumle ronakbîran bi vî şeklê heyî dom bike, qet xema nexwin hejmara Kurdîaxêvan êdî bi milyonan nayê behs kirin, dê behsê hizaran bikin!.. Dinyaya siyasî ya Kurdistanê, dinyaya ronakbîrî ya Kurd, sûcdar e ji vê rewşa kambax!..
Îro jî pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî li dûv hev dê bêne dan. Lê di rastîyê da ev pîrozbahî êdî bûyne şovên polîtîk!.. Pratîk wekî hercar dîsa ve dê her bi Tirkî dewam bike!..
Rewş ev e!.. Gelo çi bêjin?.. Pîroz be cejna zimanê Kurdî?..
Belê!.. Digel hertiştî dîsa ve bila pîroz be!.. Çu guneha zimanê Kurdî nîne... Hemû neqencî, guneh û xemsarî ya rêber û rêvebirên polîtîk û ronakbîrî yên Kurdistanê ye!.. Ev tebeqeya serdest û elîtîst ya civata Kurdî sûcdar in!.. Bi siyaset, edebîyat, çand û hunera xwe ya seqet û dûrî Kurdayetîya resen çi diçînin wê diçinin!.. Ma heke xelkê feqîr û reben çi bike!..

15 Gulan 2019
ROJAN HAZIM