søndag den 14. maj 2017

14-15-16ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be - ROJAN HAZIM



Bêdadîya bi serê zimanê Kurdî hatî bi serê kêm zinanan hatîye. Ji dewrê kolonyalîzma Fars û Osmanîyan were Kurdî wekî ziman rehetî nedîtîye, tûşî her reng zulm û zorê, bêdadî û kirêtîyê hatîye. Li rojhilatê zimanê Farsî, li başûr û rojavayê Erebî û li bakur jî Tirkî bi rêya desthilatdarên Fars, Tirk û Ereb li ser Kurdan hatîye ferz kirin ku zimanê xwe Kurdî bi kar neyînin. Ji bilî dagîrkerî, kolonyalîzm û desthilatdarîya polîtîk û îdarî ya Erebî, îslametîya bi Erebî jî di asîmîlekirina zimanê Kurdî da hatîye bi kar înan. Hindî ji destê van desthilatdaran hatî xwastine Kurdî wekî ziman asîmîle bikin û heke ji wan bêt ji rûyê erdî rakin û di nav rêza zimanên mirî da bi cih bikin.

Dewran bi dilê wan neçû û Kurdan zimanê xwe bi rik parastin, bi kar înan. Kurdî wekî ziman jînde ma. Bi rêya folklorê, edebîyatê, jîyana aborî, ya sosyal, ya eşîrî û formên dî...

Îro Kurdî jînde ye belêm hêj jî birîndar e. Li başûra Kurdistanê bi avabûna statuya fermî ya îdarî û polîtîk bû zimanê perwerdeyê û hêdî hêdî pêşdikeve. Li rojavaya Kurdistanê jî ber bi bûna zimanê fermî, îdarî û perwerdeyê ve ye. Lê li rojhilat û bakura Kurdistanê ne rejima Îranê nejî ya TCê rê nadin ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û nahêlin ku Kurd bi xwe jî dibistan, xwandingeh û zanîngehan ava bikin ku bi zimanê xwe Kurdî perwerdeyê bidin.

Eve rûyekî madalyonê ye. Rûyê dî yê madalyonê jî perîşanî, xemsarî, bêrêzîya Kurdan bi xwe ye. Kurd bi taybetî li bakur rêzê li zimanê xwe nagirin. Ji polîtîkaya asîmîlasyonîst ya TCê aciz in, ji TCê dawa dikin ku mafê perwerdeya zimanê Kurdî bide belêm ew bi xwe biha û qîmetê zimanê xwe Kurdî dişkênin, bêrêzîyê beramberî zimanê xwe dikin. Bi taybetî elîta polîtîk ya Kurd ku karê organîzatîv yê polîtîk bo doza Kurd û Kurdistanê dikin, bi vê doza mezin ve rabûne lê hem hemû kar û xebata xwe ya polîtîk û oreganîzatîv bi zimanê Tirkî dikin, hem jî di jîyana rojane da Tirkî bi kar tînin, digel hev bi Tirkî diaxivin. Elîta polîtîk û ronakbîr ya Kurd bi vê reftara xwe ya negatîv ya ji alîyê zimanî ve di nav paradokseke mezin û kûr da ne.

Rêxistinên Kurd li ser doza Kurd û Kurdistanê "makro polîtîka"yê dikin, gotinên mezin dikin, mezin diaxivin belêm vê kiryara xwe jî bi Tirkî dikin. TC dibêje zimanê dewletê Tirkî ye û elîta polîtîk ya Kurd jî di pratîkê da vê fermana TCê herfîyen bi kar tînin û zimanê wan yê fermî jî Tirkî ye. Îro li bakura Kurdistanê zimanê fermî yê hemû organîzayonên Kurd yên sosyo-polîtîk, sosyo-kulturel û sosyo-ekonomîk bi timamî Tirkî ye.

Nihe ji bo vê paradoksê çi bêjin? Çi bêjine van organîzasyonên ku bi navê Kurd û Kurdistanê polîtîkayê dikin lê zimanê wan ne Kurdî ye? Çi navî li vê reftara wan bikin? Çi bêjine vê kirêtîya wan? Çi bêjine vê rûreşîya wan? Elîta polîtîk ya Kurd li bakur gava kom û kombûnên xwe dikin bi van hevokan dest bi axivtina xwe dikin: "We silav dikim.". Her ev hevoke bi xwe jî rezalet e, dûrî lojîka zimanê Kurdî ye û tercumeya Tirkî ye û bi timamî li goreyî qalibê zimanê Tirkî bi kar tînin. Paşê axivtina xwe bi van hevokan didomînin ku ji hevoka silavê zêdetir rezalet e, kirêt û lewitî ye: "Nihe ez dê axivtineke gelek giring ji bo we bikim lewma dê bi Tirkî biaxivim...". Kerem bikin, bi hevokeke form Tirkî goya bi Kurdî silavê dike û paşê jî axivtina xwe ya "giring" bi Tirkî dike!.. Anku axivtina sivik û ne giring dê bi Kurdî be lê ya giran û giring dê bi Tirkî be!..

Polîtîkerên Kurd, nivîskar û ronakbîrên Kurd li bakur xwe bi vê reftarê dihetikînin, xwe rezîl dikin, xwe dişkênin, xwe gelek biçûk dikin lê ma xema wan e... Bawer bikin misqalekê xemê ji vê kirêtîya xwe naxwin. Hizar caran bêjin jî ew dîsa ve bi ya xwe dikin û zimanê xwe, Kurdî binpê dikin. Di eslê xwe da xwe binpê dikin, li pêş dagîrkeran, kolonyalîst û asîmîlatoran zimanê xwe Kurdî pûç dikin.

Ji ber vê xemsarî û bêpersiyarîya elîta Kurd ya polîtîk û ronakbîrî, Kurdî li bakur hind paşkevtî ye ku nufûsa Kurdîaxêv her diçe kêm dibe. Îro bakura bakur li Kurdistanê asîmîle bûye. Ji Qers, Ardahan, Erzerom, Erzincan, Xarpêt-Elezîz, Meletî, Sêwas heta Meraşê, kêm kitek tê ne, di nufûsa nivşê nû da hema bêjin Kurdîaxêv nemane. Kurdîaxêvî li başûra bakur û navçeyên sentrala Kurdistanê maye ku nihe ew der jî rû bi rûyî tehlîkeyeke mezin ya asîmîlebûnê ne. Nufûsa Kurdîaxêv li bakura Kurdistanê ji nufûsa sosyolojîk gelek kêmtir e. Heke nufûsa sosyolojîk, nufûsa etnîk orîjîn 20 milyon be, nufûsa ku bi zimanê xwe Kurdî diaxive ketîye bin deh [10] milyonî hetta mirov dikare bêje ku nufûsa Kurdîaxêv li dora 5-6 milyonî ye. Ev encama trajîk ne tinê sûcê TCê ye, herwisa sûcê Kurdan bi xwe ye jî. Lê belê, esas sûcdarên di nav Kurdan bi xwe da jî elîta polîtîk û ronakbîr in. TC di pratîka Kurdan da dibîne ku asîmîlasyon encama ku ew dixwazin dide ji ber vê yêkê jî hem mengeneyê li ser zimanê Kurdî zêdetir dişidîne, hem jî rê nade perwerdeya Kurdî. Ma boçi nekin, asîmîlasyon encam dide û ji ber hindê jî her diçe axivtina Kurdî kêm dibe lewma jî polîtîkaya xwe ya qedîm ya asîmîlasyonê bi israr didomînin. TC asîmîlasyonê dike, elîta polîtîk û ronakbîr ya Kurd jî otoasîmîlasyonê dike. Encam derdikeve yêk dergehî û ew jî helyan û pûçbûna zimanê Kurdî ye.

Helbet eve mijareke kûr û dûr e û divêt li ser bi giringî bête rawestan. Lê me xwast bi munasebeta "Cejna Zimanê Kurdî" hema wisa bi kurtebirî careke dî balê bikêşine ser vê mijara man û nemana zimanê Kurdî li bakur.

Bi her hal zimanê Kurdî jînde ye, namire. Belêm li bakur gelek lawaz û birîndar e ku yêk ji serê sebeban jî Kurd bi xwe ne. Paşeroja zimanê Kurdî ronahî ye, ji ber ku paşeroja Kurd û Kurdistanê geş û ronahî ye. Lê li bakur gava wext hat û Kurdan li welatê xwe Kurdistanê her bi çi rengî be statûya xwe binecih kirin, mixabin ku nufûsa Kurdîaxêvan dê kêm bimîne û ev nufûsa kêm jî dê tesîreke gelek negatîv li kivşkirina tixûbên cografî jî bike. Anku hem nufûsa Kurdîaxêv dê kêm be, hem jî tixûbên cografî dê teng bin. TC vê dike û Kurdên ku li zimanê xwe xwudan dernakevin jî avê dikêşine ser aşê asîmîlasyona TCê!. TC dijmin e û kar û armanca wan ev e!. Lê Kurd? Gava Kurd bi xwe vê bêdadîyê li xwe bikin dibe çi?

Esas xwekujî ev e!. Esas xwe pûç kirin ev e!. Esas xwe rûreş û şermizar kirin ev e!. Elîta polîtîk û ronakbîr ya Kurd bûyne asîmîlatorên zimanê xwe Kurdî!.

Nihe bi dengekî bilind bêjin, rûyê her reng asîmîlatoran spî be an reş be!.

Digel hemû prosesên negatîv û nexweş jî Kurdî wekî ziman dê serbikeve û cihê layiqî hebûna xwe bibîne.

KNKê li 2006ê sê roj; 14-15-16ê Gulanê kirine rojên cejnê bo zimanê Kurdî. Ji 2007ê were tête pîroz kirin. Gaveke giring bû û nihe bûye tradisyon û tête pîroz kirin. Cejna Zimanê Kurdî hişyarî û serwextîya li zimanê xwe xwudan derketinê jî gur û geş dike.

Bi vê munasebetê bila Cejna Zimanê Kurdî li Kurd û Kurdistanê pîroz be!



ROJAN HAZIM
14-15-16 Gulan 2017