søndag den 21. februar 2016

21ê Sibatê, Roja Makzimanî ya Navneteweyî - ROJAN HAZIM





21ê Sibatê, Roja Makzimanî ya Navneteweyî ye. Yêk ji makzimanên dinyayê jî makzimanê me Kurdî ye. Makzimanê Kurda ji ber statûya kolonyalîstîyê ya sedan salî bi ber gelek zulm û zorê ketîye. Her reng daberizînên birandinê li ser hatine kirin. Kolonyalîstan xwastîye makzimanê Kurdan di nav zimanên xwe da bihelînin, asîmîle bikin û bi vî rengî hem xwe ji makzimanê Kurdan û hem jî ji Kurdan xilas bikin û bi vî metodî welatê Kurdan Kurdistanê bikine mal û milkê xwe û Kurdan ji ser rûyê erdî rakin. Ewil welatê Kurdan Kurdistan dagîr kirine, paşê ilhaq kirine anku kirine milkê xwe û paşê jî dest pê kirine makzimanê Kurdan Kurdî qedexe kirine. Kolonyalîstan zanîne ku birandina Kurdan bi rêya asîmîle kirina makzimanê wan dibe lewma ji helandina makzimanê wan Kurdî dest bi kar bûne. Rê û rêbazên hind dijî mirovî bi kar înane ku aqilê mirovî teheyyul nake. Axivtina Kurdî li cade û kolanan, li çarsû û bazaran, li nava malan qedexe kirine. Bêdadîyeke hind bêtixûb bi kar înane ku serê gotineke Kurdî cizayê pare jî dane Kurdan, anku serê gotinê 5 [pênc] quruş ciza standine ji her Kurdekê.
 
Di zulma li ser makzimanê Kurdan da Farisan, Tirkan û Ereban hemû hêza xwe bi kar înane. Mekanîzmayên dewletên xwe, leşkerê xwe, polîsê xwe, sîstemên huqûq û dadîya xwe, perwerdeya xwe, kultur, edebîyat û hunera xwe, hetta dîn û diyaneta xwe, daku makzimanê Kurdan Kurdî bidine asîmîle kirin çerxeke zalimane û hov bi kar înane.
 
Belêm vê polîtîka asîmîlasyon û birandina wan pare nekirîye, bêyî encam maye. Kê ev armanca wan ya birandina Kurdî vala derêxistîye? Kurdan bi xwe. Wan li Kurdan daye, makzimanê wan qedexe kirîye, lê Kurdan jî berxwe daye, bi rikeke mezin û nedîtî makzimanê xwe di jîyana xwe ya rojane da bi kar înane. Di mala xwe da, di kar û gendana xwe da, di şîn û şahîya xwe da, anku di her xeleka jîyana xwe da makzimanê xwe bi kar înane, digel hev bi makzimanê xwe axivtine, nifşên xwe hûyî [fêrî] makzimanê xwe kirine. Stranên xwe, lorîyên xwe bi makzimanê xwe Kurdî afirandine û gotine. Bi makzimanê xwe Kurdî rabûne û rûniştine, jîyane. Bi vê rika mezin makzimanê xwe ji birandinê rizgar kirine û înayîne heta roja îro.


Bo li ser pêya mana makzimanê xwe, bo jîyandina makzimanê xwe Kurdî her xizmet kirine, her fedakarî kirine, her reng bedel dane. Di nav çerxa zulm û zora dijminan da jî rê û teknîkên cuda peyda kirine ku makzimanê xwe sax û jînde bihêlin. Ji bo vê yêkê edebiyateke devkî afirandine, paşê nîşan afirandine ku makzimanê xwe derbazî nivîsînê bikin. Piştî bi kar înana alfabeyan, makzimanê xwe xurt kirine, zengîn kirine, kêm û kasîyên heyî timam kirine, birînên makzimanê xwe Kurdî kewandine û sax kirine.
 
Îro makzimanê Kurdan Kurdî sax e, jînde ye, li ser pêya ye, di jîyanê da bi kar têt û êdî toka mirin û birandinê şkandîye û makîneya asîmîlasyona dagîrker û kolonyalîstan bijbelav kirîye.

Îro makzimanê Kurdan ne tinê makzimanê axivtinê ye, herwisa makzimanê nivisînê ye. Kurd bi makzimanê xwe hem diaxivin, distrên, lorîyan dibêjin, şîn û şahîya xwe pê dijîn û herweha bi çêkirina sîstemê nivisînê jî makzimanê xwe kirine zimanê edebîyata niviskî û perwerdeya giştî. Helbet îro sîstemê kolonyalîzmê hêj bi timamî nehatîye şkandin, rakirin û berteref kirin, belêm hatîye seqet kirin, hatîye leng kirin û prosesa têkbirina kolonyalîzmê hatîye bi hêz û xurt kirin.
 
Îro li du parçeyên welatê Kurdan Kurdistanê makzimanê wan bûye zimanê fermîyeta jîyana îdarî û bazirganîyê, jîyana rojane û perwerdeyê, folklor, kultur, edebîyat û hunerê anku bûye zimanê welatî hemûyê. 
 
Îro li nav tixûbên Iraqa Federal Kurdistan bûye xwudan statû û navçeyeke xweser û makzimanê Kurdan Kurdî zimanê welatî ye, zimanê jîyanê ye li başûra Kurdistanê.

Îro li nav tixûbên Sûrîyeyê Kurdan piranîya axa xwe rizgar kirine, li ser axa xwe, li welatê xwe sîstemekî nû yê xweserîyê ava kirine û makzimanê xwe Kurdî kirine zimanê timamî jîyanê. Perwerde bi Kurdî ye, jîyana çarsû û bazarê bi Kurdî ye, zimanê sîstemê îdarî Kurdî ye anku Kurdî, makzimanê Kurdan Kurdî bûye zimanê jîyanê li rojavaya Kurdistanê jî.
 
Li nav tixûbên Iranê Kurd hêj jî bêyî statû ne, bêyî maf û azadî ne. Makzimanê wan Kurdî di nav sîstemê perwerdeya fermî da nîne. Makzimanê Kurdan Kurdî tinê di nav çarsû û bazarê da, di jîyana rojane da tête bi kar înan. Mekanîzmaya asîmîlasyonê berdewam e çiku bi makzimanê Kurdan Kurdî perwerde nayête kirin. Cihê ku perwerdeya sîstematîk û fermî lê neyî makziman jar û lawaz dibe, asîmîle dibe. Di halê hazir da li nav tixûbên Iranê, li rojhilata Kurdistanê makzimanê Kurdan Kurdî di nav rewşeke xirab û bi tehlîke da ye. Belêm digel vê rewşa negatîv jî makzimanê Kurdan Kurdî li Iranê li rojhilata Kurdistanê kifinê mirinê dirandîye û berxwedana xwe ya jînde manê didomîne.
 
Li nav tixûbên Tirkîyeyê, li bakura Kurdistanê makzimanê Kurdan Kurdî di nav rewşa herî xirab û dijwar da ye. Di nav dewletên dagîrker û asîmîlator da dewleta herî xedar û zalim dewleta Tirkîyeyê bûye beramberî Kurdan û makzimanê wan Kurdî. Beramberî makzimanê Kurdan Kurdî her çi zalimî bête bîra mirovî TCyê kirîye û hêj jî dike. Bi israr rê nade ku makzimanê Kurdan Kurdî bikeve nav sîstemê perwerdeya fermî ya dewletê û li tenişta Tirkî bibe zimanê duyê yê dewletê. Polîtîka wan ya îro heyî jar, lawaz û feqir kirina Kurdî ye. Eve di nav dem û zeman da asîmîle kirina Kurdî ye ku eve sûcekî mezin yê mirovî ye, hetta karekî jenosîdal e, lê TC dike. Digel vê zalimîya TCyê ya beramberî makzimanê Kurdan Kurdî, dîsa ve Kurdî jînde ye, berxwe dide.
 
Kurdan bi têkoşîna xwe ya salan hem xwe hem jî zimanê xwe ji nav çembera mirinê rizgar kirine, ji xeniqîna li nava okyanûsê xilas kirine û xwe gihandine perê avê û reşahîyê. Piştî pêkhatina du xweserîyên li başûr û rojavaya Kurdistanê û pêşkevtina sîstemê perwerdeyê li van waran makzimanê Kurdan Kurdî êdî sax e, jînde ye û dê hêdî hêdî xwe xurt bike. Problema bi tehlîke li rojhilat û bakura Kurdistanê didome. Ev herdu parçeyên Kurdistanê dagîr in û di bin destê du dewletên mîratxwerên du imparatorîyên zalim, Osmanî û Farisan anku TC û Iranê ne. Ev herdu dewlet jî nahêlin ku Kurdî li tenişta Farisî û Tirkî bibe zimanê fermî yê dewletê. Herwisa zemînê makqanûnî û qanûnî pêknayînin ku perwerdeya fermî bi Kurdî jî bête kirin. Bi têkoşîna salan ya Kurdan di halê hazir da li Iranê û Tirkîyeyê Kurdî di jîyana rojane da bi kar têt. Lê bi taybetî li Tirkîyeyê fişar û otorîteya fermî ya dewletê hêj jî li ser Kurdî heye û tirsa bi kar înana Kurdî berdewam e û eve hêza asîmîlasyonê jînde dihêle.



Lê belê, tiştekî paradoksal e ku problema herî mezin ya makzimanê Kurdan Kurdî îro ji Kurdan bi xwe derdikeve. Tehlîkeya herî mezin ya li ser makzimanê Kurdan Kurdî, ji bi kar neyînana Kurdan bi xwe têt. Anku Kurd bi xwe makzimanê xwe bêyî tirs bi kar nayînin. Makzimanê xwe li mal, cade, kolan, çarsû û bazarê bi kar nayînin. Kurd bi xwe makzimanê xwe Kurdî bê hêz dikin, bê biha dikin, qedr û qîmetê makzimanê xwe bi xwe dişkênin, makzimanê xwe di statûya nizim da dihêlin ku eve tête manaya xwe bi xwe asîmîle kirinê anku Kurd xwe bi xwe xwe asîmîle dikin, otoasîmîlasyonê li ser makzimanê xwe bi kar tînin ku eve malxirab kirina xwe bi xwe ye. Têkoşîna azadîyê li bakura Kurdistanê gelek xurt û bi hêz e, belêm ev xurtîye di bi kar înana Kurdî da nayê dîtin. Kurd, piranîya zêde ya pêşengên polîtîk, sosyal û kulturî yên Kurd makzimanê xwe bi kar nayînin. Kurd nifşên xwe yên nû bi makzimanê xwe Kurdî nagihînin, di malê da zimanê asîmîlator Tirkî bi kar tînin. Nufûsa Kurdan wekî kesî zêde dibe, belêm mixabin ji ber vê xemsarîya Kurdan bi xwe ya beramberî makzimanê xwe nufûsa Kurdî axêvan kêm dibe. Eve çi ecêbî ye ku Kurd bi serê xwe tînin. Li milekê hejmara Kurdan zêde dibe, li milê dî hejmara Kurdî axêvan kêm dibe. Ev paradoksa ku Kurd bi xwe dijîn û bi serê xwe tînin, di nav çu miletan da nehatîye dîtin û eve bi gotina herî sivik û sade bêrêzîya beramberî makzimanê xwe ye. Kurd li bakur vê bêrêzîyê beramberî makzimanê xwe Kurdî dikin. Hem dibêjin TC asîmîlasyonê dike û hawar hawarê dikin, -ku eve karê wan zalim û dijminan e-, hem jî bi vê reftara xwe ya negatîv, xwe bi rêya otoasîmîlasyonê didine asîmîle kirin.
 
Di pîroz kirina 21ê Sibatê, roja makzimanî ya navneteweyî da, xizmeta herî mezin, erkê herî giring yê Kurdan ewilî bi kar înana makzimanê xwe bi xwe ye. Kurdên bakur û rojhilatê divêt Tirkî û Farisî ji dereceya pêdivîyê zêdetir bi kar neyînin. Kurd divêt di mala xwe da, li cade û kolanên şehir û bajêrkên xwe, li welatê xwe, li cihên jîyana sosyal, kulturî û hunerî, li çayxane û qehwexaneyan, li şahîgehan makzimanê xwe Kurdî bi kar bînin, digel hev Kurdî biaxivin. Şerma Kurdan ya herî mezin ew e ku hem doza Kurd û Kurdistanê dikin belêm digel hev Kurdî naaxivin, zimanên asîmîlator, Tirkî û Farisî û heta dereceyekê jî Erebî bi kar tînin.



Gelî Kurdan; ji xwe, ji hebûna xwe, ji navê welatê xwe, ji navê miletê xwe, ji îdealên xwe yên bo doza Kurd û Kurdistanê şerm bikin û makzimanê xwe Kurdî bi kar bînin. Ma hûn Kurdistaneke bêyî Kurdî xiyal dikin? Nexêr xiyala we jî Kurdistaneke bi Kurdî ye. Hingê makzimanê xwe layiqî bîr û hizirên xwe bi kar bînin. Êdî bes! Êdî bes e!
Bêrêzîya beramberî makzimanê xwe Kurdî terk bikin! Rêza makzimanê xwe bigirin ku ew jî bi kar înana makzimanî bi xwe ye.

* * *

21ê Sibatê, Roja Makzimanî ya Navneteweyî ye, roja makzimanan e li dinyayê. Bi vê munasebetê li 21ê Sibata 2007ê ev meqaleya li jêr di malpera www.xweza.com da hatibû weşandin. Li jêr dubare dikineve...
 

Roja makzimanan li cîhanê - ROJAN HAZIM





Wekî tête zanîn UNESCOyê [*] 21ê Sibatê wekî ”Roja Makzimanên Cîhanê” qebûl kirîye.  UNESCOyê ev biryare, di kongreya xwe ya 17ê Teşrîna 1999ê da wergirtîye û cara ewil jî 21ê Sibata 2000ê li timamî cîhanê hatîye pîroz kirin û ev tradisyone dom dike. UNESCOyê ev biryare li ser pêşnîyara hukûmeta Bengladeşê standîye. Di kongreya UNESCOyê da dewletên ku piştevanîya vê teklîfa Bengladeşê kirî jî ev in; Ivorycoast (Peravê Didanê Fîlan), Italya, Indonezya, Iran, Oman, Comoros, Gambîya, Chile [Şîlî], Dominican Republic [Komara Domînîk], Pakistan, Papua New Guinea, Paraguaya, the Philippines [Filîpîn], the Bahamas [Bahama], Benin, Blearus, Vanatua, India [Hindistan], Micronesia [Mîkronezya], Malaysia [Malezya], Misir, Rûsya, Lithunia, Srilanka, Saudi Arabia [Erebistana Suûd], Sûrînam, Slovakîya û Honduras.
 
Binasê ku Bengladeşê ev roj teklîf kirî jî, bûyereke ku bi serê xelkê Bengal hatîye. Bengladeş, berî 1971ê, kolonîya Pakistanê bû û wekî ”Pakistana Rojhilat” dihate nas kirin û di nav sîstemê ”Unîter”îya Pakistanê da bû. Lewma zimanê fermî yê Bengladeşê [Pakistana Rojhilat] jî zimanê Urdu bû û Bengalî di dem û dezgehên fermî da qedexe bû. 21ê Sibata 1952ê xwandekarên unîversîteyê doza fermîkirina zimanê Bengalî ji hukûmeta Pakistanê kirin û ji ber vê xwasteka xwe jî demonstrasyonek kirin. Hukûmeta Pakistanê ev daxwaza xwandekarên Bengalî red kir û bi şiddet çû ser xwandekaran û di encam da 5 xwandekarên Bengalî bi fîşekên polîsan hatin kuştin. Xelkê Bengalî jî nerazîbûna xwe ya beramberî hukûmeta Pakistanê nîşan da û ev roj, anku 21ê Sibatê wekî ”Roja Şehîdan û roja makzimanê Bengalî” îlan kir. Piştî ku Bengladeş ji Pakistanê hate rizgar kirin û bû dewleteke serbixwe, ev roj êdî bi rengekî fermî jî hate pîroz kirin û ew xwandekar jî hatin bîrînan. 

Hukûmeta Bengladeşê ev tradisyona xwe teklîfî UNESCOyê kir û UNESCOyê jî li ser daxwaza Bengladeşê ev roj, anku 21e Sibatê, kire ”Roja Makzimanên Cîhanê”. Ji 21ê Sibata 2000ê were jî li timamî cîhanê tête pîroz kirin.



Li vê derê tiştê balkêş ew e ku, gava Bengladeşê ev teklîfa xwe înaye kongreya UNESCOyê, dewleta Pakistanê jî destek daye vê pêşnîyara Bengladeşê û bi vî rengî jî ew şerm û kirêtîya wan salên ku zor û zulm li xelkê Bengal û zimanê wan Bengalî kirî, piçekê jî be telafî kirîye.
 
Îro bi navê xelkê Kurd jî, KNKyê bi pêşnîyara ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê” 14ê Gulanê wekî roja ”Cejna Zimanê Kurdî” qebûl û îlan kirîye û ewil car jî 14ê Gulana 2007ê dê bête pîroz kirin. [**]
 
Dewleta Tirk, gelo dê wê ”ji xwe şermkirin”a dewleta Pakistanê ya beramberî Bengladeşê, nîşan bide û ew jî dê vê roja zimanê Kurdî qebûl bike, ne kivş e, belêm dewleta Tirk ji wê ”kubarî”yê gelekî dûr e!. Helbet gelek giring jî nîne reftara wê!.
 
Gelek dewletên cîhanê hene ku salê rojek anjî heftîyek dîyarî ziman û kultura xwe kirine û wan rojan pîroz dikin. Yêk ji wan dewletan jî Tirkîye bi xwe ye. Dewleta Tirk, ku ji destpêka damezrîna xwe were makîneya asîmîlasyonê ji ser serê zimanê Kurdî neînaye xwarê, 26ê Îlonê wekî roja ”Cejna Zimanê Tirkî” qebûl kirîye û pîroz dike.




26ê Îlona 1932ê ”Kongreya Yêkemîn ya Zimanê Tirkî”, li ”Seraya Dolmabahçe”yê û bi beşdarîya Mustefa Kemal kombû. Bi pêşnîyara ku ev roja ”kongreyê” bibe roja ”Cejna Ziman”, bi yêkdengî hatîye qebûl kirin û ji wê rojê were jî fermîyen tête pîroz kirin.




Bi rasthatineke enteresan, 26ê Îlonê wekî roja ”Zimanên Ewrûpayê” jî ji teref Komîserîya Yêkitîya Ewrûpayê ve hatîye qebûl kirin û ewil car 26ê Îlona 2001ê hatîye pîroz kirin.


Xirwatistan jî heftîyekê wekî “Heftîya Zimanê Xirwatî” pîroz dike. Ji 11ê Adarê heta 17ê Adarê, cejna zimanê xwe pîroz dikin. Ewil car di sala serxwebûna Xirwatistanê, sala 1991ê hate pîroz kirin. Ji 1997ê were jî fermîyen tête pîroz kirin.

ROJAN HAZIM
01 Gulan 2007


 [*] UNESCO: Navê vekirî yê Ingilizî “United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization” e û ji tîpên serî yên bêjeyan pêkhatîye. Kurdîya wê wisa ye: “Organîzasyona Zanyarî û Kulturê ya Yêkitîya Neteweyan”. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn, sala 1946ê hatîye damezrandin.

[**] Cejna Zimanê Kurdî: Piştî biryara 2006ê ya KNKê, ku 14ê Gulanê bibe roja Cejna Zimanê Kurdî, Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê li 2007ê dubare biryar da ku rojên Cejna Zimanê Kurdî bibine sê roj: 14-15-16ê Gulanê. Li 2008ê jî 14-15ê Gulanê li Berlînê Konferansa Zimanê Kurdî hate organîze kirin û ji hingê were jî zêdetir 15ê Gulanê derkete pêş ji ber ku roja weşandina kovara navdar HAWARê ye.

Serkanî: www.xweza.com