søndag den 29. juni 2025

100 sal borîn ji ser serhildana Şêx Seîd: 29.06.1925 - 29.06.2025 - ROJAN HAZIM

 

Şêx Seîdê Pîranî-Paloyî


Di çarêka ewil ya sedsala 20an da komara nû avabûyî ya Tirkî, hemû soz û qirarên xwe daûran û pişta xwe da Kurda... Danerê komara nû ya Tirkî Mustefa Kemal û hevalên xwe di gava ewil da hatin şehrê navdar yê Deryaya Reş Samsunê ku dest bi bizava rizgarîya xwe ya ji dagîrîya li ser îdareya Osmanî bikin... Bes gava duyemîn ji Kurdistanê avêtin. Hatine şehrê Kurdistanê Erzeromê û silav dane Kurda û gotin ku ew dixwazin bi harîkarîya Kurda welatê xwe û Kurda rizgar bikin... Kurda bi niyeteke qenc destek dane wan lê ji wan xwastin ku piştî rizgarîyê sozên xwe ji bîr nekin!.. Mustefa Kemal û hevalên wî bi dilekî rehet soz dan ku ew dê komareke nû ya xelkê Tirk û Kurda ava bikin...

Gava ev soze dayî di bin simbêlên xwe da jî girnijîn... Anku di dilê xwe da gotine Kurda ku ca hûn digel me bin heta ku em ji ser pira selawatê derbaz dibin... Paşê em dizanin ka em dê çi soza xwe bînine cih beramberî we... Eve dihate manaya ku gava me karê xwe bi dijminan xilas kir dor dê bête we ku we jî tesfîye bikin...

Piştî Erzeromê hatine şehrekî dî yê Kurdistanê Sêwasê û li wê derê jî kongreya xwe pêkînan û bi harîkarîyeke xurt ya Kurda dawî li dagîrîya Ingilîz, Fransa, Italya, Yewnan û yên dî înan...

Sultanê Osmanîya Wehdetîn Stanbol terk kir û digel Ingilîzan çû... Wan jî bo xwe komareke nû ava kirin bi destek û harîkarîya Kurda... Mustefa Kemal û hevalên xwe paytext Ankara komara xwe ya nû îlan kirin û di Meclisa ewil da çendek kursî jî dane Kurda heta ku wextê tesfîyekirina wan têt...

Mustefa Kemal û rêvebirîya nû ya komarê gelek bêminet bêyî ku wextî bikujin, biryara tesfîyeya Kurda dan û emelîyen jî dest pê kirin û gelek bi tundî peyam dane Kurda ku ya me û we xilas û êdî komara nû ya me Tirka ye û hûn jî heke dixwazin digel me bijîn desthilata me ya nû bêyî itiraz qebûl bikin û rûnine mala xwe... Heke hûn livîn û bizavekê jî bikin em dê we qir bikin baş bizanin...

Fiîlen jî wisa kirin û ne soz û qirarên xwe yên destpêkê bi cih înan nejî di îdare û temsîlîyetê da cih dane Kurda...

Gava Kurda nerazîbûna xwe jî kivş kirin bi şiddeteke nedîtî êriş kirin û ji tehcîrê heta îdaman polîtîkayeke birandinê bi kar înan dijî Kurda...

Di pêla ewil ya êrişên xwe da bizava azadîxwaz ya xelkê Kurd ya di pêşengîya Şêx Seîd da dane ber tirpana xwe... Sefereke operasyonal dane dest pê kirin li ser Kurdistanê û Şêx Seîd û 46 hevalên wî girtin û li Diyarbekirê, roja 29ê Hezîrana 1925ê îdam kirin...

Paşê serhildanên dî jî şkandin û gelek îdamên dî jî kirin...

Komara nû ya Tirkî eve serê sed salan e ku eynî zulmê didomîne...

Di sedsalîya îdama Şêx Seîd û hevalên wî da hukûmeta îro ya Tirkî goya soz daye ku "hebûna xelkê Kurd" qebûl bike!..

Bi armanca çareserîyê, her reng muzakere, gotûbêj û dîyaloga digel dijminî, ne teslîmîyet e, bereks alîyekî giring yê têkoşînê ye û meşrû ye...

Ka em binêrin!.. Hêj hertişt gelek zû û taze ye...

Êdî Kurd jî têra xwe bûne xwudan tecrube...

Di midehê van hinde salan da Kurda nîşanda ku ew ne berxê ber kêrê ne...

Lê satora qesaba hêj jî di destê dewleta qesab da ye...

Komara Tirkî duhî ji bîr nekirîye... Lê Kurda jî ji bîr nekirîye...

Komara Tirkî duhî soz dan bes bi cih neînan... Lê Kurda jî serê xwe neçemand û berxwedana xwe domand...

Di sed salîya serhildana Şêx Seîd da, Kurd li nav Tirkîyeyê hêj jî bê maf û desthilat in, lê xwudan biryar û hêz in... Terazîya rikeberîyê di nîvekê da ye... Ka em berê xwe bidenê, ev prosesa nû dê çawa encam bide... Şert û mercên navçeyî û navneteweyî wekî berî sed sala nîne û di lehê Kurda da ye... Kurd jî ji sedsalên borî bi hêztir û organîzetir in... Lê belê, neyar her ew neyarê berê ye û li nik wan dek û dolab, hîle û desîse gelek in... Ji ber hindê gotina "lêhbandin-xapandin"ê ji ser devê xelkê kêm nabe gelek heqqane...

Bes bi her hal, siyaset hêz û şiyan e... Kurda bi berxwedana xwe ya salan û dayîna bedelên mezin û giran şuûreke neteweyî jî ava kirine ku bikarin xwe li ber pêlên birandinê û hîleyên neyaran ragirin...

Eve hêvî ye... Hêvî dikin Kurd careke dî neyêne lêhbandin...

Di vê sedsalîya serhildana Şêx Seîd da nevîyên wan gelo tola wan standine..? Hêj ne, lê bazû û masûlke jî hatine nîşandan ku neyar jî vê dizane... Şêx Seîd li ber sêpîya îdamê çi gotibû?.. "Xwe ji bo miletê xwe gorî dikim lewma nepeşêman im. Bes ku nevîyên me li berameberî neyarên me, me mehçûb nekin" gotibû ku qet nebe ev daxwaza wan hate cih ku nevîyên wan ew şermende nekirin û hetta ew, xwe û hemû miletê Kurd serbilind û serfiraz kirin bi têkoşîna xwe ya mezin ku ev prosesa serkevtî berdewam e heta rizgarî û azadîya kamil...

Em bi şîret û gotineke pêşîya bala xelkê xwe û pêşengên siyasî bikêşine ser heqîqeta neyaran:

Av dinive dijmin nanive!..

Ji bîr nekin û gavên xwe bi biryar lê bi temkînî û hessasîyet biavêjin!..

Bizava Şêx Seîd û hevalên wî, wekî Kamuran Bedir Xan bi çavê dilê xwe gotî, "dengê azadîyê" bû... Wî dengî îro dengvedaye û welat û dinyayê dizingîne...

Heke îro navê wî li wê meydana ku hatîye îdamkirin hatibe dan, hingê dengê wî yê azadîyê gihiştîye cihên lazim ku ruha wî şa be...

Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em îdamkeran jî rûreş û şermizar dikin.

29 Hezîran 2025

RH