Hey dinya, ji Zê heta Baltîkê 70 sal û serborîya Bapîrekê
- ROJAN HAZIM
Qirn bo sed sala tête gotin. Lewma li vê derê gotina
"hey dinya" di cihê xwe da ye... Sed sal... Salek ma ne 365 roj in,
dê werin hisab bikin. Sed cara 365 roj... 36.500 roj... Vê hisabê ji bo 70
salan bikin dê çi derkeve meydanê. Encam 25.550 roj...
Belê hisab ev e... 70 sal... Ne kêm e... Bi gotina xelkî, qirnek kêm 30 sal...
Anku heke saxî û silametî hebe piştî 30 sala qirnek tijî dibe... Bi hêvîya ku
jî dirêj be û di nav saxî û silametîyê da digel hemû hezkirîyan bi xêr û xweşî bête
jîyan...
Vêca Bapîrekê
gava 70 sal tijî kirin, bivê nevê xewn û xiyal diçine salên berê, salên
destpêka jîyanê, ew cih û warên bûyînê û lê hatine jîyan...
Di 70
salîya xwe da Bapîrê xwudanê du law û sê nevîyan gava behsê ku li Sibata 2024ê
dibe 70 salî dike, gotinê tîne ser law û nevîyên xwe û helbete hemû binemalê.
Bapîr li 15ê Sibata 2024ê dibe 70 salî. Eve tête wê manayê ku ew 15ê Sibata
1954ê hatîye dinyayê... Wextê Bapîr behsê 70 salîya xwe dike, dibêje ku di vê
roja bûyîna 70 salî da lawê mezin dibe 43 salî, lawê biçûk dibe 34 salî û
hevjîn jî dibe 67 salî. Sê jî nevî hene. Gava digel nevîyên xwe li ser jî û
emir suhbetê dike, dibêje wan, Bapîr Sibatê [2024] dibe 70 salî, AVA tu li
Kanûna Paşîn [2024] bûye 11 salî, SAHÎ tu li Nîsana 2024ê dibîye 8 salî û NEVÎ tu
jî li Gulana 2024ê dibîye 5 salî... WAW dibêjin hersê nevî, gelek e 70 sal...
Belê gelek e 70 sal dibêje nevîyên xwe Bapîr. Û herweha dibêje nevîyên xwe, Bapîr
gorî, gava Bapîr bû 100 salî, AVA tu dibîye 41 salî, SAHÎ tu dibîye 38 salî û
NEVÎ tu jî dibîye 35 salî... Keyfa nevîyan têt ku Bapîr dê hêj gelek bijît û "yuhu-yuppie"
dibêjin bi hev ra û bi destên xwe yên rastê li destê rastê yê Bapîrî didin û alekên
wî didine ber maçan... Hêvî dikin ev xwezî û hêj zêdetir bi cih bêt...
Esas di vî
behsê 70 salîyê da, em wê şeira navdar "Jî 35" [emir, temen 35] ya
şairê Diyarbekirî Cahit Sitki Taranci jî bînine bîr dê di cih da be...
Wisa dibêje
Taranci:
" Jî 35, dibe nîvîya rêyê.
Em di
nîveka jîyî da ne şubî Danteyî. "
Cahit Sitki
Tarancî dibêje nîvîya jîyî 35 e, lê mixabin ew bi xwe di 46 salîya xwe da ji
ber nisaxîyeke xedar dimire. Ji vê gotina Taranci tête têgihiştin ku dirêjîya
jîyî wekî 70 sal hatîye texmîn kirin... Di wextê ew dijîya da demê jîyî dirêj
nebû, hetta li hindek welatên paşvemayî 50 sal demê xatir xwastinê bû ji vê
dinyayê... Wî dîsa ve welatên pêşkevtî yên wekî Ewrûpayê dayîne ber çav û wisa
gotîye... Tête gotin ku wî ew meseleya nîvîya jîyî wekî 35, ji xebata Komedia
Îlahî [La divina commedia] ya şairê navdar yê Îtalî Dante îlham wergirtîye û tixûbekî
ihtimalî danaye bo jîyî... Bes di vî demê em lê dijîn da dirêjîya jîyî zêde
bûye û gihîştîye 90 hetta 100 salîyê... Vêca em jî bi pêşbînîyeke xêrê nîvîya
jîyî 50 hetta 60 sal qebûl bikin û dirêjîya jîyî jî wekî 100 hetta 120 sal
bêjin... Gava Bapîrî behsê jîyê xwe û nevîyên xwe dikir, ew xwezîya xwe ya jîyê
100 salîyê ji ber hindê got ku hem dilê xwe hem jî dilê nevîyên xwe xweş
bike... Belkî jî ev pêşbînîya Bapîrî rast derkeve... Hetta bila ji 100ê jî
derbaz bibe û bibe 100 û nizanim çend sal... Li vê derê divêt bi keyfxweşî
bêjin ku Bapîr di 70 salîya xwe da gelekî aza ye, li ser xwe ye û wî tixûbê ku
Cahit Sitki Taranci danayî anku dawî 70 sal e dibezîne û bi vî halê xwe yê li
ber çavan dê pişta 100ê jî bişkêne ku hêvî jî her ew e... Û bila jî dirêj be...
Xulase Bapîr
dikeve nav bîr û hizrên kûr... Di dilê xwe da dibêje, divêt hema kurt jî be behsê
van 70 salan bikim bo nevîyan daku bizanin Bapîrê wan li kîjan cografyayê û di
nav kîjan şert û mercan da hatîye dinyayê û di 70 salîya xwe da li kîjan
cografyayê û di nav kîjan şert û mercan da ye...
Gava mirov
kete nav kûrahîya bîr û hizran, hafizaya mirovî aktîve dibe û ew tiştên di nav
jîyana normal da neyêne bîr, bi hemû detayan ve têne ber çav û wekî fîlmekê
diherikin. Bapîr jî wisa dike û dest bi gotina serborî û serpêhatîya xwe
dike... Bîr û hizrên xwe dide zorê û dikeve nav wan salên destpêkê, nav wê tûnêla
labîrentî ya jîyanê û ew erdê ku lê hatîye dinyayê, ew warê ku lê gihiştî,
mezin bûyî, dora xwe, dînamîzma jîyana sosyal xelek bi xelek tîne bîra xwe û dibêje
nevîyên xwe...
Ewil behsê
warê ku lê hatîye dinyayê dike... Paşêya wê li dûv têt...
Nexşeyê
welatê xwe anku NATSIDRUKê tîne ber
çavên xwe. Kêm zêde bi rengekî geometrîk teswîra welatê xwe dike Bapîr. Ji serê
Kozava Besrayê ber bi jor, silsileya Zagrosa, Zê û Behra Urmîyeyê, Deşta
Mezopotamyayê û Behra Wanê di nav da heta binarên Çiyayê Qaf û binê Behra Reş
xeteke berevraz û paşê jî ber bi rojavayê ve kivanekê çedike û berê xwe dide Çiyayên
Munzur û ji ser baskên zozanên bilind yên Sêwasê ve jorda tête Deşta Elbistanê
û paşê badide kujîyê Iskenderûna Behra Spî... Anku ji erdê Zê û Zagrosa û
Mezopotamyayê heta serê Agirî û binarê Çiyayê Qaf, berwar jî ji Munzuran heta Toros
û Amanosên hindava Behra Spî...
Istanê ku
lê hatîye dinyayê tam di nîveka vî welatî da cih digire. Tam nîvek anku merkeza
axa mezin. Ser û bin, çep û rast hemû axa welatî... Cîran hemû welat û
welatî... Erdekî bi çiya, dol û nihal, zozan û deşt. Warekî têr av û derav...
Xwezayeke bijûn û tijî şînkatî... Gil û giya, gul û kulîlk, dar û daristan,
rêhl û bîşî mişe ne li warê wî... Welatekî befrîn û tijî çem û robar... Çaryana
medenîyetan... Ji rojhilatê ve ji welatên Çemê Ganj-Gangayê heta li rojavayê
welatên Çemê Rhein-Rijnê, rê û rêbara şer û doza, ger û geryana, ticar û
ticareta... Xwudanê folklor û kultureke dewlemend. Sekan û sitara xelkan...
Hekarî ye ew nav û ew war û ew welat... Istanê Hekarîya erdekî fireh e. Di
navbeyna du behrên mezin, Behra Wanê û Behra Urmîyeyê da, ji rojavayê ve bi
Tenînê, ji başûr ve bi Deşta Mûsilê, ji rojhilatê ve bi Deşta Urmîyeyê û ji
bakur ve jî bi zozanên Wanê ve cîran e... Anku welatê Zê û Zagrosan û cîranê
Mezopotamyayê...
Hekarî,
welatê qedîm yê Zê û Zagrosa... Gava Hekarî bêjin nasnameya Welatê Hekarîya şik
tê da nîne ku Zê û Zagros e... Hekarî ji alîyê jeolojîk ve li ser tahtekî
saxlem ava bûye. Silsileya Zagrosa ye ew taht... Heke wî tahtî metaforîk wekî
xîmekî qayîm û palpişteke asê qebûl bikin, hingê textê zêrîn Zagros be, ristika
elmas ya li gerdena narîn ya Hekarîya jî Zê ye... Ava Zê anjî wekî Ewrûpî
dibêjin Zab... Serûkahnîya Ava Zê, Deşta Elbakê ye ku yêk ji berekettirîn
zozanên Welatê Hakerîya ye... Zê ji Hekarîya heta Bahdîna erdekî mezin yê
welatî av dide û xêr û bereketê belavî ser xelkê welatê xwe dike û bi pêlên
bilind û boş xwe digihîne Dicleyê û wê xêr û bereketa xwe dide deşta
Mezopotamyayê jî...
Ji Deşta
Somayê heta Tirgever, Mirgever û Geverê, ji zozanên Nodiz, Xavesor, Kawaş û
Şaxê heta zozanên Meydana Kolya, Feraşîn û Berçelanê, ji baskên Tenînê heta
Sûlava Amêdîyê, ji Nehrê heta Akreyê, ji Elkîkê heta Elkîyê warekî şîn û jîndar
e Hekarîya... Ji Çiyayên Sîr heta Ciloyê Sadê, ji Sinbî û Kato heta Kêleşînê û digel
gelek çiyayên dî serê silsileya Zagrosa pêktînin li Welatê Hekarîya... Welatê
Hekarîya herwisa ji milê rojavayê ve jî cîranê Çiyayê Cûdî ye ku di efsaneya
tûfana Nuhî da bi nav û deng e... Ji Gelîyê Zê heta Gelîyê Tiyarê, Gelîyê
Qewalê ku bûye ilhama stranan, ji suwarên bilind yên wekî Suwara Xelo heta
Suwara Kotra û Suwara Tenînê, ji Gedûka Çûxê heta Surka Suwara û Gewrîya Şepeta,
ji Xabûr heta Hîzil, ji Zêyê Mezin heta serûkahnîya Zêyê Biçûk cografyayeke
hinde fireh, hinde berwer û hinde bi bereket kêm tête dîtin li dinyayê... Çiya
bêjî heye, deşt bêjî heye, zozan bêjî heye, kahnî, çem û robar bêjî heye, kana bereketê
anku befir bêjî heye. Ma êdî çi bixwazin...
Hekarî ji
kevin were wekî istanekî mezin gelek dînamîk bûye... Girêdayî istanê Hekarîya
qeza û navçeyên mezin hene. Ji Şipîranê bigirin heta Soma û Biradosta, ji Tirgever
û Mirgeverê heta ber û piştên Şemdîna û Geverê, ji Elbakê heta Xavesor, Şax û
Kawaşê, ji Çolemêrgê heta Kela Bayê, Sileh, Peyanis û Lêwinê, ji bakura Bahdîna
heta Çel û Elkîyê milkekî hinde mezin di nav gelek salan da bûye Mîranî û
Mîrekî. Bi dehan êl û eşîrên boş û xurt hesp bezandine di nav vê cografyaya
hinde mezin û fireh da. Welatê Hekarîya bi vê zengînîya xwe, hem xwerûtî û
resenîya xelkî parastîye, hem jî di warê edebîyatê da jî bûye kaneke afirandêr.
Medrese û dibistan ava bûne, perwerde hatîye kirin û zanerên navdar, şair û
nivîskarên berketî ji vê kana berdêr derketine...
Ji Peyambir
Zerdeştî bigirin heta Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Feqîyê Teyra, Elî Herîrî û
gelekên dî ji vê axa mezin, ji vê cografyaya fireh gihiştine û dinyaya
welatîyên xwe ron kirine...
Belê, Bapîr
aha ji vî warê hinde berwer û afirandêr anku ji Welatê Hekarîya ye... Bapîr di
nav vê axa mezin ya Hekarîya da, yêk ji navçeyên herî mezin û fireh û dewlemend
ya Welatê Hekarîya, li navçeya Elkîyê hatîye dinyayê... Elkî rojavaya Istanê
Hekarîya ye... Bi Tenîn, Gelîyê Zê, Gelîyê Tiyarê, Bahdîna, Çel, Şax, Kawaş,
Xavesor, Elbak û Lêwinê ve cîran e... Bi deşt û zozanên xwe ve havîngeha Mîr û
Mîran bûye... Suwarên Qeş û Hurîya li bilindahî û gelîyên teng û dirêj yên
Elkîyê hesp bezandine, nijdevanî kirine... Gelîyê Qeşûra îro ji wan Qeş û
Hurîya mîrate maye bo Elkîyê... Bi kox û şkevtên xwe ve sitara reben û feqîya
bûye Elkî... Ji dewrê berê were, ji dewrê berî Sumeran û herweha ji demê Sumeran
were, ji dewrê Asûr û Babilan were, ji dewrê Urartuyan were, ji dewrê Fars,
Part û Medan were, ew cih û ew şkevt bûyîne cihê perwerdeya reben û feqîyên
bawerîyên gelek ji hev cuda... Di wan medreseyan da bi sedan ciwana wekî reben,
feqî û şagirt perwerde dîtine û di nav xelkê da kar û xebata têgihandin û
serwextkirinê pêkînane... Şkevta Rebena ew nav ji ber van kar û xebata
wergirtîye... Di Medreseya Miksê da feqî gihiştine. Li Qesr û Lalişî feqî û
rebenên bi bîr û hizrên resen yên xwumalî ve hatine perwerde kirin... Elkî bi
erdê xwe yê fireh ve bûye cihê seyr û seferên cengî, bazirganî û herweha cihê
xwandin û têgihiştinê, cihê zanîn û afirandinê, warê jîyan û jîyandinê... Ji
çandinê heta heywandarîyê, ji kir û kiryarîyê heta firoş û firoşkarîyê, ji
hunera destî heta ya bang û awazî ked û gendan lê hatîye kirin...
Belê, Elkî
ev e û hêj zêdetir e bo Bapîrî...
Elkîya şîn
û şîndar. Elkîya bijûn ya bi jîn û jîndar. Elkîya bi av û derav. Elkîya bi gul
û kulîlk. Elkîya bi çiya, zozan, deşt, dol û nihal. Elkîya bi çem û robar.
Elkîya bi mil û suwar... Ji ava xweş û temîz ya Singeverê heta ava şor û sûr ya
Karêya Lalişî her cure kan û kahnî... Ji germavê heta ger û golên kûr û sar...
Ji bîşî heta rêhlan, bi dar û daristan... Elkîya warê jîyanê. Elkîya jîngeha
her cure candarî... Elkîya bûye meydana jîyana eşîrî, koçerî û xwecihîyê... Elkîya
bûye cih û warê gelek xelkan... Elkîya bûye sitara dîn û dînzayên cuda... Elkîya
bûye meydana aştîyê ya pêkve jîyana cudahîyan... Ev e Elkîya Bapîrî...
Merkeza
Elkîyê di navbeyna Kato û Kumtikî da, di nav gelîyekî teng û kûr da ava bûye...
Kumtikê bi kivark û rêvasan ve tijî. Katoyê bi siyabo û mendê ve xemilî. Tî û per
û baskên bi heliz û kerkolê ve pêçayî. Dolên tijî kîvar, xelendor û qeram.
Beten û berwarên bi gihûşk û rêhlînka ve mişt. Mêrg û çîmenên ku dibine meydana
çereya pez û dewara. Anku Elkîyeke bi hemû dorberê xwe ve şîn û balkêş ya şubî
tabloyekê... Zozanên ji Elkîkê heta Feraşînê, ji Meydan Zengilê heta Meydan
Dawudê, ji Meydana Kolya heta Meydana Şehbazî, ji Mêrgên Sotî heta Lalişî û
Kahnî Cemedê, ji Warkelokî heta Warkên Gelejêrî, ji Şabanîyê heta Merga Pînîya.
Ji binara Katoyî heta betenên Kumtikî. Ji Ava Singeverê heta Kahnîya Qesaba. Ji
Çemê Feraşînê heta Çemê Germavê, ji Çoçane heta Çeman û Melêseyê, ji Guwanis û Bilbêsê
heta Govîk, Emerok û Çelebeşî, ji Pîrosa, Hemka heta Bateyê, ji Lêwinê heta
Pertavînê, ji Gelîyê Mamxura heta Gelîyê Jîrkîya, ji Gelîyê Gewda heta Gelîyê
Qewalê, ji Mila Cinêdî heta Mila Çarçela û Suwara Xelo, ji Suwara Kotra heta
Suwara Tenînê. Ji çiyayên Serasin heta Kelereşî. Ji Geznexê heta Mêhrê. Ji
Pîrdoda heta Aroş, Bêrman û Dûlê. Ji Mezra û Sakê heta Germav, Balek û
Kespiyanişê, ji Anîtosa heta Hare û Şine. Ji Dêrahînê heta Qesrê û Gelejêrê. Ji
Tivor, Çemê Pîrê, Bêzal heta Îsirwanê. Ji Berê Kişlî, Tangaxana, Hacelya,
Hindirûnis heta Arazê. Ji Tûzekî heta Komateyî. Ji Kahnîmasîya Feraşînê heta
Xabûrî. Bi hemû gund, mezra û taxên xwe yên wekî Singever û Serûkahnî, Beroj û
Nizarî, Navgund û Mûşêla, Elkîyeke hinde mezin û fireh û hind jî spehî...
Li vî warî
hatîye dinyayê Bapîr... Ma çi nîne li vî warî... Çiya heye, çol heye, deşt
heye, zozan heye, giya heye, gul heye, kulîlk heye, ava sar heye, ava germ
heye, ava xweş heye, ava şor heye, çem heye, robar heye, dol heye, nihal heye,
berwar heye, serwar heye, evrazî heye, nişîvî heye, befir heye, baran heye,
lehî heye, aşût heye û pêkve xwezayeke bijûn heye... Çiya û zozanên Elkîyê
herwisa warê jîyana her cure teyr û tewal û pez û heywanên kûvî ye... Bi hemû
reng û rûyên xwe ve jîyan heye... Eve ye warê Bapîrî anku Elkî...
Li xanîyekî
ber û du tebeq yê di nîveka bajêrê Elkîyê da, li avahîyê li merkeza Elkîyê, li
qesra hindava çarsûya Elkîyê di maleke nisbî halxweş da hatîye dinyayê Bapîr...
Ji pênc salên seretayî heta sê salên navincî li nava şehrê Elkîyê xwandîye Bapîrî...
Heta 15 salîya xwe li vî warê hinde xweş jîyaye. Li wan çem û robara fêrî melevanîyê
bûye. Li ava termal, li germava Germavê leşê xwe germ kirîye, xwe şuştîye... Di
gerên li Çemê Singeverê, li Çemê Feraşînê, li Çemê Germavê û Gera Tenûrê ya li
Lalişî ya di bin Katoyî da melevanî kirine... Li Kato û Kumtikî, li Kelereş û
Serasinî geryaye... Li zozanên Feraşîn, Meydan Zengil, Mergên Sotî, Lalişî,
Mêrga Pînîya, Şabanîyê heta Kahnî Cemedê mast, tû û nîvişk xwarîye... Ava
Singeverê ya zelal û wekî cemedê vexwarîye... Xwe bi siyabo û mendêya Katoyî,
sîrika Gova Reşoyî, kîzrok û pêmirîşka Serûkahnîyê, kivark û rêvasên Kumtikî,
kengir û kengirzerên baskê Suwarê û Ziyaretê Momê, işkirapk, tûsî û baxoxeyên
baskê Meydan Zengilê ve têr kirîye... Li mêrgên Kahnî Gurgan, Elkîk, Nispas û
Marûnisê geryaye... Geşt û ger li Derîyê Berana û Derîyê Zêr yên Katoyî
kirine... Bi guhdarîkirina mewlîd û şeirên Mela Husênê Bateyî yê ji gundê
Bateya Elkîyê, bi xwandina şeirên Feqîyê Teyra, Pertev Begê Hekarî û Evdirehîm
Rehmîyê Hekarî, dastan û şîretên Ehmedê Xanî ve xwe gihandîye... Bi stranên
Kewîs Axa, Mehmed Arif, Îsa Berwarî, Hesen Cizîrî, Tehsîn Teha, Miryem Xan û
Kirapêtê Xaço dinyaya xwe ya muzîkê dewlemend kirîye... Guhdarîya şanoyên
Seydiko Seydevano, Siyabend û Xecê yên li radyoyên Bexda, Êrîvan û Urmîyeyê
dihatin weşandin kirîye... Di salên dibistana navincî da, ku wan salan şoreşa
başûra Kurdistanê gelek bi nav û deng e, mamostayê wan yê Ingilîzî, Efser
Dandino gava xebera li Mela Mustefa Barzanî dike, yêkser radibe û gelek hişk
nerazîbûna xwe nîşan dide û dijî vê reftara dijminane ya mamostayî derdikeve û
mamosta Efser Dandino jî cizayê ji klasê derêxistinê dide wî...
Di hemû
aktîvîteyên sosyal û kulturî yên dibistana seretayî û navincî da cih girtîye,
berpirsiyarî kirîye, li pîyesan rol wergirtîye, li dibistana navincî rojnameya
dîwarî digel mamostayê edebîyatê hazir kirîye, di merasiman da şeir xwandine...
Bapîrî
piştî dibistana navincî koçî Wanê kirîye û Lîse li Wanê xwandîye û xilas
kirîye... Lewma Wan, piştî şehrê wî yê efsanewî Hekarîya ku lê hatîye dinyayê,
şehrê duyê ye ku xwe jê hisab dike û gelek jê hez dike... Dewrê Liseyê ji bo
Bapîrî demê gihiştin û kemilîna bîr û hizra pêşverû ye... Hêj li dibistana
navincî di serê wî da pirs û pirsyar zêde bûne û bi çavekî şikdarî berê xwe
daye jîyanê... Di demê Lîseyê da jî li bersiva wan pirsên di serê wî da
zivirîne geryaye... Her di serî da xwe ji dinyaya bawerîya dînên esmanî dûr
kirîye... Dest bi avakirina xîmê bawerîya xwe ya bi xwezayê ve kirîye û hêdî
hêdî xwe gihandîye, xwe serwext kirîye, xwandîye, lêkolîn kirîye û dinyaya xwe
ya bîr û hizrî bi mijarên zanistî û pêşverû ve dagirtîye, zengîn kirîye... Ji
ber hindê demê Lîseyê, demê avakirina bîr û hizra xwezabawerîyê ye ji bo
Bapîrî... Vê felsefeyê rengê xwe daye gihiştina bîr û hizrî ya Bapîrî... Ji
hingê û pêve, ji vê pencereya zanistî û diyalektîk berê xwe daye dinyayê... Her
ji salên dibistana seretayî ve dijî edetên paşverû û kirêt yên di nav jîyana
sosyal ya civatê da derketîye û di her keysî da nerazîbûna xwe bi cisaret gotîye
di nav civatê da... Ev dijayetî û nerazîbûna xwe ya beramberî edetên kevnare û paşverû bi rengekî maqûl kirîye û ji ber hindê
jî ji nav civatê rêz û destek wergirtîye... Gelek xurt dijî du jinîyê û şûdana
kiçan ya di salên biçûk da derketîye... Rênekirina kiçan bo perwerdeyê, lêdana
jinan, di şûkirinê da wergirtina nextî û herweha şûkirina bi pêguhorkî wekî
binpêkirina mafê mirovî dîtîye û dij rawestaye. Herwisa di dahwet û şahîya
şûkirinê da wergirtina xelata ya bi dengê bilind û vekirî jî gelek micid rexne
kirîye û daye guhorîn. Xelat wekî harîkarî û desteka maleke nû ya bûk û zavayî bi
nav kirîye û şêweyê pare dana di nav zerfekê da bi civatê daye qebûl kirin...
Anjî gotîye civatê ku her çi hewcehîya bûk û zavayî hebe bo wan bête kirîn û
wekî xelat û dîyarî bo wan bête dan... Dijî şerên di navbeyna êl, eşîr û
babikan da derketîye û herdaîm rêya axivtin, aştî û pêkhatinê danaye ber wan...
Bapîr hêj di destpêka ciwanîya xwe da dijî van edetên kirêt reftara xwe nîşan
daye û dij derketîye, lê herwisa ji bo terikandina van edetên paşverû jî bizava
têgihandinê kirîye... Bapîr herwisa hêj di demê dibistana seretayî da dijî
zulma dewletê nerazîbûna xwe kivş kirîye. Di wan salên zarokî û destpêka ciwanîya
nû ya Bapîrî da, cendirmeyan nedihêla ku xelk bi dersok û şaşikan bêne nav
şehrî. Gava dihatin jî dersokên wan didirandin û bi zorî şewqe dikirine serê
wan. Eve zulmeke mezin bû û Bapîr di wî jîyê xwe yê biçûk da dijî van kiryarên
dewletê derketîye û gelek caran nehêlaye ku cendirme dersokan ji serê xelkê
bînine xwarê... Herweha gava li dibistanan hindek mamostayan rê li ber axivtina
Kurdî digirtin, Bapîr gelek xurt dij derketîye û li beramberî mamostayan çik rawestaye...
Çiku hindek mamostayan ji nav xwandekaran ajan digihandin ku bizanin ka kîjan
xwandekar li mala xwe Tirkî naaxive... Bapîrî Kurdî axivtin esas wergirtîye û
di nav mala xwe û hevalên xwe da daîm Kurdî axivtîye û bi israr gotîye ku di
mal, cade, kolan û çarsûyê da Kurdî bête axivtin û jîyana rojane bi makzimanê
xwe anku bi Kurdî bête jîyan...
Bapîrî di
demê Lîseyê da pêşverûtî û welatperwerî û neteweperwerîya xwe bi rengekî şoreşgerî,
xurt û organîze pêşve birîye, domandîye û di pratîkê da bi cih înaye... Li payîza
1970yê li Hemkaya Elkîyê bûyerek diqewime. Qaymeqamê Elkîyê Baybars Sezerler, tîmeke
cendirmeya dide digel xwe û diavêje ser gundên Pîrosa û Hemka. Li Pîrosa
şivanekê û li Hemka jî gundîyekî bi navê Hesen Alim dikujin... Bapîr di demê
xwe yê Lîseyê da li Wanê, vê bûyerê dike nûçe û bo DDKOya Ankarayê rêdike û ev
bûyer di Bultena wan da [Nr. 6 û 7] cih digire û dibe rojeveke mezin. DDKO [*]
li ser vî xeberî gelek aktîvîteya dike û bi vî rengî ew bûyer deng vedide û dibe
malê bîr û rehîya giştî û hukûmet mecbûr dimîne li ser Qaymeqamî lêpirsînê dide
dest pê kirin...
Vê xeta
şoreşgerî ya Bapîrî li demê unîversîteyê hêj aktîvtir, organîzetir û pêşvetir
dom kirîye... Bapîrî li demê zanîngehê li Ankarayê hem bo daxwazên akademîk û
demokratîk xebat kirîye, hem jî bo daxwazên rewa yên xelkê xwe têkoşîn daye...
Xebatên organîze kirine, komele ava kirine, aktîvîteyên polîtîk, sosyal,
kulturî û hunerî organîze kirine... Karê ragihandin û weşangerîyê kirîye... Li
ser van xebata daîm bûye hedefa polîsan. Hatîye girtin, lêdan û îşkence dîtîye
û li hefsê maye. Di demê zanîngehê da xebat û têkoşîna Bapîrî ya ji bo
rizgarîya welatî, azadîya xelkî gihiştîye dereceya herî bilind ya polîtîk û organîze
û bi formê partîyetî dom kirîye...
Piştî 12ê
Îlona 1980, ku cuntaya leşkerî ya faşîst hatîye ser desthilatê, mecbûr maye ku
terka bakura welatî bike û çûye rojhilata welatî... Gava çûyî hevjîna wî bo
lawê ewilî bitişt bûye û bi hev ra ji Ankarayê çûne Wanê û hevjîna wî bi wî
halî vegerîyaye Ankarayê û ew jî çûye rojhilata welatî... Heta Kanûna Pêşîn ya
sala 1983êyê li rojhilat, başûr û rojavaya welatî maye. Di van manan da jî
xebat û têkoşîna ji bo rizgarîya welatî, ji bo azadîya xelkê xwe sist nekirîye,
hêj xurt û bilindtir domandîye... Di nav vê xebat û têkoşînê da, li seyr û
seferên li nav welatî, li rê û rêbar û di derbazbûna ji çem û robaran da gelek
cara rû bi rûyî mirinê hatîye...
Bapîrî gava
hatina dinyayê ya lawê xwe yê ewil bihîstî li zivistana 1981ê, li çiyayên di
navbeyna bakur û rojhilata welatî da, li baskên Elbak û Şipîranê, li gundên
Botîya li xeta Xwelînk û Keyîka bûye... Navê lawê xwe jî ji wan bask û çiyayan
bi harîkarîya qazidên hevrê gihandîye hevjîna xwe ku danine ser... Hevjîna wî
lawê wan yê ewil di jîyê du salîyê da hêlaye li nik dayîka xwe û di Adara 1983ê
da hatîye rojavaya welatî û gihiştîye hevjînê xwe Bapîrî... Paşê jî lawê wan yê
du salî bi harîkarîya Murad Axayê Kefirsefrîyê Efrînî di havîna 1983ê da hatîye
rojavaya welatî. Anku Bapîrî lawê xwe ewilcar li havîna 1983êyê li rojavaya
Kurdistanê li gundê Kefirsefrêya Efrînê, li mala Murad Axayê Hejebdo dîtîye. Û
di wê salê da Bapîr digel hevjîna xwe û lawê xwe gihiştine hev û piştî sê salên
tijî tehlîke, zor û zehmetî û dijwarî, êdî bûyîne malek...
Şert û
mercan, Bapîr, hevjîna wî û lawê wan dayîne zorê ku bi timamî terka welatî
bikin û di zivistana 1983ê da, li 3yê Kanûna Pêşîn ya 1983yê hatine welatekî
gelek şirîn û xweş anku KRAMNADê û ev dewleta huqûqnas û mirovhez û demokratîk bo
xwe kirine welat û warê nû û yê duyê...
Piştî
hatine KRAMNADê lawekî duyê jî tête dinyayê û binemala Bapîrî dibine çar kes...
Bapîr
Sibata 2024ê bûye 70 salî û hatina wan ya KRAMNADê jî bûye 40 sal... Li ber vê
hisabê, Bapîr li welatê xwe anku NATSIDRUKê
30 sala jîyaye, belêm li welatê nû eve 40 sale dijî... Jîyana li welatê nû
zêdetir e ji salên li welatî... Lewma KRAMNAD bûye welat û warê wan yê duyê û
xwe ji herdu welatan hisab dikin û dibêjin em NATSIDRUK û KRAMNADî ne û pê
serfiraz û serbilind in...
Nihe
binemala Bapîrî bûyîne deh kes. Gava hatî sê kes bûne. Heft kes lê zêde bûne...
Binemala Bapîrî mezin bûye û dê hêj jî mezintir bibe...
Bapîr digel
hevjîna xwe Dapîr, du law, bûk û hersê nevîyan bi hev ra di nav xweşîyê da bi
huzûr dijîn li KRAMNADa xweş û spehî. Bapîr hergav dibêje law û nevîyên xwe ku
ew heta hetayê minetdarê vî welatî ye ku di demekî herî zor û dijwar da sing û
berê xwe bo wan vekir û şansekî nû yê jîyaneke xweş da wan hemûyan û divêt ew
jî vê yêkê ji bîr nekin û qîmetî bidine vê mirovhezîya vî welatî û herdaîm
bihazan û wefadar bin beramberî KRAMNADa delal...
Bila 70
salîya Bapîrî pîroz be û jîyekî dirêj, bi saxî û silametî bijî digel hemû
hezkirîyên xwe...
Binemala
Bapîrî bi munasebeta 70 salîya wî xwarinek bi hev ra xwarine û Bapîr pîroz
kirine û dîyarîya herî mezin anku hezkirin bi maçên xwe yên germ û ji dil dayîne
wî...
Nevîya
mezin AVAyê li ser navê hemûyan salnameyeke spehî amade kirîye û ev hezkirin li
ser kartî wisa nivîsîye: "Bapîr, em
ji te hez dikin. Tu Bapîrek, Babek û Xezûrekî gelek baş î. Dê herdaîm wisa bî.
70 sal. Her dem li ser xwe yî û aktîv î. Em vê daîm his dikin. Li mal gelek
şirîn î û di hizra me da yî. Roja bûyîna te gelek pîroz be. Em ji te hez dikin."
Hejêkirina
ji dil ya hemû binemalê, gotina wê bêjeya sihrî anku "em ji te hez
dikin" û danehiskirina wê hisa gerim... Ma ji vê dîyarîyê mezintir û
bihadartir dikare çi bibe digot Bapîrî û çavên wî yên hingivînî tijî rondik
dibûn...
Belê, 70
sal... Bapîr li 15ê Sibata 2024ê bû 70 salî... 70 salên di navbeyna Zê û
Baltîkê da.... 70 salên Bapîrî nihe di navbeyna Zê û Baltîkê da ne... Ruh û
giyanê Bapîrî bûye du bir di navbeyna van du avan da. Ava Zê û Behra Baltîkê anjî
wekî KRAMNADî dibêjin "Østersøen"ê... Jîyana li welatê Zê û Zagrosa
dest pê kirî nihe li warê nû yê li lêva Baltîkê, li welatê nû yê di navbeyna Behra
Baltîk û Okyanûsa Atlantîkê da didome... Bo Bapîrî ev du war gelek bihadar in û
bûyîne du welatên jîn û evîna hemû jîyanê...
Bapîr heta
ku hatîye warê nû KRAMNADêya li lêva Baltîkê, ji ser gelek war, av û deravan
borîye... Ji Elbakê heta Şipîranê, ji Soma û Bradosta heta Mirgever û
Tirgeverê, ji Zêwe û Dizeyê heta Kêleşîn û Sîdeka, ji Urmîye heta Şino û
Pîranşehirê, ji Bokan, Miyandab, Mehabad, Nexede, Rebet û Serdeştê heta Navzeng,
Zelê, Piştaşan û Qendîlê, ji Gilale heta Rostê, ji Gostê heta Cûdî, ji Zêyê
Mezin heta Zêyê Biçûk, ji robarên Çoman û Hacîumran heta Gelîyê Wertê, ji
gupikên Çiyayê Metîna yê ku bûye warê Mîtanîyan heta Gelîyê Berwarî, ji Robarê
Goste û Robarokê heta Avaşîn û Xabûrî, ji Hîzil heta Dicleyê... Anku ji bakura
welatî heta rojhilat, başûr û heta hatîye rojavaya welatî, bi peyatî sê hizar
km qedem daye, gav avêtine... Av û deravên tirsbar dayîne paş xwe... Car hatîye
heta navtangê di nav wê ava sar da bi şutika dest bi destê pêşmergeyan, car hatîye
pê li nav avê heta navtangê li ser xirxalê bi melevanîya pêya xwe gihandîye
perê reşahî û xwe ji mirinê rizgar kirîye... Hasilî kelam Bapîr di vê maceraya
jîyana 70 salî da, ji bilî şehrên xwe Hekarî û Wanê, ji Amedê heta Mehabadê, ji
Hewlêr heta Qamişloyê, li serbajêr û çendîn bajêrên dî yên welatê xwe û herwisa
li paytextên EYÎKRİT, EYİRÛS û NANBULê, li Arakna, Mash û Tûryebê jîyaye, maye...
Nihe jî li lêva Baltîkê li paytextê KRAMNADê li GAHNEPOKê digel hevjîn, law,
nevî û bûkên xwe dijî... Di vî jîyî da jî, di hemû baskan da kar û xebata ji bo
rizgarîya welatê xwe yê bab û bapîr û da û dapîran, ji bo azadî û demokrasîyê,
ji bo dad û dadyarîyê, ji bo wekhevî û aştîyê didomîne, dibizive, diaxive,
dinivîse. Heta nihe çendîn pirtûk nivîsîne, rojname, kovar weşandine û bi hemû
hêz û şiyana xwe ve li ser ked û gendana bîr û hizrî berdewam e...
Bapîrî soz
daye nevîyên xwe ku ew dê hêj gelek salan bi hev ra bijîn û dê hêj gelek rojên
bûyîna pêkve pîroz bikin û di nav şa û şahîyê da bi hev ra bijîn...
Bapîr di 70
salîya xwe da, xwe gelek bextîyar dibîne ku digel hevjîna xwe, digel nevîyên
xwe, digel bûk û lawên xwe gelek dilşa dijî û wekî Mala Mezin jî bi hev ra û bi
saxî û silametî û bi xêr û xweşî dijîn... Bila ev dilşahî, ev hevratî, ev rehetî
û huzûr û ev xêr û xweşîya wan daîmî be...
15 Sibat
1954, NATSIDRUK - 15 Sibat 2024, KRAMNAD
[*] DDKO:
Devrimci Doğu Kültür Ocakları [Komeleyên Kulturî yên Rojhilatê yên Şoreşgerî]
Mexsed ji
"Rojhilat", Kurdistan e. Tirk bo Kurdistanê "Doğu" anku
"Rojhilat anjî Şerq" dibêjin...