Rêvebirên hêja yên Konfederasyona Revenda Kurdistanî,
Gelek spas dikim bo vexwandina we ya ji bo kongreyê.
Heval û dostên hêja,
Kongreya we ya duyemîn ji alîyê welatê me Kurdistanê ve di nav şert û mercên gelek dijwar da pêktêt.
Li çarnikarê rojhilatanavîn, ku welatê me Kurdistan di nîvekê da ye, şer heye û gurîya vî agirê sojer li ser welatê me gefeke mezin dike.
Heke welatê me, xelkê me di nav vî agirî da be, şik têda nîne ku em Kurd û Kurdistanîyên li diasporayê, ku parçeyekî wî welat û xelkî ne, nikarin [neşên] xwe ji wî halê gelek nexweş dûr bigirin.
Hêlma bêhnçikêr ya wî agirî dil û hinavên me jî disoje û em jî xwe wekî xelkê xwe di bin gefeke kujer da his dikin anjî divêt wisa be.
Ji ber kêm wextîyê naxwazim bikevime nav kûrahîya hemû problemên ku welat û xelkê me ablûka kirine.
Di vê kongreya we ya mezin da divêt em behsê çend xalên jîyanî yên doza Kurd û Kurdistanê bikin.
Her di serî da divêt em rewşa konkret ya xelk û welatê me têda bi kurtî teswîr bikin.
Ji peymanên bêyûm yên Qesrî Şirîn û Lozanê were bedena welatê me Kurdistanê giran hatîye birîndar kirin û îro çar parçetî didome. Ji ber vê rewşa kambax, ji berê were koçeke mezin çêbûye ji welatê me ber bi welatên cuda yên dinyayê ve. Îro ji bakura dinyayê heta başûra dinyayê, ji rojhilata dinyayê heta rojavaya dinyayê anku li çarnikarê dinyayê nufûseke gelek boş ya revenda Kurd û Kurdistanî pêkhatîye. Ev diasporaya Kurdistanî bi nufûseke milyonan adeta bûye parçeyê pêncê yê Kurdistanê.
Tehran û Ankara wekî paşmayên du imparatorîyan desthilatdarîya xwe ya kolonyalîst bi zulmeke nedîtî didomînin li ser du parçeyên mezin yên Kurdistanê... Bexda bi hevkarî û piştevanîya dostên xelkên Iraqê û Kurdistanê bi statuyeke federal ji nû ve hatîye dîzayn kirin. Di vê dîzayna federal da parçeyê başûr yê Kurdistanê statuyeke otonomîya bilind wergirtîye û eve 32 sal in ku xelkê me xwe xwe bi xwe îdare dike. Eve di dawîya sedsala bîstan û serê sedsala 21an da destkevteke gelek mezin û bihadar e. Dinya rêvebirîya başûra Kurdistanê di nav Iraqa Federal da bi rengekî fermî qebûl dike, nas dike. Di halê hazir da digel hemû êş û janên navxweyî, alozî û arêşeyên navçeyî jî parçeyê başûr bi navê xwe yê fermî "Herêma Kurdistanê ya di nav Iraqa Federal da" di prosesa avakirin û pêşvebirinê da gavên giring avêtine. Eve cihê şahîyê ye ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyan... Şam gelek giran birîndar e û ji ber wê rewşê û herweha têkoşîna hêza neteweyî li rojavaya Kurdistanê jî îro "de facto" xweserîyek pêkhatîye ku eve jî di prosesa bizava neteweyî da destkevtek e ku divêt bi giringî destnîşan bikin. Hêvî dikin ev parçeyê rojavaya Kurdistanê jî bi navê welatê xwe her bi çi rengî be statuyeke fermî werbigire û xelkê me di wî parçeyî da jî jîyaneke avadan û bi xêr û xweşî ava bike.
Dost û hevalên hêja,
Belê, du statuyên konjonkturel li ser du parçeyên başûr û rojavaya Kurdistanê pêkhatine bes bindestîya bakur û rojhilata welatê me didome.
Ev tabloya heyî erk û berpirsiyarîyên me gelek zêde dike li hemû meydanên diasporayê.
Berî her tiştî divêt em bêyî ferq û cudahî piştevanîyeke xurt ya piralî digel van du destkevtên xwe yên neteweyî bikin. Herwisa piştevanîya xwe ya bi têkoşîna li du parçeyên bakur û rojhilat jî sist nekin. Anku Kurdên diasporayê divêt li ber şertên heyî hem rasyonel bin, hem jî bi şuûra Kurdistana mezin ya serbixwe hereket bikin û ji vê hedefê û xeta qedîm ya neteweyî varê nebin.
Li milê dî, di welatên ku xelkê me dijî da jî erk û berpirsiyarîyên me hene... Ewil divêt xelkê me entegreyî civatên ku di nav da ne bibin. Bi taybetî nifşê nû, divêt di hemû bask û branşan da xwandineke baş û bilind bikin û di nav sistemên welatên lê da herwisa cihên bilind û baş bigirin.
Diasporeyeke organîze, xwanda û bi cih û imkanên mezin dê bişêt layiqen harîkarîya xelkê xwe, welatê xwe bike... Ji danenasînê heta avadankirina welatî di baskekî gelek fireh da dikarin rola xwe ya neteweyî û niştimanî bi rengekî serkevtî bi cih bînin.
Di vê prosesê da, divêt hebûna xwe ya etnîk û kulturî mutleq biparêzin. Belêm digel vê parastina hebûnên xwe, divêt xwe ji xelkên welatên lê jî dûr nekin û nebine komên getowarî. Anku entegrasyoneke bi zanahî û zanistî divêt bête pêkînan. Ji bo vê yêkê divêt ziman bête parastin. Ziman kilîlê parastina hebûna etnîk û kulturî ye. Lewma divêt gelek giring bête dîtin û her bi çi rengî be perwerdeya makzimanî divêt eslen neyête ihmal kirin. Li ser van xalên bingehîn divêt hemû Kurd û Kurdistanî xemxwar bin û newebî nekevine xeteke negatîv ya xemsarîyê.
Kurdên diasporayê divêt navên Kurdî danine ser zarokên xwe û digel wan bi makzimanê xwe biaxivin.
Elementên dî yên giring dê di dûv ra bên, bes ku li ser van erkan bi berpirsiyarî bête rawestan û di pratîkê da bêne bi cih înan.
Meydanên diasporayê divêt bi sembolên neteweyî bêne organîze kirin. Xalên hevpişk divêt daîm bidine pêş. Kurd û Kurdistanîyên diasporayê heke dixwazin li nav welat, li nav xelkê me tifaqeke mezin û bilind ya neteweyî pêkbêt, divêt li hemû meydanên diasporayê hev bigirin û bi hemû reng, bîr û hizir û dîtinên xwe yên cuda ve li ser esasê berjewendîyên neteweyî mil bi milê hev ve bin û vê yêkbûnê di pratîka xwe da nîşan bidin ku tesîreke pozîtîv li ser polîtîka û polîtîkerên navxweyî jî bikin. Diasporaya Kurdistanî bi gelekî ve li welatên demokratîk dijîn û qîmetê demokrasîyê dizanin ku cografyaya Yêkîtîya Ewrûpayê numûneyeke bijare ye di vî warî da. Ji ber hindê divêt di têkilîyên digel welatî da bibine kanalê nîşandana demokrasîyê jî.
Axirî divêt em hemû ji bîr nekin ku doza Kurd û Kurdistanê ji me hemûyan mezintir e. Em hemû xwegorîyên vê dozê ne. Ji labîrentên dîplomasîyê heta burokrasîya sistemên dewletî û heta xebatên akademîk, kulturî, hunerî û bazirganîyeke bilind dikarin hespê xwe bi şuûreke neteweyî bibezînin di vê meydana fireh û mezin ya diasporayê da. Lewma li meydana disaporayê Kurd û Kurdistanî dikarin roleke gelek xêrdar bileyizin bo xelk û welatê xwe. Vê jî bi hevrayî divêt bikin.
Dost û hevalên hêja,
Balkêşaneke aktuel jî daxwazim bikim. Îro dîsa ve atmosfereke gelek şarhayî û agresîv rûdaye li navçeya ku welatê me lê. Şert û mercên heyî yên li navçe û navneteweyî di lehê me da ne. Heke em tifaq bin em dê ji vê firsetê serkevtî istifade bikin. Em pêkve pêşengên polîtîk yên welatê xwe hişyar bikin ku li goreyî vê rewşa nû di nav reftareke hevgirtî ya neteweyî da bin.
Axivtina xwe bi xwezîyekê bi dawî bînim: Li welat jî, li meydanên diasporayê jî, em hemû têkoşerên azadî, aştî, diyalog, demokrasî, wekhevî, edalet, wijdan û ehlaqekî temîz bin...
Bi van bîr û hizran daxwaza serkevtin û berwerîyê bo kongreya we dikim û hêvî dikim di vî warî da bigihine hemû armancên xwe.
Û spas.
ROJAN HAZIM
7 Kanûna Pêşin [December] 2024, Berlin