Ziman ji bo xelk û neteweyan elementê sereke û bingehîn yê hebûnê ye.
Ziman ji alîyekê ve aletê komunîkasyonê ye ku mirov di hevdu bigihin û jîyana
xwe di rê bibin. Li alîyê dî ziman îdentîtêta xelk û neteweyan e ku bi zimanê
xwe ji xelk û neteweyên dî têne cuda kirin. Ziman bi vê rola xwe, mîsyonê
”îdentîtêta nasyonalîteyê” tîne cih. Ev herdu karekterîstîkên bingehîn yên
zimanî bêyî hev nabin û hevdu timam dikin. Li goreyî vî formûlî, Kurdî, ji bo
Kurdan hem aletê komunîkasyonê ye, hem jî îdentîtêta neteweyî ye. Kurd bi
zimanê xwe, bi Kurdî, ji xelk û neteweyên dî cuda ne. Kurd wekî xelk û
neteweyekî cuda, bi zimanê xwe kultur, folklor, edebîyat û hunera xwe fêr dibin
û dijîn. Xelk û neteweyên ji zimanê xwe têne dûr kirin, ji van hebûnên neteweyî
jî têne bêpar kirin ku eve digel xwe komple asîmîlasyonê tîne. Xelk û neteweyên
ku dixwazin jînde bimînin, bi ber pêlên nemanê nekevin, mecbûr in li zimanê xwe
xwudan derkevin, zimanê xwe biparêzin ku berze nebin.
Kurdên dîasporayê, yên derveyî welat, hindî ku zimanê xwe winda bikin,
ji zimanê xwe dûr bikevin, dê hind ji kultur û folklora xwe ya neteweyî dûr
bikevin û di nav civata ku tê da dijîn dê asîmîle bibin. Asîmîlebûn, ne mirina
fizîkî ye, belêm mirina zimanî, ya kulturî, ya etnîkî ye. Heke Kurdên
dîasporayê dixwazin ”etnîk orîjîn”a xwe ya konkret biparêzin, divêt bi zimanê
xwe biaxivin. Ji bîr kirina ”zimanê xwe” ”etnîk orîjîn”ê abstrak dihêle ku eve
digel xwe ji neteweyê xwe û hemû hebûn û elementên neteweyê xwe dûrketinê tîne
ku di encam da ”bê îdentîtêtîyê” derdêxe meydanê. Berzebûna îdentîtêta neteweyî
li ser psîkolojîya mirov jî tesîra negatîv dike.
Kurdbûyîn û Kurdîtîya bêyî Kurdî kêm e. Divêt xwe timam bikin. Anku
Kurdî biaxivin. Heke nizanin, divêt fêr bin, bizanin.
7 Kanûna Pêşîn [December] 2008
[Di Bultena
FOKUS-Ayê da hatîye weşandin. Hj. 3 Kanûn 2008]