Dîasporaya Kurdî
Dîaspora gotineke binyad Yewnanî ye û tête manaya “bijbelavbûn,
reşandina tovî, belavbûna wekî zerreyan”. Di Yewnana Antîk da ji bo belavbûna
mirovan jî hatîye gotin. Ji bo kesên ku ji ”Bajêr Dewlet”an anjî ”Bajêrên Mezin
– Metropolîs”an derdiketin, koç dikirine deverên dî anjî dihatin derêxistin
dihate gotin. Di nav dem û salan da vê gotinê manayake fireh wergirt. Anku heke
“komeke etnîk”, anjî ”qewmek” ji cih û warê xwe yê qedîm, yê bab û bapîran koç
kir anjî hate koç kirin, li cih û warê nû, di kategorîya ”dîaspora”yê da hate
hejmartin. Eve bi taybetî Berî Îsa [BÎ] û Piştî Îsa [PÎ) ji bo Cihûyan hate bi
kar înan. Cihû ji ber zordarîya desthilatên wan deman bijbelavî dinyayê bûn.
Belêm ev ”term” îro êdî ji bo bi giştî tête bi kar înan. Her ”komeke etnîk” her
bi çi binasî [sebebî] be, heke ji welatê xwe, ji cih û warê xwe yê qedîm rabû û
koç kir, anjî hate koç kirin û li cihekî nû bi cih bû, êdî ji wê ”grûba etnîk”
ra ”dîaspora” tête gotin. Heta nihe di meydana navneteweyî da du ”grûbên etnîk”
wekî ”qewmên dîasporaye” hatin nas kirin: Cihû û Ermenî. Bo Cihû û Ermenîyên ji
Israîl û Ermenistanê dûr, li welatên cuda yên dinyayê dijîn Cihû û Ermenîyên
diasporayê tête gotin.
Li goreyî nufûsê, vê gavê ”grûba etnîk” ya herî mezin Kurd in di nav
kategorîya dîasporayê da. Dîasporaya Kurdî ji destpêka desthilata Farisan,
Osmanîyan û paşê jî ya Ereban pêve dest pê kirîye û Kurd bi darê zorê hatine
koç kirin ku îro jî mîratxwerên wan Kurdan didine koç kirin. Ji wan salan were
Kurdên ku ji welatê xwe yê qedîm, welatê bab û bapîrên xwe hatine derêxistin,
hatine koç kirin kêm zêde 10 [deh] milyon in. Ji vê hejmara mezin bahra [paya]
pitir li Tirkîyeyê dijîn. Dîasporaya herî mezin ya Kurdan li Tirkîyeyê ye.
Bajêrê herî mezin yê dîasporaya Kurdî Stanbol e ku 3 [sê] milyon Kurd lê dijîn.
Paşê jî, li bajêrên Anatolîya Navîn, Başûr, Rojava heta Anatolîya Bakur bi
milyonan Kurd li bajêrên cuda belav bûne û wekî kolonîyên biçûk yên dîasporaya
Kurdî dijîn. Tehran, Bexda, Şam û Beyrûd jî merkezên mezin yên diasporaya Kurdî
ne.
Ji destpêka salên 1960î pêve jî li cografyaya Ewrûpaya Rojavayê û
Amerîkayê [USA] dîasporaya Kurdî pêkhatîye. Di van salên 2000î da ev meydana
dîasporaya Kurdî heta Afrîka, Kanada, Awustralya û Japonyayê berfireh bûye. Ji
xwe Rûsya, Kafkasya û Asyaya Navîn ji berê were bûyne merkezên dîasporaya
Kurdî. Yêk ji merkezên mezin ya dîasporaya Kurdî vê gavê cografyaya Yêkitîya
Ewrûpayê [YE] ye ku nêzîkî milyonek û nîv Kurd lê dijîn. Îro Danmark jî, ku
endama YEyê ye, yêk ji wan welatan e ku ”Dîasporaya Kurdî” lê heye û nufûsa wan
jî digihe nêzîkî sih hizaran.
Problema herî mezin û hevpar ya Kurdên ku li dîasporayê dijîn ziman e
û ji ber asîmîlasyonê her diçe nufûsa Kurdî axêv kêm dibe. Herwisa jîyana
kulturî ya Kurdî jî her diçe rengê xwe yê otantîk berze dike. Ev encamên xembar
yêk ji mezintirîn zehmetîyên jîyana dîasporayê ne. Êdî realîteyek e ku
kategorîya ”Kurdên Dîasporayê” jî pêkhatîye. Tête hêvî kirin ku ”Kurdên
Dîasporayê” li goreyî vê realîteyê bijîn, belêm herweha jî di serî da ziman û
paşê jî her çi karekterîstîkên xwe yên xwumalî, otantîkî yên neteweyî hebin
biparêzin û li welatên lê, di nav wan neteweyên pêkve dijîn da jî, di nav
jîyaneke bi aheng û dostane da bijîn.
ROJAN HAZIM
5 Sibat
2009