"Gelîyê Qewalê kûr e, narê hoy narê...
Gelîyê Qewalê kûr e sorgul jê dibarin.
Carna jî:
"Zozan e xweş
zozan e meşka min
Meşka mastê mihan e, kil meşkê..."
Berê hespê kimêd car li berjêr e ber bi Gelîyê Şine, car çep dide
ser pira Marûnisê, car badide Gelîyê Qewalê û hildikişe mêrgên Elkîkê... Hespê kimêd germ
bûye. Suwarê li ser piştê bi nav û deng e lê êdî ew jî pê naweste... Rikêb anjî
qemçî hewce nake... Kimêdî hêla xwe girtîye. Wî nihe jî berê xwe daye zozanên
Mêrgên Sotî...
Gihişte waran. Bi şêleke şêrane rabû ser paşîyên xwe,
carekê û careke dî jî şihî
û xwe da ser rêya Derîyê Berana... Gihişte gaza milê û di nişkê da veciniqî... Lê hespê kimêd xwe şaş nekir... Karwanê koçera xwe
da binê rê û rê dane hespê kimêd...
Suwar ji hespê xwe î piştrast lêvên xwe her dilivîne... Lê deng jê bilind nabe.
Suwar jî siyaneta hespê xwe digire. Bezîna hespê kimêd herwekî govendeke li ber
"dahol û zirnayê" wisa bi "reqs"e... Dilê suwar nagire bi
dengê xwe yê bilbilî ser ji ahenga bezîna hespê xwe bistîne...
Hesp gihişte hesûya Derîyê
Berana... Bayê zozanên bilind, hûnikîya hewayî, bêhna kulîlkan û xemla dorberê
suwar ji xewn û xiyalên wî veciniqand û hişyar kir... Suwarî lixav vekêşa û şidand... Hesp têgihişt û
rawesta...
Suwar peya bû. Lixav ji devê hespî kir û xwe li ber kahnîyê vezeland.
Hespî serê xwe dirêjî kahnîyê kir û têr ava sar vexwar, dil û hinavên xwe hûnik
kirin... Suwarî çavên xwe niqandibûn. Bêhneke kurt wisa ma û rabû ser xwe... Lê
nêrî ku hespê wî diçere. Qederekê çavên xwe dane ser çerîna hespî... Ji hespê
xwe hez dikir. Hesp ronahîya çavên wî bû... Bi hespê xwe î serbilind bû...
Girnijî û rabû ser pêya. Hespê xwe dîsa lixav kir û suwar bû... Rikêb şidandin, lixav
du-sê cara vekêşa û hespê
kimêd serê xwe bilind kir û hilfirî...
Xweşîya suwarîya
hespê kimêd li alîyekê, zîn jî zînekî herî baş bû... Wekî Kewîs Axayî gotî
"Zînekî Hemedanî" bû. Dîsa wekî Kewîs Axayî gotî tinê "Gopalekî
Heyzeranî" ji suwarê hespê kimêd î kêm bû...
Derîyê Berana ma li paş... Hespî nihe jî berê xwe daye berjêr û ber bi
mila Suwara Xelo ve dibezîne.. Nişîv, mil û hesû beza hespê kimêd sist û rêya wî jî şaş nakin. Ew heçku li deşteke bê ser û
bin dibeze herwisa... Beza wî leyiz e... Serê xwe bilind kirîye û badaye mile
rastê... Devê wî bi kef, pişta wî bi xuh e... Lê ne xema wî ye... Bayê hûnikî
Suwara Xelo ew hêc kirîye... Rêya xwe dizane... Çawa gihişte serê mila
Suwara Xelo bêhemdî suwar xwe bada mile çepê û berjêrî Gelîyê Anîtosê bû!..
Kimêd ji rêyên çiya û zozanan nihe ketibû ser rêya fireh ya makîneyan.
Kimêd êdî çargavkî nedibezî...
Lê rehwankî û bi şêleke esîl ber
bi Anîtosê ve xwe livand... Piştî heşt vîrajên tirsbar gihişte kahnîya pişta warên Anîtosîya... Herçend î têhnî
jî bû lê xwe negirt û rast çû ber kûnê [konê]
suwarê xwe... Berî suwar peya be Niharî ji kûnî [konî] derket û lixavê hespî girt... Suwar peya bû û çû bin kûnî [konî] û xwe avête ser doşeka rayêxistî...
Keybanîyê dewê sar hazir kiribû. Suwarî xwe bi dewê sar yê wekî cemedê
hûnik kir... Paşê jî xwe veşeland. Klaşînkof û rextê
xwe ji xwe kirin û danane ser balgehê rexê çepê... Xwe dirêj kir û çayek ji keybanîyê
xwast... Çaydanê bafon yê reş î wekî qîrê li ser kuçikî dikelî. Keybanîyê çay dem kir û paşê jî şûşeyek tijî kir û dana ber malxwêyê malê...
Niharî hâte jor, rûnişte
ber serê babê xwe. Dayîka Niharîyê çû zîn û lixav ji hespî kirin û hesp
bire ser kahnîyê avda û bire dola jêrî [binê]
kûna [kona] tewil kir...
Suwarê hespê kimêd, ciwanê dilêr û çelengê Anîtosê Binyamê bû... Binyamê
xwe livand û kete ser enîşkê
û çaya xwe da ber firên kûr... Hizirî û hizirî... Hizirîneke kûr û
dûr... Di vê hizirîna xwe da dîsa çû nav xewn û xiyalên berê, jîyana xortanîya
xwe, gerek li salên berê kir... Guh li westana xwe nebû... Ji nişkê ve pêjnek bi ber guhê wî
ket. Xwe kom kir û berê xwe da derveyî kûnî [konî].
Dît ku Sebrî û Şêxmus ber bi kûnê
[konê] wî ve tên. Rabû xwe veşidand û şûtika xwe girêda... Sebrî û Şêxmus gihiştin ber konî [kûnî] û silav kirin. Binyamê silav
wergirt û ew kerem kirine jor... Doşek her rayêxistîbûn. Pêşîyê Sebrî û Şêxmus, paşê jî Binyamê
rûniştin. Binyamê
bangî xanimê kir ku hazirîya xwarinê bike... Lê heta xwarin çêdibû keybanîyê
çay dana ber wan...
Sebrî û Şêxmus ne mêhvan
bûn. Digel Binyamê gundîyê hev, pismam û birababên hev bûn. Zarokî û xortanîya
hersêyan bi hev ra derbaz bibû... Xweşî û nexweşîya, li şîn û şahîya, li eşq û evîna her bi hev ra û mil
bi milê hev ve bûn... Digel firên çayê suhbeta wan jî kûr bû. Dîyar bû ku
behsên berê nûve dikirin û kena wan jî digihişte jêrî [binê]
kûnan [konan]... Binyamê axivtin îna
ser gera xwe ya îro û çerxa hespê kimêd... Pesnê hespê xwe da... Methê hespê
xwe kir... Binyamê î neheq nebû. Hespê wî di wî gelîyê kûr û teng da bi nav û
deng bû. Hespê rehwan wekî dikete ser rê xeml û delalî jê dibarî... Bûk li ser
pişta hespê kimêd diçûn ber derîyê zavayî... Dahwet bi leyiz û
"reqsa" hespê kimêd şatir dibûn... Eve jî tiştekî
kêm nebû bo Binyamê. Lê belê, çu kesê navê hespê kimêd beyî navê Binyamê
jî nediîna. Binyamê jî suwarekî bi nav û deng bû. Gava behsê hesp an suwar
dihate kirin, nav navê Binyamê û hespê wî bû...
Dayîka Niharîyê xwarin hazir kir, sifre dana. Hêlm û bêhna rûnê pezî yê
qijirandî û sor kirî ji ser lalîka savarê bilind dibû û kam radikirin... Dayîka
Niharîyê goştê berindirî
jî di sêhlê da sor kiribû; tijî lalîkekê kir û ew jî dana ser sifreyê... Hersê
destebira û hevalên rojên xweşî û nexweşîya digel dewê
sar xwarina xwe dane ber kevçikên bafon... Dayîka Niharîyê gazî kiça xwe ya
delal kir ku xwarinê bidê... Niharî hat û li alîyê dî rûnişte ser
xwarinê. Lê dayîka Niharîyê ma li hêvîya zelama. Ew, dê piştî rabûna sifreya mêra xwarinê
bixwe!..
Hersê tolazên zomeyê têr bibûn û xwe ji sifreyê dane paş... Çay ye hazir
bû. Sifreya xwarinê rabû û sênîya çayê hâte ber wan... Sebrî berî çayê kîsikê
xwe yê tûtinê derêxist û cigareyek jê pêça, kîsik avête ber Şêxmûs. Şêxmûsî jî
cigareya xwe pêça û wî jî kîsik avête ber Binyamê. Ev avêtina kîsik anjî qotîya tûtinê
ya ber hevdu edetekî qedîm yê kom û civatên eşîrî bû û wan jî wisa dikir... Binyamê
kîsik rakir û wî jî cigareyeke bi dilê xwe pêça û agir vêxist... Dûkêla
cigareyên hersêya bilind bû... Digel cigareyê çaya xwe jî didane ber fira.
Axivtina xwe jî nedibirîn... Piştî çay vexwarinê hersêyan axivtina xwe kirin yêk ku biçine pişta gundî,
betena jorî ya nêzîkî serûkahnîyê ji xwe ra bigerin...
Gundîyan giyayên xwe dirûbûn û kiribûn gurz... Gurzên giyayê şîn yên bi bejin
li ber germa hetavê [tavê] zer û hişk bibûn... Dorberê kanhîyê û
betena pişta gund bi rêza gurzên giyayî ve tijî bû... Kahnî li qûntara çiyayê
pişta gund bû û têra gêrana şeş aşa av jê diza... Ava ji ber kahnîyê diçû wekî ava çemekê dola gund tijî
dikir û ber bi Gelîyê Şine
ve diherikî û tevî Ava Zê [Çemê Zê
(Zap)] dibû... Çi av!.. Aveke zelal ye sar şubî [mîna] cemeda serê çiyayê Reşkoyê [Cîlo-Sat] li hindava
deşta Geverê bû.
Xort û zarokên gund çawa xiyarterk diavêtin nav kahnîyê di deqîqeya xwe da
xiyar ker dibûn...
Binyamê, Sebrî û Şêxmûs
xwe bi rext û fîşekan
ve rapêçan, klaşînkofên
xwe hilgirtin û bi
şêleke ciwanî dabezîne jêrî [binê] kûna
[kona] û ber bi gund ve çûn. Car dol bi dol car jî beten û beten dipeyikîn. Xwe ji ser kûngê gûnîya û komên kîvara wisa diavêtin ku hûn dê bêjin ew ne peya, suwarên sê hespên kihêl in...Gundîyên ji gund berjorî zozanê dibûn jê dipirsîn ku xêr e hinde bi lez
in... Binyamê li pêşîyê, qevda
klaşînkofa xwe bi destê çepê girtibû û toz ji ber pêya bilind dibû. Bi heyecana ciwanîyê tijî, keysê axivtinê nebû ku bersiva gundîya bide... Ew adeta difirî... Sebrî bersiva gundîyan dida û digot ku ew diçine ser kahnîyê...
Sê tolaz û egîdên zozana
Anîtosê... Binyamê, Sebrî û Şêxmûs. Hevalên zarokî, xortînî û ciwanîyê... Birababên hev. Heval û destebirayên xêr û şera, tol û
nijdeyan... Sê ciwanên bejin zirav û bilind wekî tayê spîndarê. Bi firehîya depê singî û zendên
badayî û awira çavan ve wekî
pilingên Bîşîyê Emer bûn û
agir ji çavên wan dibarî... Sê ciwanên delal ku xemla dahwetên Gelîyê Anîtosê bûn. Dahwetên Anîtosê bi Binyamê, Sebrî
û Şêxmûsî ve rengîn û şa
bûn...
Binyamê şel
û şepikên kesnedîtî, Sebrî binefşî û Şêxmûsî jî piştpez
berdikirin. Hersêyan jî lewendîyên xwe li paş zendên destê xwe girêdidan. Eve jî şêla hersêyan bû. Girêdana şûtik û şaşika wan jî ji ya yên dî cûda bû. Xwezîya xort û ciwanên Anîtosê ew bû ku wekî wan cilan ber bikin, li rêza govendê li milê wan bin... Zirnebêj û daholvanî ev sê bizote li kîjan alîyê govendê dîtiban bi wî milî ve diçûn ku şabaşan
jê werbigrin... Gava daholvan nêzîkî wan dibû Binyamê destê xwe diavête ber
şûtika xwe, pêncî hizareke şîn
derdixist û dirêjî wî dikir û êdî keyf keyfa daholvanî bû.
Wî belkî bîst cara çerx
dida û dengê şabaşa Binyamê û
hevalên wî digihande ser û binê govendê... Kiça Binyamê Niharî bi vê balkêşana babê xwe gelek şa û serbilind dibû... Carina Niharîyê jî hevalên xwe didane dor xwe û diçû di rêza govendê da destê babê xwe digirt û dileyizî. Niharîyê digel hevalên xwe wekî lewendîyên rengareng berdidan, şubî alaya li
ser gupika stûnê pêl didan û govend dixemiland...
Binyamê, Sebrî û Şêxmûs
li betena pişta gund xwe badane mile çepê û bi
gavên fireh berê xwe dane berjorî gund
û ber bi evrazîyê kahnîyê ve lezandin... Çu leza karekî wan nebû.
Eve awayê rêveçûna wan ya
edetî bû... Hêj ji zarokî û xortanîya xwe hûyî [fêrî] rêveçûna hêl [lez]
bibûn... Hêl çûn awayê jîyana wan bû... Binyamê li pêşîyê, Sebrî li dûv û Şêxmûs jî li dawîyê gihiştin nihala [newala] berî kahnîyê. Qederekê bi nihalê ve berjor
çûn...
Hilketin gaza hindava
deravê kahnîyê û her li ser pêya bêhna xwe vedan... Ji ser sekinîna wan sanîyeyek derbaz nebibû ku bi dengekî bilind î hişk li paş xwe zivirîn... Çi bibînin!.. Garaneke "eskeran"
şubî seyên betilî, zimanê wan tevî gilîz ji devên wan derketî bi nihalê ve hildikişin...
"Dur" hey "Dur" a wan e.
Anku "rawestin"! Digel dîtina vê revdeya seyan, Binyamê û Sebrî
hilfirîne jêrî [binê] gazê û bi bayê
bezê xwe berdane dola ku ava kahnîyê pêda diherikî... Hêj negihiştine
deravê avê xwe avêtin pişta berekî [kevirekî] mezin û ketine çeper
beramberî eskeran...
Şêxmûs di wê hereşeyê
da, bi mile dî yê gazê da bazda û piştî
qederek bezînê kete nav çembera eskera... Hêj
keysê teqandina klaşînkofa
xwe nedîtî kete nav destên wan. Eskeran bi kulm û qûntaxên sîleha Şêxmûs
her di wê bêhnê da bêhiş kirin û bi erdî ra rakêşan... Revdeyeke dî ya eskera belavî dorberê bûn û ser û
binê dolê girtin... G3 û M5ên eskera axivtin, agir li ser serê Binyamê û Sebrî
barandin. Binyamê û Sebrî keysek peyda kir û klaşînkofên xwe dirêjî wan kirin û çeperên eskera reşandin...
Gurmîna klaşînkof û G3an deng li Gelîyê Anîtosê veda... Binyamê û Sebrî
çeper li dûv çeperî vediguhastin û cacor [jarjor]
vala û tijî dikirin. Vê berxwedanê qederekê ajot. Esker bi van şêremêra
nediwestîyan, kelex li ser kelexî zêde
dikirin...
Efserên [Sûbayên] wan zanîn ku pê nawestin,
neçar bi bêsîmê [bêtêlê] pişt
xwastin ji xwe ra... Dengê helîkoptera cengî
Gelîyê Anîtosê tijî kir û ber bi qûntara çiyayê Anîtosê ve xwe bada û hate hindava dola kahnîyê û
çerixand... Eskeran jî reşandina xwe didomand... Sekinîna Binyamê û Sebrî jî nebû. Lê mîrata rextên
egîdan ber bi xilasbûnê ve bûn... Lûlîya klaşînkofa germ bibû û çembera li dor wan jî her diçû teng
dibû... Helîkopterê çeperê van herdu egîda keşif kir û da ber bombeya... Dola ku herdu tê da çeper ketî
bibû nîşangeha bombeyên
helîkopterê... Digel bombeya, reşandina G3yan keys nedida ku Binyamê û Sebrî êdî ji cihê xwe bilivin... Lê belê,
derdê eskera ne ew bû ku wan bi saxî bigrin. Dixwastin bikujin û tola kuştîyên
xwe hilbigirin... Çembera agirê bombeya û fîşeka,
Binyamê û Sebrî bi timamî tengav kirin... Le
belê, Binyamê û Sebrî sûnd xwarin ku bi saxî nekevin destê wan... Cacora dawîyê
jî li ser serê vê revdeya seyan vala kirin... Hêj cacora dawîyê xilas nebûy
bombeya helîkoptera malxirab toz û agir ji çeperê Binyamê rakir...
Deng jê nehat. Dengê vî şêremêrî
hatibû birîn... Yêk.. yêke dî lê fîşekên
Sebrî jî xilas bûn... Deng ji çeperê wî jî
nehat... M5a xaîn leşê Sebrî
kiribû serad... Revdeya eskera gihişte ser cendekên sar. Lê bi tirs... Li erdî G3yên xwe li ser leşên
wan dîsa vala kirin... Ji alîyekê ve jî gurzên
giyayî kom kirin û li ser cendekên Binyamê û Sebrî kirine lo [lod] û agir berdanê... Agirê giyayî gur
nebû. Dûkêleke tarî jê bilind bû... Helîkopterê bersiva xwe girt, çerxek li
gelî da, ji ser zozana Anîtosîya bilindî mila Suwara Xelo bû û xwe bada ser
esmanê çiyayê Kato û ji ber çavan berze bû, çû...
Şer û qiyameta
gelî deng li zozanê vedabû lê ma Anîtosîya dişiya [dikarî] çi bikin!
Agir bi giyayî neket her dûkel bilind bû. Gurzên bi destên Binyamê û Sebrî
hatine çêkirin jî bi xem bûn, agirê xwe gur nekirin... Li wan jî şîn bû... Wekî cilên şîn û tarî li xwe kirî wan jî tinê
dûkeleke reş û şîn û tarî ji
xwe bilind kir!..
Eskerên mayî Şêxmûsê
bê hiş bi dûv xwe ra rakêşan
heta ser rêya gund... Qederekê li wê derê man. Dengê cemseyên eskerî deng li gelî veda û ber bi Anîtosê ve
hilkişîyan... Gihiştin cihê eskera û derîyên xwe vekirin. Komando yêk bi yêk dabezîn ji cemseya
û dorberê gund girtin... Li alîyê dî jî eskera kuştîyên xwe tijî cemseya kirin...
Şêxmûs jî avêtin
nav kuşitîyên xwe. Bêhna
wî hema dihat diçû... Lê î bê hiş bû... Cemse ber bi Gelîyê Şine ve bi rê
ketin... Bi dengê cemseya Gelîyê Anîtosê dîsa deng veda û dilê bi kul û keser yê Şêxmûs bi timamî
sekinî...
Girîn û girîn... Gelîyê Anîtosê bi girîn û nalîna deng veda vê carê...
Li zomeyê li ber kuçikê Binyamê, Sebrî û Şêxmûsî
agirên gur vêketin... Lê mixabin, qazan û qoşxank [beroş] germ nebûn xwarin nekelî, çayê dem negirt... Şîn bû... Niharî digirî... Dayîka Niharîyê ax û xwelî
li serê xwe dikir... Girîneke dilsoj... Agir bi dilê gundîyan ketibû... Hemû bi
xem û şîn bûn...
Mêr ref ref daketin gund...
Belavî betenên gund bûn li cendekên xweşmêrên xwe gerîyan..
Ber bi betena kahnîyê ve çûn.. Li pişta berekî mezin rastî gola xwûnê
hatin. Bêhna egîdan jê diçû. Gundî, dil bi xem li dor xwe dizivirîn...
Li wêdatir pêyek dîtin.. Pêyek ji ber çokî ve qetyayî... Hêj jî xwûn jê
diçû... Kurê Binyamê Hacî, çawa çav bi gora nexşîn ya bask dirêj ketin ew pê nas kir û bi qêrîn xwe
avête ser... Ew pê, pêyê babê wî bû... Gundîyan pê rakirin bi cemedanîyekê
pêçan û berjorî kahnîyê bûn...
Li dola jêrî kahnîyê dûkêla gurzên giyayî êdî kêm bibû... Bêhneke têkel
bi ber kepê gundîyan ket... Gundî hindî nêzîkî dûkêlê bûn bêhn girantir bû..
Hatin li dor xwelîya giyayê sotî kom bûn... Ji ber bêhna goşt û hestîyên sotî neşiyan [nikarîn] nêzîkî xwelîyê bibin... Baş têgihiştin ku sê
egîdên wan neku tinê hatine kuştin, wisa jî hatine sotin... Bi meşk, sîtil û mencelokan av kêşan bi girê xwelîya giyayî da
rêhtin û li alîyê dî jî bi mer, şene û milhêba xwelî vedane alî... Çi bibînin!.. Du cendekên
mirova bûyne girê rejûyê... Li yê sêyemîn geryan.. Nedîtin...
Cihê agir bi avê baş
şuştin, cendek rakêşan derêxistin
û birin danan ser ferşên
rexê kahnîyê... Dîsa av bi cendeka da kirin, şuştin veşuştin û li
darbesta kirin û birin danan hewşa mizgefta gundî...
Gundîya zanîn ku yêk ji mirîya Binyamê ye. Ji ber ku pêyê wî ji ber
bombeya helîkopterê jê bibû û eskera ew ji bîr kiribûn ku bisojin...
Lê yê duyemîn gelo Sebrî ye an Şêxmûs e... Gundî dudil bûn... Bi direngî ve cab [cewab, bersiv] hat ku meytê [cendekê, cenazeyê] Şêxmûs jî avêtine ber derîyê
xestexaneya [nexweşxaneya] Hekarîyê...
Hate zanîn ku Sebrî jî digel Binyamê hatîye sotin... Refa jin û zaroka jî ji
zomeya binê mila
Suwara Xelo ber bi gund ve bi rê ketibû... Girîna wan li Gelîyê Anîtosê deng
vedida... Şîna Anîtosîya
gelî tijî kiribû...
Niharîya Binyamê çend qalikên fîşeka ji xwe ra kom kirin... Bi lewendîya milê çepê pêçan
û digel dayîka xwe ber bi goristanê ve çûn.. Gundîya gor hazir kiribûn...
Darbestên şehîdên xwe
înan... Pêyê Binyamê li ser ferşê hewşa mizgeftê şuştibûn û danabûn
ser cendekekê û kifin [kefen]
kiribûn.. Lê kîjan cendekî, nedizanîn... Ma dê ji kî derê zanîban... Pêyekî
nesotî lê du mirovên sotî û bûyne girê rejûyê. Ne serî, ne pê, nejî dest xuya
ye... Tiştê xuyayî
pêyê Binyamê bû... Pêyê Binyamê an li ser xwudanê [xwedîyê] xwe anjî li ser singe Sebrî hate veşartin... Merek rabû yêk ket. Girê axê li ser pêyê
nesotî yê Binyamê û li ser singê du egîdên sotî zêde bû, bilind bû, bû deh û
bîst bihost... Li ser û binê gorên şehîdan du kêl vedan...
Gundî ref ref ber bi gund û paşê jî ber bi evrazîyê zomeyê ve bi rê ketin.. Niharî
ma li dûmahîkê [dawîyê]... Qederekê
ma li ser herdu goran... Lê nedizanî ka kîjan gor ya babê wê ye. Paşê gavek ber bi milê çepê ve
hat û li ser gora ku "pê" tê da hatîye veşartin sekinî. Li dora xwe nêrî..
Berikekî [Kevirkekî] biçûk î sor dît,
hilgirt îna û dana ser gora babê xwe. Berê xwe da ber bi kahnîyê ve. Gora babê
wê li mile çepê bû... Niharîyê nîşana xwe dana: Ber bi kahnîyê ve li milê çepê û berikekî sor li ser!.. Ev nîşan têra dike ku seredanîya
gora babê xwe bike. Xwe êdî şaş nake. Çend bête ser gora baba xwe; dê berê xwe bide kahnîyê; li mile
çepê û berikekî sor li ser. Ev e gora babê wê... Niharîya bi xem, kul û keser
nihe ye şa bû. Gora babê
xwe nas kir... Bezî, gihişte
dayîka xwe, destê wê girt û givaşt...
Gundî pêkve ber bi zomeyê ve hilkişîyan.. Bi xem bûn. Ne axivtin, ne deng... Ker û kip..
Gihiştin
kûnên [konên] xwe. Herwisa
bêdeng verevîn malên xwe... Agirên kuçika vêketin, gur bûn lê belê tiştek li ser ne kelî, germ
nebû... Niharî rûnişte ber agirê
kuçikî û hizirî... Car digirî, carina jî di dilê xwe da şa dibû. Gora babê xwe nas
kiribû. Nîşaneyên wê li bîra
wê bûn. Ji bîr ne dikirin...
Piştî van
hizirîna Niharîyê lewendîya xwe vekir. Qalikên fîşekan yên komkirî hilgirtin destê xwe.
Vî alî, wî alî lê nêrî û paşê
jî pateyek ji dayîka xwe xwast û ew tê da pêçan û veşartin...
Kelegirî bû û paşê
jî ji nişkê ve
girnijî, rûkenî bû... Dîsa kete nav hizirîneke kûr. Lê di dilê xwe da dîsa şa bû: Hem gora babê xwe hem
jî yên ku babê wê kuştî nas
kiribûn..
Sûnd xwar ku bi van bîr û hizira mezin bibe... Niharî li ber agirê
kuçikî bi xew ket, dayîka wê ew bir û li cihê wê nivand...
Bû spêde.. Niharî rabû... Qederekê ma di nav nivînan da... Paşê rabû û çû hespê kimêd ji
tewilê îna ber kûnî [konî] û
girêda... Çû zîn û lixav înan. Lê belê neşiya [nikarî] hespî veşidîne. Hesp rabû ser paşîyên xwe, hefsarê xwe piçand [veqetand], sê cara şihî û ber bi evrazîyê mila Suwara Xelo ve bezî... Gihişte milê û bada
ber bi çiyayê Kato ve û xwe da ser rêya Derîyê Berana... Hate ser kahnîya
Derîyê Berana, çerxek li xwe da têr av vexwar, sê cara şihî û wekî bayê brûskî berjêrî
zozanên Mêrgên Sotî bû, dakete baskê Meydan Zengilê, berjêrî mêrg û zozanên
Elkîkê bû û xwe livande Gelîyê Qewalê, hâte ser pira Marûnisê û kete ser rêya
makîneyê, serê xwe bilind kir û bi şêleke esîl û bezeke rehwankî berjorî Gelîyê Anîtosê bû...
Gelî bi gelî, dol bi dol û hate ser kahnîya gundî. Serê xwe çemande
kahnîyê xwe têr av kir û ber bi goristana gundî ve bezî.. Hate ser gora Binyamê, rabû ser paşîyên xwe, bi
destan erd vekola, careke dî rabû ser paşîyên xwe û dîsa sê cara şihî.. Kef bi devî ketibû, xuh pê
da dirijîya..
Çerxek li dora goristanê da û ber bi zozanê ve bezî... Hat û li ber kûnê
[konê] Binyamê sekinî.. Niharî çûbû
digel hevalên xwe dileyizî...
Hesp qederekê ma li ber kûnî [konî].
Paşê dayîka
Niharîyê ew bire jêrî [binê] kûna [kona] û tewil kir...
Niharî hem gora babê xwe hem jî yên ku babê wê kuştine nas dike..
Niharî bi van bîr û
hizira mezin dibe.
Tîrmeh 1989
Nûdem, hj. 2 - 1992, Stockholm
6name, Weşanxaneya Xanî & Bateyî, Îlon
1994, Kopenhag
Not:
Ev mîkro nowel tîrmeha sala 1989ê
hate nivîsîn. Cara ewil li kovara Nûdem hj. 2ê sala 1992ê, li Stockholm-Swêdê
hate weşandin. Paşê di pirtûka 6name da jî [6name, ROJAN HAZIM, Weşanxaneya
Xanî & Bateyî, Îlon 1994, Kopenhag-Danmark] cih girt.
* * *
Çend dîmen ji Anîtosa hatîye kavil û wêran
kirin...