Sal 2008
Serok
wezîrê hukûmeta Tirk Teyîb Erdogan dîsa ve digel hejmareke bilind ya wezîrên
xwe, parlementerên partîya xwe û çend zewatên li dora xwe, 27ê Gulanê çû paytextê
[serbajêrê] Kurdistanê, Amedê [Diyarbekirê]. Erdogan wekî hercar li serbajêrê
Kurdistanê, ji xelke Kurd rû nedît. Lewma jî li şûna meydanên Amedê, li
saloneke bêhnçik kombûneke çend sedî kir. Xelkê Kurd teweccuhî Erdogan nekir.
Çiku Erdogan li ber çavê xelkê Kurd nîşana direw û durûtîyê ye. Amedîyan ew
gotinên Tebaxa 2005an yên Erdoganî ji bîr nekirine. Çi gotibû Erdogan; ”Pirsa
Kurdî heye û em dê bi demokrasîyê çareser bikin!.”. Eynî Erdogan çû bajêrê xwe
Rîzeyê, hewayekî dî lêda û got; ”Em hemû Tirk in!.”. Vê carê jî Erdoganî li wê
salona Amedê benîştê xwe yê şevî dîsa ve cû: ”Em li ser gotina xwe ne; yêk
milet, yêk dewlet, yêk ala”!. Lê vê carê ”yêk ziman” negot!. Helbet neku ji bîr
kir, dê wê gotinê li bajêrekî Tirkîyeyê lê zêde bike!. Erdoganî ji bin kevşê
xwe gelek soz dan, milyar û trilyon danan alîyekê, behsê katrilyonan kir!.
Butçe di destê wî da ye û hestîyê zimanî jî nîne. Ew jî wekî yên berî xwe hizir
dike ku pirsa xelkê Kurd ya polîtîk, tinê ekonomîk e!. Lewma jî soz li ser
sozê da xelkê Amedê û bajêrên dorber ku goya ew dê jîyanê bo wan bike beheşt!.
Zikê xelkê Amedê, xelkê Kurd ji van soz û weadên Erdoganî gelekî têr e û ji xwe
bihayek jî neda van gotinên pûç û vala. Lê belê, axivtina Erdoganî di nav
haletî rûhîyeyeke xirab û têkçûyî da borî. Erdogan bi navê dewleta xwe ya
kolonyalîst, wekî serok wezîrekî ku kolonîya xwe berze kirî axivt. Ji xwe
Erdogan hatibû welatekî dî, nav xelkekî dî ku gelekî lê bîyanî bû. Erdoganî
wekî kolonîzatorê dewleta xwe, serê xwe li sûr û dîwarên Amedê da û dest ji
pêya dirêjtir vegerîya welatê xwe Tirkîyeyê. Tiştekî dî yê balkêş jî ew bû ku
Erdoganî di axivtina xwe da tixûbê Tirkîye û Kurdistanê jî kivş kir. Gava êrişî
hevrikên xwe yên Tirk dikir wisa got; ”Yên ku derbazî rojhilata Sêwasê nebûyî
di derdê we nagihin. Hûn bi Xwudê kin, berê xwe bidine wan lîderên heta îro
hatî, çend ji wan derbazî rojhilata Sêwasê bûne?”. Rastîyek e ku tixûbê Tirkîye
û Kurdistanê, Sêwas di nav da, ji Sêwasê dest pê dike. Eve ji devê serok wezîrê
Tirkîyeyê itirafek bû!. Xebat û têkoşîna xelkê Kurd, rê li ber lîder û partîyên
şoven û rasîst yên Tirk girt û ew nihe nikarin ji Sêwasê derbaz bibin. Lê bila
Erdogan jî xema nexwe, dûr nîne ku ew tixûb dê li Erdogan û partîya wî jî bête
girtin. Erdoganî piştî hilbijartinên Tîrmeha 2007ê, bi şêleke mexrûr,
şehridarîya Amedê bo xwe kiribû armanc. Belêm Kurdan ew bêbersiv nehêla û
aşkera gotin ku Amed kela Kurdan e û êdî nakeve. Erdogan bi hatina Amedê û
aşkerakirina planê xwe yê domandina nîrê kolonyalîzma Tirkîyeyê, herwisa starta
hilbijartinên şehridarîyê jî da. Lê Amedê gelek bi zelalî rengê xwe, rûyê xwe,
dengê xwe kivş kir û rêya balefirgehê nîşanî Erdoganî da. Eve tête wê manayê ku
xelkê Kurd şehridarîya serbajêrê xwe careke dî teslîmî partîyeke sîstemê
kolonyalîzma dewleta Tirk nake. Divêt neke jî. Ji ber hindê xelkê Amedê tinê ji
şehridarîya xwe ne berpirsiyar e, herweha ji barê giran yê şoreşa Kurdistanê,
ji honur, şeref û namûsa Kurdistanê jî berpirsiyar e. Digel ku Amedîyan di hemû
Newrozan da reftara xwe aşkera kirîye jî, lê dîsa ve divêt pirsa hilbijartinên
şehridarîyê sist neyê girtin. Partîya dawîyê ya sîstemê kolonyalîzma dewleta Tirk
AKP, partîya Erdogan jî divêt cihê xwe li Kurdistanê êdî nebîne. Xelkê Kurd dê
vê şerbetê bi Erdogan jî bide vexwarin, şika me nîne!.
Li
milê dî, şer û şiddeta kolonyalîzma dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê, jîyanê
li xelkê Tirk jî dike jahr û mirin. Dewleta Tirk, bi xerca leşkerî ya ertêşa
xwe, bi avêtina her bombeya li Kurdistanê, bi peqandina her fîşeka li bedena
kur û kiçên Kurd, nanê xelkê xwe jî zuha dike, ava jîyana wan jî çik dike,
xwûna lawên xelkê xwe jî dirêje. Berxwedana xelkê Kurd ji xwe heye û dê heta
rizgarî û azadîyê jî dom bike. Lê êdî xelkê Tirk jî divêt dengê xwe tevî dengê
”êdî bes e!” yê xelkê Kurd bike. Heta ku xelkê Tirk, ronakbîrên Tirk nebêjine
dewleta xwe, ertêşa xwe ”êdî bes e!”, ew jî ji zerar û zîyana vî şerê neheq
xilas nabin. Kurd tixûbên xwe dizanîn. Sêwas û ber bi rojhilatê ve welatê wan
Kurdistan e û di bin postal û potînên ertêşa Tirk da dagîr e. Şerê antî
kolonyalîst berdewam e. Vê gavê hewcehî bi destek û piştevanîya xelkê Tirk,
ronakbîrên Tirk heye. Hêdî hêdî ev şuûr di wan da jî peyda dibe ku dijî
polîtîkên şerxwaz yên dewleta xwe derkevin. Mitînga 1ê Hezîranê li Stanbolê ji
vî alî ve giring e. Ev mitîng bi pêşengîya ”Meclisa Aştîyê ya Tirkîyeyê” tête
kirin. Tirk bi vê mitîngê divêt gelek bi cesaret û bi dengekî bilind dijî
kiryarên dewleta xwe rawestin û destê aştîyê, hevkarî û piştevanîyê dirêjî
xelkê Kurd bikin. Xelkê Tirk bi mitînga 1ê Hezîranê li Stanbolê, divêt dengê
xwe gelek gur derêxe ku bigihe Amedê û tevî dengê gur yê xelkê Kurd bibe. Heke
dengê aştîyê yê ji Tirkîyeyê gur derket û gihişte Kurdistanê, ew deng li hewayî
namîne, xelkê Kurd dê bi dilgermî tevî dengê xwe yê aştîxwaz bike. Kurd hêvîya
xîretê ji xelkê Tirk û ronakbîrên Tirk dikin. Tirkîye û Kurdistan bila bi
dengên aştîyê bigihin hev. Stanbol û Amed dikarin bi vî dengê xurt yê
aştîxwazîyê, serên beton yên Ankarayê bijbelav bikin û xizmeta pêkhatina
Tirkîye û Kurdistanê bikin. Hêvî dikin wisa be.
ROJAN HAZIM
28 Gulan 2008
* * *
Ji 2008ê heta 2015ê çi hate guhorîn? TC bombardumana
xwe, kavil û wêran kirina xwe hovanetir didomîne.
2015 - Sûr-Amed
Sal 2015 - Sûr-Amed