torsdag den 31. januar 2019

Du mîrên Êzidîya di heyva Kanûna Paşîn da koça dawîyê kirin: Mîr Tehsîn Beg û Egîdê Cimo - ROJAN HAZIM


Mîr Tehsîn Beg, mîrê civatî û dînî yê Êzidîyan 28ê Kanûna Paşîn li Elmanyayê mir. Dê 5ê Sibatê li Şêxan li hewşa wî bispêrine axa Kurdistanê. (Not: 1)

2007ê, wekî heyeta KNKê me seredanîya wî kiribû û Mîr Tehsîn Beg gelek bi dilgermî pêşwazîya me kiribû. Ev foto ji wî demî ye di dîwana wî da.



Serê binemala wî, hemû Êzidîya û pêkve xelkê Kurd sax be.

* *

Mîrê duyê yê Êzidîya, mîrê hunerê bû ku wekî "Mîrê Bilûrê" (Mîrê Bilûlê) dihate bi nav kirin. Ku esas ew Şahê Bilûlê ye... Egîdê Cimo 30 Kanûna Paşîn li Êrîvanê mir û dê li wê derê bête veşartin. (Not:2)

Serê binemala wî, hemû hunermenda û xelkê Kurd sax be.




Egîdê Cimo koça dawîyê kir, belêm şûşeya dilê wî şkestî çû... [30 Kanûna Paşîn (January) 2019]



ROJAN HAZIM



Noteke giring:

Li jêr hûn dê intervuya bi Egîdê Cimo ra hatîye kirin bixwûnin... Berî intervuyê qismekî kurt yê ji nivîsîna "Sefera Rûsya-Ermenistan-Gurcistanê" jî pêşkêş dikim ku dê intervuyê timam bike...

Kaseta ku intervu lê hatîye qeyd kirin jî di arşîva min da ye... Bila eve jî bête zanîn...

Min axivtina Egîdê Cimo, serast nekir, kêm an zêde nekir, not û parantêz nedanan, çawa axivtîye herwisa, herwekî xwe derbazî ser kaxezê kir. [Bo hindek bersivan notên agehîyê lazim in, belêm kengî nivîsa "Sefera Rûsya-Ermenistan-Gurcistanê" bû pirtûk hingê dê wan not û agehîyan lê zêde bikim... Ku hingê digel Emerîke Serdar, Grîşayê Memê, Rizganê Recewî, Keremê Seyad û Dozger Iskoyê Dasinî yê li Gurcistanê jî intervû hatin kirin...]

Egîdê Cimo jî wekî gelek hunermendên Kurd xweşî nedît mixabin... Ji alîyê hunera xwe ve mirovekî hinde dewlemend, lê ji alîyê aborî ve jî hind di nav xîzanîyê da jîyana xwe borand... Serbilind bû bi hunera xwe, bi keda xwe. Karê xwe wekî xizmeteke mezin ya xelkê xwe dizanî û pê î şa bû... Sed cara heyf ku wekî di vê intervuyê da jî gotî şûşeya dilê wî şkestî çû... Xwezî di saxîya wî da şûşeya dilê wî nehatiba şkandin!.. Bila serborîya wî bo hunermendên Kurd, bo xelkê Kurd, bo rêvebirîya Kurd dersdêr be!..

Divêt aşkera bêjim; min "Sefera Rûsya-Ermenistan-Gurcistanê" ya 2005ê, bi detay nivîsî lê mixabin imkanên weşandin û çapkirinê peyda nebûn... Gava min mirina Egîdê Cimo bihîstî ew demê ku me li Ermenistanê bi hev ra borandî di zêhna min da jîndebûve... Min xwast wê intervuya kurt ya digel wî piştî mirina wî dîyarîyî ruha wî ya Kurdî bikim ku herdaîm digot "lazim e hunera Kurdî bi ruhê Kurdî be"... Ew Mîrê Dudukê bû, Şahê Dudukê bû, çend sifetên baş hebin jê ra rêz bikin... Lê di saxîya xwe da we hemûyan ew nekire mîr, şah û gelek tiştên dî yên baş... We jîyan lê xweş nekir... Belêm îro heqîqetek e ku ew nihe çû ber perê esmanê Kurdistanê û wekî stêrkeke geş dê heta hetayê bibiriqe...Gava we go "Duduk", "Bilûr an Bilûl", "Mey an Ney" û Zirna berê xwe bidene esmanê sîrsahî yê Kurdistanê, kîjan stêrk geleke geş be ew Egîdê Cimo ye û hûn jî bi rûyekî ken bi bîr bînin û silavekê bidenê. Eve têra wî heye û dê qîmetê wê bizane. Qet nebe vê bikin... RH-31 Kanûna paşîn 2019



[Ji nivîsîna geryana Rûsya-Ermenistan û Gurcistanê: 14 Îlon-1 Çirîya Pêşin (Oktober) 2005]



20 îlon 2005, roja sêşembê jî me (ez, Derwêş Ferho, Birîndar û hevalên dî) jivan da redaksîyona Rêya Teze ku bi hev ra biçine germava Arzakanê hem geştê bikin, hem jî dîsa ve biçine germavê û xwe berdine nav wê ava hekîm û şîfadêr... Spêdeyê li dora seet 10ê li rawestgeha "Maşotke"yên (Mînîbûsên) bajêrkê Çaransavanê me hev dît. Emerîkê Serdar, Girîşayê Memê, Rizganê Recewî, hostayê Dudukê Egîdê Cimo hatin û em bi hev ra li mînîbûsê suwar bûn û ber bi Çaransavanê bi rê ketin. Hemû hewcehîyên bo geştê, xwarin û vexwarin hatibû amade kirin. Li Çaransavanê, Derenîk, xanima wî, kiça wî, kurê wî, bûka wî û birazayê wî jî tevî me bûn û em pêşîyê çûne nav rez û baxçeyê Derenîk ku hema li pişt gundê germav lê bû. Baxçe û rezekî bi sexbêr, şîn, bi dar û bar, têr av û bi serûber... Derenîk û endamên famîlyaya wî hema dest bi kar bûn û kuçikê agirî hazir kirin. Karê xwarina nîvro kirin. Mase û sandelî li binê darên meyweyan (fêqîyan) danan, vexwarin û meze rêz kirin. Heta ku xwarin amade bû, suhbeta me li ser rewşa Kurdan, edebîyat û hunera Kurdî û avabûna dewleta Kurdistanê li başûr zivirî... Di keysekî baş da min digel Emerîkê Serdar, Girîşayê Memê, Rizganê Recewî û Egîdê Cimo întervûyeke têrker pêkîna û agehîyên giring û balkêş ji wan wergirtin...

Egîdê Cimo resîtaleke ecêp xweş bi dudukê da me ku zîyafeta herî bihadar ew bû. Paşê jî hozan Birîndar û Egîdê Cimo bi hev ra saz û duduk lêdan û meqamên klasîk yên Kurdî wekî enstrumental pêşkêşî me kirin. Birîndarî çend stran bi dengê xwe yê zelal gotin û Egîdê Cimo jî bi duduka xwe refakatîya wî kir. Paşê jî Egîdê Cimo bi zirnayê meqamên xweş lêdan û li ber hewayên dîlanî reqs û govend hatin kirin. Bi taybetî di hewayekî hevpişk yê Kurd û Ermenîyan da Derenîk û kurê xwe reqseke balkêş pêşkêşî mêhvanên xwe kirin...



**



Intervûya digel Egîdê Cimo (Şahê Dudukê - Mîrê Dudukê)

(20 Îlon, sêşemb, 2005, Êrîvan, Arzakan, li havîngeha Germava Arzakanê)



RH - Egîdê Cimo ne we ye....

EC - Belê, belê...

RH - Kî ye Egîdê Cimo?..

EC - Zanî min ra çi dibêjin... Dibêjin Egîdê Cimo, em bêjin "Mîrê Bilûrê"... Ser kasêtê wisa nivîsîne...

RH - Rast e tu "Mîrê Bilûrê" yî... Kaseta ewil e?..

EC - Kaseta ewil e... Li ser nivîsîne "Mîrê Bilûrê", Egîdê Cimo...

RH - Kê derêxistîye?..

EC - Eve Salihê Kevirbirî nivîsîye...

RH - Salihê Kevirbirî gotîye, nivîsîye, Egîdê Cimo "Mîrê Bilûrê" ye... Kê derêxistîye kaseta te...

EC - Kasêta min li Stanbolê derket...

RH - Kê û kîjan fîrmayê?..

EC - Em çûne, em bêjin sala 2003ya, em çûne festîvala Diyarbekirê...

RH - Tu jî vexwandî wê derê û çûy...

EC - Erê, ewana em teklîf kirin, em bêjin, em çûne festîvalê Diyarbekirê... Dengbêj hebûn... Birazayê Şeroyê Biro heye, Feyzoyê Riza, em herdu teklîfî wê festîvalê kirin... Hevalê wira dibêjin, eva tîyatrocî ye, tîyatroyekî zehf marîfeta wî tîyatroyê heye, ewî em teklîf kirin... Birê xwe ra bêjim, wisa jî, em bêjin, me wê derê, çaxê me xilas kir, em hatine Stanbolê, Diyarbekirê me festîval derbaz kir, em hatine Stanbolê, rêberîya me Salihê Kevirbir dikir... Min xwe xwe va xwast ku Salihê Kevirbir rêberîya me bike... Ewî Stanbolê em birin Diyarbekirê, Diyarbekirê em gerandin, me çi dereceyî festîval xilas kir... Vêca em hatine Stanbolê, li Stanbolê jî em bêjin, gotin ku gereke kasêtê em ji we hildin... Kasêtek min berda, yêk jî em bêjin Feyzoyê Riza berda, dîsa min pêra lê xistîye...

RH - Belê... Başe Egîdê Cimo kî ye?..

EC - Egîdê Cimo, heke em bêjin...

RH - Çend salî ye, ji kîjan binemalê ye, gundê wî kîjan e, çend biçûkên wî hene?..

EC - Erê, Egîdê Cimo em bêjin, ji dîya xwe bûye sala 1932ya... Ji Ermenistanê nehîyeya Oktenbîyanê, berê digotinê, niha dibêjin Admaxîs, nehîyeya Oktenbîyanê gundê Erdeşêrê... Ewa em bêjin, min zarotîya xwe da, gelek gundê me da dahwet derbaz dibûn, min sazbendî gelek hez dikir, gundê me Çemê Reş hebû, ez diçûme devê Çemê Reş, min qamûş bê mane diçinî, tanî em bêjin dikire "fîq" xwe ra lêdixist... Vêca ez radibûme ser banê me, gund da êvarî, ber êvarî dengê "fîq"ê gelek xweş tê... Ez hingê zehf zehf 8 salî yan deh salî bûm... Erê, vêca ez hingê bê mane kej bûm, kej, hûn dibên çûr... Vêca mala me jî gund da bilind bû, ez radibûm, ez zanim ku dengê "fîq"ê ber êvarî zehf xweş tê...

RH - Anku dengê "fîq"ê êvarîya xweş e...

EC - Erê, wella... Vêca min lêdixist, vêca çaxê ez radibûm ser bên, gundîya digot rabin Kejo rabûye ser bên...

RH - Ser bên, anku ser banî...

EC - Erê, ser banî.... Vêca timam derdiketin ber malê xwe, minê lêxista, wana jî guhdarîya min bikira...

RH - Dîyare heyran bûn bo lêdana te...

EC - Erê, erê... Êca em bêjin wade wextê hinek derbaz bû, ew Şamilê Beko, sazbendekî bi nav û deng heye, Şamilê Beko wekî sed salî zêdetir emir kir, ewê hêlê grûba wî hebû...

RH - Başe, Egîdê Cimo, berî ku tu derbazî wê derê bî, tu 1932ê hatîye dinyayê...

EC - Erê...

RH - Navê babê te...

EC - Navê babê min, em bêjin, Cimo, Cimoyê Delo, Deloyê Nemo, Nemoyê Emo... Ewa timam em ji Wanê hatine...

RH - Dayîka te?..

EC - Dayîka min, navê wê Gulê...

RH - Gula?..

EC - Erê...

RH - Hûn ji kî derê hatine Ermenistanê...

EC - Kalbabê min, em bêjin, ji alîyê Wanê hatine...

RH - Ji kî dera Wanê?..

EC - Wanê, ez niha bêjim, gundê Çubuqlî heye, Çubuqlu... Reyola Bêgrîvê...

RH - Bêgrîvê?..

EC - Erê Bêgrîvê... Gundê Çubuqlî, gundê Cangîr Axa, ez xwe xwe jî ji qewmê Cangîr Axa me...

RH - Tu jî ji qewmê Cangîr Axa yî...

EC - E, erê... Qebîla min, dereceya wê tê hesabê ez Mendikî... Lê ewa Mendikî, em bêjin, ez çûme gelek ciha geryame, Mendikan ra wî alî dibêjin, em bêjin, Şengalê be, nizanim kî derê be, dibên Berekî... Em vira dibên Mendikî, ew dibên Berekî...

RH - Anku hûn hem Mendikî ne, hem Berekî ne...

EC - Na, na, Mendikan ra dibên Berekî, alîyê Şengalê, alîyê em bêjin, yê Ewrûpayê Mendikan ra dibêjin Berekî...

RH - Belê, hûn Mendikî ne lê Berekî jî dibêjin...

EC - Erê, Mendikî ne, Berekî jî dibêjin, anku du nav hene ser...

RH - Kî pêşîyê hatîye, babê te an bapîrê te?..

EC - Na babê min hatîye... Bapîrê min wê derê çûne rehmetê...

RH - Başe, te qet xwandîye?..

EC - Erê çawa...

RH - Çend sala...

EC - Em bêjin koma deha xilas kir, li gund, paşê ez hatime, em bêjin, Êrîvanê, sala 1955a Radyoya Êrîvanê vebû... Ne min te ra got, Şamilê Beko hate gundê me, grûba xwe va, îca çaxê min ra gotin, grûb hatîye, îca ez nîşanî Şamilê Beko dam, gotin ev xorte jî gelek marîfeta wî sazbendîyê ra heye, Şamilê Beko ez bihîstim, go îro şûnda tu tevî grûba min î... Ez wekî çend sala grûba wî ra gerîyam... Ez hatime Êrîvanê, êdî mala me, malbata me hate Êrîvanê, şehir da ma, îca Radyoya Êrîvanê sala 1955a vebû...

RH - 1954a?..  

EC - 1954a, 1955a, hindek dibêjin 55a, lê ez xwe xwe 1955a çûme...

RH - Tu 1955a çûye Radyoyê...

EC - Erê...

RH - Ewilcar tu gazî kirî?..

EC - Casimê Celîl, redaktor bû... Casimê Celîl bihîstibû wekî ez hunermendekî wî cureyî me, ez teklîfî ber Radyoyê kirim... Êdî min şuxulê xwe, em bêjin, radyoyê da berdewam kir... Ez, bawer bike heta 7-8 sala bê pere, bê quruş min kar kirîye... Casimê Celîl xwe xwe, mala wan, malbata wan zane, da... Niha jî dibêjin, dinivîsin... Xulase paşê nîv ştat dane min, nîv ştat...

RH - Anku nîv meaş...

EC - Erê, nîv meaş... Vêca ez diçûme gunda, rayona, min em bêjin, çawa dibêjin, dengbêj didîtin, timam diçûm digerîyam didît, wan ra hazir dikir, tanî radyoyê, radyoyê jî, Casimê Celîl, em bêjin, li dîwanê bû, ew studyo, studyoyê da hildida, me dinivîsî wisa fon da (xal: 456, gotinek nehate bihîstin) radyoyê û min wî cureyî çêdikir... Êca em bêjin, nava wê xwandina min da, nava wê xebata min da, îca min fahm kir, gereke ez herim sazbendîyê hîn bim... Ez, rojê min radyoyê kar dikir, şevê jî ew kursa sazbendîyê heye, jê ra dibêjin Kolêja Romanos Mêlîkyan, wekî dibên Romanos Mêlîkyan weke konservatuarê ye, Êrîvanê da ew kolêja musîkê ya lape bilind e... Konservatuarê jî baştir e... Weke Cemîla Celîl û yên mayîn timam wira xwandine û derbazî konservatuarê bûne... Ya min ya şevê bû, ya rojê çar sala bû, ya şevê pênc sala bû... Min rojê kar dikir li radyoyê, şevê jî ez diçûm ser gaboyê, ser gaboyê enstruman hîn dibûm...

RH - Gabo ya nefesê ye?..

EC - Erê ya nefesê ye... Teva orkestrayê lêdikeve... Orkestraya senfonîyê... Du gabor rûdinin li orkestrayê lêdikevin... Min xilas kir, wisa jî, em bêjin, min danî lê nexist, çiku mecalê min li hev nehatin... Paşê min dikarî biçim konservatuarê hîn bama, dîsa ez bêjim, min ra, zarê min hûr bûn, ez kirê da dimam, zehf çetinahî, min nikarî, gere biçûma dahwet mahweta wirda min zaro xweyî kiran...

RH - Tu diçûyî dahweta?..

EC - Erê diçûme dahweta... Êca min pênc sala eva jî xilas kir, birê xwe ra bêjim, weke 30-35 sala min radyoyê da kar kir, ew fona radyoyê timam, em bêjin, bi keda Egîdê Cimo hate danînê, neku tinê min lêxistîye, hizara lê xistîye, lê wisa jî ewa timam min teşkîl dikir, min hîn dikir, min didanî (xal: 477, gotinek nehate bihîstin)...

RH - Anku beşê muzîkê û enstrumana te dana di radyoyê da...

EC - Lê çawa, lê çawa... Êca ewa, em bêjin, behsê xeberî, ewana nabêjin, navê min nadin, ez te ra rast bêjim ewana, em bêjin, dikine ser navê xwe, ew dibên me kirîye, ew dibên me kirîye. Xwudê qebûl neke... Emerîk, Emerîk wextê radyoyê da xebitîye, tu here lê bipirse, Emerîk bona min wê bêje ku eva xebata Egîdê Cimo ye... (xal: 481, gotinek nehate bihîstin)... Vêca wextê naşukurînin, dilê merîya, şûşeya dilê merîya dişkê...

RH - Belê, dişkê...

EC - Lê çawa...

RH - Ez dixwazim dîsa dubare bikim... Di 1955a da tu ketîye radyoyê, beşê muzîk û enstrumanê te amade kirîye, te ava kirîye...

EC - Lê çawa, lê çawa, çiqa dengbêj hene timam min anîne...

RH - Anku ji bilî lêdanê, te berhev jî kirîye...

EC - Lê çawa, min afirandine, gelek tiştê mezin afirandine, lê qet te nebihîstîye, tiştê profesyonal min afirandine...

RH - Te meqam çêkirine...

EC - Lê çawa, Nurdenuz Fantazya min nivîsîye bi nota... Wisa em bêjin artîstê Ermenîya yên bi nav û deng yên cimaetîyê, lêra dibên Lêvon Aloyan Palacana, Palacan pîyanîno (xal: 490, gotinek nehate bihîstin) û Lêvon Aloyan flêta, bona vê derê min tiştek nivîsî, jê ra bi nav kirîye (xal: 492, gotinek nehate bihîstin) "Lûrdelûr Fantazîya"... Eva fantazîya min dereceya kompozîtorên Ermenîya da, eva min cihê duyê girt, pare jî dane min, da...

RH - Tu dikarî yêk du nimûneyên ku te afirandî bidî, navên wan bêjî...

EC -  "Lûrdelûr Fantazîya"...

RH - Eve te afirandîye...

EC - Lê çawa...

RH - Meqamê wê... notayên wê te nivîsîne...

EC - Lê çawa, lê, lê... Marşa Kurdî...

RH - Kîjan?..

EC - Marşa Kurdî ku li ser pîyanoyê lêdikeve tinê...

RH - Navê wê...

EC - Navê wê Marşa Kurdî ye...

RH - Herwisa Marşa Kurdî...

EC - Min nota daye, artîstê Ermenîya qedandîye... Wîya wisa em bêjin yê cimaetîyê, Yûnîk Paracanî em dibêjin, ewa em bêjin wîya wedandîye... Û gelek li ser şiirê şayira, li ser şiirê Ereb Şamilov, li ser şiirê em bêjin Emînê Evdal, li ser şiirê em bêjin Ferîkê Ûsiv, Mikaîl Reşîd, Eskerê Boyîk, min li ser şiirê wan jî gelek kilam afirandine, çêkirine... Gelek miqam min afirandine û timam hene di fona radyoyê da...

RH - Te got ku heqê te xwarine, ne gotine, neheqî li te kirine, em dê vê binivîsin?..

EC - Erê willa, ewana qedrê min nagirin... Li vira qedir nadin hunermenda...

RH - Neheqîyê dikin rastî jî...

EC - Eve du roja hûn digel Emerîk in... Emerîk gelek qedrê min digire... Lê yên mayî, dibên ji xwe ra li zirnê dixe, xwe ra nizanim fîqê dixe, bilûrê dixe nizanim çi... Lê ez diçim der... Behsê xeberî ez çûm derketim Iraqê, îsal em çûn festîvala Iraqê, em çûne festîvala Diyarbekir sala 2003ê... Birê xwe ra bêjim, wê derê ez derdikevim, cimaet dibêje camêr Egîdê Cimo tu yî... Dibên em bin meqamê te da, kilamê we da mezin bûne... Wisa qîmet didine meriv...

RH - Başe ez nihe dixwazim bipirsim, çend aletên, enstrumanên nefesî tu lêdidî... Nav bi nav...

EC - Erê, erê, ez bêjim min pêşda bilûr lêdixist, na pêşda fîq lêdixist... Fîq, paşê mey, bilûr, zirne... Ez defê jî lêdixim... Ez çar pênc enstrumana lêdixim... Min gabon xwandin li ser xilas kirîye...

RH - Tu ji xwe li ser gabonê profesyonel î, xwandina te li ser e... Başe "duduk" çi ye?..

EC - Duduk eva "mey" e, çawa min lêxist...

RH - Ha "mey" e... Ermenî dibêjin "duduk"...

EC - Erê, Ermenî dibên "duduk", em dibên "mey"... Lê "ney" cuda ye... Ney mîna bilûrê ye, mey ji qamûşê ye...

RH - Belê...

EC - Belê cuda ye... Lê mey cem me hanekî ye...

RH - Anku "duduk"...

EC - Erê, file dibên duduk...

RH - Evan tu lêdidî...

EC - Çar, pênc enstrûmana lêdixim, xeyn ji gaboyê ku min li ser (xwandin) xilas kirîye...

RH - Gaboyê tu lêdidî carna...

EC - Na, na... Min xilas kir, hema wisa jî danîye, heta niha jî maye... Çima jî lênaxim, çimkî em bêjin, min dikarî biçim orkestraya Ermenîya, yan Rûsa cihekê lêxista... Lê wextê ya me xwexwetîyê nebe, min êdî terka wê jî da, min go tinê ez dê rûçikê wê bibînim... Min nedikarî zarê xwe xweyî kim, ez mecbûr im biçim dahweta, virda wêda, min gabo wisa jî danî...

RH - Wekî... Belê, kerem ke, gazindeyên xwe bêje...

EC - Gazindeyê me, wekî em bêjin, wek behsê xeberî, te emek kir, lê emekê te naşukurînin, şûşa dilê merîya dişkê...

RH - Rast e, tu gelek heq î... Tu bo jîyanê çi kar dikî... Tu pare qazanc dikî ji muzîkê...

EC - Na, na... Berê, em bêjin, behsê xeberî, tinê dahweta em diçûne dahweta, tevî Aramê Dikran, teva yên dî, ew derece, em bêjin me bi dahweta neferê xwe xweyî dikirin...  Vêca niha jî van salê dawîyê, ekonomîya vira xirab bû, em bêjin êdî dahwet jî tunebûn... A niha em bêjin vî cureyî diçe... Pareyekî mezintayê didin, weke 15 dolare çi, em bêjin weke 7-8000 dram didin... Carekê ez çûme em bêjin Diyarbekirê, carekê çûme Silêmanîyê hatime... Eva pir hindik bêhn hate der min... Ez niha neferê min timam li Rûsyayê ne, ez tinê vira me... Ez par çûm min ewana dîtin, te ra rast bêjim, ewana dibên were vira bimîne, xwe wisa nîne, kulfeta min çûye rehmetê, eve du sal e...

RH - Serê te sax be, rehmet lê be...

EC - Rehmet li yên te jî be... Sê kurên min hene, du qîzê min hene... Qîzên min mêr kirine... Lê kurên min neferê xwe va timam Rûsyayê ne...

RH - Biçûkên xwe nav bi nav tu dikarî bêjî... Numre yêk, du... Pênc in ne wisa?..

EC - Erê pênc in...

RH - Yê mezin...

EC - Miraz... Yê mezin e... navê yê duya Torin e, yê pişt wî Tîtal e, navê qîza min Zînê ye, ya dî jî Zerîf e...

RH - Hemû jî li Moskowê ne...

EC - Na, ewa em bêjin, qîza min, yên mêr kirine, yêk li Tilbîsê ye... Kurên min Palmaskowê ne, ne Moskowê, em bêjin 300 KM dûrî Moskowê ne...

RH - Biçûkên te hemû zewicî ne...

EC - Erê timam zewicî ne...

RH - Nevî hene...

EC - Nevî hene... Nevîçirk jî hene...

RH - Nevîçirk jî hene...

EC - Erê... da...

RH - Başe tu tinê nihe li Êrîvanê dimînî...

EC - Erê tinê dimînim...

RH - Li gund î, an li bajêr î...

EC - Li bajêr im, lê zehf çetin e...

RH -Mala te heye, an di kirê da yî...

EC - Na, na... Mala min heye... Radyoyê da min... Radyoyê, em bêjin, pêşîya hemûya em 13 merî redaksîya Kurdî da me kar dikir, pêşîya ewil dane min, çimkî halê min çetin bû, kirê da dimam...

RH - Başe vê gavê tu di radyoyê da dîsa dewam dikî...

EC - Na, na... Ev bîst sale dewam nakim... Çawa dibêjin, wextê nayê şukurandin, şûşa dilê min şkestîye... Rûyê wan da naçim...

RH - Başe, nihe kî heye, yê ku bi hunerê ve, muzîkê ve mijûl dibe di nav Kurdê me da vê gavê li Ermenistanê... Kes heye...

EC - Timem çûne, derketine...

RH - Yên çûyî çûn, yên mayî...

EC - Yên mayî, em bêjin, vira birazîyê Şeroyê Biro heye, em Feyzo dibêjin... Em teva Feyzo diçin tên...

RH - Feyzo di grûba te da ye... Te grûb çêkirîye...

EC - Na, na grûb tuneye, hema em tinê ne...

RH - Feyzoyê kê...

EC - Feyzoyê Riza... Weke kasêta wî jî heye...

RH - Ew strana dibêje...

EC - Erê ew tinê distrê...

RH - Belê, ew tinê stranbêj e...

EC - Erê, stranbêj e û dengê wî jî zehf xweş e...     

RH - Tu jî enstrumana lêdidî...

EC - Erê, ez lêdixim...

RH - Başe, Feyzoyê Riza kîjan tarz muzîkê dibêje...

EC - Timam dengê Şarob digire, dengê Karapêtê Xaço, dengê Kawis Axa timam, dengbêjê me çiqa marîfet in ewana rindtir dibêje, wisa marîfeta wî heye...

RH - Yên ku di radyoyê da karê muzîkê kirî, kî bi dilê te bû...

EC - Yê resmî kesekê wira kar nekirîye, resmî tinê min wira kar kirîye...

RH - Wekî dî, ew stranbêj...

EC - Ewên dî hatine xwe ra lêxistine çûne...

RH - Başe, yên ku stran gotine, yên ku enstrûman lêdane, kî bi dilê te ye...

EC - Dilê min, pêşîyê, ya rast mala Xwedê pêşîyê heye Şeroyê Biro, Efoyê Esed, Karapêtê Xaço, Reşîdê Baso, Egîdê Têcir, birê xwe ra bêjim, ji keça em bêjin Belga Qado, Zadîna Şekir, Aslîka Qadir. Aslîka Qadir vê dawîyê pêşda hat, Gulîzara Etar, Sûsîka Surmo jî zehf baş bû, lê dereceya Kurmancî da ewqas kûr nebû, lê dengê wê jî xweş bû...

RH - Belê, eve te çend navek gotin...

EC - Gele hene, ez niha nikarim timam bêjim...

RH - Belê, belê, lê di nav hemûyan da, yêk, seda sed bi dilê te kîjan bû...

EC - Seda sed, heke ez bêjim, Efoyê Esed heke Bêrîvanê distrê, eva sertaca kilaman e cem min Efoyê Esed...

RH - Wekî "Bêrîvanê" dibêje...

EC - Erê... Lê ya sereke, dîsa ya lape baş Şeroyê Biro ye... Paşê em bêjin dengbêjên dî hene... Egîdê Têcir ya Xecê Siyabend wana dibêje, çawa bêjim, gelek hene...

RH - Başe, di nav wan stranbêjan da...

EC - Timaman ra min lêxistîye...

RH - Te bo hemûyan lêxistîye...

EC - Lê çawa...

RH - Tu her bijî...

EC - Xeyn ji lêxistinê, tinê lêxistinê na, wisa jî min hîm dikir, min dianî wê qirarê weke dengê wan bê hildanê...

RH - Te îdare dikir... Tu wekî, em bêjin, mamostayê muzîkê bûy...

EC - Erê willa, mala Xwedê, mamostayê muzîkê bûm... Vêca evana nadine kivşê... Yêk ez niha hema bêjim, Mala Casimê Celîl, ewana dizanin weke min çi kir, lê ewana qet çawa rojekê bona min nivîsek nenivîsîn... Cemîla Celîl çend cara min dipirse Egîd şikilê xwe bîne, em dê bona te tiştek binivîsin... Tu nabêjî dibe dadine ser şîfanekê (xal: 602, gotinek nehate bihîstin)... Ewan em bêjin tiştek bona min nenivîsîn... Ê Cemîla çima min go ez zaro me tu hergav dibêjî ka şikilê xwe bîne em dê wiha bikin... Lê min go min kirîye hûn çima bona min nanivîsin... Min bona we kirîye... Êca ewana bo te rast bêjim, wextê neşukurandin, şûşa dilê min şkest, êdî ez neçûme radyoyê... Eva bîst sale neçûme...

RH - Yên ku binyata wan Ermenî ne, nijada wan Ermenî lê bi Kurdî stran kî bûn...

EC - Em bêjin Karapêtê Xaço ye, Dawîdê Xilo hebû em bêjin Israîl navê wî nizanim timam nayê bîra min... Çend Ermenîyê wisa marîfet hebûn kilamê Kurdî digotin, zehf rind jî gotine... Em bêjin mesele Karapêtê Xaço çawa bi ruhê Kurdî Kurmancî distrê... Dawîdê Xilo jî zehf rind distra... Çend hebên dî jî yên Qamişlo, yên Sûrîyeyê hatibûn, navên wana ji bîra min çûne...

RH - Dawidê Xilo jî Ermenî bû...

EC - Erê, ew jî Ermenî bû... Ew ji Zaxo bû...

RH - Başe Kirapêtê Xaço, kîjan strana wî gelek bi dilê te bû...

EC - Kilama wî ya lape bi dilê min, em bêjin, "oy oy li min", "Lawikê Metînî", "Evdalê Zeynikê", "Bişêrîyo, Bişêrîyo", birê xwe ra bêjim, kilamê wî gele hene, ez dixwazim bêjim weke ewana timam yêk ser yêkê ra ye... Lê heke bêjî zehf, "Lawikê Metînî" ewê zehf xweş dibêje... Ez jê ra lêdixim...

RH - Te bo Kirapêt jî lêdaye...

EC - Erê, lê çawa, timama ra...

RH - Başe, Aramê Dikran?..

EC - Aramê Dikran van dawîya hat... Wek deh sala min û Aramê Dikran tev hevaltî kirîye... Defçîyekî me heye, ew jî zehf merîfeta wî heye, vira Çarinsavanê dimîne, deh sala min û Aram tev xebat kirîye, em diçûne Tilbîsê dahweta virda wêda, radyoyê, lê Aram jî bextê wî tune, Aram jî naşikirîne ka min bona wî çikir... Kilamên wî timam min rast dikirin....

RH - Te mamostetîya wî jî kirîye...

EC - Lê çawa, lê ewî jî qet cihekê navê min neda... Wê derê pirsê didinê da, dibêjinê te bi kê ra, hunermenda ra hevaltî kirîye, ew navê Ehmedê Gogê dide, navê Cemîleyê dide... Kuro min û te hevaltî hevra kirîye, min û te bi hev ra xebat kirîye, tu çawa navê min nadî...

RH - Başe, Cemîla Celîl, stranan dibêje, an...

EC - Na, ew tinê ser pîyanoyê hîn bûye, lê ne ew derece...

RH - Anku nota çêdike...

EC - Nota çêdike, dinivîse, lê ez dîsa dibêjim, heke notaya wê analîz kin, ez zanim wekî çi cureyî ye, aniha min nota du kilama anîne ku bidime Dewrêş da, yêk ya kilama Kurdistanê ye, yêk jî ya Gelîyê Şengalê ye...

RH - Analîza te li ser Cemîla Celîl çi ye...

EC - Na, na, analîza min, ez naxwazim tev şuxulê wê bim, çiku ez zanim ka ew bi çi cureyî dinivîse... Gerek rast bê nivîsarê...

RH - Ew şaş dinivîse?..

EC - Ewqas rast nîne, rast nanivîse...

RH - Rast nanivîse dibêjî... Anku li goreyî ruha meqama nanivîse dibêjî...

EC - Hay aferim, erê eynî wisa...

RH - Tu dixwazî wê bêjî...

EC - Çawa xeberdidin wisa jî dinivîsin...

RH - Ne bi dilê te ye welhasil...

EC - Na, ne bi dilê min e... Heke ez bixwazim, ez dikarim timam analîz kim, behsê xeberê "resincîyayê" (xal: 642, gotinek nehate têgihiştin) binivîsim wekî eva çi ye, lê ez tevî şuxulê wan nabim...

RH - Başe, vê gavê te go kes nemaye...

EC - Na nemaye... Hunermendê wisa marîfet nemane...

RH - Ê başe, kes nîne ku enstrumana lê bide yên neslê nû...

EC - Yên neslê nû hene, hindek cahil mahil hene lêdixin, lê di ruhê Kurmancî da gelek dûr in...

RH - Dûr ketine ji ruha Kurmancî anjî em bêjin Kurdî...

EC - Erê dûr ketine, gelek hatine guhastinê, Ermenî lê dixin, Ermenî distrên, naka ew birazayê Şeroyê Biro, Feyzoyê Riza distrê, mirov dizane ruhê miletîyê distrê, ruhê em bêjin Kurmancîyê...

RH - Ê başe, tu naxwazî mamostatîyê bikî, hindeka fêr bikî...

EC - Erê willa, heke em bêjin mesele mecala min ra vekin, ez dê yaşê xwe, emrê min êdî 73 sal e, cihek heba dereceya Kurdîtîyê, em bêjin, skola em bêjin sazbendîyê vekirana, ez dê biçûma min dê li ser çend enstrumana zaro hîn kirana, bi nota helbet, li ser çend enstrumana, helbet em bêjin grûb çêkirana, grûbên dengbêjîtîyê, grûbên biçûk çêkirana, ew marîfeta me vira çi heye, min wan grûba da bida kivşê ku eva jî kultura me ye li Ermenistanê... Ew mecal min ra heta niha li hev nehatine...

RH - Anku heke îmkanan bidine te, tu dixwazî dibistaneke muzîkê vekî û xwandekarên nû bigihînî...

EC - Lê çawa, ji min ra ew lazim e...

RH - Başe, te qet teklîfî çu kesê kirîye, grûbên Kurda, rêxistinên Kurda...

EC - Ez te ra rast bêjim, birê xwe ra bêjim, em weke 2003ê çûne festîvala Dîyarbekirê, wê derê em bêjin, Murad heye, tîyatroçîyekî gelek marîfet e...

RH - Murad kî?..

EC - Murad, em bêjin, ew famîlyaya wî nizanim, lê tîyatroçî ye, ewî tinê tîyatroyek nîşanda...

RH - Batkî nebe, Murad Batkî...

EC - Erê, dibe ew be...Arsên Polatov tekîf kir...

RH - Te ji tîyatroya Murad Batkî hez kir...

EC - Erê... Tinê ewî tîyatroyek tinê nîşanda...

RH - Ji xwe bi tinê dileyize...

EC - Erê, erê... Pir baş dileyist...

RH - Ew "Stand-Up"ê dike...

EC - Vêca Arsên berî min ewî teklîf kiribû anîbû wê derê... Arsên wê derê kar dikir...

RH - Arsênê kê?..

EC - Arsên Polatov, rejîsor, çû rehma Xwedê par...

RH - Kurdê Êrîvanê bû...

EC - Erê Kurdê Êrîvanê bû... Lê rejîsorekî gelek, pir marîfet bû...

RH - Belê, ew jî hatibû digel we?..

EC - Na, ew, em bêjin, Murad ew teklîfî Diyarbekirê kiribû, wekî wê derê kar bike... Vêca ji dereceya tîyatroyê, xeyn ji wê derê, pantamîmo bû... Pantamîmo, Arsên Polatov vira çil sala li vira, em bêjin, nava Ermenîya da hîmê pantamîmo, nava Ermenistanê da Arsên Polatov danîye...

RH - Hîmê pandomîmê...

EC - Erê, hîmê pandomîmê... Êca em bêjin, xeyn ji wê, tîyatroyê... Em bêjin, 96ê salê jî em li Moskowê, teva em bêjin, ewê me, partîya, em bêjin partîya PKKê, wê derê em teklîf kirin, me wê derê, em bêjin, tîyatroyek hazir kir... Ew muzîka wê nîvî zaten min encam kir... Muzîka wê, Arsên ji ber sistîya wî ya Kurmancî da, Arsên ewqas kûr nediçû, lê qeweta wî hebû çawa rejîsor... Ewî tîyatroyeke rind hazir kir, em pê wê tîyatroyê hatin, em bêjin, Ewrûpayê, em bêjin, Dewrêş em teklîf kirin, anîn hatin Ewrûpayê, wê derê jî, em bêjin, îca ewa niha wê derê Diyarbekirê teklîf kiribû,  ew 20 roj bû hatibû wê derê, vêca hema em çûn, min go Arsên li kîjan otêlê ye, gotin filan otêlê ye, me got me bibin wê derê... Em çûne cem Arsên... Ew çend sal bû me hev nedîtibû, em bi hev ra şa bûn, gilî gotin... Êca tevayî şagirtên xwe anîn nîşanî min kirin, go heya 30-40 şagirtê wî hebûn, şuxulê pantamîmo dikirin, tîyatro hîn dikirin, ew mehek bû...  

RH - Li Diyarbekirê...

EC - Erê, marîfeta wan jî nîşandan, cahilê mahilê wan me dîtin, me nasya xwe da hevdu... Arsên min ra got, go Egîd, go ez dixwazim bimînim dîsa, go ez dixwazim bimînim, lê wade nadin, zêde nakin... Go ez mecbûr im herim, careke din ez dê bêm... Go lê ez dê bêm, go min Murad ra jî xeberdaye, go gereke eseh te jî tevlê kin, tu jî bêy vê derê, em tev hev şuxul bikin...

RH - Te jî dixwast heke teklîf hatiba...

EC - Erê, ez jî tîyatroyê gelek hez dikim, gelek tîyatroyan da min leyistîye rolên biçûk leyistine... Êca ewa, em bêjin, Arsên Polatov va me sozek kir, min go çawa heke tu têy, ez jî dê bêm, ez jî dê şuxulê xwe bikim, ez dê grûbê çêkim, ez dê dersa bidim, tîyatroyê da jî bilîzim... Ew zane heke ewî tîyatro hazir dikir, min rolê biçûk dilîstin... (xal: 692, gotinek nehate têgihiştin...)...

RH - Dîyare digel muzîkê, te hunera tîyatroyê jî kirîye...

EC - Erê, lê çawa... Min tîyatroyan da leyistîye...

RH - Tu di kîjan tîyatroyan da leyistî...

EC - Di tîyatroya, em bêjin, Ehmedê Xanî, teze tê jîyanê, em pê wê tîyatroyê hatine Ewrûpayê... Eva Arsên Polatov hazir kiribû, min wê derê, em bêjin, roleke biçûk leyist... Çawa em bêjin, rola min, em kor bûn, em çar kor bûn, em çar kor me hev dît, anku çar parçeyên Kurdistanê, em kor em hatin me hev dît, vêca Ehmedê Xanî jî tê, rastî me tê, em tev têne Cizîrê, wisa em nasya xwe didin hevdu, xulase... Êca, Arsên Polatov, çawa dibêjin, camêrî, ewa em bêjin, xwastina wî jî ew bû, êdî gihiştibû mirazê xwe, weke Diyarbekir her wext cihê wî ye, dê şuxulê xwe teze bike... Ew çend cara hate Ewrûpayê, lê ji wî ra li hev nehat. Vêca teze hatibû Diyarbekirê, go Egîd ez dê vê derê şuxulê xwe bikim, tu jî gerekî kêlaka min bî... Min go erê... Wisa çû rehmetê, îca niha me li Diyarbekirê şuxul dikir... Mecal min ra venebû...

RH - Belê mecal ji te ra venebû, heyf...

EC - Heta niha venebû... Vira çiqa me kar kirîye, tu mecal tunebû...

RH - Ew rejîsor Arsên Polatov bo te ronahîyek bû...

EC - Ez jî gelek ji tîyaroyê hez dikim, dikarim bilîzim jî... Çend cara Huner wana çend derece rast hatin, min Kînoya wan da jî leyist, rolê biçûk leyistîye... Di vê dawîyê da ew Huner heye, li Parisê dimîne, ne...

RH - Belê, belê, ew rejîsorê Kurdê başûr e...

EC - Ew, Kînoyek derxist vê paşîyê, jê ra dibên "Votka Lîmon", aha wê derê da hema sifte ez derdikevim... (xal: 712, gotinek nehate têgihiştin)...

RH - Aha, rastî min ew fîlm seyir nekirîye, lê tu tê da leyistî...

EC - Lê çawa... Vêca xeyn ji wî...

RH - Rola te dirêj e, kurt e...

EC - Kurt e... Vêca xeyn ji wî, fîlmek jî, em bêjin, min ya ewî da leyistîye, ya Nizamedîn Aric...

RH - Belê, ya "Kilamek bo Beko"...

EC - Hay aferim, min wê derê da jî leyistîye... Wê derê şivan im...

RH - Tu şivan î li wê derê...

EC - Erê...

RH - Belê...

EC - Erê da... Eve gereke te dîtibe...

RH - Belê, belê...

EC - Ez çiku tîyatroyê hez dikim... Wextê tîyatroya me heye, wisa dewleta me heye... Tîyatro tiştekî gelek mezin e... Hela ez nabêjim, opêra, senfonî... Lê tîyatro mezin e, gereke qedrê tîyatroyê bigirin... Ez hez dikim...

RH - Başe, Egîdê Cimo, muzîka Kurdî tu çawa dibînî... Hêvîyek, ronahîyek tê da heye, an dilê te bi kul e?..

EC - Birê min delal, ez te ra rast bêjim, ewa niha tiştê wisa hene, heke em bêjin hêdî hêdî, çawa dibêjin, ber dereceya Ewrûpayê diçin, nizanim çi diçin, lê ruhê miletîyê xwe hindekî dûr dikevin, gele hunermend hene, vêca meseleyek heye, min kasêta xwe da jî nivîsîye, weke dibêjin, gele hunermend hene bi rihê xwe ve dikevin nav huner û ruhê Kurdîtîyê, gele jî hene bi lingê xwe ve dikevin nav... Wekî wisa ne, em bêjin, gereke meriv bi ruhê xwe ve bikeve nav hunerê, bi ruhê xwe ve... (xal: 727, rûyê 1 yê kasetê)...

RH - Di derheqê muzîka nû, muzîka kevin da tu çi difikirî, çawa dibînî... Muzîka klasîk divêt bête dewam kirin...

EC - Gereke, em bêjin, çawa dibêjin, tu diçî welatekê, tu jî ne gereke timam kor bî çavê xwe bigirî... (xal: 007, gotinek nehate têgihiştin)... Wisa niha dereceya dinyayê wisa diçe, gereke em jî pêşda herin, gereke em jî dereceyê wisa herin, îca neku timamî, aha behsê xeberî, Ciwan Haco, ew jî marîfeta xwe kivş dike vê demê niha ra, demê nû ra... (xal: 014, gotinek nehate têgihiştin)... Lê gere, tiştek dî heye, behsê xeberî, Feyzoyê Riza, weke min ra distrê, ew êdî ruhê Kurdîtîyê ye temîz, ew ruhê Kurdîtîyê dikeve ruhê min da jî, ez jî bi dilê xwe lêdixim, wisa hev digire...

RH - Başe, ev muzîka ku ruha Kurdî tê da, di parçeyên Kurdistanê da, kî heye bo te wekî nav balkêş...

EC - Diyarbekir...

RH - Kî ye li Diyarbekirê...

EC - Ez qet nasnakim... Wê derê, em bêjin, çaxê em derketin festîvalê, gele hunermendê wan jî derdiketin ser dikê...

RH - Anku hêvîyek da te...

EC - Erê, hêvîyek da min wekî ruhê Kurdîtîyê gele heye... (xal: 026, gotinek nehate têgihiştin)...

RH - Başe, evên navdar?..

EC - Paşê cem ewê jî heye, cem, em bêjin, dereceya, Heblêrê, ne Silêmanîyê...

RH - Ya Hewlêrê...

EC - Erê willa... Ewa çawa dibêjin, qebîla wan ra, dibêjin qaremanî, aremanî ye çi ye...

RH - Bahdîna nebe?..

EC - Bahdînan, ha ha Bahdîna...

RH - Belê, rast e... Başe, ev stranbêjên me yên navdar, tu ji kê razî yî, ji muzîka kê hez dikî...

EC - Dengbêjê navdar, hema ez te ra bêjim, destê ewil, Kawîs Axa da, Meryem Xan da, Mehemed Arif Cizrawî da, Hesen Cizrawî da, birê xwe ra bêjim, wira em bêjin, Eyşe Şanê bigire lo nizanim em bêjin hunermendê me wê derê hene Mehemed Şêxo bigire, lo nizanim, em bêjin, eva timam ruhê min da ne...

RH - Di ruha te da ne... Başe, yên nû...

EC - Yên nû, yên nû, em bînin ser dereceya, em bêjin, Şivan Perwer... (xal: 048, gotinek nehate têgihiştin)...

RH - Tu ji muzîka wî hez dikî?..

EC - Ez dixwazim bêjim, kî çi dixwaze bêje, cem Apocîya min paye daye Şivan, da, min gotîye bi kilamê Şivan ez, min Kurdistan, pê yê Gulistanê min Kurdistan nas kir, heta niha min nedizanî Kurdistan kî derê ye, çi ye çi nîne... Ewan li min xeyidîn, dibêje tu çawa paye didî Şivan, da... Camêr ewa hunerî wî, camêrî, sazê xwe lêxist, bi dengê xwe revolusya kir...

RH - Anku tu lê nanêrî fikira wî çi ye, çi nîne... Tu ji muzîka wî hez dikî...

EC - Lê çawa, lê çawa...

RH - Muzîka wî tam ruha Kurdî ye...

EC - Erê, tam ruhê Kurdî ye...

RH - Belê...

EC - Eva, divêt dîsa bêjim, dibe xesyetê xwe ve, şexsê xwe ve, nizanim, ne î baş be, lê emekê wî, keda wî, dengê wî, muzîka Kurdî ye...

RH - Wekî dî kî heye?..

EC - Wekî dî, em bêjin, Eyşe Şan...

RH - Ew yên kevn in... Bes yên nû?..

EC - Erê yên kevn in...  Ha yên nû...

RH - Ciwan Haco çawan e...

EC - Ciwan Haco jî di stîla xwe da gelek baş e...

RH - Anku di tarzê xwe da, baş dibînî û jê hez dikî...

EC - Erê, lê çawa... Allah wekîl, Allah wekîl...

RH - Dengê wî çawan e?..

EC - Dengê wî jî, ew em bêjin, gotinê wî jî timam gele li min xweş tên... Behsê xeberî, "Dîyarbekir mala min e", ew bes e... xweş e...

RH - Başe, Egîdê Cimo, tu nabêjî ew muzîk ne muzîka Kurdî ye, ya Ciwan Haco...

EC - Na, na... Çawa, ew jî gerek e... Ew jî tarzek e, gere hebe jî...

RH - Belê, bila ew tarz muzîk jî hebe...

EC - Erê, lê çawa...

RH - Anku tinê muzîka klasîk nabe, divêt muzîka modern jî hebe...

EC - Erê, lê, hemû heq e... Hela Ciwan Haco wê dera hanê, em bêjin, behsê xeberî, ewî Reşo... Reşo jî timam Reşo heye...

RH - Ew jî "Rock" dibêje...

EC - Erê... Çima van şerta da dernekeve... Ew daha dereceya wî bilind e vî demî da... Gere pêşda bê... Wisa jî camêrekî heyf e...

RH - Anku tu dibêjî, divêt mirov xweşbînîyê nîşanî her cure muzîka Kurdî bide, bila hunermend û tarzên nû derkevin, bila her reng muzîk hebe... Tu jî wisa dibêjî...

EC - Erê willa... Demî ra gereke hebe... Hindek hene hesûdîyê dikin, dibêjin mesela, ew muzîk ne Kurdî ye, nizanim muzîka filan derê... Gere her reng muzîk hebe, lê ji ruhê miletîya xwe dernekeve...

RH - Anku tu dibêjî bila her reng muzîk hebe, bes bi ruha Kurdî be...

EC - Erê... Ruh Kurdî be...

RH - Belê, tu dibêjî eve gelek giring e...

EC - Erê, lê çawa... Ew gelek giring e, gereke ew hunermend bizane... Gereke wisa nişkê ve neêne guhortinê...

RH - Çi şîretên te hene, em rabin hêdî hêdî... Çi şîretên te hene bo sazbenda, bo stranbêjên Kurd çi şîretan dikî...

EC- Şîreta min ew e, wekî mecal saz bin... Ne gunehê, em bêjin, hunermenda ne jî... Mecalê me tune... Yê wan tune... Mecal saz bin, hunera me ya Kurdî here jorî... Hunermendê me çiqa hebûne heta niha hene... Hela hê me nuqutek nedaye... Nuqutkek nedaye... Heke Kurdistan çêbe, timam sazbendîya Kurdî, miletên mayîn xwe ra zevt kirine, dizîne ser navê xwe, nizanim çi, sazbendîya me hela ji behrê nuqutkek hildaye...

RH - Başe, bila çi bikin, şîreta te çi ye...

EC - Şîreta min, gereke mecal hebin, mecal...

RH - Û bixebitin...

EC - Lê...

RH - Û xwe sist nekin...

EC - Erê, lê çawa... Xwe sist nekin, mecal jî gereke hebin... Hunermend jî zara xweyî dikin, mala xweyî dikin, gerek mecal hebin...

RH - Belê, xeyala te çi ye, tu dê çi bikî...

EC - Ez dê çi bikim... Tinê bila Kurdistan çêbe... Em dizanin em dê çi bikin...

RH - Xeyala te Kurdistan bila çêbe... Li başûr çêbûye...

EC - Erê, lê hêj ne tam e...

RH - Tu dixwazî biçî, heke gazî te bikin...

EC - Hêvî Xwudê...

RH - Dê biçî...

EC - Neku tinê, em bêjin, biçûma, ez dê heta 500 malî pey xwe bibim herim... Şûna ku biçine nava Rûsyayê, bila herin nava miletê xwe...

RH - Belê... Em hêvî dikin bila emrê te dirêj be, hizar salî bî ku xizmeta muzîka Kurdî bikî... Gelek spas dikim bo vê suhbetê...

EC - Tu jî grûba xwe va serçava hatî, kek Dewrêş va serçava hatî, gelek spas...

RH - Ez jî gelek spas dikim... Her serkevtî bî...

** Axivtina digel Egîdê Cimo xilas bû...(xal: 125) **





Not:

1. Mîrê Êzidîya, Mîr Tehsîn Beg jî 5ê Sibatê (2019), wekî hatîye plan kirin, li bajêrkê Şêxanê, di hewşa Qesra Mîrî da hate veşartin.

2. Li goreyî agehîya Veysi Altay, Egîdê Cimo, 3ê Sibatê (2019) li gundê Çobankerê yê li quntara Çiyayê Agirî, ku 30 KM dûrî Êrîvanê ye, spartine axê. [http://yeniyasamgazetesi.com/egide-cimoya-vefasizlik/]

Ji nivîsara Veysi Altayî jî xuya dibe ku mixabin di merasima şîn û behî û veşartina Egîdê Cimo da dîsa ve şûşeya dilê wî hatîye şkandin û gelek kêm kes beşdar bûne... Gava mirov berê xwe dide pirêza Kurda ne xerîb e!... Dinyaya hunermendîya Kurdî bê nan û xwê ye!.. Esas, bê nan û xwêtî, istisna tê ne, hema bêjin adeta bûye edetê Kurda!.. Çend xasyeteke negatîv e!