onsdag den 31. marts 2021

Komkujîya Qesrokê - ROJAN HAZIM


31ê Adara 1991ê, li nêzîkî Qesrokê [Şêxan - Duhok - Bahdîna - Kurdistan] 11 [Yazdeh] Kurd bi komî hatin kuştin ji teref leşkerên rejima Sedam Husên û Beasê ve...

Mixabin ew komkujî heta nihe nehatîye zanîn...

Ewil car e ku bi pirtûka min ya bi navê TÎTAN ve dê bête zanîn û bibe malê dîroka nivîskî ya Kurdistanê...

Ji ser wê komkujîyê 30 sal borîn...

Anku îro, 31ê Adarê [2021], sih salîya wê komkujîyê ye...

Di wê komkujîyê, anku "Komkujîya Qesrokê" da, pênc [5] xwecihên gundê Girzengilê bûn, ku ser bi Qesrokê ve ye, şeş [6] Kurdên dî jî ji dora Qesrokê bûn, bes nav û nîşanên wan nayên zanîn...

Ew her pêncên ji Girzengilê, Semirîyên Mala Miçolî bûn...

Ji wan pêncan jî çar [4] bira bûn, yêk jî xalê wan bû...

Ew herçar bira kurên Temer Husên Feteh û Hewê Ehmed Temo bûn...

Li wê komkujîya Qesrokê deh [10] kes mirin û kesek jî sax rizgar bû...

Hem jî bêyî ku birîndar be, sip sax ji wê komkujîya Qesrokê xilas bû...

Navê wî Tîtan bû... Tîtan Temer...

Bes mixabin ji çar birayan sê mirin...

Xalê wan jî digel...

Pêkve şehîd bûn...

Ez digel Tîtan Temerî axivtim, min guhdarîya wî kir û li ser wê bûyera trajîk ya bi serê wî û wan hatî, serpêhatî û dastanek nivîsî...

Serpêhatî & Dastan wekî pirtûka online ji alîyê Weşanxaneya Xanî & Bateyî ve di sih salîya komkujîyê da hate weşandin...

Navê pirtûkê TÎTAN e... TÎTAN - Serpêhatî & Dastan

Pirtûka online di van malperan da ye:

http://www.institutakurdi.org/

https://xwezabawer.blogspot.com/

 

Prologa pirtûkê û paragrafa XXVII-Xwezî ya Dastanê li jêr didem...

Agehîyên zêdetir di pirtûkê da ne...

 

PROLOG

 

Sih [30] salîya komkujîya Qesrokê:

Ev serpêhatî û dastana li ser komkujîya Qesrokê, li 12ê Adara 2019ê, piştî suhbet û axivtina digel Tîtan Temer û birayê wî yê mezin Mehemed Hesen Temer, hate nivîsîn û 31ê Adara 2019ê li malperên;

https://xwezabawer.blogspot.com û 

http://www.institutakurdi.org/

hate weşandin...

Belêm wekî "Pirtûka Online", di sih [30] salîya  wê komkujîyê da, anku îsal [evsale], li 31ê Adara 2021ê, ji nav weşanên Weşanxaneya Xanî & Bateyî digihe ber destê xwandevanan...

Serpêhatîya trajîk ya Tîtan, sê bira û xalekê, berî sih sala li 31ê Adara 1991ê qewimî... Îsal anku 31ê Adara 2021ê, sih [30] salîya wê komkujîyê ye...

Sê bira û xalek, digel gelek Kurdên dî, berî sih sala vê rojê ji teref leşkerên rejima Beas û Sedamî ve hatin kuştin... Tîtan Temer Husên, ji wê komkujîyê bi rengekî mûcîzewî xilas bû...

Min ev serpêhatî û dastane, li ser suhbet û întervuya [hevaxivtina] ku min bi Tîtanî ra kirî, rêsa, vehûna û ava kir.

Bi nivîsîn û weşana vê serpêhatî û dastanê ve ew hem têne bîrînan, hem jî bûyera bi serê wan hatî dibe malê dîroka nivîskî ku nifşên îro û paşerojê jê haydar bin û ji bîr neken...

Gelek komkujî hatine kirin, serpêhatîyên bi zêdehî ve xembar hatine qewimandin li ser serê xelkê me...

Divêt hem ev serpêhatîye, hem jî hemû serpêhatîyên bûyî, bikene şuûr û hafizaya xelkê xwe ku bizanin li bin zulma kîjan dijminan mane, jîyane û paşê jî çawa bi bedelên mezin û giran rizgar bûne... Lewma neqil kirina serpêhatîyan, hem ji bo îro [evro] û hem jî bo subehî, ji bilî têr û ron kirina bîr û hizrî, ji alîyekê ve jî guhark in bo guhan ku bibine ders û tecrube... Ji ber hindê, serpêhatî her bi çi rengî bin divêt bêne nivîsîn ku dewsekê bihêlin di hiş û bîran da...

Anku:

Bîra xwe nekene bîra bêbin ku bibe tarî...

Bîra xwe jînde bigirin ku bibe ronahî...

Bi munasebeta sih [30] salîya vê komkujîyê, hemû şehîdên komkujîya Qesrokê û şehîdên Girzengilî, sê bira û xalekê, bi dilgermî bi bîr tînim û jîyekî dirêj bo Tîtan Temerî dixwazim ku ji wê komkujîyê sax rizgar bû...

 

ROJAN HAZIM

Adar 2021

 

* * *

 
Ji Dastanê paragrafa dawîyê:
 

XXVII - Xwezî

Bîrînan...

Belê,

Me go bîrînan...

Bîrînan ji bîr nekirine,

Bîrînan,

Xasyeteke bi qîmet e,

Bihadar e,

Hetta pîroz e,

Bîrînan,

Wefadarî ye,

Bîrînan,

Bi nan û xwê bûne,

Bîrînan,

Hisa mirovbûnê,

Tîne bîr,

Bîrînan,

Haj xwe bûne,

Bîrînan,

Bi xwe,

Û

Dora xwe,

Hesyane,

Ji ber hindê,

Bi bîr bînin...

Bi bîr bînin,

Çiku,

Bîrînan çirîsk e,

Biçeqînin,

Wê çirîskê,

Di nav hucre

Û

Labîrentên mejîyê xwe da,

Daku,

Agirî,

Û

Enerjîyê bide,

Hêza bîrînanên,

Mezintir,

Û

Gur û geştir,

Daku,

Bişarhîne,

Hez û vîna bîrînanê,

Ku,

Hiş û bîrê jînde bigre...

Bi bîr bînin,

Daku,

Ji bîr kirin,

Di serê we da,

Cih negire,

Û

Hiş û bîrên we,

Zevt neke...

Ji bîr neken,

Hezkirîyên xwe,

Ji bîr neken,

Bi bîr bînin...

Bi bîr bînin,

Her kî,

Û

Her çi,

Bo we,

- hêja be,

- ezîz be,

- delal be,

- bihadar be

Bi bîr bînin...

Her kî,

Û

Her çi,

Li nik we,

Bi seng be,

Bi qîmet be,

Bi bîr bînin...

Bi bîr bînin,

Hemû,

Dilên xwe,

Heyî û neyîyên xwe,

Wan hebûnên xwe,

Yên wekî ew sax,

We bi kîjan,

Sifetî,

Nîşan dida,

Ew hejêkirina xwe,

Ya pak,

Ya temîz,

Û

Ya ji dil,

Bi wan gotinan,

Bi bîr bînin...

Û

Ji bîr neken,

Her bi çi rengî be,

Her bi kîjan,

Hizir û bîr,

Û

Bawerîyê be,

Bi bîr bînin...

Giring ew e,

Ku,

Bi bîr bînin...

Belê,

Bi bîr bînin,

Hezkirîya xwe,

Hezkirîyê xwe,

Hezkirîyên xwe,

Bi bîr bînin...

Bi bîr bînin,

Daku,

Hûn jî,

Bêne bîr...

Bo hezkirîyên xwe,

Bo parçeyekî ruha xwe,

Bo bînahîya çavên xwe,

Di her salvegera koça dawîyê da,

Anjî,

Her gav,

Û

Her lehzeya,

Ku,

Bixwazin,

Anjî,

Ew hezkirî,

Hate bîr,

An,

Hatine bîr,

Derkevine ber derî,

Û

Serê xwe rakin,

Û

Berê xwe bidene,

Esmanê,

Şîn,

Û

Sahî,

Çiku,

Çavê hezkirîyan,

Guhê hezkirîyan,

Dilê hezkirîyan,

Ew esman e,

Berê xwe bidenê,

Daku,

We bibînin,

We bibihîzin,

Û

We his biken,

Berê xwe bidenê...

Berê xwe bidene,

Wî esmanê berz û bilind,

Befr û baran jî be,

Birûsk jî biçeqin,

Ba û bager jî be,

Ewir be,

Û

Mij û moran jî be,

Ew esman,

Berê xwe bidenê...

Bi sahîtîya dilê xwe yê mezin,

Bi çavê dilê xwe yê ron û zelal,

Berê xwe bidenê,

Û

Xwe asteng neken,

Li kî derê bin,

Û

Di çi halî da bin,

Berê xwe bidene,

Wê deryaya esmanî,

Û

Bihêlin,

Bila bîrînanên we,

Bi dilê xwe,

Melevanîya biken,

Û

Lezê neken,

Sebir biken,

Û

Xemê nexwen,

Ev esmanê hinde sing fireh,

Her bi çi rengî be,

Her di çi halî da be,

Li ber we,

Û

Di xiyala we da,

Dê sahî be,

Û

Wisa bihizirin,

Xwe nedene paş,

Û

Berê xwe bidene,

Wê dinyaya mezin,

Wê dinyaya bê serî,

Wê dinyaya bê binî,

Û

Bi hazirî be,

An,

Spontan be,

Berê xwe bidenê,

Heke roj be,

Çavan,

Herwekî projektoran,

Bidene,

Ser wê dinyaya stêran,

Anku,

Berê xwe bidene,

Tacê stêran,

Anku,

Berê xwe bidene,

Hetava geş û germ...

Heke şev be,

Bînahîya çavên xwe,

Li ser,

Wê dinyaya bêhnveker,

Gelek tîr,

Gelek xurt,

Ron biken,

Û

Berê xwe bidene,

Heyvê,

Wê heyva,

Ku,

Di şevên reş û tarî da,

Dibe ronahîyek...

Berê xwe bidene,

Stêrkan,

Ku,

Bi wê biriqîna xwe ve,

Şubî mohrikên fosforîk,

Bûyne,

Xemla esmanî,

Û

Di cih da,

Ji hewayê maka jîyanê,

Anku,

Ji xwezaya jîndêr

Bêhneke kûr bikêşin,

Pişan tijî oksîjen biken,

Dil û hinavan,

Bi wî hewayê bijûn,

Û

Saxker,

Têr û mişt biken,

Û

Bi dilekî asûde,

Bi serekî tena,

Berê xwe bidene,

Wê dinyaya li hindava serê we,

Ku,

Ew dinya,

Gelek hur e,

Ew dinya,

Gelek serbest e,

Ew dinya,

Gelek azad e,

Û

Pirdîqqet,

Û

Bi hiş û bîreke saxlem,

Berê xwe bidenê,

Û

Kîjan stêrk geş e,

- geş in,

Kîjan stêrk dibiriqe,

- dibiriqin,

Kîjan stêrk diteyise,

- diteyisin,

Çavên xwe ji wan nekin,

Û

Rûyê we,

Li başûr be,

Li bakur be,

Li rojava be,

Li rojhilat be,

Qet nekevine şikê,

Dudil nebin,

Seda sed,

Bizanin,

Ku,

Sekina we,

Qameta we,

Ya dil e,

Ya bîr û hizrê ye,

Ya aqil û mantiq e,

Lewma,

Rast e,

Durust e,

Û

Lê ye,

Û

Êdî,

Piştrast bin,

Û

Hingê,

Destê xwe yê rastê,

Danine ser dilê xwe,

Û

Bi girnijîn,

Anjî,

Bi çend gotinên,

Ji kûrahîya dil,

Anjî,

Bi melodîyeke,

Ku,

Hezkirî,

An,

Hezkirîyan,

Jê hez dikir,

Bi bîr bînin...

Anjî,

Bi fireke,

Ava pak û bijûn,

Ava zelal û sar,

Ava di şûşe

An,

Tirarekê da,

Noş bêjin,

Û

Bi bîr bînin...

Anjî,

Bi şûşeyek çaya dem girtî,

An,

Fincanek qehweya sade,

Noş bêjin,

Û

Bi bîr bînin...

Anjî,

Bi kêşana qelûneke bask dirêj,

An,

Mirqeke cigareyê,

Bi bîr bînin...

Anjî,

Bi qedeheke meyê,

Ya ku,

Hezkirî,

Anjî,

Hezkirîyan,

Carina tam dikir,

Rakin,

Wê qedeha gerden zirav,

Bi wan dest û tilên,

Ku,

Wextekê,

Bi wan hezkirîyan ketî,

Rakin,

Wê qedeha,

Ku,

Bi meyê xemilî,

Û

NOŞ bêjîn,

Bi dengekî,

Bilind,

Bi dengekî xweş,

Bi dengekî dilveker,

Û

Bi dengekî dilxweşker,

Ku,

Bilbil,

Û

Kew,

Û

Çend çûçik,

Û

Firindeyên deng xweş,

Hay lê bin,

Û

Bi wan dengên xwe yên,

Efsûnî,

Bixwûnin,

Û

Di nav van dengên,

Wekî muzîka orkestrayê da,

Di nav vê ahenga dengan da,

Bêjin,

NOŞ!..

Û

Bi bîr bînin...

Û

Bêjin,

NOŞ,

Ruha me,

Dilê me,

Mala me,

Dinyaya me,

Ronahîya me,

Herdaîm,

Li bîr î,

Her dem,

Li bîr in,

Û

Çu cara,

Ji bîr naçî,

Qet û qet,

Ji bîr naçin,

Û

Li cihê,

- herî nazik,

- herî xwumal,

- herî germ,

- herî saxlem,

Li cihê,

- gelek saf,

- gelek temîz,

Anku,

Di nîveka dilê me da yî,

Heta hetayê,

Di nîveka dilê me da ne,

NOŞ!..

NOŞ!..

ROJAN HAZIM

12 Adar 2019, Hewlêr / 12 Adar 2021, Kopenhag

Lînkên pirtûkê:

http://www.institutakurdi.org/wp-content/uploads/2021/03/T%C3%8ETAN-Serp%C3%AAhat%C3%AE-Dastan-Adar-2021-ROJAN-HAZIM.pdf

https://xwezabawer.blogspot.com/2021/03/titan-serpehati-dastan-rojan-hazim.html