Payîza sala 2005ê, bi organîzeya Instituta Kurdî ya Brukselê, sefereke Rûsya û Kafkasyayê hate amade kirin... Serokê Instituta Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho ez jî vexwandime wê seferê...
Di navbeyna 14ê Îlonê heta 1ê Çirîya Pêşîn [October] 2005ê em li Rûsya [Moskow], Ermenistan [Êrîvan] û Gurcistanê [Tiblîsê] gerîyan...
Sefereke xweş, bi keyf û berwer bû...
Zêdetir em li Êrîvanê man... Me seredanîya du merkezên medyayê yên bi nav û deng kir... Rêya Teze û Radyoya Êrîvanê pişka Kurdî...
Helbet me seredanîya gelek ronakbîr, nivîskar û akademîsyenên Kurd jî kir, digel wan rûniştin, suhbet kir... Herweha me seredanîya gundên Kurda jî kir... Ji Elegezê heta Rêya Teze û gelekên dî...
Me guhdarîya xelkê wê derê kir, digel suhbet kir... Herwisa me seredanîya dibistanên wan kir ku perwerdeya Kurdî jî hebû...
Di wê seredanîyê da min digel şefredaktorê Rêya Teze Emerîkê Serdar, nivîskar û rojnamevan û cihgirê şefredaktorê Rêya Teze Girîşayê Memê, ji xebatkarên Rêya Teze Rizganê Recevî, muzîkzan û şahê bilûlê Egîdê Cimo, serokê beşê Kurdî ya Radyoya Êrîvanê Keremê Seyad jî suhbet kir...
Piştî koça dawîyê ya Egîdê Cimo min întervuya digel wî kirî, di bloga www.xwezabawer.blogspot.com da weşand... [31. januar 2019]
Mixabin nihe jî me bi xemeke mezin mirina Keremê Seyad bihîst...
Keremê Seyad, 27ê mehê [Adar 2021] koça dawîyê kir...
Keremê Seyad kedkarekî zana, zîrek û berwer yê Radyoya Êrîvanê-Kurdî bû...
Di karê radyoyê da, ji nûçegihanîya lokal heta gupikê bi renc û keda xwe hatîye...
Mixabin wî jî koça dawîyê kir...
Ji ber bîrînana wî, wê suhbeta digel wî li jêr didim...
Ew jî hilkevte rêza stêrkên esmanê Kurdistanê û bila biriqî û geş be daîm...
Keremê Seyad, 30 Adar 2021ê li gundê xwe tête veşartin û wî dispêrine axa ku lê hatîye dinyayê...
Serê binemala wî û xelkê Kurd sax be...
Bireke kurt ya ji nivîsa min ya seredanîya Keremê Seyad ya payîza 2005ê
"... Roja 19ê îlona 2005ê, duşembê seet 11.00an jivanê me hebû digel Radyoya Êrîvanê, pişka Kurdî. Rêvebirê anjî bi gotina wan serkarê radyoyê Keremê Seyad li hêvîya me bû. Lê em piçekê zû ji mal derketin ku li nav bajêr bigerin... Em mêhvanê Cemal Cindoyan bûn... Mala wan li nîveka evrazîyê Monomentî bû. Li ser rê em qederekê li hêvîya "Maşotke"yê [mînîbûs], Maşotkeyeke nîv xalî man. Çiku spêdeyê xelk diçû ser karê xwe û em jî şeş kes bûn. Hercar cihê şeş kesan nedibû di mînîbûsê da... Axir di yêkê da me cih peyda kir û çûne nav bajêr. Seet tam 11 kêm pêncê em li ber derê avahîyê radyoyê bûn. Keremê Seyad jî seet 11ê hate ber derî. Hema li ber derî xêrhatin di me da û em keremî jor kirin. Em ketin salona ber derê jor. Divîya bû ku em pasên xwe bidin û kartê seradanîyê werbigirin. Ew prosedûr Keremê Seyad pêkîna û bi ber me ket û em hilketin tebeqeya sêyê û çûn ofîsa wî...
Em li hêvîya ofîsên CNN Internationalê nebûn helbete, lê ya rastî me hizir nedikir ku avahî û ofîsên Radyoya Êrîvanê ya dewletê jî dê hinde ji hev ketî bin...
Di ofîsa Keremê Seyad da sê mase û tinê sandelîyek zêde hebûn. Esas ew ofis jî ya hemû beşên zimanên etnîk bû... Maseyek ya Keremê Seyad, yêk jî ya serkarê radyoya Azerî bû. Maseya sêyê jî ya kiça Keremê Seyad, Leylê bû, lê ew wê rojê ne hazir bû. Serkarê pişka Azerî ne li odeyê bû. Em hemû li odeyê bi cih nebûn ji ber ku sandelîyan têra nekir. Vê rewşê em xemgîn kirin, ji ber ku Radyoya Êrîvanê pişka Kurdî di serê me da efsane bû, lewma me cihê wê jî hinde perîşan hizir nedikir... Gerçî hemû avahîyê radyoyê ji jor ve gelek bê serûber bû...
Ji ber kêmdemîyê me dest bi suhbeta xwe kir. Derwêşî em bi Keremê Seyad dane nas kirin. Keremê Seyad li ser radyoyê agahîyên fireh dan. Di nav suhbetê da me jî pirs jê dikirin. Kerem Seyadî bi wê jî mezinîya xwe ve jî dengekî têr, tijî û zelal hebû...
Li goreyî agahîyên Keremê Seyadî, pişka Kurdî ya Radyoya Êrîvanê sala 1954ê bi 15 deqîqeyan dest bi weşanê kirîye... 2005 herwisa 51 salîya radyoyê jî bû... Di nav van 51 salan da 44 mirov xebitîne û Keremê Seyad bi xwe jî ev 45 sal in ku di radyoyê da kar dike. Kerem Seyad ji nûçegihanîyê dest bi radyovanîyê kirîye û heta îro hatîye bûye serkarê radyoyê. Anku ew ji kakilî ve gihiştîye. 5 salên ewil li nehîya Talînê nûçegihan bûye. 1ê Nîsana 1961ê jî merkeza radyoyê teklîfî Keremê Seyad kirîye ku bête merkeza radyoyê kar bike.
Paşnavê Keremê Seyad, Çoloyan e.
Keremê Seyad digot ku Mela Mustefa Barzanî li sala 1958an hatîye seradanîya Kurdên Ermenistanê û çûye gundê wan Heko ku girêdayî Talînê ye, li mala babê Keremî, Seyad bûye mêhvan. Li mala Seyadî kombûnek digel Kurdan kirîye û paşê jî çûye gundê Elegezê...
Barzanî gelek suhbet, axivtin û şîret li Kurdên Ermenistanê kirine û gotîye wan ku ew dê digel mezinên Sovyetan biaxive ku seeta weşana radyoyê zêde bikin. Şîreta herî mezin ew bûye ku ciwanên Kurd bixwûnin û bêne cihên bilind, xelkê xwe, welatê xwe, zimanê xwe ji bîr nekin, xizmeta xelkê xwe bikin ku welatê bab û bapîra Kurdistan rizgar bibe. Piştî çûyî jî li ser soza xwe maye û digel mezinên Sovyetan û Ermenîyan axivtîye ku seetên weşana radyoyê zêde bikin. Li goreyî gotina Keremê Seyad, di zêdebûna seeta weşana radyoyê da rola Mustefa Barzanî hebûye û ji xwe 1ê Nîsana 1961ê jî demê weşana radyoyê kirine seetek û nîv.
Casimê Celîl di demê weşana 15 deqîqeyî da berpirsiyarê radyoyê bûye. Piştî wî jî Xelîlê Miradov bûye serkarê radyoyê û ev wezîfeya xwe 20 sala domandîye. Paşê jî Ehmedê Gogê bûye serkarê radyoyê û wî jî heta sala 1994ê serkarî kirîye. Piştî Gogê kurê wî, kurê Keremî, Tîtalê Kerem qederê du sala, ji 1994ê heta 96ê, bûye serkarê radyoyê. Keremê Seyad du salên dawîyê di bin serkarîya kurê xwe da karê radyoyê kirîye...
Wekî me jê pirsî ku di bin îdareya kurê xwe da kar kirina wî çawan bûye, çi his kirîye... Wî jî bi şabûnî behsê wan du salan dikir û digot ku bo wî ew du sal xweştirîn dem bûne û ew bi kurê xwe gelek serbilind bûye, lê di demê kar da jî wekî du profesyonelan digel hev xebitîne...
Piştî kurê xwe Tîtalî, Keremê Seyad êdî bi xwe dibe serkarê [rêvebirê] pişka Kurdî ya Radyoya Êrîvanê. Maceraya Keremê Seyad bi nûçegihanîyê dest pê kirîye û hatîye bûye serkarê radyoyê. Wî ev hisa xwe wisa biha dikir ku ew radyovanîya pişka Kurdî ne wekî karekî jîyanê, herwekî wezîfeyeke neteweyî, ya xelkî qebûl dike û bi wê ruhê û bi şewqeke mezin kar dike. Ji xwe ev şewq û heyecan me di van salên wî yên mezin da jî didît û wekî me ev dîtina xwe bo wî gotî, ew jî gelek şa û bextiyar bibû...
Di dawîya suhbeta xwe da got ku ji ber binasên ekonomîk dewleta Ermenistanê demê weşanê ewil nîv seet kêm kir anku weşan bû seetek. 1995ê jî bû 45 deqîqe û di dawîyê da jî sala 1996an demê weşanê kirin nîv seet.
Wekî me jê pirsî ku gelo binasên polîtîk hene di kêm kirina demê weşana radyoyê da, wî bi israr digot ku tinê binas ekonomîk bûye, ji ber ku rewşa bi giştî ya dezgehê Radyoya Êrîvanê baş xuya nedikir. Tinê bi binasê ekonomîk ve girêdan ji alîyê Keremê Seyad ve heta dereceyekê normal bû, çiku di encam da ew karmendê fermî yê dewletê bû û nedikarî gelek bi vekirî her tiştî biaxive...
Di delîveyekê da me pirsa radyoya "Dengê Êzidîyan" jê kir û Keremê Seyad li ser wê jî got ku, mixabin dewletê ji sala 1989ê pêve mafê nîv seet weşana radyoyê daye wan kesên ku dibêjin em ne Kurd in, Êzidî ne... Lê were vê paradoksê ku ew kesên dibêjin em ne Kurd in, Êzidî ne, di radyoya "Dengê Êzidîyan" da jî bi Kurdî diaxivin û weşanê dikin!..
Bi bawerîya me ev reftara dewletê, karekî polîtîk bûye û xwastine dubendîyê bêxine navbeyna hemû Kurdên Êzidî... Wekî me ev bawerîya xwe bo Keremê Seyad gotî, wî jî ne bi "fermî" lê bi çavên xwe teyîd dikir ku ew bi xwe jî ji vê reftarê nerazî ye...
Li ser xebatkaran jî Keremê Seyad got ku mixabin ew, kiça wî Leylê û wekî teknîk eleman jî Gulîzera Memê fermî kar dikin û kurê wî Tîtal jî wekî dilxwaz [xwebexş] hevkarîya wan dike. Keremê Seyad û kiça wî Leylê spîkerî jî dikirin. Lê di amadekirina programan da kurê wî Tîtal jî hevkarîyeke baş bi wan ra dikir û pare wernedigirt anku bê meaş kar dikir. Ji xwe meaşê wan jî gelekî kêm bûye, mehê nêzîkî 20 hizar dram, anku nêzîkî 40 dolaran werdigirin ku eve têra nanê tirsî jî nake...
Wekî me jê pirsî gelo wekî famîlya di radyoyê da xebitîn nabe sebebê gazindeyan... Wî jî digot ku gazinde dibin, lê çu kes jî wekî wan bi vî pareyê kêm û fedakarîyeke mezin naxebite... Keremê Seyad digot ku wî jî xwastiba dikarî derkeve derveyî welat û jîyana xwe xweş bike. Lê destên wî ji xebata 40-50 salan venebûye û wî gotîye ku heta dawîyê ew dê berxwe bidin û digel hemû astengîyan jî ew dê karê weşana radyoyê bidomînin. Keremê Seyad gelek bi iddia digot ku heke ew û kur û kiça wî dev ji karê radyoyê îro berdin, dê radyo bête girtin... Lewma jî wî digot ku ew dê heta ji wan bêt, karê weşana radyoyê bidomînin...
Ber bi demê rabûna me da serkarê pişka Azerî hate jor û ew hevalê ku rûniştîye ser sandelîya wî rabû cihê wî dayê. Ew jî gelek dûremirov hate jor, ne silav da, nejî xêrhatin gote mêhvanên hevkarê xwe Keremê Seyadî. Digel ku wî ev prîmîtîvî kiribû, bes wekî em ji nik Keremê Seyad rabûy, me xatira xwe ji wî jî xwast û Derwêş Ferho du qelemên eşantîyona Instituta Kurdî ya Brukselê dane wî... Min jî sê pirtûkên xwe dîyarîyî Keremê Seyad kirin û wî jî bi şabûnî spas kir...
Di ber derketinê da xwast ku em seradanîya cihgirê dîrektorê Radyoya Êrîvanê yê Ermenî jî bikin. Keremê Seyad da pêşîya me û em çûne odeya cihgirê dîrektorî. Camêrî bi germî pêşwazîya me kir û qederê deh deqîqeyan em rûniştin û li ser rewşa Kurdên Ermenîstanê û weşana pişka Kurdî em axivtin. Wî jî pesnê Keremê Seyad da û şabûna xwe ya xebata digel Kurdan îfade kir. Me xatira xwe jê xwast û derketin. Vê carê jî li ser daxwaza me Keremê Seyad em birin studyoya radyoyê. Studyo her di wî qatî da bû. Em çûn û me rewşa studyoyê jî dît. Pişka Kurdî di studyoya 5ê da weşan dikir. Ji alîyê cîhazên teknîk ve jî studyoyê kevin xuya dikir.
Êdî dem hatibû ku em xatira xwe ji Keremê Seyad bixwazin... Keremê Seyad digel me hate ber derê derve û em bo întervuyeke radyoyê vexwandin studyoyê. Me jî bo du roj paştir jivan da hevdu û kart û pasên xwe ji kabîna ewlehîyê wergirtin û çûn...
Piştî du roja anku 21ê Îlonê, roja çarşembê jî em çûne radyoyê û li studyoyê bûne mêhvanên Keremê Seyad... Di wê studyoya ku bi salan me jî program û stran jê guhdarî kirî... Bo me heyecaneke mezin bû... Keremê Seyad herwisa yêkser [zindî] digel me întervu kir û axivtina me, dengê me jî ji wê radyoya Kurdî ya ku bo hemû Kurdan bûye efsane, ji wê "Radyoya Êrîvanê pişka Kurdî" belavî Kurdistanê û dinyayê dibû... Piştî programa me xilas bûyî, min jî bi Keremê Seyad ra întervuyek kir..."
ROJAN HAZIM
19-21 Îlon 2005, Êrîvan