Yêkşemba piştî cejna fileyan ya noelê, anku 26ê kanûna pêşîn [2004] roja yêkşembê li asyaya başûr, li Okyanûsa Hindê adeta derya serûbin bû. Li kujîyê rojavayabakur ya giravê Sumatrayê, ku girêdayî Endonezyayê ye, li goreyî pîva rasatxaneyên cîhanê û ”pîva richterê”, bi şiddeta di dereceya 9ê da li binê okyanûsê ”faya (faille)” erdî kelişî û zelzeleyeke mezin pêkhat. Piştî vê hejyana erdî ya li binê okyanûsê, pêlên dêwane rabûn û ber bi reşahîyên dorberê ve herikîn. Di zanista jeolojîk da bo van pêlên piştî zelzeleya binê avê radibin, ”tsunamî” dibêjin, anku pêlên deryayî. Tête gotin ku cara pêşîn masîvanên Japonî ev gotine bi kar înane. Lewma jî ji zimanê Japonî ketîye nav lîteratura zanistî ya cîhanê. Ji alîyê etîmolojîya zimanê Japonî ve jî ji xwe ”tsu” tête manaya ”lîman”ê û ”nami” jî tête manaya ”pêl”ê. Japonya dewleteke ji giravan pêkhatîye. Dormandorê wê deryayên bê serûbin in. Paşê Japonya li ser fayên zelzeleyê ye jî. Zelzeleyên reşahîyê bin, yên deryayê bin, felaketên mezin tînin serê Japonyayê. Lewma Japonyayê teknolojîya ku xwe ji afatên zelzeleyê biparêzin peyda kirîye, xwe di vî warî da gelek pêşve birîye. Di van salên dawîyê da gelek zelzeleyên derece bilind qewimîne jî, belêm xusareta giyanî gelek kêm pêkhatîye. Vêca welatên ku ev afat bi serî hatî, di navdanana wan felaketan da jî serî dikêşin. Ji ber hindê ye ku masîvanên Japonî, carek ji caran afateke bi vî rengî bi serê wan da hatîye ku ev nave danane ser wan pêlên hûtî ku erd, mal û mirovan dadiûrin. Çîroka peydabûna vê gotina „tsunami“ xuya ye ku piştî afateke bi vî rengî bûye. Tsunamî, anku pêlên okyanûsî ku piştî zelzeleya binê avê radibin, ji pêlên dî yên deryayî gelek cuda ne. Gava ji binê erdî ve li binê hizaran kîlometre li bin deryayê zelzele lêdide, pêlên wekî dêwa radike û berê wan pêlan jî dide perên avê. Êdî çi bi ber bikeve adeta radimale. Bilindahîya van pêlên dêwî, heta sed mîtroyan jî radibe û li paş xwe di nav deryayê da çalên kûr pêktîne û gava li peravan da û paşve vekişya jî, dinyayekê digel xwe tîne û binav dike. Ev belaya ku bi serê welatên li dora Okyanûsa Hindê hatî, li timamî dinyayê bû felaketa herî mezin ya dûmahîka sala 2004ê. Encamên wê afatê ji nû ve derdikevin ku nêzîkî du sed û pêncî hizaran, anku çarêk milyon mirov telifîne di vê tûfanê da. Gelek rojnamevanên ku wî demî li wê derê bûne ji xwe ev serûbinîya deryayê wekî „Tûfana Nûhî“ bi nav kirin. Neheq jî nînin ya rastî. Tinê mirîyên hatine dîtin nêzîkî du sed hizaran in û nêzîkî pêncî hizaran jî di nav wan pêlên dêwane da berze bûne çûne. Ev pêlên hinde bilind û xurt rabûyî di seetekê da nêzîkî 200 kîlomtereyan hêl hatine û li reşahîyê dane. Dîsa ve li goreyî çavdêrên wê tûfanê, hêza hejandina wê zelzeleya binê okyanûsê û tazyîqa ku pêkînayî û enerjîya valakirî, di senga peqîn û valakirina enerjîya ji 790 bombeyên atomê da bûye. Heke ev zelzele bi vê şiddetê tam di reşahîyê da pêkhatiba, xuserata giyanî da xwe li deh qatî daba û belkî çend gund, bajêr û bajêrk ji xerîteyê rakiriban. Encamên vê afatê ji milekê ve li wan welatên ku tekonolojîya zû hişyarîyê bi kar naînin jî zêde giran bûne. Ji ber ku li goreyî ku zanyaran dane aşkera kirin, di navbeyna nîv seet û pênc seetan da ew pêlên hûtî gihiştine peravan. Heke sîstemên zû hişyarîyê li wan welatên afat bi serê wan hatî da heban, xusareta giyanî hinde mezin nedibû. Lê tête gotin ku wan welatan ji ber binasên bihabûnê, ew sîstem li welatên xwe ne danane, bi cih nekirine, anjî nebûne endamê organîzasyona navneteweyî ya zû hişyarîyê. Eve jî helwesta wan welatan ya bihanedana mirovî nîşan dide. Ji ber xemsarîya bi zanahî ya wan dewletan encama ne bi xêr ya afatê hinde zêde û giran bû.
Şansê
Tulasîyê
Di afatên hinde mezin da hejmara mirîyan
çend zêde be, carna bi hejmareke gelek biçûk jî be hindek mûcîze jî pêktên û
çend mirovên xwudan talih ji mirinê xilas dibin. Di vê serûbinîya mezin da jî
çend mûcîzeyên bi vî rengî pêkhatine. Li goreyî nûçeyên çapemenîyan bebekeke
[savayeke] bîst rojî ya bi navê Tulasî, piştî rabûna wê tûfanê bi saya serê
doşeka xwe rizgar bûye. Gava pêlên daûraner rabûyî û bi ser malan da hatî, av
tijî xanîyê Tulasîyê jî bûye. Tûfana tsunamîyê, Tulasîya bîst rojî di nav
xeweke kûr da girtîye. Babê wê hingê di plajê da ji bo risqê wê firoşkarî
dikir. Pêlan babê Tulasîyê adeta rakirîye ber perê esmanî. Wî jî xwe di wê
bilindahîyê da bi stûnên elektrîkê ve girtîye û xwe ji mirinê xilas kirîye.
Dayîka Tulasîyê jî hingê di nîveka malê da bi ser avê ketîye, lê bi her awayî
xwe gihandîye bebeka xwe. Dayîka fedakar dibîne ku bebeka wê li ser doşeka xwe
li ser avê maye. Bi hemleyekê xwe digihînê û bi şansekî mezin xwe xilas dikin
ji ber wan pêlên mirovxwer! Maleke sê kesî, Tulasî li ser doşeka xwe, dayîk bi
ezm û taqeta dayîkî û bab jî bi şîyana xwe ya mûcîzewî ji wê felaketa giran
rizgar dibin. Herkes şubî wan bi şans û talih nebûye. Tulasîya Malezyayî li ser
doşeka xwe û bi dest û lepên şêrane yên dayîka xwe ji wê tûfana tsunamîyê xilas
bû. Babê wê dezgehê xwe yê firoşkarîyê li plajê da ber wan pêlên bêyûm, lê
gîyanê xwe xilas kir ku ji bo paşeroja bebeka xwe bû dîyarîya herî mezin û
bihadar di nav wê afata giran da. Tulasî di wê tûfana tsunamîyê da bû sembola
jîyanê. Bi hizaran bebek û zarok telifîn.
Pêlên bêyûm ew bedenên ter û taze û nazik daûran. Li goreyî daxuyanîya
UNICEF û UNê di hejmara mirî û berzeyîyan da ji sê pişka du pişk, biçûk in.
Zarokên dî wekî Tulasîyê bi şans nebûne. Gelek ji wan nihe di nav pêlên sar û
tirsbar yên deryayê da bûne xwereka semasîyan. Bi hizaran jî ketin nav wê herî
û remila ku ji ber pêlên deryayê mayî da. Tsunamîyê bi dehan metre bilind girên
qirş û gilêşî li paş xwe hêlan û di bin wan terş û telaşan da belkî cesedên bi
hizaran mirovan hene.
Rebenîya
klanên biçûk
Li nav wan rêhl û daristanên peravên Sri
Lanka, li wan hûregiravên li Okyanûsa Hindê belavbûyî da, bi dehan babik û êlên
di nav jîyana xwe ya kevn û qedîm da jîyana xwe didomandin hebûn. Li goreyî
gotina nûçegihan û çavdêrên wê afata mezin, ew klanên di nav jîyana prîmîtîv da,
bi ber wan pêlên qatil ketine û bê seraşûn bûne. Hebûna wan klanên biçûk,
zengînîyeke etnîkî û kulturî bûn di nav jîyana binemala mirovahîyê da. Wan
babikên biçûk, ji hemû hebûn û imkanên cîhana modern û teknolojîyê dûr, jîyana
xwe ya otantîk gelek bi serbilindî didomandin. Ew bi wê prîmîtîvîya xwe şa bûn,
razî bûn. Hejmara her yêk klanî çend sed jî ban, her klan bi zimanê xwe
diaxivtin, bi folklor û kultrura xwe ya xwerû û otantîk dijîyan. Serdestên wan
welatên ku ew babikên qedîm lê diman, bi xemsarî û bêbextîyeke nedîtî, ew klan
ji hemû berhemên jîyana modern û teknolojîyê bêbahr dihêlan. Feqîrî, rebenî û
perîşanîya wan klanan, herçend ew bi xwe ji vê jîyana xwe serbilind jî bûn,
şerma wan dewletên ku ew lê diman bû. Wê jîyana rebenîyê têra nekir, vê carê jî
xezeba xwezayê berbû bedena wan û ew ji nav jîyana mirovahîyê rakirin. Navên
wan hemû klanan naête dan, belêm hindî ku di çapemenîyê da cih girtî, ew
hûrebabikên, anku klanên di nav wê cografyaya Okyanûsa Hindê da, li wan welatên
ku Tsunamîyê lê dayî da, hejmareke bilind ya wan klanan jî mirine. Yêk ji wan
klanan, Sentînelan, hêj jî herwekî di demê berpenîr da, dijîyan. Ji ber ku vî
babikî, bi asêtîya klanîyê xwe parastîye û çu têkilî li derûdora xwe nedanaye,
lewma jî hejmara wan tinê nêzîkî 200 (du sed) kesan bûye. Qedera qebîleyên
Nîkobares û Şompenan jî wekî ya Sentînelan bûye û hêj jî çu ji wan naête zanîn
ka çi bi serê wan hatîye. Hêvîya me ew e ku ev babikên qedîm ku jîyana xwe ya
otantîk didomandin, ne telifî bin. Belêm heke nûçeyên piştî wê afatê belavbûyî
rast bin, - hêvî dikin rast nebin-, bê seraşûn bûne û bi encameke wisa bêyûm
jî, ji bilî giyanê mirovî, ziman, folklor û kultureke mezin jî digel mirina wan
berze dibe diçe, ku eve cihê mixabinîyeke mezin e.
Xezeba
xwezayê
Xweza, maka jîyanê, kana jîyanê ye. Xwezayê
xwe bi xwe erd û esman danaye û ranaye. Ev hêza xwezayê ya bê ser û bin, bê pîv
û kêşan, ji ezameta wê ya yêkane têtin. Xweza afirandêr e. Hebûna bi giyan û bê
giyan, ji ber sing û berê xwezayê dizê. Xwudana hemû jîyana bi giyan û bê giyan
xweza ye. Xweza xwudana jîyanê ye. Xêr be, xweşî be, xezeb û afat be, her ji
bin serê wê xwezayê derdikeve. Xweza hêzeke muqtedîr ya her tiştî ye. Rûyê
jîyana bi giyan xweristin e. Xweza xwe bi xwe xwe dirêse. Eve xweristina jîyanê
ye. Terazîya jîyana bi giştî ya bi giyan û bê giyan, ji ber vê xweristina
xwezayê pêktêt. Terazîya xwezayê wekî terazîya zêringir e, milim xwe şaş nake.
Li kîjan kujîyê dinyayê serê terazîyê xwahr be, xweza bi hêza xweristinê serê
dî yê terazîyê rast dike. Qanûna xweristina xwezayê gelek kamil e û bê qusûr e.
Di koşa xwezayê da hemû rûyên jîyanê hene. Xêr û xweşî û şahî heye, şîn û behî
û xezeb heye. Eve rengên jîyanê ne. Jîyan ne tinê xêr û xweşî û şahî ye, nejî
tinê şîn û behî û xezeb e. Xwezayê terazîya van rûyên jîyanê gelek bi hostahî
danaye û ragirtîye. Lewma qubleya mirov û ya hemû jîyana bi giyan xweza ye.
Xweza bawerî ye, perêsgeh e. Xweza hem kul û keser û derd e, hem jî gul û
kulîlk û xeml e. Xweza hem xirabî ye, hem jî qencî ye. Xêr û şer, çep û rast û
ber û piştên xwezayê ne. Ji ber hindê ye ku ji xwezayê silbûn, acizbûn, nabe.
Hebûnê herî bi aqil yê xwezayê mirov e û xwezayê sing û berê xwe li ber hemû
jêhatîyên mirovî vekirîye û xwezayê mirov daye ber singê xwe. Mirov jînde be,
mirî be di koşa xwezayê da gelekî bihadar e. Koşa xwezayê herdem ji bo mirov û
jîndeyên dî vekirî ye û cihê herî ewle û avneh koşa xwezayê ye. Mirov ji koşa
xwezayê hatîye û dê dîsa ve biçe koşa xwezayê. Eve qanûna xweristî ya xwezayê
ye. Xweza bi hemû rûyên xwe ve meqbûl e, bihadar e. Xweza hebûna herî mezin e,
çu tişt ji wê mezintir nîne.
Vêca heke xweza hinde mezin û muqtedîr be,
mirov, ku xwezayê ew afirandîye, çend hebûnê herî bi aqil yê xwezayê jî be, car
heye ku nikare xwe li ber rûyê xezebê yê xwezayê ragire. Mirovî gelek kodên
xwezayê veresandine. Belêm, tinê gelek. Anku hêj jî gelek kod mane ku li ber
veresandina jîrîya mirov in. Hindî ku jîyan hebe, xweza dê hebe, xweza hebe dê
jîyan hebe. Karê veresandina kodên xwezayê çu cara xilas nabe. Xweza çawa her
sanîye, hetta her salîse jîyaneke nû diafirîne, digel wê jî kodek tête
afirandin. Her keşfa mirovahîyê veresandina kodên xwezayê ye ku jîyana
mirovahîyê xweş bike. Lê belê, demek têt ku ev hebûnê herî bi aqil yê xwezayê,
anku mirov, bê çare dimîne li ber bûyer û qewimînên xwezayê. Ev bûyîna li
Okyanûsa Hindê jî, yêk ji wan qewimînên mezin e ku, adeta besîreta mirovî
hatîye girêdan. Hebûnê herî bi aqil yê xwezayê, mirovî, mixabin hind aqil
nekirîye ku teknolojîya zû hişyarîyê bi kar bîne ku piştî wê zelzeleya binê okyanûsê,
alarmê bide ku xelkê li ber peravan xwe ji wê xezeba mezin ya xwezayê xilas
bikin. Helbet mexsed ji „aqil nekirinê” ne ew e ku, çu kes ne hizirîye ku xelkê
agahdar bikin daku bi ber wê afatê nekevin û ne mirin. Xemsarîya rêvebirên wan
dewletên ku afata mirovxwer lê qewimî, gunehkarîya herî mezin e beramberî
mirovahîyê. Ev encame nîşan dide ku li ber çavê wan rejiman, bihayê mirov nîne.
Ji bo hemû hîzî û dizîya xwe bi milyaran dolar pareyan dibînin, peyda dikin,
belêm ji bo xweşî û ewlehîya mirovên xwe hisaba „sent“an dikin ku xerc nekin!
Çi guneha xwezayê heye di encama van qewimînên xwezayî da. Fatûraya xusareta
van felaketan gelek bi rehetî û sanahî bo xwezayê tête birîn. Eve jî durûtîya
mirovî nîşan dide. Li milekê jî, hakimên dinyayê, serdestên dinyayê, dewletên
herî zengîn, herî xwudan qudret, dewletên ku ji esmanî dinyayê îdare dikin, bi
kêşana fotoyên ji esmanî, leyiza sivoreyan, „beza kûseleyan“ bizava mûrîyan
gelek zelal tesbît dikin, fotoyên pêl û şilqîna derya û okyanûsan dikêşin, deng
û awazên heywanan, wîzewîza mar û mişkan qeyd dikin, çawa hejandina zelzeleya
binê Okyanûsa Hindê û piştî zelzeleyê jî rabûna pêlên qatil yên Tsunamîyê
tesbît û qeyd nekirine, ecêba dinyayê ye! Di ber û piştên wê okyanûsê da, di
ser û binên wê deryaya hûtîn da, bi dehan sentralên leşkerî û agahdarîyê yên
Amerîka û dewletên dî yên mezin hene. Ew sentralên wan axivtinên di nîveka
qesrên welatên dorberê Okyanûsa Hindê da guhdar dikin, çawa hirîna pêlên qatil
yên Tsunamîyê nebihîstine, ecêba dinyayê ye! Heke wan pêlan berê xwe daban
peravên Amerîkayê, yên Japonyayê, yên Awustralyayê, ew sentralên dewletên mezin
da di sanîyeya xwe da alarmê lêdin û wan welatan agahdar bikin ji wê felaketa
di rê da. Belêm mixabin ku dewletên klasa duyê, xelkên wan dewletên paşvemayî ew
biha nebû ku ji sentralên Amerîka û dewletên dî yên mezin sînyalên hişyarîyê
werbigirin. Lewma jî xelkê feqîr yê wan welatan bi hizaran gorî dane wê xezeba
xwezayê. Di wê afata mezin da gelek hevwelatîyên Yêkitîya Ewrûpayê jî telifîn.
Bahra pitir ji wan jî yên welatên Iskandînavyayê bûn. Ji nav welatên
Iskandînavyayê jî hejmara mezin ya mirîyan yên Swêdê bûn. Danmark, Norwec û
gelek welatên dî yên Ewrûpayê ji mirî, gorî dane wê tûfana reş. Belêm heta ku
sala felaketê, anku 2004 xilas bûyî jî, hejmareke qetî ya hevwelatîyên YEyê
kivş nebibû. Li yên welatên YEyê, lê bi taybetî li welatên Iskandînavyayê, li
Danmark, Swêd û Norwecê şîneke giran hate girtin. Seremonîyên rêzgirtinê ji bo
mirîyên xwe û hemû gorîyên dî yên wê afata giran amade kirin. Xelkên welatên
Ewrûpayê hem ji ber mirîyên xwe, hem jî yên welatên herêma zelzeleyê, xemeke
mezin û giran kêşan, ji dil rondik werandin. Lê belê, rêvebirên wan dewletên
mezin yên ku di wê okyanûsa mezin ya ku zelzele û pêlên qatil lê rabûyî da
binke û sentralên wan yên leşkerî heyî, rondikên tîmsahî werandin, rondikên wan
ne ji dil bûn! Mixabin, ev dewletên ji alîyê ekonomîk û leşkerî ve hinde mezin
û xurt, ji ber perê esmanî bigirin heta heft tebeqe binê erdî û deryayan,
dinyayê kontrol dikin, gava pêjna felaketan ber bi welatên wan ve hat, antenên
wan demildest sînyal û alarman didin û dereceya xusareta xezeba xwezayê li nav
welatên xwe mînîmalîze dikin. Lê gava dor hate xelk û welatên feqîr û klasa
duyê, antenên wan sînyal û alarman nadin! Ev paradoksa neslê mirov, necisîya
herî mezin ya cinsê mirov e! 2004 bi vê xezeba reş ya xwezayê xilas bû. Çarêk
milyon mirov bûn gorîyê wê afata mezin. Hind jî man bê mal û war! Hêvî tête kirin
ku qet nebe ev felaketa bi serê xelkê wê navçeyê û hemû mirovahîyê hatî,
wijdana serdestên dinyayê bilerizîne ku piçekê jî feqîr û jaran bihizirin, bi
teknolojîya xwe, qet nebe wan ji hatina felaketên xwezayê haydar bikin, daku
feqîr û jar dîsa qet nebe bikarin xwe bi imkanên xwe xilas bikin! Hêvî dikin ku
afatên wisa, zengîn feqîr, çu cara bi serê mirovahîyê neên.
Çend
tsunamîyên qewimî
Hindî ku di çapemenîyê da cih girtî, li
dinyayê çend bûyerên bi vî rengî qewimîne û encamêm wan jî gelek giran bûne. Bahra
pitir ya wan jî dîsa ve li derûdora wê okyanûsê pêkhatine. Hindek ji wan ev in:
21ê Tîrmeha sala 365ê ya Piştî Îsayî, li rojhilata Deryaya Spî, li bajêrê
Misrê, li Iskenderîyeyê piştî zelzeleyeke li binê deryayê, pêlên mezin rabûne û
bi hizaran mirov kuştine. 1ê Çirîya Paşîn [November] 1775 jî paytextê [serbajêrê]
Portekizê, Lîzbon bi zelzeleya Okyanûsa Atlantîkê û rabûna pêlên qatil adeta
kavil bûye û gelek mirî dane. Di wê felaketê da Ispanya û Fasê jî zerareke
mezin ya mirov û malî dîtîye ku bejna wan pêlan heta şeş metreyan bilind bûye.
27ê Tebaxa 1883ê jî li Endonezyayê çiyayê volkanîk yê Krakato peqîye û piştî vê
peqînê jî pêlên tsunamîyê li deryayê rabûne û li giravê Sumatrayê, ku vê carê
jî zelzele û tsunamîyê giran lêda, nêzîkî çil hizaran kes mirine. Peqîna vî çiyayê
volkanîk hind bi şiddet bûye ku, tête gotin ku esman hind biriqandîye ku ew
ronahîya li esmanî pêkhatî ji bîst hizar kîlometre dûr li paytextê Norwecê li
Osloyê hatîye ferq kirin û ressamê navdar yê Norwecî Edward Munchî, ew şevên ji
meha Çirîya Paşîn [November] ya 1883yê heta şevên Sibata 1884ê, ku bi wê şewqa agirê çiyayê volkanîk biriqî,
bi navê „Hawar“ tablo çêkirîye. 15ê Hezîrana 1896ê jî, Tsunamîya Sankriku li
Japonyayê daye. Bejna wê pêla tsunamîyê 23 metre bilind bûye û bi ser xelkê ku
bo seremonîyeke dînî kombûyî da hatîye û di encam da nêzîkî sih hizaran kes
kuştine. 17ê Kanûna Pêşîn [December] ya 1896ê jî, pêlên tsunamîyê vê carê jî li
peravên Kalîfornîya Amerîkayê daye û xusareteke mezin ya malî daye. 31ê Kanûna
Paşîn [January] ya 1906ê, pêlên tsunamîyê li Okyanûsa Mezin ya Pasîfîkê li
Kolombîya û Ekvadorê daye û nêzîkî hizar û pênc sed kes kuştine, mal û xanî
kavil û wêran kirine. 1ê Nîsana 1946ê, pêlên tsunamîyê li sentrala fanosa
deryayê ya Alaskaya Amerikayê daye û pênc personelên sentralê daûrane û herweha
li Hawaîyê jî daye û nêzîkî sed û şêst kes kuştine. 22yê Gulana 1960ê, tsunamî
11 metreyan bilind bûye û li peravên Şîlîyê hizar kes, li Hawaîyê şêst û yêk
kes kuştine. Hêz û hêla wan pêlên dêwî heta peravên Filipîn û Japonyayê jî
hejandine. 28ê Adara 1964ê, li Alaskaya Amerikayê, di cejna paskalyayê, anku
cejna hêkesorê da, sê gund binav kirine û ji xerîteyê birine û 107 kes kuştine.
Her wê tsunamîyê li Oregon û Kalîfornîyaya Amerîkayê jî 15 kes kuştine. 16ê
Tebaxa 1976ê, tsunamîya pasîfîkê li golfa Moro ya Filipînê daye û pênc hizar
kes daûrane. 17ê Tîrmeha 1998ê jî, li Papua-Gîneya Nû zelzeleya binê avê çêbûye
û pêlên tsunamîyê dîsa ve har bûne û heft gund ji xerîteyê birine û nêzîkî du
hizar û pênc sed kes kuştine.
Di dawîyê da, li 26ê Kanûna Pêşîn
[December] ya 2004ê, roja yêkşembê, li seet şeşê spêdeyê, demê Ewrûpayê, li
bakura giravê Sumatraya Endonezyayê zelzeleya binê avê di şiddeta dereceya 9ê
da pêkhat û ew pêlên wekî ejderhayan rakirin û di serî da xelkê Sumatraya
Endonezyayê, Srî Lankayê, Hindistanê, hûregiravên li Okyanûsa Hindê, li Taylandê,
li Malezyayê, heta peravên rojhilata Afrîkayê, li Kenya û Somalîyê nêzîkî çarêk
milyon kes kuştin. Çarêk milyon kes jî bê mal û war hêlan. Ev zelzele û pêlên
qatil yên tsunamîya 2004ê, felaketa esrî ya dinyayê bû. Tsunamîya kanûna pêşîn
ya 2004ê, ji atoma Amerikayê ya li Nagazaki û Hiroşîmaya Japonyayê ku li şerê
cîhanê yê duyemîn peqandî, sê cara zêdetir mirov kuştin. Bila Xweza çu cara van
felaketan nede serê mirovahîyê!
ROJAN HAZIM
Kanûna Pêşîn 2004