søndag den 31. januar 2016

Heyvname 2016-1 [Kanûna Paşîn 2016] - ROJAN HAZIM



I.
Sala nû, li welat, li Kurdistanê ji alîyê qewimînên hewayê klîmayî ve, xaseten li dorberên bilind û çiyayî li goreyî demsala zivistanê hate pêşwazî kirin. Befreke giran barî. Ji Hekarî heta Qersê, ji Wanê heta Dêrsimê hema bêjin ev navçeyên zozan û çiya bûne okyanûsa befrê. Her der sîsspî bû. Xwezaya Kurdistanê ya van deran bi vê befra têr û tijî ve adeta xemilî. Helbet me tinê behsê bakura Kurdistanê kir, lê li rojhilata Kurdistanê û başûra Kurdistanê jî li cihên bilind û çiya têra xwe befr dibare. Bi taybetî navçeyên Hewraman ji alîyê befrê ve kêmî zozan û çiyayên dora Bidlîs, Bîngol, Agirî, Wan û Hekarîyê nîne. Navçeya Qendîl û Bahdîna jî li başûr herwisa. Li rojavaya Kurdistanê çiya û zozanên bilind nînin, zêdetir deşt û berî ye lewma befreke giran nabare li wan deran... Li cih û warên befrîn yên welatî seqayê hewayî kete binê sifirê, li Qers, Erzerom, Agirî û wê xeta bakura bakur bû nêzîkî -40 dereceyê. Şirikên av û baranê li sivandeyan bûne şîşiltokên cemedê. Çem, robar, gerav û sûlav qerisîne. Di bin vê sir û sarmaya dijwar da jî helbet jîyanê dom kir. Xelkê me hûyî [fêrî] jîyana nav befrê ye. Dizane ku befr hem zor û zehmetî ye, hem jî xêr û bereket e. Rê û rêbar têne girtin, jîyan asê dibe, aşût radibin û carina dibe binasê felaketên jîyanî jî... Lê li alîyê dî heke befr hinde nebare dê bihar çawa hind bibe şîn û şînkatî, av û derav, çem û robar dê çawa hind zêde û boş bin. Befra zêde av e û ew jî jîyan e. Cihên befrîn yê welatê me li bihar û havîna dibin warên beheştî. Çem û robarên ji van kanên befrê dizên û boş dibin, digihin cihên welatê me yên ku befrê nabînin û berî û çolîn jî xweş û geş dikin. Payîzan jî fêqî û meywe mişe dibin, çandin berekî baş dide ji ber têr avîyê. Ji befra heyva yêk anku Kanûna Paşîn xuya ye ku bihar, havîn û payîza welatê me dê avî be, bi xêr û bêr be. Hasilî kelam xweşîya ji befrê têt bi ber wê zehmetê dikeve ma ne!..

II.
Hewayê dî
Heyva yêk ya sala nû, sala 2016ê ji alîyê hewayê polîtîk ve mixabin gelek dilgeş neborî. Bi serê xwe hebûna sîstemê kolonyalîst û dagîrkerî helbet zulmek e. Ew li cihê xwe, belêm di heyva yêk da gelek bûyerên bi zêdehî ve bi kul keser jî rû dan. Bûn û bûyerên li heyva ewilî ya sala nû li welatê me Kurdistanê rûdayî têra xwe dilşkêr in. Hema êrişkarîya TCyê ya ji dawîya sala 2015ê mayî ya li Amed-Sûr, Mardîn-Nisêbîn, Şirnex-Cizîr-Silopî, Hekarî-Gever û Wanê dijwartir dom kir. Her di destpêka heyva yêkê da, êvarîya 4ê mehê li Silopîyê kuştina sê têkoşerên azadîyê yên jin bi serê xwe qewimîneke dilsoj bû. Gelek xort û law jî hatin kuştin helbet û ferq û cudahîya cinsîyetê nîne di dana kuştîyan da, lê axir kuştina yêkser wan sê jinên Kurd bû kiryara herî berçav ya ji teref dijminî ve li heyva yêkê...  

 


Endama Meclisa Partîya Demokratîk ya Herêman Sêvê Demir, Hevseroka Meclisa Xelkê ya Silopîyê Pakîze  Nayir û aktîvîsta KJAyê Fatma Uyar yêkser bûne hedefa fîşekên tîmên taybet yên ertêşa TCyê. Ev hersê jin, têkoşerên azadîyê bûn û ji bo azadîya xelkê xwe di xebata serwext kirin, têgihandin û hişyar kirina xelkê xwe da û li ser kar hatin kuştin. Gelek bi zanahî, gelek bi hilbijêrî lûlîyên sîlehên xwe dirêjî bedena van hersê têkoşeran kirin û kuştin. Di xebat û têkoşîna bizava neteweyî ya Kurdî da rola jinê hindî hûn bêjin li pêş e, bi seng e. Heke em tinê xebatên antîkolonyal hisab bikin, li dinyayê yêkemîn têkoşîna neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ye ku jin hinde xwudan rol û insiyatîv e. Hem di warê polîtîk û rêxistinî, sosyal û kulturî da hem jî di warê leşkerî da jin misyonekî pêşengîyê tîne cih. Jinê bi vê pozisyona xwe ve civata paşvemayî ya Kurdistanê hejand û xwe ji nav çar dîwaran û ji mitbexê derêxiste nîveka jîyanê û kire xwudan berpirsiyarî.
Kuştina van hersê jinên ku xwe fedayî rizgarîya welatê xwe Kurdistanê û azadîya xelkên Kurdistanê kirî tesaduf nîne. Rejima kolonyalîst û dagîrker ya TCyê di bizava neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê da rola jinê ya motîveker û adeta lokomotîfî dibîne û hindî jê têt êrişkarîya xwe ya li ser jinan dişidîne ku wan çavtirsandî bike û dîsa ve berê jinê bide ser kuçikê li nav çar dîwarên mitbexê ku ji heskûya şorbeyê pêve tiştek di destî da nebe. 



Kuştina van hersê jinên têkoşer yên doza Kurd û Kurdistanê rastî salvegera kuştina sê jinên dî yên berxwedêr û têkoşer yên doza Kurdistanê hat. Ew li Silopîyê êvarîya 4ê heyva yêk ji teref tîmên taybet yên dewleta TCyê ve hatin kuştin û berî wan sê salan, li 9ê heyva yêk ya sala 2013ê li nîveka Parîsê dîsa ve ji alîyê ajanên dewleta TCyê ve Sara Sakîne Cansiz, Rojbîn Fîdan Dogan û Ronahî Leyla Şaylemez hatin kuştin. Di nav wan da Sara Sakîne sembola berxwedanê bû ku herweha yêk ji damezrênera PKKê jî bû. Ji dezgehê îşkenceya Hefsa Diyarbekrê ya meşhûr ya li piştî 12ê Îlona 1980ê ya cuntaya eskerî û faşîst bi rûyekî spî derket. Stuyê xwe ne çemand, serê xwe li ber îşkencekaran şor nekir. 

Digel Sara Sakîneyê li Civata Giştî ya 8. ya KNKê li Brukselê


Sara Sakîne di warê yêkîtîya neteweyî da jî aktîv bû û demekê endametîya KNKê jî kir. Rojbîn Fîdan jî di warê dîplomasîyê da aktîv bû û hem endama KNK hem jî temsîlkara KNKê bû li Parisê... Jin di doza rizgarî û azadîya Kurdistanê da hindî hûn bêjin aktîv in û ji Parîsê heta Silopîyê meydana xebat û têkoşîna azadîya Kurdistanê bi refên jinan ve tijîye. Êrişkarîya dewleta TCyê nikare rê li ber vê dînamîzma jina Kurd û Kurdistanî bigire.

III.
Muayeneya "Kiçînîyê" ya jinên Êzidî  [* Ji medyaya internetê]
Di heyva yêkê da nûçeyekî xembar jî li ser jinên Êzidî bû. Tête zanîn gava DAIŞê Şingal dagîr kirî, ji bilî xirab kirina bajêrî û kuşt û kuştdarîya li ser xelkê, gelek jinên Êzîdî jî dîl girtin û birin. Li goreyî lêkolînên Human Rights Watchê [HRW-Çavdêrîya Mafên Mirov], piştî ku jinên Êzidî yên ji alîyê DAIŞê ve hatine dîl girtin û paşê bi rengekê revî anjî hatine rizgar kirin, li Bexdayê serî li dadgehê dan û xwastin li mafê xwe bigerin û tecawuzkarîya ji teref DAIŞê ve li ser wan hatîye kirin bidine mehkûm kirin. Lê dadgeha Bexdayê "belgeya tecawuzê" ji jinên Êzîdî xwast ku yên biçûk "kiçînî"ya xwe "isbat" bikin yên mezin jî rapora tecawuzê werbigirin ku ew jî bi kontrola tibbî dibe. Eve muameleyeke şkandina şexsîyeta jinê ye, binpêkirina mafên mirovî ye. Vê reftara dadgeha Bexdayê nerazîbûneke micid dît û hem jinên Êzidî hem jî parêzerên mafê mirovî reaksiyoneke xurt nîşan dan. Yêkîtîya Neteweyan [UN] jî xwe ji vê kiryara dadgeha Bexdayê nerazî kir. Piştî vê nerazîbûna giştî ya li ser biryara dadgeha Bexdayê, dadgeha Duhokê rapora doktorî ya "isbata kiçînîyê" nexwast û tinê gotina jinan esas girt. Barîkella, lutuf kirine!..
Ev kir û kiryarên nemirovî yên li ser jinên Êzidî neku tinê kirêtî ye, daberizîneke ji tecawuzkarîya DAIŞê kêmtir nîne. Dadgeha Bexdayê bi vê muameleya xwe ya bêdad û dijî mirovî û rezîlane gelek aşkera dibêje jinê ku "Ez bawer nakim ku DAIŞê destdirêjî li te kirîye. Heke tu 'kirîye' dibêjî hingê isbat bike, here raporeke doktorî bîne daku ez bawer bikim ku DAIŞîyan tecawuzî te kirîye". Eve çi huqûq e, çi dadgeh e, çi qanûn e, çi mirovî ye... Eve pîsîtî, rezîlî, hetkehî ye. Eve zihnîyeta mêrşahî ya qedîm e. Eve nijadperêsîya Erebî ye ku dadgerê dadgeha Bexdayê dijî jina Kurd ya Êzidî terefê DAIŞîyên Ereb digire.



Gava 3ê Tebaxa 2014ê DAIŞê bi revdeyeke mezin ya çeteyên xwe êrişî Şingalê kirî tinê rêyek ma li ber Êzidîyan. Ew jî terkî welat. Bi hizaran Êzidî, biçûk mezin, jin mêr, pîr û kal berê xwe dane Çiyayê Şingalê ku li nik Êzidîyan pîrozîyek heye. Bi hizaran Êzidîyan koçî başûr, bakur û rojavaya Kurdistanê kirin. Bi sedan jinên Êzidî ji teref DAIŞîyan ve hatin êxsîr kirin. Ji nav vê hejmara bilind ya jinên Êzidî bahra pitir jî kiçên ji 18 salîyê biçûktir bûn. DAIŞîyan li goreyî şerîetê xwe jinên Êzidî kirine dîlên xwe û hem mecbûrî islam bûyînê û mahrê kirin hem jî piştî tecawuzîyê li kolanan firotine hevdu. Bêdadîya bi serê jinên Êzidî hatî yêk ji mezintirîn felaketa mirovî bû li rojhilatanavîn. Wehşeta DAIŞê ya li ser Êzidîyan û bi teybetî jî jinan li timamî dinyayê dengekî mezin veda û piştevanîyeke fireh pêkhat li dora Êzidîyan. Ji wan jinên dîl hindek hatin kuştin, hindek hatin firotin, hindek jî bi darê zorê li nav malên DAIŞîyan hatin êxsîr kirin. Xelîfeyê DAIŞê Bexdadî fitoya tecawuza jinên Êzidî dabû û destdirêjî helal kiribû. Çeteyên DAIŞê şubî seyên dev bi gilîz jinên Êzidî kirine carîyeyên xwe û jîyan li wan heram kir. 

DAIŞê jinên Êzidî êxsîr kirine


Gelek jinên Êzidî şûna ku bibine êxsîrê van dahbeyan xwe kuştin. Yên delîveyek peyda kirî revîn, hejmareke bilind bê seraşûn çûn. Hêj jî di destê DAIŞîyan da jinên Êzidî êxsîr mane û li hêvîya rizgar kirina xwe ne. Eve bi serê xwe helbet trajedîyeke mezin e bi serê Ezidîyan û bi taybetî jinên Êzidî hatî. Belêm temetî vê trajedîyê û hetta hêj mezintir ev bûyera dawîyê ye ya bi serê jinên Ezidî hatî. Jinên bi rengekê xwe ji destê DAIŞîyan xilas kirî şûna ku hevkarî li wan bête kirin, birînên wan bêne kewandin, tam bereks rûhîyeta wan tête xirabtir kirin. Dadgehên Bexdayê li ser şikayîta jinên Êzidî ya li ser tecawuzkarîya DAIŞîyan belgeya "kiçînîyê" dixwaze ji wan jinên Êzidî!. Eve rûreşî ye. Ev reftara dadgeha Bexdayê ji tecawuza DAIŞîyan xirabtir tecawuz e. Cihê huqûq, qanûn, mirovahî lê ev reftara dadgehê derhal tête ciza kirin û ew dadger û dozgerên wê dadgehê yêkser têne dadgeh kirin û ji karê xwe têne dûr kirin û toka rûreşîyê jî dikine stuyê wan.

Jinên Êzidî ser bilind in, yên zulmê li wan dikin serşor in


Dadgeha Bexdayê vê dike û hukûmeta Bexdayê bêdeng dimîne. Kî ye hukûmeta Bexdayê? Koalisyon e. Kî ne şirîk? Ereb û Kurd. Başe çawa wezîrên Kurd dijî vê kirêtîya dadgeha Bexdayê bêdeng mane, gelo mane? Heke bêdeng mabin bo wan rûreşîya herî mezin e, belêm em wisa qebûl bikin ku bêdeng nemane!.. Bi navê Kurd bûyînê danin alîyekê, bi navê mirov bûyînê izaha vê nabe heke bi rastî jî bêdeng mabin!...
Bi her hal ev behsê hatîye kirin yêk ji xirabtirîn bûyereke ku bi serê jinên Êzidî hatî li Bexdayê, li Iraqê. Ev kirêtî, bêdadî û reftara dijî mirovî ya ji teref dadgeha Bexdayê ve bi serê jinên Kurdên Êzidî hatîye kirin, hem bi navê Kurdetî, hem jî ya herî esasî bi navê mirovatîyê divêt neyê ji bîr kirin û ji bo nifşên paşerojê wekî belgeyeke rûreşîya huqûqa dagîrkeran bête neqil kirin.

IV.
Birîndarên Cizîrê
Yêk ji bûyerên dil bi kul li heyva yêk rûdayî jî serpêhatîya birîndarên Cizîrê ye. Ji 14ê Kanûna Pêşîn were Cizîr hatîye muhasere kirin, jîyana nav bajêrî hatîye asteng kirin, derketina derve hatîye qedexe kirin û di bin vê zeptûreptê da xanîyên hatine nîşan kirin têne bombe kirin. Li milekê bombardumaneke dijwar tête kirin, li milê dî tax bi tax, mal bi mal bajêr tête sah kirin. Nîveka malan tête serûbin kirin. Xelkê sivîl û berxwedêr û parêzerên bajêrî bêyî pirs û pirsyar têne kuştin. Xelkê sivîl di bin vê kuşt û kuştdarîyê da ji bajêr tête derêxistin. Nihe Cizîr nîve nîv hatîye xalî kirin. Ev êrişkarî li Sûra Amedê, li Nisêbîna Mardînê bêperwa tête domandin. TC hazirîyê dike ku berê van êrişkarîyên xwe firehtir bike û Hekarî û Wanê jî bide ber vê dasa xwe.
Di bombarduman Cizîrê da ji 22ê heyvê were 25 sivîl di binê apartmanekê da hatine dorpêç kirin, nahêlin ku derkevin. Gelek ji wan di vê bombe kirinê da birîndar bûne. Nahêlin xelk biçe birîndarên xwe jî bigihîne xestexaneyê. Rê nadine ambulansan jî. Heta nihe gelek ji wan kesan mirine û leşker û polis nahêlin meytên wan jî bêne rakirin.
Dewleta TCyê, hukûmeta TCyê, ji serok komar heta serok wezîr û hemû wezîr, emir û fermanê li ser serê leşker û polîsan dibarînin ku bibine makîneya kuştinê û nehêlin kesek jî sax ji nav wan kavilan derkevin. Hemû hewildanên ku xwe bigihînin birîndaran û kuştîyan ku wan ji binê wê apartmanê derêxin û birîndaran bigihînin xestexaneyê û mirîyan jî defin bikin têne asteng kirin.

Heyva yêk, Kanûna Paşîn xilas bû lê hêj jî rê li ber hawarîyên wan birîndaran nehatîye vekirin.
Dewleta TCyê, hukûmeta TCyê, ertêşa TCyê, Polîsê TCyê, bi fermanbarîya serok komar û serok wezîr û wezîran guhê xwe li bang û hawarên sivîlan girtîye û dixwazin ew kesên di binê avahîyan da mayî pêkve bêne kuştin. Ev reftara rêvebirên dewlet û hukûmeta TCyê li Kurdistanê, rengekî nû yê jenosîdê ye. Hewce nîne ku îlla bi hizaran, milyonan kes di carekê da bêne kuştin ku wekî jenosîd bi nav bikin. Heke hejmareke biçûk jî ya xelkekî bindest bi zanahî bête qetil kirin, eve jî rengekî nû yê jenosîdê ye. Çiku karê tête kirin di kategorîya paksazîya etnîkî da ye. Kurd têne kuştin, boçi têne kuştin, çiku doza azadîyê dikin. Ev tarz kuştine jenosîd e. Niyet jî pratîk jî, fikir jî zikir jî jenosîd e. Sicîla TCyê di polîtîkayên jenosîdal da reş e wekî qîrê. Serê sedsala bîstan Ermenî bi vî rengî kuştin, jenosîdeke nedîtî bi serê wan înan. Nihe jî dor hatîye Kurdan. Heke tu bi plan û proje, wekî polîtîka hejmareke biçûk mezin qet ferq nake, bi zanahî bikujî, ji bo kuştina wan dinyayek ertêş û polisê xwe seferber bikî, hemû çekên giran bi kar bînî, bombardumanê bikî, bi tank û topan mal û avahîyên wan kavil bikî, ber li ser berî nehêlî, bajêran serûbin bikî, di nav vê kuşt û kuştdarîyê da xelkê bidîye koç kirin, eve jenosîd e, anjî heke piçek sivik bikin provaya jenosîdeke mezin e ku encam yêk e. Heke di roja îro da her statû xwastina Kurdan bi lûlîya topa tankê bête birîn, hingê pratîk dê ev be ya ku îro tête kirin, anku bi rengekî nû û versiyoneke kiraskirî dubare kirina Planê Isleheta Şerqê ya serê sedsala bistan e [24 Îlon 1925] ku ji teref TCyê ve dîsa li Kurdistanê hatibû tetbîq kirin. Tercumeya vî planî ev e; isleh kirina Kurdan e, anku kuştina wan e, anku koç kirina wan e, anku wêran kirina welatê wan e, anku asîmîlasyona wan anku jenosîda wan e!.. Kurdên ku piştî bedelên hinde mezin dayî, li dora xwe destkevt bi dest ve înayî, qet mumkun e ku bo planê îro yê TCyê bêjin qebûl!. Eve ne mumkun e!. TC xwe dilêhbîne [dixapîne]!..

Hukûmeta Ahmet Davutoglu ya AKPê, bi dîrektîfa serok komar Teyîb Erdogan îro li şehrên stratejîk yên Kurdistanê kuşt û kuştdarîyê dide kirin, bajêran, cih û waran dide kavil û wêran kirin bi destê ertêş û polîsan. Belêm ew ertêş û polîs di van kiryarên hovane da esasen wan jî nas nakin, guhê xwe nadine wan jî. Li Kurdistanê tam wekî di demê çêkirina Planê Isleheta Şerqê, "îdareya urfî" heye, anku îdareya leşkerî heye û ew jî xwe wekî xwudanê dewletê dibînin û esasen pûte bi hukûmetê jî nadin û gelek ji xwe razî û otonom hereket dikin. Îro li Kurdistanê sîstemê Ergenekonê desthilatdar e û ev sîsteme dê serê hukûmeta AKPê jî, serê Davutoglu jî serê Erdoganî jî bixwe û ew dem ne dûr e. Kurda ji zincîra xwe pêve tiştek nemaye ku berze bikin. Ew di parastina rewa ya welatê xwe da her reng zulmê dibînin ji xwe. Yên zulmê didine kirin bi cil û bergên sivîl bin an eskerî bin ferq nake. Kurd di nav vî agirî da parastina xwe dikin. Belkî îro dişkên an bi zêdehî ve têne kuştin, bedelên giran didin, belêm dê serbikevin. Çiku heq in, li terefê heqîyê ne, li alîyê dad û dadyarîyê ne, li milê azadîxwazî û wekhevîxwazîyê ne. Zalim dibe ku jîyê xwe piçekê bidine dirêj kirin lê ewqas!. Jîyê zulmê dirêj nîne. Di rikeberîya heqî û neheqîyê da sedased heqî qazanc dike û eve wekî ronahîya rojê aşkera ye. Kurd heq in, TC neheq e. Kurd dê serbikevin, TC dê binbikeve.

V.
Muşterekî
Dewleta TCyê, hukûmeta TCyê, ertêş û polîsê TCyê gelek aşkera şerekî asîmetrîk dike li dijî Kurdan li Kurdistanê. Kurd bi qevda klaşînkovê xwe diparêzin. TC dagîrkerîyeke nû dike li Kurdistanê. Ji dewrê Osmanîyan were û peryoda dûmahîkê jî ji demê komara nû ya Tirkîyeyê heta îro Kurdistan hatîye dagîr kirin û serdest herdaîm Tirk bûne. Bi taybetî di demê komara nû da neteweyê serdest Tirkan, rêvebirên wan, sîstemê dewleta wan hemû xelkên di vê cografyayê da heyî bindest kirine, zulm û zor ji ser serê wan kêm nekirîye. Kurdan hem ji ber welatê xwe hem jî ji ber zêdehîya nufûsa xwe zulma herî mezin dîtîye çiku nîrê koletîyê qebûl nekirine, di her keysî da li ber xwe dane, serê xwe ne çemandine. Xwe, hebûna xwe, welatê xwe dijî van zalimên dewleta TCyê parastine. Eve serê sed salan e ku TCyê dev ji vê polîtîka xwe ya birandinê, asîmîlasyonê, jenosîdê bernedaye. Belêm Kurdan jî bi rikeke nedîtî serê xwe şor nekirîye, ji bo rizgarîya welatê xwe, bi azadîya xwe bi israr têkoşîn daye û îro jî eynî tiştî dikin. TC wekî dewlet bi hemû imkanên teknolojîya modern ya şerî li dijî Kurdan zulma xwe didomîne. Kurd jî bi imkanên herî kêm, bi keda xwe, bi bawerîya xwe, bi hêza xwe parastina xwe ya rewa dikin. Kurd di berxwedan û parastineke konvansiyonel da ne, lê dewleta TCyê makîneya herî modern ya mirov kuştinê bi kar tîne beramberî Kurdan. Kurd gelek caran bi ber û daran şerê parastina xwe dikin beramberî hejmareke hinde bilind ya ertêş û polîsên TCyê. Nerazîbûneke sivîl û aştîyane jî di bin dûmana gazê da tête sabote kirin, xelk tête jahrî dan. Kurd xwe û welatê xwe dijî dagîrkerîya TCyê bi timamî bi çek û çolên konvansiyonel diparêzin. Belêm TC bi hemû hêza xwe ya şerî ve û gelek hovane derbên xedar yên qutbir kirinê li Kurdan dide.   

Beramberî vê dewleta zalim, ji alîyê pêşengên berxwedêrîya Kurd ve polîtîka, stratejî û taktîkên ku îro dijî rejima kolonyalîst û dagîrker têne bi kar înan çend şaş jî bin, bi kêm û kasî jî bin, mirovê Kurd divêt li sengera hevwelatîyên xwe be. Kurd di rastî û xeletîyên xwe da divêt bi hev ra bin, bi hev ra li dijî dijminê hinde xwûnxwar rawestin, xelkê xwe, welatê xwe biparêzin. Her Kurdek bi navê rexnegirîyê bikeve rêza dijminî dê xwe kirêt bike. Rexne bike, belêm li rêza xelkê xwe, mil bi milê têkoşerên xwe be. Di sengera hevwelatîyê xwe da be, milê xwe bide milê hevwelatîyê xwe û rexneya herî dijwar jî bike. Rexneya herî dijwar ya navxweyî dikare bi rengekî pozîtîv jî bête kirin ku xizmeta serast kirina yê ku şaşîyê dike jî bike. Kurd rexneyê ji bo hevdu ji şaşîyê dûr bikin an xilas bikin jî divêt bi kar bînin. Ton û dozaj di kîjan dereceyê da jî be her rexneya Kurdê welatparêz jî ne dijayetîye helbet. Giring ew e ku Kurd cihê xwe bizane, ji cihê ku dijmin zerarê bibîne rexneyê li hevwelatîyê xwe, li hevrikê xwe yê polîtîk yê hevwelatî bike. Rexneya herî heq û rast û durust, heke ji cihekî şaş bête kirin bê fayde ye, hetta bi kêrî Kurd nayê, dijmin dikare jê istifade bike. Heke bi konkretî ji rûdanên îro behs bikin; welew ku di têkoşîna Sûra Amedê, ya Cizîrê, ya Silopî, Şirnex anjî ya Wan, Hekarî, Elkî û Geverê da şaşî hatibin kirin, taktîk û metodên xelet hatibin bi kar înan jî, -ku hene û heqîqet ew e ku divêt munaqeşe li ser van kiryaran jî bête kirin-, belêm rêya rast di nav xwe da rexne kirine û beramberî êrişên birandinê yên TCyê jî di yêk çeperî da û bi hev ra parastina welatî ye.


Axir, di prosesa têkoşînê da şaşî û kêmasî rû bidin jî divêt di nav xwe da bi reftareke rexnegirîyeke pozîtîv bête hereket kirin, belêm rêzên têkoşînê divêt neyêne sist kirin. Îro li bakura Kurdistanê li bajêr û bajêrkan cepheyekî nû yê şerî hatîye vekirin ji teref bizava desthilatdar [PKK-KCK] ya neteweyî ya Kurd ve. Helbete ev polîtîkaya nû, di çarçoveya yêkîtîya mezin ya neteweyî û herwisa platformeke bilind ya ji hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî pêkhatî da û bi aqilê hevgirtî yê muşterek ve nehatîye tesbît kirin. Eve bêyî şik bi serê xwe qusûr e, kêmasî ye. Lê rastîyek dî jî heye ku tifaqeke mezin ya navxweyî jî hêj pêknehatîye ku xebat û têkoşîn bi hev ra li ser esasê aqilê hevpar bête plan kirin û di rê birin. Digel hindê jî Kurd divêt li milekê beramberî vê êrişkarîya TCyê bi hev ra sekineke neteweyî û niştimanî nîşan bidin, digel hev têkoşînê bidin, li milê dî jî hem hevdu rexne bikin hem jî dîsa ve bi hev ra li avakirina zemînê yêkîtîyê bigerin.

Di halê hazir da, TC bi hemû sîstem û mekanîzmayên xwe ve, bi hemû hêz û şiyanên xwe ve seferber bûye ku serhildana Kurdan bişkêne, her bi çi rengî be xwe bi ser bêxe. Ji xwe bi hemû hêza xwe ve şerê Kurdan dike, Kurdistan kavil û wêran jî kirîye, lê nihe jî hazirîyê dike ku di nav Kurdan da fitnekarîyê bike û Kurdan berde hev û ji vê bêtifaqîya Kurdan bo xwe zaferekê derêxe. Kurd divêt vî keysî nedine TCyê ku bo xwe, qet nebe "zafereke Pîrûsê" jî bi dest ve bîne. Yêk çare heye, ew jî digel hemû kêm û kasî û şaşîyên navxweyî dîsa ve li tifaqa navxweyî bigerin û pêkbînin. Têkbirina planên TCyê bi vî rengî mumkun dibe. Anku aqilê muşterek, hêza muşterek, xebat û têkoşîna muşterek, parastina welatî ya muşterek. Çare ev e. Dê gelî Kurdan, gelî Kurdistanîyan, xwe bêxîret nekin, xîretê nîşan bidin belêm bila xîret jî xîreta muşterek be.

ROJAN HAZIM
Kanûna Paşîn [January] 2016